Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Rêbazên (Metod) Felsefê

Philosophia, ne xwedîyê wan rêbaza ye ku zanistên surûştî û zanistên civakî wan bikar dihînin. Ango, di laboratuaran de nikare toklînan (deney, experiment) pêk bihîne, an wekî hinek zanistên civakî, testan bikar bihîne. Rêbaza felsefê, ji dema Arîstotelesî ve şeklên birêvebirina mantîq û aqil e. Lewma Arîstoteles mantîqê, wekî organona felsefê nirxandiye. Di felsefê da, şeklên bikaranîna (sepandina) mantîqê: 

1- Berjorwerî (Induction): Rêbazeke felsefê ye û di vê rêbazê da, yeko yeko ji pêşniyarîyan destpêkirin û gelemperîkirin heye. Li ser pêhatîyekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne kirin û di dawiyê da, pêşnîyarîya herî gelemper tê bidestxistin. Berjorwerî (fr: induction, tr: tümevarım) roja îro, ji aliyê gelek zanistan va bi armanca bidestxistina zanînên aqilî, wekî rêbazekî dihê bikaranîn. Lê tiştek heye divê meriv vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi rîya berjorwerîyê têne bidestxistin, meriv nikare bibêje ku ew ji 100 % encamên misoger (qutebir) in, ixtîmala ku ew encamên dibeyî bin jî heye. Hatta pêşniyarîyên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lêbelê dema pêşniyarîyek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, dê çewt be. Çend numûne: A- Sifir, metalek e û dema ku meriv agir bide binê, diperçive. B- Çînko (tûtye) metalek e û dema ku meriv agir didê binê, diperçive. C- Alemyon,  metalek e û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. D- Zêr, metalek e û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. E- Hesin, metalek e û dema meriv agir dide binê, diperçive. ‘Pêşniyarên li jorê, pêşniyarên pêşîn in. Ango, pêşhatî (pêşane, pêşsipar, premise, öncül) ne.’ Encam: Nexwe, hemû metal dema germ dibin, diperçivîn. Di mînaka jorîn de heke pêşniyarîyekê pêşîn çewt be, bêguman dê encam jî çewt derkeve. Lê heke tiştekî weha pêk neyê, wê demê meriv dikare bibêje dema metal germ dibin, diperçivin.

2- Berjêrwerî (Deduction): Rêbazeke mantiqî a beravajîya berjorweriyê (tümevarım) ye û di felsefê da dihê bikaranîn. Di vê rêbazê da, ji pêşniyarîyekê tevayî (tevbar, tumelî) didn rê û di dawiyê da, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstotelesve hatiye bikaranîn û dîsa ê ku rêzik û şeklên bikaranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, dîsa Arîstoteles e. Deductionê hatta dawîya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe domandiye û hatiye bikaranîn. Cihêrengiya wê a ji inductionê ew e ku encamên deductionê (fr: dêduction, tr: tümdengelim) misoger in. Encam bi awayekî bêgav, ji aliyê pêşhatîyan (öncül, pêşsipar, premise) ve têne destnîşankirin.

  • Numûne: ‘Hemû meriv, mirinoyî ne.’ (Pêşniyarîa Tevbar)
  • ‘Sokrates jî, mirovek e.’ (Pêşhatî) 
  • ‘Nexwe (heke wisa be), Sokrates jî mirinoyî ye.’ (Encam) 

Ji mînakan jî xwiya dike ku encam bi awayekî bêgav, ji pêşhatîyan derdikeve. Rewşekê beravajiya vê yekê, ji ber ku dê bibe sebebê nakokîyan, dê ne durust be.

3- Rêbaza Dahûrîner, Rêbaza Analîtîk (Analytical Method): Ev rêbaza mantîqî, hema hema meriv dikare bibêje ku ji destpêka felsefê ve dihê bikaranîn. Di vê rêbazê da, hemû (tevayî, tumelî, tevbar), ji perçeyên xwe ên ku hemûyê anîne holê, têne veqetandin û bi vî awayî, lê tê vekolandin. Philosophia dema dest mijarekê dike, we mijarê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wekî pêşniyarîyan ji hevdu cuda dike û tiştê ku dixwaze vebêje, bi vî awayî dibêje. Di felsefa hemdem da, ev rêbaz gelekî dihê bikaranîn. Nemaze, di warê zimannasîyê da dihê bikaranîn. Tiştê ku tê xwestin, ji holêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp in. Ango, gewher, naverok, çêbûn, hebûn û têgihên hwd. ji ber ku ji aliyê gelek philosophan ve gelek caran hatine vekolandin, ew bi maneyên xwe ên rastîn, li holê xwiya nakin. Rêbaza (rêgeh, metod) dahûrîner weha dike ku maneya wan a rastîn, baştir were têgihiştin.

4- Rêbaza Pêkhêner, Rêbaza Sentetîk (Synthetic Method): Di vê rêbazê da, beravajîya rêbaza analîtîk (dahûrîner), weha tê fikirîn ku yeko yeko maneya perçeyan tune û perçe, encax di nav hemûyê (tevahî) da dikarin bibin xwedan mane. Ji ber vê çendê jî, heke em bixwazin pirsgirêkekê bi giştî (bi hemû hêlên wê ve) bibînin, wê demê divê em li temamîya (tevahî) wê mêze bikin.

5- Rêbaza Aksîomatîk (Axiomatic Method): Ev rêbaz, aîdê zanista mantîqê ye û di felsefê da jî dihê bikaranîn. Di vê rêbazê da têgehek, wekî bingeh dihê pejirandin û piştî vê qonaxê, têgih dihên hilberandin. Armanc, ji bo cîbicîkirina rewşên taybet; xwe gihandina sîstemekê tevahî ye. Têgihên bingehîn dibe ku têgihên keyfî an jî têgihên ku bi rîya sehekan hatine bidestxistin bin, pêbawer (ewle) têne dîtin.

Di sedsala 20an da, ji aliyê Bernard Russel û Alfred North Whiteheadîva, ji bo veguhêrandina matematîkê ku dixwestin matematîkê vebiguhêrînin mantîqê, ev rêbaz hatiye bikaranîn. Di felsefê da bikaranîna wê a herî berbiçav, ji alîyê Benedict Spînoza va pêk hatiye. Benedict Spînoza, şeklên pêşniyarîyên aksîomatîkê, di kitêba xwe a bi navê ‘Ethics’ê da ji bo pêkanîna philosophia xwe a exlaqê, bikar haniye. Numûne: ‘Gewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyîn e ku pêdivîya wê bi ti tiştî tune.’ (Danasîn) Encam 1: Gewher, sebebê xwe ye. Encam 2: Gewher, bêdawî ye. Encam 3: Gewher, tekan e û heke dido bûya; dê hev sînordar bikirana. (Deran, jêderî, inference, îstîdal)

 7– Rêbaza Danwelidandinê (Socratic Method, Maiotic Method): Ev rêbaz, ji alîyê Sokratesê philosophê navdar va hatiye bikarhanîn. Sokrates weha bawer dike ku meriv, ji bûyîna xwe va xwedîyê zanînê ne û heke, ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê danehevê ne ku dê bersivên rast û dirist bidin. (Di vê xalê da meriv dibêje qey Sokrastes baweriya xwe, bi reenkarnasyonê dihîne.) Sokrates, ji vê yekê gelekî bawer e û rojekê li ber komeke merivan, vê yekê diceribîne. Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû merivan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê ra têkildar in dipirse. Weha dike ku sêqoşe, tê bîra koleyî. Lê hemû pirsên Sokrates, wekî belê (erê), an jî wekî nexêr (na) têne bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz wekî rêbazeke şikbar hatiye dîtin.

8- Rêbaza Dîalektîk (Dialectic Method): Dîalektîk, rêyeke ramînê ye. Bi vê rêyê ên nakok an jî dijber, têne cem hev û yekîtiyeke diafirînin. Di encama vê yekê da, pêşveçûnek dertê holê. Cara yekem li cem Herakleîtos hatiye dîtin, di dewra hemdem de jî ji aliyê Hegelî va hatiye bikaranîn. Di dîalektîkê da du têgihên dijber, tez û antîtezê pêk dihînin û ev du dijber, digihêjin sentezê. Sentez jî, piştre carekê din ji hev dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din a nû. Ev proses, her berdewam dike. Mesela: Reş (tez) û spî (antîtez) bila du têgihên dijber bin, senteza wan jî dê cûn (boz) be. 

  • Alî Gurdilî
  • felsefevan@hotmail.com
  • 02.02.2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button