Philosophers

Nîkolaî Alexandrovîch Berdyaev

Ramanwerekî hemdem î ûris e û di navbera salên (1874-1948)an de jiyaye. Ji bo felsefeyê, di dewsa rêgehên mantiqî û aqilane de, wiha xwestiye ku vegotinên razdar (mîstîk) werin bikaranîn. Li gor bîr û baweriya Nîkolaî Berdyayev, heqîqet ne hilberên lêkolînên aqilane ne, hilberên cîhana giyanî a raser in û mirov jî, para xwe jê digrin.

Nêrîna wî, ji metafizîkeke dînî pêk hatiye û li gor nêrîna wî di bingeha hebûnê de, tiştekê ku dişibe madeya yekem a Arîstoteles heye. Nîkolaî, navê ‘ungrund’ li wî tiştî kiriye. Li gor ramana wî di rastiya xwe de ‘ungrund’ tunebe jî, mîna derfeta hebûnatiyê berîya hebûnê heye. Lêbelê, hebûnatîya aktuel ne kaoseke kifş e û divê tevgereke afirandêr a ku derfeta xwerû destnîşan dike jî, hebe. Li gor nêrîna Nîkolaî Berdyaev, divê ev yek jî tevgera Xwedê be.      



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button