PerwerdehîPhilosophia

Bawerîya Buda: Riya Heşt Qatî a Maqûl û Nîrvana

Mahmut Ozçelîk

Li dora xwe binihêre û temaşe bike.

Her tişt demdemî ye, tu tişt ne mayînde ye,

Zayîn û mirin heye, mezinbûn û rizîbûn û xirabûn,

Bihevrebûn û jihevketin heye.

Li kû were mêzekirin lez û bez û têkoşîneke bi hêrs ya li pey zewqê heye.

Ji êş û mirinê reveke di rewşa panîkê de heye…

Û germ e alavên arezûyên şewitîner.

Dinya şemla panayirekê, tije guherîn û veguherîn.

Her tişt Samsara…

Berî Buda Hindistan

Berî em Buda binasin divê em çavçêrînekê li dema berî wî bidin ka çi diqewimî. Dema mirov li dîroka Hindistanê dinêre mirov pêrgî sîstemeke ji qastan (pergala pileyan)pêk hatî tê. Ev sîstema qastî ji çar çînan pêk dihat û ji çînekê derbasbûna çîneke din qedexe bû. Civak ji pergaleke hîyerarşîk ya hişk pêk dihat. Kî di kîjan qastê de hatibûya dinyayê, êdî hetanî mirina xwe di wê qastê de jiyana xwe didomand. Ev pergal wekî “zagona gerdûnî” dihat qebûlkirin û jê re ”Dharma” dihate gotin. Ev pergal, ji hêla metnên olî yên kevn ve jî dihat destekkirin. Metnên olî yên kevn wekî Vedayan dihat zanîn û ewilîn, tenê bi saya mirovên ji zûmreya olî, bi awayeke devkî ji neslekê digihîşt neslekê; heta ku di kerta dawî de, bi forma zimanê sanskritî li ser kaxizan tê nivîsîn û gel dikarin bigihêjin naveroka wan.

Qastên heyî ev bûn:

  • * Brahmanî: Zûmreya mirovên olî
  • * Ksatriyarî: Zûmreya şervan û arîstokratan
  • * Vaîsyayî: Koma têciran (Bazirganan)
  •  * Sudrayî: Koma cotkaran (Çîna herî jêr)

Ev pergala em qal dikin Berî Zayînê di navbera salên 1500/500î de li keviya robara Îndusê hatibû avakirin. Di sazkirina vê şaristaniyê de ked û bandora komên koçber yên wekî Aryaniyan dihat zanîn jî hebû. Bi -ji derve- hatina wan re li dora robara Îndusê ev şaristanî rû dide. Bi demê re li hin herêmên Hindistanê hin mirov dixwazin bi saya tenêtiyê xwe bigihînin “a Xwedayî” û ji kom û qastan vediqetin, dev ji mal û hebûnên dinyayê berdidin û jiyana silûkî dipejirînin. Li berpalên çiyayan, di nava daristanan de, di tekeyan de ji zewqên dinyewî dûr, jiyaneke ji rêzê dibihurandin. Felsefeya van mûnzeviyan jî Berî Zayînê di navbera salên 800/400î de tê nivîsîn, di metnên jê re “upanîşad” tê gotin de cihê xwe digire û li kêleka metnên berê yên bi navê “vedayan” di mabedan de tê parastin û di asta metnên pîroz de tê hesibandin. Êdî mirovên Hindistanê ji bo xwe bigihîne “a Xwedayî” li gel riya rahîban (brahman), riyeke nû jî diafirînin. Riya mûnzeviyî ya takekesî.

Buda kî ye?

Berî ku em felsefeya Buda binasin divê em wî hinek ji nêz ve binasin. Li gorî agahiyan li bakurê rojhilatê Hindistanê, li nêzîkî tixûbê Nepalê li herêma Lumbiniyê B. Z.ê di sala 563î de hatiye dinê. Navê wî yê eslî Siddhartha Gautama ye. Bi nasnavê Buda hatiye nasîn. Buda wekî peyv tê maneya kesê ku ronîbûyî, hişyarbûyî; kesê ku gehiştiye zanayiya herî bilind; mamosteyê mirov û xwedayan. Buda ji malbateke zengîn bû. Bavê wî di qasta duyem -ksatriyayî- de cih digirt. Wekî qiralê herêma xwe bû. Piştî deh rojên dergûşiyê, diya Buda dimire û li cem xaltîka xwe mezin dibe. Hêj zarokekî biçûk e helbestvanekî ji bo Buda wiha dibêje: ‘Ger ev zarok riya jiyana olî hilbijêre û dev ji îmtiyazên bi hatina dinê re bi dest xistî berde, ew ê hem bibe mamosteyê mirovan û hem jî bibe mamostayê xwedayan.(r. 27). Ev kehaneta helbestvan hinekî rast dertê. Çimkî Buda di matematîk, hunerên şer û sporê de xwedî qabiliyeteke bêhempa bû. Buda dizewice û jê re lawekî çêdibe, navê lawê wî Rahula bû. Dema mezin dibe bavê wî jê re sê koşkên mermerî çêdike. Ev serayên li gor guherîna demsalan hatibû sêwirîn, bi derbasbûna demê re ji bo Buda êdî ne ewqas girîng û rakêşer bû. Çimkî wî dixwest derkeve rêwîtiyên ku heqîqetê bi wî dide fêhmkirin. Bi alîkariya bavê xwe ku jê re faytoneke çar hespê bijarte dikişînin, derdikeve rêwîtiyan.

Rêwîtiyên Buda

Di rêwîtiyên xwe de pêrgî kalên hilhilî,  mirovên nexweş, merasîmên miriyan û rastî mirovên xizan û belengaz tê. Ev dîmen û kirûyana dike ku Buda li ser jiyan û mirinê bikeve nava medîtasyonên (tefekûrên) kûr. Buda dev ji hemû heyînên ji bav mayî berdide, bi pey ‘lêgerîna rastiyê’ dikeve, wekî parsekekî bajar bi bajar digere, beşeke jiyana xwe di nava tenêtiyê de derbas dike. Di van rêwîtiyan de hînî medîtasyonê dibe, bi hin zanayên baweriya brahmanîzmê re kirûya tenasuhê (koçkirina ruh)digengêşe. Ji bo xelasiyê, dûr sekinîna ji jiyana daringî jê re balkêş dixuye. Riya çîlekêşiyêdiceribîne, bi rojan xwe birçî dihêle û ji taqetê dikeve, tenê çerm û hestiyek dimîne. Di dawiyê de digihêje wê baweriyê ku çîlekêşî ne azweriyan vedimirîne, ne jî riya ronîbûnê li pêşiya mirov vedike.

Di Budîzmê de Teoriya Têkel

Buda wiha difikire: “Rabirdû” çi biçîne, “aniha” wê diçine û “siberoj” jî fêkiya aniha ye.”  Ev wecîzeya Buda di heman demê de bingeha baweriya budayiyan jî bi me dide fêhmkirin. Teoriya Têkel (Qanûna Têkel) her tiştê diqewime bi “sedemwerîyê” ve girê dide. Guherînê esas digire, ji dogmatîzmêdûr e. Her tiştên dinyewî demdemî dihesibîne. Jiyana mirovan girêdayî qanûna sedem û encamê herdem di guherînê de ye. Buda jiyanê li gor kiryarên me dinirxîne û vê rewşê wiha şirove dike: Em ji jiyanên xwe yên kevn, li gorî tevgerên xwe yên xirab encamên xerab, li gorî tevgerên xwe yên baş jî encamên baş wekî mîras werdigirin. Ev rêgez jî mirov handanî tevgerên baş dike ku di jiyaneke din ya dahatûyê de di qastek baş de mafê jiyanek qenctir bi dest bixe. (r.34).

Di baweriya Buda de Zayîna Nû

Di baweriya Buda de jinûve zayîn (welidîn) heye lê ev jinûve zayîn ne wekî di olên din de tê vegotin tevahiyekê dihundirîne. Li gorî Buda piştî mirinê, ruh û xwebûn bi heman şêweyî di heman bedenê de tevahiyekê pêk nayîne. Wekî sedem jî berdemîtiya kesayeta mirov û guherînê destnîşan dike. Ji ber ku her tiştê li dinyayê berdemî ye û di her merheleya jiyanê de bi guherînekê re rû bi rû dimîne, wê çaxê ne mimkûn e ku ruh û xwebûn û bedena mirov ji vê rewşê bê bandor bimîne û wekî xwe bimîne. Lê çerxa jiyanê ya jinûve welidînê bi guherînan re her berdewam e. Buda di encama fikirîna kûr de têdigihêje ku ji bo bigihêje ronîbûnê divê li hemberî xwestek, azwerî û şehwetê têkoşîneke bêhempa were dayin. Bi vî hawî xwebûnê (egoyê) di hundirê xwe de vedimirîne, ruhê xwe ji arezûyan xelas dike û di heştê saliya xwe de dev ji dinyayê berdide û digihêje asta “Nîrvanayê”.

Di ekola Buda de di navbera qast, nîjad, çîn, jin û mêran de tu ciyawazî tune ye. Riya Navînî ji her kesî re vekirîbû. Li gorî Buda her kes dikare  “ronîbûnê” pêk bîne û jiyaneke ruhî bijî. Vê rêgeza wekhevîtiyê derfet çêdikir ku bîrdoziya Buda di nava hawîrdoreke pir berfireh de were qebûlkirin. Buda dema digihêje asta ronîbûnê werdiqile ku divê a bike tenê fêrbûn nîne, divê ‘yên dizane/fêrbûyî’ bi kesên din jî bide fêmkirin. Û di jiyana wî de merheleyeke nû dest pê dike: Ji bo dîtina rastiyê şiyarkirin û fêrkirina mirovan pêwîst e. Lê dema Buda dixwaze rastiyê ragihîne û roniyê bide wan kesên ku xwe di tariyê de veşartiye, mixabin kes fikrên wî qebûl nakin û jê dûr disekinin. Wî wekî kesê ji rê averêbûyî dibînin. Fikrên wî di esasê xwe de şûrkişanadina li jiyana du beşên civakê bû. Ji van beşan jê yek ew beş bû ku êş û izdirab, birçîhîştina bedenê ji xwe re wekî meziyet didîtin û tovên wê belkî hezar salan berî wî hatibû avêtin. Li Hindistanê jî wekî “jaînîzmê” bibû ekolek… Ev jaînîzm têkiliya xwe bi peyva kurdî re jî heye, ji xwe ji heman kokê ji peyva -janê- tê. Ev jî balkêş e. Beşa din a ku Buda rexne lê digirt jî ew beşa civakê bû ku tenê bi pey zewqên dinyewî ketibû û bibû êsîrê xwestek û azweriyên xwe. Buda li hemberî van herdu beşên jiyan ji riya asayîtiyê derxistibûn“Riya Navîn” destnîşan dikir û dixwest her kes bi bedeneke tendurist, ji izdirabê dûr jiyanekê pêk bîne. Ji bo yên bedena xwe birçî dihîştin wiha digot: “Kesê ku lambeya xwe bi avê tije kiribe nikare tarîtiyê belav bike.”(r. 44). Divê her kes li gorî pêwîstiya bedena xwe bixwe û vexwe.“Tetmîniya pêwîstiyên xwezayî mirov nalewitîne. Lê beza li pey zewqê ne baş e û mirovî dadixe asta herî jêr.”

Çar Rastiyên Maqûl

Buda ewil ji xwe re pênc murîdan çêdike û rêgezên bîrdoziya xwe bi navê “Riya Navîn” dinavîne, ji bo gehiştina asta Nîrvanayê divê her kes Çar Rastiyên Maqûl bizanibe û Riya Heşt Qatî ya Maqûlbişopîne. Exlebe li ser izdirabê disekine: “Hebûna izdirabê rastî ye, divê sedemên wê were zanîn, jê re çareyekê bê dîtin û izdirab were sekinandin. Ev Çar Rastiyên Maqûl in ku divê her kes zanibe û li gorî wê tevgerin. Buda wekî çavkaniya izdirabê jî azweriyên me yên bê tixûb destnîşan dikir. Yekem rastiya maqûl an jî mezin (dukkha); di jiyanê de izdirab/êş heye, jiyan bi janê dagirtî ye. (r. 70): Zayîn êş e, kalbûn êş e, mirin êş e, bidestxistina tiştekê êş e, endîşeya jidestçûna tiştekê êş e û hwd. Xelasiya ji van izdiraban bi qebûlkirina demdemîtiya jiyanê ve mimkun e. Duyemîn rastiya maqûl/mezin (samudaya): Çavkaniya izdirabê heye; ew jî xwestekên me yên bişid in ku hêza xwe ji kêf û janên me werdigire. Têrnebûna ji tu tiştî dibe sedema izdirabkêşana me: Çavbirçîtî, şehwet, çilektî, rev û beza li pey kiryarên qenc an xerab, xwestekên me yên derheqê baweriyên me de hemû ji kêfê an ji êşê dibin jêdera izdirabê.

‘Ya ku zeviyan wêran dike bager û gihayên bêkêr in; ya ku mirovahiyê wêran dike azwerî, kîn, pozbilindî û şehwet e.’(r. 74). Sêyemîn rastiya maqûl (nirodha): Dawîlêanîna li izdirabê; bêyî ku careke din vegere dawî li xwestek û arezûyên dinyewî anîn e. Li gorî Buda tedawiya izdirabê heye, kilîta wê di venêranê de ye. Venêrana li ser tîbûniya xwestekên bi şid yên dinyewî, dê dawiyê li izdirabê bîne. Çaremîn rastiya maqûl(Magga): Di vê riya mezin ya çaremîn de Buda, ji bo mirov ji azweriyên xwe yên dinyewî ên ku bi çavkorî pê ve hatî girêdan xelas bibe, divê çi bike pêşkêş dike. Ev tiştên divê bê kirin jî di Riya Heşt Qatî de gavên pratîkî dihundirîne:

Riya Heşt Qatî ya Maqûl

Feraseta rast; Dîtina ‘heqîqeta tiştan’, têgihîştina xwezaya biqisûr û demdemî ya raman û wanekên dinyewî wê bibe alîkarê me ku em bi “Çar Heqîqetên Bilind” werqilin. Niyeta rast; Hêla vînî/îradî ya têgihîştina feraseta rast nîşan dide. Niyeta rast bi kamilbûna hêla me ya exlaqî û zêhnî re têkildar e.

Buda qala sê cure niyetê kiriye:

  • -Niyeta devjêberdanê: Li hember hêza azwerî û xwestekan berxwedan;
  • -Niyeta baş: Berxwedana li hemberî hêrs û kîn û nefretê;
  • -Niyeta ziyannedayînê: Sekna dûr a ji tevger û ramanên zalimane û tevgerîna bişefqet dihundirîne.

Qisedana rast; Dûr sekinîna ji îftira, dijûn û paşgotiniyan. Tevgera (helwesta) rast; Daxistina asta herî jêr ya hejmara kiryarên (tevgerên) bêfikirîn tên kirin e. Tevgera rast; ziyana li keseke din wekî zirara li xwe hatiye kirin, dibîne. Madeyên serxweşker divê neyê bikaranîn û di tu tiştî de piroletî tunebe. Terzê jiyaneke rast; Jiyaneke exlaqî, dûr sekana ji danûstendinên zirarê dide kesan; dûr sekana ji kirîn û firotina çek û sîlehan, alkol, madeyên tiryakî û tevzîner. Hewla rast; Tevgerên wijdanî ye û herdem hişyarbûnê dixwaze. Rêlibergirtina rewşên neyînî yên di zêhna me de pêktên ‘hewla rast’ nîşan dide.

Tevgera zêhnî ya rast; Ev merhele bi tevgera (helwesta) rast ve girêdayî ye û tevgerên di dema em tê de dijîn esas digire, raçavkirina li beden, zêhn û navenda hestên me ye. Konsantrasyona/lêhûrbûna rast: Ji bo ramandineke baş û kiryarên bi tendurist pêwîstî bi konsantrasyonê heye, ev jî ancax bi medîtasyonê dibe. Zêhna ku di nava fikirîna kûr de be; dê li ser wanekên hatiye hilbijartin hûr û kûr raweste û bigihêje encama herî rast. Kesê ku riya Buda dişopîne, li gorî rêgezên me li jor rêzkirî tevbigere di dawiya rêwîtiya xwe de dê bigihêje aramiya “okyanûsa rastiyê”ango, Nîrvanayê. Di vê riya heşt qatî ya ber bi Nîrvanayê ve astengiyên ber bi çav jî hene: Xwestekên şehwetî, nefret û niyeta nepak, keslanî, bêaramî, endîşe û guman. Xelasiya ji van neyêniyan jî ewilîn bi ‘dilsoziyek hundirîn’ raçavkirina wan e. Piştî raçavkirinê ji bo dubarenebûna van xisletên neyînî divê vîneke bi biryar hebe. Meditasyon/fikirîna kûr ji bo veguherîna zêhnê pêwîst e.

Di Bîrdoziya Buda de du Cure Medîtasyon Hene

Medîtasyona Samatha(Samadhî): Ev medîtasyon “konsantrasyona raser” e. Konsantrasyon, lêhûrbûna zêhnî ya li ser mijarêkê ye. Bi pêşketina vê medîtasyonê re zêhna mirov ji kirêtiyan paqij dibe, têde aramî, hêminî û zelalî pêktê. Dema mirov bigihêje konsantrasyoneke aktîf dê wê çaxê bikaribe xwezaya heqîqetê, rûyê hundirîn yê her tiştî têbigihêje.

Medîtasyona Vîpassana (Prajna): Prajna, hêza zanatiya jiholêrakirina izdarabê ye. Amûra bingehîn e ku mirovan digihîne Nîrvanayê. Prajna bi guhdarîkirina waezên Buda, bi xwendinê, bi lêkolînkirinê, bi jiberkirina metnên budîstî re tê bi dest xistin.

Pênc fikirînên kûr: Di bîrdoziya Buda de ev fikirînên kûr ji bo gehiştina nîrvanayê ciheke girîng digire: Fikirîna ewil fikirîna hezkirinê ye. Di vê fikirînê de divê tu dilê xwe wisa eyar bikî ku dijminê te jî di nav de, tu qencî û dilşadiya hemû heyînan bixwazî.

Fikirîna duyem fikirîna rehmê ye. Di vê fikirînê de tu hemû heyînên ku izdirabê dikişîne difikirî, di xeyala xwe de hemû derd û hiznên wan bi zindî dijî û di ruhê xwe de ji bo wan şefqeteke kûr vedijînî. Fikirîna sêyem fikirîna kêfê ye. Di vê fikirînê de tu serkeftinên yên din difikirî û bi kêfa wan kêfxweş dibî. Fikirîna çarem fikirîna li ser kirêtiyê ye. Di vê fikirînê de tu encamên xerab yên meczûpiyê/gumrahiyê, bandora xeta û xerabiyan difikirî. Zewqa ‘lehzeyekê’ çiqas bênirx û encamên wê çiqas tuneker e, di vê fikirînê de tê hîskirîn. Fikirîna pêncem fikirîna derheqê aramiyê de ye. Di vê fikirînê de tu raseriyê li hezkirin û nefretê, li koletî û axatiyê, zengînî û xizaniyê dike û çarenûsa xwe bi bêdengiyeke bêalî û rehetiyeke bêqisûr re qebûl dikî. Li pey destnişankirina van rêgezan – Çar Rastiyên Maqûl û Riya Heşt Qatî ya Maqûl ku me li jor bi berfirehî vegotiye– êdî merheleyeke nû di ekola Buda de dest pê dike.

Belavkirina van rêgezan li çarhawêlê Hindistanê. Bi vê ve girêdayî di dîroka mirovahiyê de komeke herî kevn ya ji rahîbên nezewicî pêk dihat û wekî “Sangha” dihate binavkirin û peywîra wan belavkirina bîrdoziya budayî bû derdikeve ser dika dîrokê. Ü Buda wiha li Sanghayan bang dikir: Rastiyê li her derê dinyayê belav bikin, bîrdoziyê waez bikin, wisa ku di dawiyê de hemû afirandeyên zindî bibin tebaayên welatê rastiyê. Li dû waezan şopînerên budayî her ku diçû zêde dibû lê ji bo qebûlkirin û derbasbûna nava koma wan, divabû şopînerên budayî sê sondên pîroz bi cih bianiyana:

– Ez xwe dispêrim stargeha Buda, “Ew” pîroz û mezin e. Riya xelasiyê ravî me dike. – Ez xwe dispêrim stargeha Dharma/qanûna gerdûnî. Birdozî ji zeman û mekan mûnezeh e. – Ez xwe dispêrim stargeha Sangha/civaka murîdên Buda. Civaka murîdên Buda riya jiyaneke rast, edalet û duristiyê ravî me dike.

Nîrvana: Di bîrdoziya Buda de “nîrvana” ciheke girîng digire. Ka em binêrin ev têgeh ji ku tê: Di metnên kevn yên wekî vedayan de navê nîrvanayê derbas nabe lê di destanê berî Buda de, di Mahabharatayê de wekî têgeh nîrvana derbas dibe. Di vir de di wateya ‘mekanê ruhên azadbûyî yên ku bi alema xwedayî re di nava yekîtiyê de ye.’ Nîrvana peyveke sanskrîtî ye û tê maneya xelasiya ji êş û kiryaran. Di sanskrîtî de ‘nîr, daçeka neyîniyê ye, ‘va’ jî sir/bawerzîn e. Nîrvana di zimanê palî de wekî ‘nîbbana’ tê bikaranîn û di maneya ‘hênikbûna bi pifkirinê’ de ye.(r. 83). Pir balkêş e di zaravayê zazakî/kirmanckî de jî ‘va’ di wateya ‘bayê’ de ye. Nirvana ew mekanê rastiyê ye ku hemû azwerî, xwestek û izdirab, êş û nefret li wir diqedin. Vemirandina xwebûnê, tunekirina xwebûnê mercê ronîbûnê ye.

Kesê ku di vê de serkeftî be, kesê ku bigihêje nîrvanayê di nava derd û têkoşîna jiyanê de rehet e; di ser hemû guherînan re ye; di ser zayîn û mirinê re ye; xerabiyên jiyanê bandorê li wî nakin. Gehîştina asta nîrvanayê; di jiyana rojane de, bi sepana (pratîzekirin) rêgezên Çar Rastiyên Maqûl û Riya Heşt Qatî ya Maqûl ve têkildar e. Û dibe ku dema mirov waezên budayî guhdar dike, an jî di nava kar û barên rojane de ye yan jî di nava tevgerekê de ye di wê lehzeyê de jî bigihêje asta nîrvanayê. Bi kurtasî budayî hêj nemirine di jiyana xwe de bi kiryarên xwe yên Maqûl dikarin bigihêjin asta nîrvanayê.

Di Budîzmê de Etîk

Di budîzmê de her tiştên dinyewî demdemî tê dîtin, guherîn ciheke girîng digire û ji tu hêzekê re serî tewandin tune ye (Xwedê,  xweza, mirov û hwd.). Berovajî vê yekê, serîtewandin û tunekirina “xwebûnê” heye, ev jî pêwîstiyek e ji bo mirov bigihêje rastiyê. ”Xwebûn heye û heqîqet heye. Li cihê ku xwebûn hebe heqîqet tune ye. Li cihê ku rastî hebe xwebûn tune ye.”         (r. 119).

Buda xwebûnê dişibîne firaqeke biçûk ku dikare bi hêsanî bişkê (hûr bibe) û belavî derdorê bibe. Lê rastî her tiştî digire hundirê xwe û dema xwebûn vemîrî û çû ew jiyana bêdawî berdewam dike. Di Budîzmê de wekî di olê din de heye rindî (xerabî), rastî (xeletî) ji hev nehatiye derxistin lê dubendîtî li gorî yên feydedar û yên zerardar (ziyandar) hatiye kirin: Tevgerên feydedar(kusala) mirov ber bi armanca pîroz -nîrvanayê- ve dibe, tevgerên zerardar (akusala) jî mirovan ji meşa ber bi armanca pîroz bêpar dihêle. Di etîka Budîzmê de çar rastiyên maqûl merca bingehîn e. Xelasiya ji izdirabê, ji bo gehîştina armanca pîroz jêneger e.

Ji bo gehîştina nîrvanayê sê sepanên/pratîkên etîka Budîzmê ev in: – Exlaqê rind (sila), – Konsantrasyon (samadhî) û zanatî (panna), – Tevgera birehm/dilovanî. Ev her sê rêgez ji bo kêmkirina hemû êş û janên li dinyayê pir girîng tên dîtin. Bi pakbûna ji kîn û hêrs û nefretê re, mirov dê xwe ji ya zerardar dûr bigire û bi vê jî bigihêje zîhniyeta rast. Feraseta exlaqa baş, hemû cure tevgerên feydedar (kusala) dihundirîne. Li gorî vê ferasetê tevgerên ku dilpakiyê/erdemê nehewîne zerardar e û dibin sebeba izdirabê (dukkhayê). Buda, hem di kiryarê de, hem di gotin û fikirînê de tevgera ku duristiyê nahewîne; xerab (nepak) dîtiye û ew qedexe kiriye. Li vir em hevbandoriya baweriya Zerdeştî û Budîzmê dibînin. Çimkî di Zerdeştiyê de ev sê rêgez pir girîng in:

  • – Dîtin û ramanên xweş (Humata)
  • – Axaftin û peyvên xweş (Hukşta)
  • – Kirin û tevgerên xweş (Huvareşta).

Di van sê rêgezan de Buda û Zerdeşt heman tiştî dibêjin, ev jî mirovî di şaşwaziyê de dihêle ku çawa kartêkeriyeke mezin li hevdu kirine ku di wê dema derfetên ragihandin û çûnûhatinê pir kêmbû. Ji ber ku Zerdeşt berî Buda jiyaye dibêtiyeke mezin e ku ev rêgezên ola Zerdeştiyê bi awayek ji awayan gehiştibe hêrema Buda lê dijî. Ji xwe me di destpêka nivîsarê de qala qewmên aryanî kiribû ku di avakirina şaristaniya keviya çemê Îndusê de xwedî roleke girîng bûn. Ev sê rêgezên baweriya Zerdeştî belkî bi saya van qewmên aryanî ber bi wan deran ve hatibe belavkirin. Baweriya Manî jî wekî manîheîzmê tê nasîn û di dema împeratoriya Sasaniyan de, P. Z.ê di sedsala 3. an de li Îranê bandordar bû, ji gelek hêlan ve hem ji Budîzmê hem jî ji Zerdeştiyê sûd wergirtiye. Manî şîretên Zerdeşt ku dibêje” pêwîstiya mirovan bi ramana pak, peyva pak û kirina pak heye” kiriye bingeha ola xwe. Terbiyekirina nefsê,  bi vîndarî xwe ji xerabiyan dûrgirtin, xwe bi xwe ronîkirin ku prensîbên exlaqî yên ola Budahî ye, kiriye bingeha exlaqê ola xwe. Buda li hemberî xerabiyan qenciyê derdixe pêş. Li hemberî neheqiyan jî bi niyeteke baş bersivdayinê dixwaze. Çimkî li gorî wî ‘kîn tu carî bi kînê nayê tunekirin, riya jiholêrakirina kînê hezkirin e.’  Ev feraseta Buda mirov di bingeha ola xiristiyaniyê de jî dibîne. Îhtîmaleke mezin e ku baweriya Buda li ser Îsa pêxember û felsefeya wî jî bandordar bûye. Çimkî em dizanin ku dema dijminên Îsa pêxember, ‘Wî’ li çarmixê dixin, ew li hemberî vê kiryara zalimanê, dêvla ku bi kîn û nefret naletê li wan kesan bîne ji Xwedê re dia dike û wiha dibêje: “Xwedayê min, wan efû bike, çimkî ew nizanin ku çi dikin.”

Buda li hemberî kirinên zalimane riya şefqetê teşwîq dike, derheqê vê yekê de wiha dibêje: ‘Rê û rêbaza herî baş ya jiyanê tevgera bi şefqet e.’

Di Baweriya Buda de ‘Riya Navînî’: Li bedena xwe xwedî derketin, xwarin û vexwarina bi aheng ji bo bedeneke bi tendurist pêwîst e. Ev jî dê tenduristiya ruhî hêsantir bike. Daxwazên di asta şehwetê de, pêbestî û sermestiya di nava rehetiyê de tiştên nebaş in. Murîdên Buda ne di nava girêdana zewqên dinyewî de, ne jî li ser ewran dijî. Riya Navîn di navbera “riya çîlekêşiya pirole” ya bêfeyde û “riya ketiyên bi zewqên dinyewî re bilîbûne” de cih digire. Tenê ev rê -riya navîn- me ber bi ronîbûnê ve dibe. Buda bedena mirov pîroz nabîne û wiha dibêje: “Beden tije pîsî ye û dawiya wê gor e. Çimkî demdemî ye û mehkûmî parçebûna hêmanên xwe ye. Di nava zewqên bedenî de xerqbûn baş nîne lê ne baş e ku mirov pêwîstiyên bedena xwe îhmal bike û pîsiyan belavî ser pîsiyê bike. Divê em çawa bêyî jê hez bikin bi baldarî li birîna xwe dinihêrin, wisa jî li beden û pêwîstiyên wê, xwedîtiyê bikin.”

Her kes xelaskarê xwe ye. Her şexs bi hewldanên xwe dê bigihêje ronahiyê. Ji bilî vê, ji hêzeke pîroz ya derve, ji xwedayan hêviya xelaskirinê xeletiyeke mezin e. Rev û xelasiya  mirov ya ji kiryarên xwe, ne mimkun e. Mirovê xerabiyê dike, dê izdirabê jî bibîne; pakbûn û kirêtî di destê mirovî bi xwe de ye. Kes nikare keseke din pak bike. Ew kesê ku dema şiyarbûna wî/ê hatibe û xwe şiyar nekiribe; ew kesê ku di dema ciwanî û hêzdariyê de keslaniyê bike; ew kesê ku raman û vîna wî zeîf be; dê tu carî riya ber bi ronîbûnê ve diçe, nebîne. Ev riya ber bi ronîbûnê ve diçe jî tenê bi meşeke ‘dilsoz ya hundirîn’ pêk tê. “Dilsozî riya nemirinê ye, bêramanî jî riya mirinê ye.”

Kesên dilsoz namirin, yên bêfehm wekî ji aniha de mirîbin tê dîtin. Nihêrîna hundirîn divê herdem bidome. Li derve, lêgerîna xetayan di mirovên din de, tenê dê jêderneketina ji çerxa izdirabê bi xwe re bîne. “Xetayên kesên din bi hêsanî tên dîtin lê li xetayên xwe werqilîn zor e, mirov xetayên cîranên xwe wekî kayê li ber bayê werdike; lê xetayên xwe vedişêre, wekî lîstikvanekî fêlbaz yê ku zarê bihîle ji xumarbazî vedişêre.” (r. 91). Jiyana li manastiran (vîharayan) û rêgezên manastiran (vînaya): Buda ji bo bîrdoziya xwe hêsantir belav bike hêdî hêdî dest bi çêkirina cîgehên bîrdoziya xwe dike û manastira ewilîn li nava daristaneke ji darên bambuyan pêk tê, çêdike. Ev daristan ji hêla qiralê herêma Magadhayê ve tê dîyarîkirin. Bi vê manastirê re êdî jiyana budîstan ya li cihên sergirtî jî dest pê dike. Di manastirên (vîharayên) budizmê de jinan jî rahîbetî dikir. Ev di dîroka Hindistanê de cara yekem bû pêk dihat. Wekî reformeke mezin dihat dîtin. Çimkî di baweriya berbelav ya berî Buda li Hindistanê hebû, di brahmanîzmê de sepaneke wiha tunebû. Dema jin jî tevlî vê baweriyê dibe Buda tevgerên li hemberî jinan jî kifş dike: “Dema te jinek dît, ger pîr be wê wekî dayika xwe, ger ciwan be wekî xwîşka xwe, ger biçûk be wekî zaroka xwe bibîne.” Rêgezên manastiran wekî vînaya dihate pênasekirin û rahîb û rahîbeyên di van manastiran de mecbûr bûn ku li gor wan tevbigerin. Ev rêgez jî bi piranî rêgezên exlaqî ne, çend mînak:

Divê mirov ziyanê nede tu zindiyî,

Ger tiştek jidil pêşkêşî mirovî nehatibe kirin divê mirov bi tu hawî dest nede wî tiştî,

Terkkirina dinyaya zewqên şehwetî,

Bi şêweyeke xwedayî, bişefqet û dilovanî fikirîn û qisekirin,

Ji madeyên serxweşker dûr sekinîn,

Divê mirov ji xweperestiyê dûr bisekine û bigihêje bêdengiyê,

Piştî nîvroyê dûr sekinîna ji xwarinên giran û hişk,

Dûr sekinîna ji reqs, muzîk, stran û pêşanan,

Dûr sekinîna ji parfûm û mucewheran,

Ji danûstendina tiştên ji zêr û zîv çêbûyî û dûr sekana ji bazirganiyê.

Buda di dema xwe de bîrdoziya xwe hêj nedabû rûniştandin. Wî tenê pirsên ji wî dihat kirin, dibersivand. Lê piştî mirina wî pirsgirêk derketine holê, di nivîsandina rêgezan de rahîb bi hev ketine û her yekî li gorî xwe ji gotinên Buda maneyeke derxistiye û ekola xwe damezrandiye. Dûrahiya cografîk ya di navbera rahîban de kiriye ku cureyên ji hev ciyawaz yên ekolan zêde bibe. Derheqê malhebûniyê de ramanên Buda: Ji ber ku Buda serwet û samana ji bav de jê re mabû terikandibû û dest bi rêwîtiya ‘Riya Rastîn’ kiribû hin mirovî wisa difikirî ku Buda li hemberî hebûn, serwet û dewlemendiyan xwedî fikrên neyînî ye. Lê di rastiyê de ne wisa bû. Buda ji malê dinê ne tengezar e lê mirovan bi vî hawî şiyar dike: “Ya xerab ne hebûna serwet û samanê ye, ya xerab êsîrî û girêdana bi wan ve ye. Kesê ku serweta xwe bi şêweyeke rast bikar bîne ew ji bo mirovên din wekî nîmetê ye.” Ew wiha dibêje: “Ya ku mirovan dike kole ne jiyan û serwet û desthilat e. A ku koletiyê tîne çavgirtî/bêfikirîn girêdana bi jiyan, serwet û îktîdarê re ye.” Buda jiyaneke di nava keslanî û tiraliyê de jî wekî tişteke bêmirês dibîne û dibêje divê her kes çi karî dike bila bike lê divê bi hemû dilê xwe yê pak bixebite.

‘Mirovê di riya maqûl de dimeşe tevî ku li dinyayê dijî, dilê wî bi xwestekên dinyewî re qilêr nabe.’

‘Mirovê ji bo mezinatiyê, hêzdariyê, zengînbûnê an jî ji bo navdariyê têkoşe; mirovê ji bo feydeya “xwebûna” xwe têkoşe dê tu xelatê wernegire. Lê kesê ji bo heqîqet û duristiyê têdikoşe dê xelata mezin wergire, çimkî binkeftina wî jî dê serkeftin be.’ (r.140).

‘Ey Simha, generalekî serkeftî mezin e lê kesê xwebûna xwe têkbirî serfirazekî mezintir e. Kesê ku niyeta wî edalet û duristî be dê biserneketîtiyê nas neke û di pêngavên xwe de herdem serkeftinê bi dest bixe. Daxwaza afirandina mûcîzeyê yan ji çavbirçîtiyê, yan jî ji pozbilindiyê diwelide, mûcîzeya heqîqî gihîştina dilşadiya ebedî ye.’

Di baweriya Buda de boraq dayîn tune ye, di vê babetê de wiha dibêje: ‘Ya ji qurbankirina ganêran girîngtir qurbankirina xwebûnê ye. Hêza xwînê ya paqijkirinê tune ye. Lê terikandina şehwetê dil paqij dike.’ Xwebûn mirin, rastî jiyan e. Pêbestîtiya bi xwebûnê re berdewamî mirin e, derbasbûna rastiyê jî beşdarîbûna nîrvanayê ye, wateya xwe jiyana ebedî ye. Peyveke ku bi hêrs tê bilêvkirin şûrê herî tûj e. Çavbirçîtî jehra herî kujer e. Azwerî agirê herî bişid e, nezanî şeva herî tarî ye. Kesê dinyaperest li dû têrkirina zikê xwe ye, kesê baqil jî li dû têrkirina ruhê xwe ye.

  • Mahmut Ozçelik
  • 26.01.2023
  • Çavkanî: Buda Ezoterik Öğretisi, Nilüfer Arıtan, Ergun Candan, Ali Özcan, Sınır Ötesi Yayınları, Birinci Basım, 2015, İstanbul.
  • Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button