Philosophers

Marcîanus Arîsteîdes: Apolojîstê Xiristîyan

Alî Gurdilî

Marcîanus Arîsteîdes (Arîstîdes) apolojîstê xiristiyan ê yekem e, (P.M.) di sedsala 2an de jiyaye û yek ji wan, nûnerê felsefeya patrîstîk e. Bi apolojîya (parêzname) xwe a bi navê ‘Parêznameya Îmana Xiristiyaniyê’ (Apology for the Christian Faith) hatiye nasîn. Di vê berhema xwe de, xwedayên misrî, yewnanî û feraseta ehlaqê yewnanîyan, rexne kiriye. Ji bo peyîtandina hebûna Xwedê, ji bilî delîlên armanc û nîzamê, delîlê livdarîyê pêşkêş kiriye.

Li gor baweriya wî, hemû objektên li dinyayê bi tesîra tiştekê din dilivin (tevdigerin) û ew hêza ku hemû tiştan dilivîne, ji tiştên ku dilivin, rasertir e. Dîsa gotiye heyînê ku dinyayê dilivîne, Xwedê ye û Xwedê, hemû tiştî ji bo mirovan dike. Li gor bîr û baweriya wî, bi tenê xiristîyan xwedîyê baweriyeke xwedayî a rast in û li ser dinyayê, venerîna Xwedê herdem berdewam e.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 28.04.2023
  • Çavkanî: ‘Antolojîya Feylesofan’ – Alî Gurdilî / Weşanên Soran: 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button