Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Analytic (Analytic Philosophy, Analitik Felsefe)

Felsefa Analytic (Analytic Philosophy, Analitik Felsefe)

 Tevgera ku piştî şerê cîhanî ê duyem, li Îngilîstan û Amerîkayê derketiye holê. Li gorî vê tevgera philosophic, arîşe û karê felsefê ê resen, dahûrandina zimên û têgihên ku di zimên da hene ye. Bi rîya vê metodê wisa bawer kirine ku dê bikanibin arîşeyên kevnoşopî ên felsefê ku dibine sebebê tevlîheviyan, ji holê rabikin. Damezraner û nûnerê sereke ê vê tevgerê, Ludwig Wittgensteinê awistralyayî ye. Ev tevgera philosophic ku di salên 1945-1960an da derketiye holê, meriv dikare bibêje ku berdewama tevgera ‘logical positivism’ê ye, ku ew jî ji ramana realism û pluralismê, derketiye.

Di vê tevgera philosophic da ramana bingehîn, zimên e û bawerî pê heye ku mijara yekda a felsefê, dîsa zimên e. Di logical positivismê (positivisma mantiqî) da, weha tê parastin ku philosophia, bi xwe tu zanînan (bilgi, knowledge) neafirandiye û philosophên ku di tarîxa felsefê da xwedan berhemên philosophic in, bi arîşeyên ku ji aliyê zimên va hatine afirandin, mijûl bûne. Herweha bi dahûrandina avahîya zimên ra, philosophia dê bigihêje mijar û karê xwe ê esasî. Karê felsefê ê esasî jî ew e, ku wan arîşeyên qelp ên ku ji bikaranîna zimên a ku ji derveyê qada rojane dertên, çareser bike.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button