Arşîva Felsefevan

Çend Fragmentên Philosophic

Alî Gurdilî

1- Di Felsefeya Dibistana Stoayê de Serbestiya Hindûrîn

Di dibistana felsefeyî ya Stoayê de, ramana bingehîn serbestîya hindûrîn ya mirova ye û meriv dikare vê felsefeyê jî, wekî felsefeyeke ehlaqê biwesfîne. Li gor felsefeya Stoayê: Armanca etîkê sikûneta rih e, gihêjtina serbestiya hindûrîn e û ne hewce ye ku meriv, bi nirxên sosyal re mijûl bibe. Lêbelê ji ber ku mirov di civakekê de dijîn, divê ew wezîfeyên xwe jî bi cih bînin. Mirovên zana ji ber ku xwediyê ‘rihê gerdûnî’ (nefesa germ) in, ew ne hewcedarê kesî ne û ji guherînên sosyal jî, ketumet nabin. Ji ber ku ‘logos’ (rihê gerdûnê, sempatiya tevahî) li cem hemû mirovan heye, hemû mirov xwediyê mafên wekhev in û edaleta tekane ya rast jî, ‘dewleta dinyayê’ ye.

2- Dilxwazî: Asîmîlasyon û Bedelên di ber Oxira Xwebûnê de

Ji bo ku em kurdên bakur asîmîle bûne, hinek kes gelek caran rexneyên tund li me digrin. Heyran, ser sera ser çava. Rast e, ji ber zilm û zordestiya dewletê, ji ber koçberî û feqîriyê, ji ber qedexekirina çand û zimanê kurdî, ji ber dubendî, bêtifaqî û rikberiya civaka me ya feodal, ji ber famkoriya siyasetmedaran, em asîmîle bûne. Lêbelê bila baş were zanîn, ku em ne dilxwazên asîmîlebûnê ne. Di ber oxira xwebûnê de, me bedelên mezin dane û em, hê jî bedelan didin. Heke sîstemeke me hebûya û me karibûya bi girseyî (bi civaka xwe re, bi kom û komeleyên xwe re) kultura xwe bijîya, dibe ku a niha rewş ne ev rewş bû. Divê neyê jibîrkirin ku di roja me ya îroyîn de kultur û hêmanên kulturê, gelekî bi lez diguherin û kurd jî, dixwazin hesta xwe ya aîdîtiyê bi awayekî bijîn. Mixabin ev şert û mercên jiyanê jî, berê me didin kultur û terzên biyanî yên jiyanê. Hêvî dikim ku nûnerên me, di demekê qin de têbigihêjine vê rewşê û karibin rê li ber vê tunekirina xwebûnê bigrin. Bi hêviya rojên xweş û geş, her şad û bextewar bin.

3- Kurd: Avakarê Medenîyeta Cîhanê û Dahênerên Demokrasîyê

Ahmet Arslanê Profesorê felsefeyê, di semînerekê xwe (Modernîte û Dewra Pêşmodernîteyê) da wiha dibêje: ‘Kesên ku Xwedê (Yehova, Yehowa, Jehovah) îcad kirine, îbranî ne. Kesên ku xwezayê (aqil) îcad kirine, yewnanî ne. Û kesên ku mirov (giyan, ruh) îcad kirine jî, xiristiyan in.’ Nexwe heke rewş ev be, gelo meriv dikare bibêje kesên ku medenîyetê ava kirine jî, kurd in? Medenîyeta mesopotamyayê, çanda sumerîyan, di çandinîyê de rola çemên Dîcle û Feratê, ayan e û li gor nêrîna min, em kurd jî yek ji wan miletên avakarê medenîyeta cîhanê ne. Alîyê vê meseleyê ê tarîxî û arkeolojîk, lazim e ji alîyê tarîxzanên me ve lê were lêkolan. Wekî din, îro li ber destê me jêmayekê ayan a mîna Girê Mirazan (Göbeklitepe, Xerawreşk) jî heye û xwiya ye ku ev jêma, tevahîya zanînên me ên tarîxî, serobino dike. Dibe ku ne tenê medenîyet, herweha demokrasî jî ji kurdan dest pê kiribe. Ez ne tarîxzan im. Lêbelê, ez bi nêrînekê felsefeyî difikirim. Nizanim, gelo li ser vê meseleyê dîtina we çi ye? 

4- Şaşwazîya li Hemberî Pêhatî û Bûyerên Xwezayê

Li hemberî pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî, divê meriv şaş û ecêbmayî bimîne û bala xwe bide, sebeb û çavkanîyên wan. Lewre, pêkara ku dibe sebebê kar û xebatên zanistî û felsefeyî, şaşwazî ye. Dema meriv ji hinek rûdanan şaş nebe, meriv meraq jî nake. Li cih û warên ku meraq lê tunebe, pirs jî tune nin. Dema pirs tunebin, tu nikarî delîlên heyî bidî ber bêjinga aqlilê xwe. Li civak û kulturên ku bersivên wan her amade ne û di kitêbên wan yên ‘pîroz’ de hatine nivîsîn, pêşketineke berbiçav a ilmî, hunerî, wêjeyî û felsefeyî, pêk nayê. Lewre, wer bawer in ku hemû zanîn li ber destê wan amade ne û hemû pêhatî û rûdanên ku dê biqewimin, di kitêbên wan yên ‘pîroz’ de hatine nivîsandin. Dawîya vê nêrînê jî, afirandina ferdên famkor û civakên stabîl e. Bifikirin, jê bikevin gumanê, bidin ber pirsan û qîma xwe, tu carê bi bersivên amadeyî neînin.

5- Di Felsefeya Stoaparêz de Ramana ‘Xwedê’ 

Hemû rasteqiniya ku aqil dide û a ku heye, ev cîhan e. Ango, cîhana xwezayî ye. Li ‘jor’tir jî, tiştek tune û xweza jî, bi prensîpên aqlî tê birêvebirin. Em jî, perçeyekê xwezayê ne. Ji gotina peyva ‘Xwedê’ mebest rihê aqlî ye, ku me û hemû xwezayê dadigire. Heke em bikaribin têbigihêjine vê yekê, wê demê em ê bizanibin ku Xwedê ji dinyayê ne cihê ye û ne li derveyê dinyayê ye; li vê dinyayê ye û di her tiştî de ye û xwe berdeya dilê her tiştî. Lewre, ew aqlê dinyayê ye. Dema ku em xwe bi xwezayê re bikin yek û dema ku bimrin, ji ber ku war û qadeka ku ji xwezayê bilintir e tune, ne pêkan e ku em bikaribin herin ‘warekî’ din jî. Em bi helandin û ji hev ketinê jî, carekê din vedigerin xwezayê. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku Stoparêzî herî zêde, bi vê ramana xwe navdar bûye û hatiye nasîn. Bêguman, bandûra vê ramanê jî gelek zêde hatiye dîtin.

6- Giringîya Bikaranîna Têgihên di Ferhengan de

Peyv û têgihên di ferhengan de, divê di nivîsên nivîskaran de, di roman, helbest, ceribîn, gotar û hwd. baş werin xebitandin. Ferheng, ji bo çi hene gelo? Ma ne ji bo bikaranînê ne? Îro bi sedan ferhengên me hene û em hê jî, bîyanîyên gelek term û têgihan in. Gelo çima? Ji ber ku em gelek caran şanazî bi wan peyv û têgihan dihînin û nema wan dixebitînin. Peyv û têgihên di ferhengên me de, lazim e bibin hevok, bibin fikr û raman, bibin dîtin û wekî bayê zozanan xwe berdin hiş û dilê me. A wê deme, em dê xweş têbigihêjine maneya wan û a wê demê, em ê wan peyv û têgihan wekî malê xwe hîs bikin û em ê bibêjin ew a me ye. Roja îro, bi saya tora înternetê ev yek pêk dihê. Demajoyeke dijwar e, loma zor dide me. Lêbelê bi saya kar û xebatên çak û babetcihê, em ê bi ser bikevin. 

7- Felsefeya Kurdan Felsefeyeke Aştîxwaz, Mirovhez û Xwezaparêz e

Ligel vê yekê, felsefeya me kurdan serhildar e jî û tu carê, niheqiyan jî nepejirandiye. Xweşbînî û toleransa di çanda kurdan de, herdem hebûna xwe berdewam kiriye û heta xwe gihandiye roja me ya îro. Wekî gel û netewe, tu carê xwe raserî gel û neteweyên din nedîtiye. Rêz û hurmeta xwe ya li hemberî kulturên cîranan, wenda nekiriye. Di nêrîna kurdan ya felsefeyî de, yekser biçûkkirin û reşkirina jiyana me ya li vê dinyayê tune, xebat û xîretiya takekesî û civakî, herdem girîng hatiye dîtin. Çavkaniyên van ramanên min, helwest û sekna pêşiyên kurdan, tevgerên bav û kalên me û berhemên helbestvan, nivîskar, ramanwer û feylesofên kurdan in. Lewma jî di erdnîgeriya kurdan de, herdem xweşdîtin û aramî serwer bûye û çend bûyerên neyînî ku hatine dîtin jî, çavkaniya wan ne çanda me kurda ye. Hebûna çanda kurdan, îro ji bo pirraniya erdnîgeriya Rojhilata Navînî zengînîyek e û divê jê sûd were girtin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
08.04.2021

Çavkanî: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button