Sociology

Hevpeyvînên Derbarê Arîşeya Gotin an jî Xebera Neqenc de

Hevpeyvîn: Kemal Tolan

Ilimdar û zanên Êzdiyatiyê sedemen ku Êzdî gotina- xebera neqenc nabêjin û xwe acis dikin çine şîrove dikin.

HEVPEYVÎNA BI RÊZDAR PIR XELAT ELIAS RA LI SER PIRSGIRÊKA BIKARHANÎN AN JÎ NEGOTINA XEBERA XIRAB E

– Kemal Tolan: Birayê rêzdar Pir Xelat Elias, weke ku ez agahdar bûm e, cenabê te hîna ew pirtûka min “Gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin”-2012 izmir ê* derketiye ne xwandiye. Lewma jî ez ji te birayê xwe yê rêzdar Pir Xelat Elias, hêvî dikim tû weke micêwirê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê, bikaribî bersiva van pirsên min, yên li ser çareserî û zelalkirina pirsgirêka gotina xebera neqenc, ya ku gelek ji me Êzdiyan bilêvnakin, naxwazin tu kes jî li ba wan anjî di çapemenî û mediya Kurdî de bibêjen bidî.

– Kemal Tolan: Birayê rêzdar Pir Xelat Elias, tû dizanî çima pêşîyên me Êzdiyan evqas di jiyana xwe de giringiyeke pir taybetî dahne ser ne gotina vê xeber/peyva (Şe…………..) xirabe neqenc?

– Pîr Xelat Elias: Em Êzdî niha jî li gel wê baweriyê ne û hay jê hene ku, ew peyva xirab û neqec neyê gotin. Jiber ku di Êzdiyatiyê de peyva xirab û neqec kifrbûn e. Kesanê kifrîkir, di baweriya me Êzdiyan degeleke zahmete û lewma em hêjî dibêjin: ‘kî kifirî, ew kafire’ û xwe ji kifirîyê dûr dikin.

Belê divê em bizanin, kifirî çi ye? Ew peyva xirab û neqenc şirîkbûna bo Xwedayê mezin e. Em Êzdî her dem dibêjin, “Xwedê yek e bêşirîk e û bê heval e.” Di baweriya me de şirîk çêna be bo Xwedê tiala hebin. Ew wê peyva xirab û neqec dibêjine nûra Xwedê, Tawisî Melek. Wextê ew vê peyva xirab û neqec dibêjin, dikine dû Xwedawend. Xwedawendê xêrê û şer. Di Êzdiyatiyê de yek Xwedê heye û bi kêr nayê dû hebin. Em dibêjin, xêr û şer ji dergê Xwedê tên.” Eke ew wê peyva xirab û neqec bikarbînin, ew mişterekin şirîka bo Xwedê çêdikin. Em qebûl nakin, em di Êzdiyatiyê de li ser Xwedê di qehirin. Kesanê rih û can hebe, Xwedê nas be, li ser yekaniya Xwedê birê ve biçe, dê li ser bikaranîna wê peyva xirab û neqec biqehire. Ew qebûl nake ku şirîk bo Xwedê bêne çêkirin. Lewma em dibêjin, “Xwedê yeke bêşirîke û bê heval e” û nabe ew peyva xirab û neqec bêye gotin.

– Kemal Tolan: Rêzdar Pir Xelat Elias , tû bawerdikî ku mebesta (mexsed) bikaranîna vê gotina xebera xirabe-neqenc (Şe………..) ji bo bawerîya Êzdiyan heqaret e, piçûk dîtine ?

– Pir Xelat Elias: Bi rastî heqaretî, zilimdarî, dijwarî û mezintir e. Nehiz û neviyanên Êzdiyatiyê ye. Çinkû di hêra da bersiva wê, demê yek ew ê peyva xebera xirabe li himberî Êzdiyekî bîne ziman, ew Êzdî yan wê peyvê qebûlbike yan qebûlneke, yek ji herduyan bêje. Heke qebûl bike, raman jê ew Êzdî jî bive şirîkê wê guneha wan, ew peyva xirab ku wan gotî, şirîk bo Xwedê çêkiriye. Heke yê Êzdî wê peyvê qebûl neke , mahna wê ew Êzdî li ser yekaniya Xwedê birêve diçe, Êzdiyekî başe, riheke sadiqe, muxlisa, bihuştî, ahlê Xwedê ye û ji xeyrî Xwedê kesekî qebûl nake. Lewma Êzdî wê peyvê qebûl nakin û bi heqîqet bo Êzdiyan dibe heqaret. Bele heke ev peyva ne di beraberî Êzdî bêye gotin, heqê Êzdiyan li ser nîne , ew bo xwe bêje, heqê kesekî jê nîne.

– Kemal Tolan: Rêzdar Pir Xelat Elias li goriya dîtina te, Kurdên ne Êzdî dikarin kîjan gotin/xeber/peyvê di ciyê vê gotina xebera xirab-neqenc (Şe………..) de bikar bînin?

– Pir Xelat Elias: Ez dibêjim nexêr birayê Kemal , çûnkî ev peyv nayê gotin û nabe bedîlê wê jî hebe. Nabe ew jî hebe. Wextê ew tinebe, bedîlê wê jî nîna. Ev peyv ji nebûnê hatiye û guhnebariyeke mezin e. Wextê ew ji nebûnê hatibe, bedîlê nebûnê jî nîne. Zilme, kifirî û buxtana. Vêca wextê buxtan be, çênabe bedîlê buxtanê jî hebe û cizaê wê gelekî mezine.

Di sebeqeyeke qewlê  ji edebê dînê Êzdiyan kertem dike û dibêje;

“Madek heye ne ye bixêr e

Kesanê dîn guharand ji xelkê re

Hepsa wî ye ber û jêr e”

Îro roj ev dînê me û binyata Êzdiyatiyê qebulnekiriye ku peyva xirab li ser ruyê erdê peydabibe. Çunkî ev yekser li dijî milyaketan û yekaniya Xwedê ve têye gotin. Em dibêjin, serê sera her Xwedê ye. Wextê ev peyv bi wan ve bêye gotin, Xwedê, milyaket û evd jî qebul nake. Lewma di vê sebeqê de ji bo me hatiye gotin, “rojekê kesanê vê peyvê bibêje, hepsa wî ye ber û jêr e.”

– Kemal Tolan: Rêzdar Pir Xelat Elias, tu dixwazî ku bikarbînina vê gotina xebera xirab-neqenc (Şe………..) hê jî weke berê li cem me Êzdiyan qedexe be?

– Pir Xelat Elias: Li gor edebên dînê me Êzdiyan, di qewlê Qereferqan de keremkiriye û diyarî kiriye,

Melek Fexredîn li pêş pedşê xwe vedwasta û pisyarek jê kirî,

Go: ezîzê min o, tû xaliqekê min î her û herî

Te ev bahişta xweş avakirî

Ev çî dojeye li miqambilî wê têk êwirî?

Padşa dibêje,  Faxirê min o faxir e,

Cewaba te li min lêzim û fer e.

Min doje bo wî kesî avakir e

Yê rojê sê cara bi navê nûra Xwedê bikifira.

Eva kifiriyeke mezine têye kirin.

Di baweriya me Êzdiyan de, em Êzdî miletê Xwedê ne. Dûrî zilê û kifiriyê ne. Em dûrî tiştê ne baş û nebû yî ne. Parastina me ewe, ku me ol û erkan heye em bi cîh bînin. Wekî ku Xwedê em dayî, her wisa li ser wî sîstemê paqij îmana xwe bi cîh bînin, heta roja em çewa hatine, wisa vegerin. Êzdiyatî ye paqije û pake, pingava xirab têda nîne. Vêca wextê pêngava xirab tine be, peyva xirab jî nabe. Heqîqet miletê biyanî vê peyva xirab bi navê nûra Xwedê dikin. Nûra Xwedê jî Tawisî Melek e. Ew jî her navê wî û ji nûra wî ye. Kesekî dinê nîne. Weke belgename û ji qewlê Elmî Nadir bo me diyar dike û dibêje,

  • “Ew bihişta cewher binyat
  • Roj û hîv bi wê nûrê di hilat
  • Pê dizeyînî çiqas kinyat”

Tû binêre, roj û hîv bi wê nûrê hiltên. Wextê roj û hîv bi wê nûra Xwedê bin, mahnayê wê nûr û hîv jî her ya Xwedê tialaye. Vêca çewa yek bê li beranberî min bisekine, peyveke neqenc û xirab bi wê nûrê bike û ez jî wê qebûl bikim. Mahna wê bext û wîjdanê min nînin. Divêt ez qebulnekim, heke ez xwedan bext û wîjdan bim. Di Êzdiyatiyê de bex û wîjdan navekî Xwedê ye, tiştekî mezina.

Lewma sebeqa di peyra keremdike û dibêje.

Heft dergeh li wê bihiştê hene

Bi kilîl û mifte ne

Bi destê wan cindiya ve dibine

Ê ol, erkan, ferz û ebadet,

roja axretê jê ra şahdene.

Tû berê xwe bidê, yek ji ferzê Êzdîyatiyê ew e tû li ser Xwedê bi qehirî, tû qebûl nekî kes gazinda jê bike. Çinkû rêya Xwedê rêya rastiyê ye. Di qewlê Hesin Pîrk de dibêje:

“Wextê tû hatîye di vê dinê da

Rastiyê bêje ji Xwedê ra

Taliya rastîyê her fêde”

‘Heqî rêya Xwedê ye, rastî rêya Xwedê ye, mal malê Xwedê ye, dayîn dayîna Xwedê ye, serkeftin hemû bi destê Xwedê ye. Geşkirin û werandin hemû bi destê Xwedê ye.’

Gelo gava îro yek peyvekê bi olê, erkan û nûra Xwedê bike, ez ê çawa neqehirim?

Heta îro roj di Êzdîyatîyê de , weke bî û bawer, weke ol û erkan , rastî weke ferz ev peyv nayê bikaranîn. Lê heke dû kes bo xwe vê peyvê bikarbînin ne di aliyê Êzdiyatiyê û li baran berê Êzdiyan de be hîç alaqeteke me jê nîne. Gunah, zanîn, fikra û gotin wan jî ne bo me ye. Çi tahde û qusûrî ya wan ji aliyê me ve nîne.

Lê dema yek beranberî Êzdiyekî bibêje, Êzdî viya qebûlnakin. Di baweriya Êzdîtiyê de divê vê peyvê jî bikarnakin. Ne hetanî yek bê beranberî wî bibêje. Wextê yek bê biberanberî Êzdiyekî bibêje, ew hingê nebûyekê dike. Êzdî qebulnake nebûyek bive. Nebûn ne rêya Xwedê ye. Ji ber vê yek ji ferzê Êzdiyatiyê ku qebûl neke ev peyv li cem bêye gotin. Ji ber ku Xwedê yekî bi tenê ye, bê şirîk û bê heval e. Navê şirîk bo Xwedê bêne çêkirin. Rêz û silav.

– Kemal Tolan: gelek spas birayê rêzdar, ji bona van bersivên watedar û tije nirxandinên rast yên Êzdîtiyê. Hêvîdarim, ev xizmeta min û te jî bive ronayiyek  têkeve dilên wanînsanên ku, bi gotina vê peyva neqenc neheqiyê li himberî me dikin û di medya û çapemeniyên xwe de bikartînin, êdî bes bi kiryarên xwe me piçûkbikin. Xwedê bike xwandevan û guhdarên me, yên ku ew pirtûka min ya berî deh salan min li ser „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin” nivîsandibû peyda bikin, bixwînin. Ji van pirsên min û şîrovên te zelal dane xwanêkirin, encamekê ji xwe ra jê derxînin û ew jî bes me biêşînin!

  • Kemal Tolan
  • 23.01.2022

NIRXANDINÊN ZANE Û ILIMDARÊ ÊZDÎTIYÊ YÊ RÊZDAR ŞÊX SEBHI NABO, YÊN LI SER MIJARA “PEYVA NEQENC”

Berî ku ez bi dest pirsên li ser vê mijarê ji zane û ilimdarê Êzdîtiyê yê rêzdar Şêx Sebhi Nebo bipirsim dixwazim car dinê hinekî li ser zahmetî, amadekarî, nêrîn û berhevkirina naveroka vê pirtûka min, ya ku di 2012 de bi navê „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin” hatiye weşandin rawestim. Belê dema min ev zaniyariyên di nava vê pirtûka xwe ya bi navê “gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin”  di sala 2012 de berhevkirin, min hingê dît û vêga jî dibêjim, bingehên ol û civakên Kurdî û bi taybetî jî nirxên ola Êzdiyatiyê ji aliyê zanayên Êzdî-Kurdan ve kêm hatine lêkolînkirin.

Bi dîtina min heta îro hêjî, kêm ji me Êzdî û Kurdan dizanin ku, Êzdiyatî di demên kevn de xwedî bandoreke mezin buye. Xwedê nasîna Ezdahîtiyê timî li dijî nêrîna ku ronakbîr, dîndar û rêberên dewletên desthiletdar, yên ku digotin/dêjin, “rêvebirên desthilatdar pîrozin û hemû kiryarên wan rastin” derketiye. Lewma jî, gelek ji desthilatdarên ol û dewletên Mezopotamiya yên kevn û dagirkerên Kurdistanê (tevî şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên xwe) bi fetwa û kampanyayên xwe endamên Ezdahîtiyê, mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin.

Xêrnexwazên Kurdistanê û Êzdiyatiyê ji bo armancên kesayetî û desthilatdariya xwe yên qirêj, gelek êrîş anîne ser Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe, qirkirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe tapû kirine. Bi hemda xwe ne hîştine ku, tu berhemên li ser Kurdîtiya Êzdiyan, Kurdistaniyan, zilma ku li dapîr û kalikên me kirine di nav arşîva desthilatdariya wan de bêne xwanêkirin û parastin. Lewma dibêjim, divê em Êzdî-Kurd baş fêhmbikin, şahdê dîrokê ne tenê ew dokumentên ku, ji alî û li goriya desthilatdarên dewletên dagirker û kevneperestên kurdên Êzdî, Zerdeştî, Mazdakî, Cuhu, Xaçparêz, Bisilman, Elewî û hwd. ve hatine nivîsandin in…

Lê mixabin, hêjî gelek ji me Kurdan ji van çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê  li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê bi hemd şaşîtî nivîsandine bawer dikin. Bi dîtina min, gava piraniya „Kurdên ku hişmendiya neteweyî girtine û Kurdayetiyê bingeha her tiştî dibînin”, bi rastî girîngî bidana bikarneyîna vê „peyva neqenc, ya ku gelek ji me Êzdiyan hêjî nabêjin û naxwazin li cem wan anjî di medyayên ragihandinê de bêye bikaranîn, wê gelek Kurdan dujminantiya Êzdiyan nekirina, îro gelek ji Êzdiyan jî negotina, „ziman û qewmîyeta me ji yên Kurdî cûdene. Wê ev  nerastî, nenasîn û paşwerutiya di nava gelê Kurdistanê de belabûne, ne bûne sedem ku, pêkhatiyên Kurdistanê hêjî ji hevûdinê dûrbikevin.

Min daxwazî, xembarî, nêrîn, pirs û bersivên xwe yên  li ser  bingeha şaş an jî rast nîşandana pirsgirêka gotina neqenc, bi gelek  nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanên me ra  parvekirine . Her weha  gelek ji van sedemên ku min di rûp.: 8- 22 yê vê pirtûkê de pêşkêşkirine, tevî hinek ji mînak, xembarî û nêrînên xwe bi wan rêzdaran ra parvekirine û dane xwanê ku di zargotina me de hatiye / hêjî têye gotin:

“Pêşiyên me, ji ber Êzdîtiya xwe û tirsa ku dengê vê gotina neqenc nebihîzin, ew nediçûne nava gelek mal, gund û bajêran û pêdiviyên xwe yen ferz jî temîn nedikirin. Ji ber tirsa ku Kurdên bisilmanên nezan û olperestê bi zarokên wan nekufirin û zarokên wan ji dînê wan derxînen, ne dihîştin ku zarokên wan herine dibistana, nava gund û bajaran. Keç û jinên xwe bi tenê ne dişandine tu deveran. Dema carekê ewan zanîbûna ewê ji bona gelek ferz û pir pêdivyan herine daîrenfermî, berhemekî xwe bibirina firotanê, hinek pêdiviyên malê lazimbuna  û hwd. divabûn ser, rû û libasên xwe weke yên Kurdên bisilman bidine xwanê.

Di ser vê de jî, hinga hinek bisilmanên nezan û temênê wan mezin Êzdî nasdikirin, bi dengekî bilind ev gotina ji bo ezdiyan niyeta xirab dide xwanê diqîriyan. Heta gelek caran bisilmanên fanatîk-nezan zarokê soqaqa bertîl dikirin û di gotine zarokan, “herin di guhên vanên han de vê gotina neqenc(navê mêrik) bibêjin. Êzdiyan bireva rev xwe ji nava wan olperest û nezanên bisilmanên xilasdikirin. û hwd.’

Li ser van nirxandinên zane û ilimdarê Êzdîtiyê yê rêzdar Şêx Sebhi Nabo, yên li ser mijara „peyva neqenc” bifikirin û baweriya me Êzdiyan baş nas bikin.

Kemal Tolan: Min ji bo bernama danasîna Êzdiyatiyê, ji zane û ilimdarê Êzdîtiyê yê rêzdar Şêx Sebhi Nabo xwast ku, ew pêşîn hinek kesayetî, zanîn û ilimdariya xwe bi me bidî naskirin û dûra jî li gorî ilimzanina xwe ji me ra bibêje, ka çima pêşîyên me Êzdiyan evqas di jiyana xwe de giringiyeke pir taybetî dahne ser ne gotina vê xeber/peyva (Şe…………..) xirabe neqenc û çima gava hinek vê peyvê dibêjin, em Êzdî xwe acis dikin?

Şêx Sebhi Nabo: Ez destpêkê destxweşiyê û pîroziyê li karê we dikim. Ez Şêxê Şêxmendiya ji xelqê Basufanê ya herêma Efrîn ê me. Ez eva bîst salan li Almaniya me.

Li ser mijara xeber/peyva (Şe…………..) xirabe neqenc jî weke di vêsebeqeyek ji qewlê me yê pîroz de hatiye gotin dibêjim, bi sedan bîr û bawerî cûde cûde hene. Her miletek û dînekî bîr û bawertiyên xwe hene. Tiştê girîng meriv bi însanetî hevdû qebûlbike, bila her yek li ser rêya xwe be. Bila yek îbadeta kevrekî bike, lê bila wî kevirî neyne li serê cînarê xwe de lênexe. Gava merivek bibêje, xwarina vî çênabe em bixwin û Kuştina vî helale. Ev tişta li cem me Êzdiyan nîne.

Gorî baweriya me, em Êzdî gotinên ne qec ji însanekî ku zerar li me nekiriye ra nabêjin. Em dibêjin, xêr û şer ji dergehê Xwedê tê. Lê çawa? Xwedê aqil, nefs û însan daye. Gava înasn li pey aqilê ku Xwedê dayî yê here, wê tiştê rast bike. Însanê bê aqil be gazin jê nabin. Gava însanê bêaqil di hukumetê de jî şaşbûnekê bike, ti hikim û ceza li ser wî nayê birîn. Însanê biaqil jî gereke li pey aqilê xwe here û li pey nefsa xwe nehere. Em peyva bor di nav baweriya dînî de bikartînin û ew jî tê wateya hespê nefsê.  Gava meriv li hespekî siwar be, divê hevsarê wî hespî jî di dest meriv de be. Meriv hevsarê hespê bernede. 

Sebeqeyek di qewlê me de kerem dike û dibê:

“Birano heke te bor bi ter bû

Laqab û hevsar li ser kerb û kerb û

Borê te hemû werga bi kerb û„

Gereke hevsarî borê meriya di dest meriya de be. Încar gava Adem ji cinetê dertê, di sebeqeyeke Qewlê silavê cara de keremdike dibêje:

‘Ya Melik Fexredîn, wexta te Adem deranî ji bihiştê

Heke nav û ismê te ne digihîştê

Hawa ne dibû ji piştê.

Vêca me îman ji qewle, gor bîr û baweriyê me. Wexta ku erd dike çêbibe, erd çênedibû û ne dirûstbû.  Lewma qewl dibêje:

‘Bahdî bi çend salî bê jimar e

erdê bixwe nedikir heşar e

heta Laliş mahmed di navde dihinar e

Laliş ku dihate, li erdê kesk pê dibû nebat e

Pê zeyînî çiqas kinyat e

Go kaniya dizeyînî, çar qismet (ba, ax, av û agir e)

Li her bineciyê qalibê Adem pêxember jê dinejine – (Qalibê Adem Pêxember jê çêbû)

Li înê danîn esase, li şemiyê kirin xelas e

Bahdî hefsed sal qalib maye bê rih e.

Dibê ji rih ra gotin: Tû çima naçî nav e?

Rih go, ba aşiqa mahlûme, heta ji banî ji bo min neyê, şaz û qudûme

nîveka rihê û qalibê Adem pêxember zor tuxune

Li gorî qewil de berdewam dike û dibêje:

Wexta te Adem li bihiştê digêra

Heke nav û ismê te tinebuya pêra

Adem şaş ne dikir ew çêra-

Ev tê wê wateyê ku, rih xwastiye sed salî di cinetê de bimîne û ev xelata rihe. Gava wahda sed salên Adem di cinetê de xilas buye pê ve, divabû Adem ji bihiştê bêye derxistin û „çêra „ nayê mahneya wê peyva ku em nabêjin. Adem acisdibe ku, wextê sed salî wî diqede û ti kifirî nekiriye. Gava Adem ji bihiştê derdikeve, digrî wek ava firat sitêrk ji çavên wî tên . Emîn Cibraîl bi navê Melik Fexredîn Adem ji cenetê derxist û di peyra hêja Hawa ji parsuyê wî çêdibe. Baweriya me ev e. 

Vêca heke hinek bawerî û kesnî din wê peyvê li ser ê Adem ji cenetê derxistiye dibêjin, em bixwe nabêjin û em şerê miletê ku dibêje jî nakin. Kî çi bawerdike û bibêje , ew fikir û ramanê wan e. Eger xêre bila ji wan re be û eger şere jî bila ji wan re be. Lê gava ew wê peyvê ji me ra dibêjin, ew me û hêza Xwedê pê piçûk dikin. Dîsa sebeqeyek kerem dike û dibêje:

Dêjme we xwedanê ciya

gava ûn bikin êliya

ka bizanibin, Tawisî Melekî nav şêrîn kiye?

Ew bû carek ji cara  Tawisî Melek wahide li qahar e

Serî hilêlê nûr sitar e

Xwedê heye nûra nûran e

Ji qudretê dike beyan e

Erd û erş û ezman e

Xwedê navê xwe kir e

Tawisê mêran e

Sebeqeyeke din kerem dike û dibêje:

Tawisî min î mêran e

Xaliqê erd û ezman e

Tawisî min î milyaket e

Xaliqê heftê û dû mileta û heştê hezar xulyaqeta

Vêca hat fahmkirin Tawisî Melek kî ye? Sebeqeyeke din dîsa kerem dike û dibêje:

Ewin her heft Melekên kebîr

Berî xasan û çendî bedîl

Sekinîne li kaf, qeyser û hizreta melekê kebîr (Tawisî Melek e)

Dîsa sebeqeyek ji qewlê texta(yê mifta heftê qewlî ye) kerem dike û dibêje:

Padşê min textê nûrî çêkir

Padşê min mesken têkir

Seyîrî, seyran lê kir

Textê Melekê kebîr 

Textê ku ew lê dibû mîr

Vêca bala xwe bidinê,  eger ev peyva li ser Tawisî Melek be, Tawisî Melek ji nûra Xwedê ye. Nûra Xwedê ya ewilî zêdebuye, ji  wê nûrê heft Melek çêbûne. Navê Tawisî Melek dihere ser heft Meleîka. Êdî weke sedemên ku di qewil de diyar dibe çênabe, ne laîqe, em li ser dûrê navê Xwedê û Melekan tiştekî ne laîq li ser însanekî bibêjin. Vêca ji me ra dibêjin wekî hûn nabêjin û çima hûn xwe acis dikin?

Acisbûna me ne ji ber ku Melaîkekê şerê ye, ji xwe di baweriya me de Melaîkê şerê tûne. Em dibên Xwedê her heft Milyaket ji nûra xwe afirandine. Vêca heqaretê dikin, me pê acis dikin û dixwazin îmana me bi vê kiryara xwe kêm bikin. Em rêz û ihtiramê didine her dîn û baweriyekê û bi taybet jî îhtirama cinarê xwe dikin. Lewra dixwazin her kes rêzê li milet, heval û cînarê xwe bigre. Bila bizanîbin ev baweriya li cem nîne. Em acisdibin, gava ew li ser Melaîkekê dibêjin û eşkere dikin, ji ber ku Melaîk Adem ji bihiştê dersxistiye lewma dibêjin.

Em dibêjin, her miletek û dînekî bîr û baweriyên xwe hene. Tiştê girîng meriv bi însanetî hevdû qebûlbike, bila her yek li ser rêya xwe be. Kî îbadeta çi dikin bila bikin, lê ya girîng ev ku, ew xirabiya cînarê xwe nekin, şerê hevûdinê neke û meriv hevûdinê qebûl bike. Kî çi dibêje azad e, lê divê gotin bi ihtiram be. Dîn tiştê esasî xofa Xwedê ye. Ku xofa Xwedê bi mera ra hebe, wê însanetî jî hebe. Her însanekê bîr û baweriyên xwe cûda hene. Qewlê me yê pîroz de tê gotin:

„Xelqo bifikire vî ezmanî,

Padşê min esas çêkir, hed û sed danî

Aqil hîdayet*a wî Siltanî

*Aqil hîdayete (dirûstî, heqî, heqîqet, rastî, rêya rast –k.to.-) e.

Qewlên me yên pîroz hîn gelek mînakên dinê li ser vê mijarê pêşkêşdikin. Yê tamam Xwedê û Şîxadî ne. Bila her însan bizanî be, Tawisî Melek îmana mêrê Êzdiye. Pêşiyên me bi hezarên salan li ser vê baweriyî bûn. Eger Xwedê û Tawisî Melek bibêjin erê, em ê jî li ser vê baweriyê bimînin. Ez hêvîdikim zane û rewşenbîrên me pirsan ji ilimdarên xwe bikin û hûn bikaribin van reşîyên ku têne ser nûra Xwedê şîrovebikin… “*

– Kemal Tolan: Belê şêxê min, ez jî tevî van nêrînên te dibim û hêvî dikim ku, ev xizmeta me ya bi tevaya ilimdar, feqîr, şêx, qewilbêj û rêzdar Şêx Sebhi Nabo ra, wê bive ronayiyek, têkeve dilên rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî, „Înstîtut”, ”Orientalistik,” “Akademî” û hemû rêxistinên Kurdî, Mîr û Civata rûhanîya Êzidiyan.” Ew jî nehêlin êdî, ti Êzdî, pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan, ramanvan, dîroknivîsar, oldar û desthilatdarên cîhanê û welatê me, di gotar, nêrîn, lêkolîn, arkolojîk, roman, dîrok, berhem, ragihandin û hwd. xwe de, vê gotina xebera xirabe-neqenc ku bi (Şe………..) destpê dike, di nav axaftin, dezgeh, çapemenî, sazî, ragihandin, rêxistin, mal û komelên xwe de bikar bihînin.

Xwedê û Şêx Mend ji birayê rêzdar şêx Sebhi Nabo razî bin, spas ku ew di bersivên xwe de kevnariya baweriya Êzdiyatîyê zelal dike!

  • Kemal Tolan
  • Xemxwar û Berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê
  • 29.11.22

Çavkanî:

Ev hevpeyvînan di pirûka Kemal Tolan a ‘Êzdiyatiyê ji ilimdaran û zanan nasbikin’ Rûpel: 77-94 de hatine weşandin. Weşanên NAê. Sala 2023an. Îzmir.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Şiroveyek

  1. Em dibînin ku kar û xebatên kek Kemal Tolan gelekî muhîm in ku bi salên demdirêj wekî xemxûr, lêkolêr û berhevkarê çand û dînê Êzdayetîyê, xizmeteka baş dike. Dîsa em dizanin ku gelek xebatên kek Kemal wekî kitêb hatine çapkirin û ketina xizmeta tevahîya kurdên kurdîaxêv. Beyî guman, ev qonaxeke gelek girîng e û meriv dibîne ku xebatên kek Kemal, ji aliyê gelek akademîsyen û lêkolêrên cîhanê ve, wekî çavkanî dihên bikaranîn û xwe li ser zengînîya metna nivîskî zêde dikin. Ji ber rewşa Rojhilata Navê, dagirkirina Kurdistanê û serdestîya dînên yekxwedayî yên wekî Musawîtî, Xiristiyanî û Misilmantîyê, çand û dînê Êzdayetîyê hertim di bin tehde û zordestîyê de maye û rê nedanê ku Êzdayetî, bikaribe bi serdestî bijî û xwe geş bike. Divê ji bîr nebe ku Êzdayetî bi xwe jî, dînekî yekxwedayî ye û di Êzdayetî de, şerê cîhadî tune û nehatiye dîtin. Lê ji ber qencîxwazî, xwazaparêzî û mirovhezîya xwe, herdem hatiye reşkirin û wekî dînekî xirab, hatiye nîşandan. Ji ber tirsa vê çanda qedîm û zengîn, 74 caran komkûjî û jenosîdan anîne serê wan. Ligel vê yekê Êzdîyan dîsa li ber xwe dane, didin û bawerîya min ew e ku dê her li ber xwe bidin jî.

    Roja îro jiyana Êzdîyên ku li metropolan dijîn hatibe guhêrtin jî, em dîbînin ku çanda xwe a qedîm bi zarûzimanê bav û kalên xwe diparêzin û vediguhezin, zarokên xwe jî. Ev yek, xaleke gelekî girîng e û divê em li ser vê mijarê ji xwe gelek pirsan bikin. Ji ber çi? Roja îro em baş dizanin şaristanîyên heyî, bi saya dîn ava bûne û xwe gihandine roja me a îro. Lê rol û tesîra dîn a li ser civakê û ferdên wê, her ayan e û li ser kar e. Loma em dîbînin ku dînê mirovan bi çi zimanê be, zimanê wan ê rojane û îbadetê jî, ew ziman e. Dema zimanê dînê meriv cuda be, hingê meriv dikare zimanê xwe ê cuda jî ji zimanên serdestên xwe biparêze û bi awayekî jixweber, lê xwedî derbikeve. Na heke rewş ne ev be, encam serêşî, asîmîalsyon û bîyanîbûn e.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button