Philosophia

Di Ezdayiyê de Wateya Raz û Gotinê

Îbrahîm Osman

Ezdayî riyake kevne ku tevna raz û gotinên xwe li ser qadeke pak û pîroz hûnandiye. Di vê riyê de, gotin wekî tayê hûnandina gerdûnê yê xwedayî tê pejirandin. Raz jî, xet û xêzên vê tevnê ên nepenîne û tenê giyanên ku lêbigerin dikare bîbîne. Hêza gotinê di hilma afrînêr ya destpêkê de olan dide. Ev gotina pîroz, melodiya hebûnê dihûne û xwe digihîne kakilê her tiştî. Di baweriya Ezdayi de gotin, di teşedana gerdûnê de amûrê Xwedayiye û ev him hêza hilweşandinê him ya afirînê hildigire ser xwe. Ev gotinên pîroz sînorê navbera ronkayî û tariyê, daring (madde) û giyanê, dem û bêdawîtiyê xêzkirine. Raz jî, guncîneyeke ku gotin lê têne veşartin. Ev pirzaniya kûr, rastiyeke ku tenê ew kesên  di cîhana xwe ya hundir de derdikevin rêwîtiyê û giyana xwe bi agir dişon û dadiwerivînin dikarin xwe bigihîninê. Raz, wateya gerdûn û hebûnê ya herî kûr di hindir xwe de dihebîne. Ew kurtepista çirûskeke Ezdayiye ku di kakilê giyanberan tevan de veşartiye. Di Ezdayiyê de pevgihîna raz û gotinê, ahengeke kozmîk û pirzaniyeke kûr bi xwe re diafirîne. Ev pevgihîn, têkiliya giyanê ya bi gerdûnê re bi hêz dike û mirov vedixwîne ji bo vekirina deriyê zanebûneke têr û tije. Raz, ne tenê rastiyên ji cîhana derve wêdetir, di heman demê de kûrayiya bê sînor ya cîhana hundir mirov jî derdixîne holê.

Gotin jî, hûnera watedayina van razan û neqişandina jiyanê bi xwe ye.  Di riya Ezdayiyê de, ev pevgihîna pîroz ya navbera raz û gotinê, serpêhatiya lêgerîn û ronakbîriyekê ye. Giyana di nava lêgerînê de, di vê rêwîtiya nepenî(mîstîk) de, li gel kifşkirina wateya hebûn û afirînê, xwe digihînê xwedayê hundir xwe. Ev pevgihîn giyanê vediguherîne û him li cîhana jor û ya jêr rê nîşan dide. Ji ber vê sedemê di Ezdayetiyê de gotin û raz, ji tekstên olî û rîtuelan wêdetir xwedî wateyên girîngin; ew kevirên bingehînin ên têkiliya di navbera giyan û gerdûnê û Ezda de. Raza ku xwe di her kurtepistekê de veşartiye û her gotina ku di peyvekê de olandide, giyanê vedixwîne nepeniyeke kûr û pirzaniyeke pîroz. Vê riyê, ji giyanên bi sedsalan di nava lêgerînêdene re rêbertî kirî û ew vexwendine ku bi razên hundir xwe û kûrayiyên gerdûnê re rû bi rû bibin. Di vê rêwîtiya nepenî de, rîsê tevna raz û gotinê hîn bi kûrayî vere hûnandin wê kakilê lêgerîne xwe bide der û veguherînê wê destpêbike. Giyana di nava lêgerînê de, wê têbigihê ku zanîn ne bi riya aqil bi tenê, di heman demê de bi hîsên ji kûrayiya dil û giyanê tên pêkan e. Ev rê vedike ku bi çavê dil ê pîroz û dengê giyanê were bihîstin.

Baweriya Ezdayî gotina ku bi riya dua û rîtûelan hate gotin wekî îbadet dibîne, ji bo parastin û neqilkirina razê jî sembolan bikar tîne. Ev sembol û rîtûelên mijara gotinê, him ji bo nepeniyên gerdûnê wek derî ne, him jî amûrên xwe pakkirinê û dîsiplîna giyanîne. Di vê riyê de, her ritûel û sembolek di cîhana hundirê her kesê ku di nava lêgerînêdeye olan dide û xizmeta veguherîna zanîna wî dike. Rêwîtiya kesê di nava lêgerînê de, hewildana wî ji bo derbaskirina sînorê kesayetiyê, ku wekî parçeyekî gerdûnê li ciyê xwe digere. Ev rêwîtî, dibe sedema ku kes wê hêza xwedayî ya hudir xwe nas bike û pê re rû bi rû bibe. Raz û gotin, di vê kifşa hundir de wekî rêber xizmetê dikin. Kifşkirina razên di kûrayiya giyanê de veşartî û rêberatiya gotina pîrantiyê, kilîda xwe guherîna giyanî ya kesê di nava hewildana lêgerînê de ye. Di vê pêvajoyê de, têgeheke din ku di Ezdayiyê de tê ziman, girîngiya yekîtî û tifaqê ye. Di vir de bi bîrdixîne ku gerdûn yekpareye û her hebûnek, bûnewerek bi afrîndeyan tevan re di nava têkiliyê de ye. Ev hişmendî, raz û gotin, didin nîşandan ku ev ne  tenê rêwîtiyeke takekesiye, di heman demê de pevrejîna giştiya bûnewerane ku her yek parçeyekî vê nîzama kozmîk in.

Di Ezdayiyê de gotin û raz, pirzaniyeke nepenî û lêgerîneke kûr a giyanî neqil dikin. Di vê riyê de her lêgerê ku pêşve diçe, vexwendnameyekê ji gerdûnê û kûrayiya hebûna xwe werdigire. Ev him rêwîtiyeke takekesî û him ya veguherînê ye û deriyê jiyanê yê bi giştiya afirîneran re di nava ahengê de jiyînê vedike. Ezdayetî di vê lêgerîna pîroz de, riyake tije hezkirin, ronkayî û pirzaniyê raber dike. Di bin rêbertiya gotin û raz de , her giyaneke bi Ezdayê hundir xwe de û tevayiya gerdûnê re bilind dibe û pêş dikeve. Di Ezdayiyê de rêwîtiya raz û gotinê, rêwîtiyake nepeniye ku dadikeve kûrayiya giyana mirov û bingeha hebûnê. Bi aweyekî ev dişibe riya kozmîk, bi rîtma gerdûnê bi herikîna melodiyeke derveyî demê re, di nava ahengê de dansê dike. Ev dans, giyana kesê di nav lêgerê de digihîne pirzaniya bêdawîtiya gerdûnê, pirsên bingehîn ên sedema hebûnê bi kurtepistî vedibêje:

Em kî ne? Çima livir in? Di nava vê pîlansaziya mezin ya gerdûnê de ciyê me çi ye? Di Ezdayiyê de bi navgîna têgeha gotin û razê pencereyekê li kûrayiya hebûnê vedike. Gotin, li aliyekî nûnertiya zimanê Xwedayî yê ku dema afirandina gerdûnê de Ezda bikaraniye dike, raz jî wateyên nepenî û rastiyên di pişt vê afirînê de veşartîne tinê ziman. Pevgihîna van her du têgehan, kesê di nava lêgerînê de ye ji zanebûneke derve wêdetir, berê wî dide ronayîkirina hundir û hişyarkirina giyanî. Ev rêwîtiya mîstîk, digihîje qonaxeke ji cî û demê wêdetir, ji vê derê girêdana her tiştî bi hev re heye û her bûnewerek wekî beşek ji parçeyê mezin xwedî nirxe. Giyana  kesê di nava lêgerînêdeye di vê rêwîtiyê de sînorê takekesiya xwe derbaz dike û dibe parçeyek ji zanîna kozmîk. Bi aweyekî din yê felsefî, veya mîna xwe giyandina bêmiriniyê ye. Li vê derê hebûna kes, di nava herikîna gerdûnê ya bê dawî de dihile û bi rastiyeke ku her tişt bi hev re di nava ahengeke kûr de ye, digihîje hev. Di Ezdayiyê de riya gotin û raz ê, di heman demê de bi aweyekî lêgerîneke ontolojîke; pratîka kûr fikrandineke ya li ser wate û zanîna hebûnê. Ev lêgerîn, wî kesê di nava lêgerînê de ye, ji labîrentên cîhana hundir xwe derdixînê rêwîtiyê, li vê derê her zivronekek, ji bo veguherîna takekesî û kûrbûna raman û hişmendiyê  rê li pêşiya mirov vedike. Rêwîtiyên metafizîkî yên bi vê nolê, li vê derê giyan him bêdawitiya hundir xwe û  him razên gerdûnê yên mezin kifş dike.

Di vê rêwîtiyê de, gotin û raz, ne tenê amûrên ku zanîn û pirzaniyê neqil dikin, di heman demê de riya rizgariyê û ya veguherîna giyaniye jî. Ew, frekansên Ezdayîne ku giyana kesê di nava lêgerînê de bilind dikin û wî digihînin zanîn û hişmendiyeke têr û tije. Di vê pêvajoyê de, kesê di nava lêgerînê de, cewherê xwe û yê di naveroka bûneweran tevan de peyda dibe û ronkayiya Xwedayî firq dike û ev ronkayî dibe rêberê wî. Ev rêwîtî, ne tenê têgihîştineke takekesiye, di heman demê de rêwîtiya têgihîştina yekîtî û têkiliya di navbera tevayiya bûneweran de ye. Bi riya van têgehan, ê di nava lêgerînê de, ne tenê gerdûna fizîkî bi qasî li ber çavan xuy dike dibîne, hîn kûrtir çarçoveya wê ya metafizîkî jî dibîne. Li vêderê her tişt, xwedî wateyeke cûdaye ji têgihîştinên cîhana madî, her hebûnek, perçeyê hebûneke ji xwe mezintire û xwedî ciyekî xwe yê xweser û tayibete. Di vê hişmendiya nepenî de, gerdûn bi giştî wekî nivîseke pîroz tê dîtin; her elementek temsîla gotinên Îlahî ên bi zimanê dizî ên hebûnê hatiye nivisîn dike. Erka kesê ku lêdigere ewe ku, şîfreyên vî zimanê Îlahî çareser bike, bi vî hawî razên giyana xwe û yên gerdûnê kifş bike. Di vê pêvajoyê de, gotin û raz kilîdên bi zimanê xwezayê yê axavtin û têkilî danînêne. Bi saya wan, kesê di nava lêgerînê de wê dengê xwezayê bibihîze û pê re têkve nava dîalogê. Ev dîalog, wê bibe sedem ku kesê di pêvajoya lêgerînê de ye, sînorên hundir xwe derbaz bike û xwe wekî parçeyekî gerdînê hîs bike. Ev hesta yekparebûnê, wê ne tenê bi gerdûnê re, bi bûneweran tevan re têkiliyeke berfireh û empatiyeke kûr bi xwe re bîne. Ê lêdigere, wê fêm bike ku her bûnewerek di hundir xwe de gerdûneke, çîroka her yekî parçeyeke ji çîroka gerdûnê ya mezin. Di Ezdayiyê de, rêwîtiya mîstîk(nepenî) ya raz û gotinê, di heman demênde bi aweyekî kifşkirina sinca kozmîke jî. Di vê rêwîtiyê de, kesê di riya lêgerê de ye, wê têbigihê ku her çalakî û fikir tevna gerdûnê dineqişîne, her yek ji me bi hilbijarteyên xwe teşe dide herikîna gerdûnê. Bi vê zanînê, kesê ku di nava lêgerînê de ye, wê bihêle her biriyara xwe hîn bi zanîntir û jiyaneke bi gerdûnê re di nava ahengê de bixemilîne. Ev ne veguherîneke takekesî bi tenêye, di heman demê de rêwîtiya piştgiriya harmoniya gerdûnê ye û xizmeta bilindbûn û pêşveçûyina giştiya bûneweran dike.

  • Îbrahîm Osman
  • ibrahimosman@gmx.ch
  • 12.07.2024


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Lê mêze bike
Kapalı
Başa dön tuşu