
Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, pêşniyariya (önerme, proposition) ku bi awayekî aşkere û zelal, dikare were nasandin yan jî peyîtandin e. Pêşniyariya ku bi awayekî bêgav rast e, pêşniyariya ku misoger e, ye.
1- Di felsefeya Arîstotalesî de, ji zanîniya (bilgi, knowledge) ku bêgav e pêk were re, zanîniya apodeîktîk tê gotin. Ev cure zanînî tevbar (tumel, universal), mecbûrî û rast e.
2- Di mantiqa Arîstotalesî de ji pêşniyariya mecbûrî (bêgav), rast, zelal û aşkere re, yan jî ji pêşniyariya ku bi metodeke berjêrwerî (tümelgelim, deduction) dikare were peyîtandin re, pêşniyariya apodeîktîk tê gotin. Ligel vê yekê bêgavîtiya ku di pêşniyariya apodeîktîk de heye, ne bêgavîtiyeke formel yan mantiqî ye û bêgavîtiyeke derbarê naveroka pêşniyariyê de ye. Ango ev bêgavîtî aîdê nesne û rewşa ku pêşniyarîya wê îşaret dike, ye. Ji ber vê yekê jî di epîstemolojiya (zanînnasî, epistemelogy) nûjen û felsefeya zanistê (philosophy of sciense) de, ev pêşniyarî nehatiye pejirandin û rexne lê hatiye girtin. Lewre nabe ku pêşniyariyên me, ji hêla naverokê ve mecbûrî bin. tr: apodeiktik / os: zarurî / fr: apodictique / al: apodiktisch
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘