‘Hemû rê, yan te dibe li koletiyê dihesilîne, yan jî li dîktatoriyê; yan te dike qurban, yan jî qesas. Loma jî a baş ew e ku meriv ji hemû rêyan derkeve. Belkî wê çaxê meriv bibe xwe.‘ (H. Kovan Baqî)
Demekê dirêj e ku bala min li ser xebatên çîroknûs, romanivîs, nivîskar û rewşenbîr H. Kovan Baqî ye û beriya demekê jî, min dixwest bo malpera www.felsefevan.org ê ez hevpeyvînekê ligel wî pêk bînim. Lê hevpeyvîn bû qîsmetê Kovara Felsefevan. Ez û rêzdar H. Kovan Baqî, em li Îzmîrê rûdinên. Ligel vê yekê jî mixabin heta niha me derfet nedîtibû ku em werin cem hevdu û biaxivin. Ev hevpeyvîn, inca bû hincetek bo min û bi xêra vê hevpeyvînê min xwe gihande rêzdar Baqî. Ez gelekî spasiya wî dikim, ku izna vê hevpeyvînê da me û bo vê sohbetê em hatin cem hevdu.
Ali Gurdilî: Ez dizanim gelekî zehmet e jî, lê ez ê dîsa jî ji te rica bikim ku tu bi çend hevokan be jî, xwe bi xwînerên Kovara Felsefevan bidî naskirin. Yanî tu li kû hatiyî dinyayê, perwerdehiya te, heta çend salan tu li welêt jiyayî?
H. Kovan Baqî: Ez li Heramiya/Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdîn di sala 1972an de ji dêya xwe welidî me. Min li Dêrikê dibistana seretayî xwend û di sala 6an de min bi qethî dev ji xwendina fermî berda. Yanê min bi giştî 5 sal û nîvan dibistan xwend. Heta salên 90î li Dêrikê jiyam. Ji ber rewşa welêt a xeternak min piştî 90î welat terikand. Niha li Îzmîrê dijîm. Zewicî me û du lawên min hene.
Ali Gurdilî: Tu dibêjî ku ‘Hemû rê, yan te dibe li koletiyê dihesilîne, yan jî li dîktatoriyê; yan te dike qurban, yan jî qesas. Loma jî a baş ew e ku meriv ji hemû rêyan derkeve. Belkî wê çaxê meriv bibe xwe.’ Mebesta vê gotina te çi ye gelo? Ji hemû rêyan derketin, dîsa ne hilbijartinek e? Tu dikarî hebekî din felsefeya di vê gotinê de zelaltir bikî?
H. Kovan Baqî: (Ha, ha, haa. Mala te ava ku te ez kenandim) Ez ne alîgirê eşkerekirinê me, yanê ji aliyê gotin û şîrovekirinê ve qesîs im. Lê dîsa jî ez ê hewl bidim ku hebekî comerd bim û çend mifteyan bidim destê xwîneran. Erê, madem te ez anîm li “rê-yan” hesilandim, ez ê derpiyê rêyan jê bikim. Ji ber ku her rêyek ji bo milam û meqsedekê hatiye çêkirin (bi qewlê Joyce; piştî ceribandina tibabek rê, ez pê hesiyam ku her rê berê min dide qesasiyê welew qurbanbûnê – yan dixwaze ez bibim serdest, yan jî kole û yawer) ez baweriya xwe bi tu rêyan nînim. Lewra her rêyek xwediyê hukmekî ye, û her hukmek, qalibek bixwe ye. Ku te xwest tu ji qalib derkeve, fermana te tê li darxistin.
Ji ber vê yekê jî, belasebeb e ku meriv di rêyan de li demoqrasiyê, xweşbîniyê, xwebûnê û azadiyê bigere. Hemû rê fen û fût in û şixulên wan xapandin e. Yanê, ‘rê’ têgiheke qolektîf e; li ser asasê redkirina takekes ava dibe û taliya talî di xizmeta kesekî/ê, welew çend kesan de ye. Wekî din jî, erê, derketina ji hemû rêyan jî bijartinek e; bes bijartineke ji mecbûrî û masûmane ye; ji xilafî vê yekê tu rêyên din nîn e ku karibe berê meriv bide xwebûnê û bihêle ku meriv xwe bijî.
Ali Gurdilî: Di hevpeyvîneke xwe ya bi zimanê tirkî de, tu dibêjî ku ‘Bo afirandina berhemên serkeftî, şertê pêşîn betalkirina peymanên fermî – nefermî yên ku bi zimên re hatine kirin, e. Wê demê bihîstin, têgihiştin û feraset, bêtir bi pêş dikeve. Hezkirina ku di navbera ‘ziman û zimanbaz’ de heye herçuqasî bi pêş bikeve, bêîteatiya ku hemû delkan ji holê radike; dest pê dike.’ Ji kerema xwe re, tu dikarî mebesta vê gotina xwe ji bo me şirove bikî? Tê gotin ku ji ber rexneyên te yên tûj, ev hevpeyvîn ne hatiye weşandin. Rast e gelo?
H. Kovan Baqî: Erê, ev yek ji bo min ne surprîz bû ku nehat weşandin. Min dizanîbû, nihêrîn û nêzîktêdayinên min ê bi wan xweş neyê. Lê ev yek ne xema min e. Berî her tiştî samîmiyet hewce ye; loma jî ez qet xiyanetê bi xwe re nakim û fikrên min çi bin ez wan li tu platformê ji bo dil û xatirên tu kesan sansur nakim. Em werin ser meseleya zimên: Herçiqas ziman jî tiştekî çêkirî û bisînor be jî, xwedî ruh e; nazenîn e; ditewe, vediguhêz e, diêşe, dixeyide, aciz dibe û heyfa xwe ji meriv hiltîne. Yanê lîngûîst û fîlolog, ya vî aliyê zimên asteng dikin, yan jî red dikin. Wek fermanekê, dixwazin ku edebiyatvan ji xeleka qalibê ku wan çêkirine qet dernekevin.
Halbûkî zimanê ku ew li ser me ferz dikin, zimanekî cemidî, bêhest, hişk û bêruh e. Loma jî ne mumkûn e ku edebiyatvanek karibe bi vî zimanê mirî metneke zindî û baş binivîsîne. Mixabin, rewşa edebiyata me rewşeke karesat e û di xeleka vî qalibê hişk î fermî de li ber ruhê xwe dide. Ji bo em karibin ji vê rewşa karesat bifilitin, gere em berê van peymanên hukimkirî betal bikin, êdî zimên wek amûrekê-navgînekê bikarnînin û guhê dilê xwe-w, çavê hişê xwe bidin ser awaz û neks û hestên zimên; wê çaxê em ê bibînin ku her herfek-kiteyek-peyvek-hevokek xwediyê ruhekî û dilekî û canekî ne. Heke em guh bidin zimanê zarokan em ê baştir fêm bikin ku bê ziman çiqa zindî û henûn e.
Ali Gurdilî: Bala min kişand, te li ber navê xwe (profîla te ya facebookê) ‘Êzdî’ nivîsiye û beriya demekê jî, te ev gotin parve kiribû:
‘Şengal
Hisyet û şerefa Kurd-istanê ye
û sed heyf ku
bi xezeba rîdirêj ên zindîq herrimî…
Ji bo ku ev gemar paqij bibe, ne hew yekbûna Kurdan
lê hewce ye ku Kurd topyekûn li ola xwe’y eslî ‘Ezdahîtiyê’ vegerin.’
Çima divê kurd li êzdayetiyê vegerin? Ji kerema xwe re tu dikarî, ferq û cihêtiyên ola êzdayetiyê û yên mayî, ji me re şirove bikî. Anko çima tu xwe bêtir nêzîkî vê olê dibînî?
H. Kovan Baqî: Roja ku me pişta xwe da ezdahîtiyê û em bûn misilman, em ji xwe dûr ketin û bûn dijminê xwe. Îja meseleya min ne tu ol û nizanim çi ye; lê baş xerab ola me’y eslî ezdahîtî ye û berî hertiştî oleke li dijî şîdet û zilm û zorê ye. Yanê oleke pasîf e. (Heke tu ji min bipirse ez ne pêvegirêdayiyê tu olê me û heta ne ateîst û nîhîlîstim jî.) Bes qesta min ew bû ku ez balê bikişînim ser sedemên talûkeyên (ji ber misilmaniyê) li pêşiya me ne. Misilmanî, ji bo me Kurdan do jî talûke bû, îro jî, û wê sibê jî me ji talûkeyan safî neke. Wek qest û meqsedekê, heke Kurd li Ezdahîtiyê vegerin wê bêtir nêzîkî hurrbûna xwe bibin. Ya din jî, Zerdeşt ji bo min ji pêxemberekî wêdetir, şa’ir û hunermendekî baş e; lewra çi tiştên li dijî şîdetê hebin, gişî di nava xwe de dihebîne. Loma jî feylesofên rojavayî gelkî ji wî hezdikin û oldarên rojhilatî pirr ji wî dibehecin.
Ali Gurdilî: Bawer dikim, ku aliyekî tê ê rexnegiriyê jî heye. Ez di nav xebatên te de li çend têbiniyên rexnekar rast hatim. Mixabin rexnegirî, di civaka me de zêde bi pêş nekitiye û bi nêrîneke çewt tê kirin yan jî têgihiştin. Li gor nêrîna te, sebebê vê aloziyê çi ne gelo?
H. Kovan Baqî: Zehmet e ku kesên xweşbîn û nûparêz karibin ji aliyê Xweda û yaweran ve bên hebandin; lewra tim wek talûkeyekê tên hesibandin; têgiha ‘sirgûn’ ê jî ji aliyê yekîtiya dijînsanî ya Xweda û yaweran ve çêbûye. Erê, Xweda û yawer, kesên hestiyar in û heta ku hebin bêhna sirgûn û kuştinê wê ji wan bê. Loma jî ku tu nûparêz be, yan tu yê bê sirgûnkirin, yan jî divê tu xwe sirgûn bike (Axir min xwe sirgûn kiriye).
Ali Gurdilî: Ji bo Kobaniyê, te *bang li nivîskarên kurd kiriye da ku wekî çalakiyeke pasîf xwe tazî bikin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Te çi bertekan wergirt? Xwîner yan nivîskarên me, bo vê pêşniyara te çi gotin gelo? Û çima çalakiyeke bi vî rengî?
H. Kovan Baqî: Ji xilafî 1-2 ciwankurdî kirtînî jî ji tu kesî nehat. Ev meseleya samîmîbûn û culhet e. Çend kes ne tê de, ez ji samîmîbûn û culhetên wan biguman im. Axir, xwe li kerrî danîn û diz û xwedî bi hevdu hesiyan. Heger ez nivîskarekî tirk bûma, helbet wê bibaya dengiyan. Bes ez kurdekî bêedeb im û ji bo karibin hevalbendiyê bi min re bikin, hewce ye dev ji qonformîzm û pragmatîzm û qompleks û statuqoparêziya xwe biqerrin. Axir nekirin. Îja ku em werin ser meseleya çalakiya pasîf a xwetazîkirinê; helbet meqseda çalakiyeke bi vî rengî, lidijrabûna hemû fêrbûnan û qebûlkirinan e, welew redkirina wan bixwe ye. Di encamê de jî, çalakiya xwetazîkirinê dikarîbû bala raya giştî ya dinyayê bikişanda ser Kobanî, Şengalê û Kurdan.
Ali Gurdilî: Tu di gotineke xwe de dibêjî ku ‘Edebiyat, ne tivinga ku berê wê li hedefê ye; xema edebiyatê (edebiyatvên) kitekitên li çarhawîrdora hedefê ne. Û vê yekê ancax edîbên bêedeb karin bikin, ne qonformîst û pragmatîst û statukoîst û qariyerîst û bîlîmûm ….îst.’ ji kerema xwe re, tu dikarî vê gotina xwe ji bo edebiyata kurdî rave bikî?
H. Kovan Baqî: Edebiyata Kurdan bixwe mijara nîqaşeke berfireh û dûvedirêj e. Ez ê niha nekevim nava vê meseleyê. Li ser vê mijarê, V. Nabokov dibêje: ‘Edebiyat ji kitekitan pêk tê.’ Teqez ez tevî fikra Nabokov dibim. Ne tenê edebiyat, jiyan bixwe jî ji kitekitan pêktê. Ku tu kitekitan nebîne, welew bi tu gûyî nehesibîne, ne tu kare rûyê jiyanê yê veşarî bibîne û ne tu kare edebiyateke rajor î zindî biafirîne.
Qesta min ne ew e ku nola rasteqînparêz û xwezaparêzan hertişt bi dorfirehî bê şayesandin, welew şîrovekirin. Na, tam li dijî vê yekê, bi rêya bibîrxistinan bal bê kişandin, ku xwîner pê bihesin bê rol û girîngiya kitekitên biçûk î ji çavên me dirrevin çiqas mezin e di jiyanê de. Yanê nivîskarekî/e baş dikare bi qalkirina siya darê, welew siya bazikê mêşê jî di derheqê rewş û aqûbeta daristanekê de me bike xwedî agahî û pirsan bi me re zêde bike. Loma jî kitekit, vebûn û vekirina çavê dîtir e û ev yek dikare bibe misebibê serobinbûna xwîner.
Ali Gurdilî: Romana te ya dawîn ‘Heteroglossîa’ ji layê xwînerên kurdî ve gelekî hate ecibandin û xwendin. Ji kerema xwe re tu dikarî bi kurtî be jî, hebekî behsa romanê bikî? Navê romanê ji kû tê û wateya wê çi ye?
H. Kovan Baqî: Gotin û negotinên ne-gotî di romanê de ne; loma jî ne heddê min e ku ez bi gotinin din neheqiyê li xwe û romanê bikim. Heger tiştekî ez bêjim mabe hebe ew jî ev e ku, ‘Heteroglossîa’ yê bi bêdengiya xwe’y pirr bêdeng û pirrdengiya xwe’y bêdeng, mafê gotinê ji min re nehiştiye. Em werin ser çima <Heteroglossîa> û ev nav ji ku hatiye? Heteroglossîa gotineke rexnegirê Rûs, Mihaîl Bahtîn e. Li gor qinyeta wî, her zimanek xwediyê gelek qatan e–qat li ser qat e, reng li ser reng e; ev yek jî pirrengiyê, pirrdengiyê û pirrşêwaziyê di xwe de dihebîne. Heteroglossîa jî tam ev yek bixwe ye. Yanê Heteroglossîa, redkirina hemû şêwaz û norm û form û honak û qalibên romanê ye. Wek gotina dawî, heger xwendevan bixwaze xwendina romanê biqedîne (bibore, heger bixwaze romanê ji nû ve binivîsîne), hewce ye bi sê awayan wê ji nû ve bixwîne; carekê bi awayê hatiye çapkirin, carekê ji dawiyê ber bi destpêkê ve û carekê jî beşan wek desteyek kaxiz li nava hev xîne û bixwîne.
Ali Gurdilî: Li ser xêrê be, bawer dikim romana te ya nû ‘Aporîa’ jî niha qediyaye. Te ev agahî li ser rûpela xwe ya facebookê daye û te wiha gotiye: ‘Û asoxî romana min î bi Kurdmancî ‘APORÎA’ jî qediya… Loma jî karê min hêna girantir bû. Lewra ez ê careke din jî ji nû ve hem Kurdiya wê û him Tirkiya wê li moxil û bêjingê xînim.’ Niha roman li tirkî jî tê wergerandin bawer dikim û ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî behsa mijara romana xwe ya nû bikî? Yan tu dibêjî bila sûrprîz be?
H. Kovan Baqî: Spas dikim ji bo van gotinên te’y xweşik. Erê, “Aporîa” bira surprîz be. Niha him kurdiya wê û him tirkiya wê qediyaye.
Ali Gurdilî: Yek ji berpirsiyarên Weşanxanaya Naê jî, tu yî. Ji kerema xwe re bi çavê weşangeriyê tu dikarî rewşa zimanê kurdî binîrxînî? Çima ligel gelek îmkanan jî pêşketinên berbiçav pêk nayên? Divê çi pêk werin?
H. Kovan Baqî: Wek gotinin klîşe, dikarim bi sedbareyî bêjim; erê, zimanê kurdî ne zimanê bazarê û perwerdehiyê ye, ev yek derbeke xedar e ji bo Kurdî. Bes derba dîtir î xedartir ew e ku, nivîskarên kurd ji hezkirinê wêdetir, wek reaksiyoneke li dij tirkî bi kurdî dest bi nivîsînê dikin; ev yek jî dibe misebibê zimanekî zuwa, bêhest û bêrruh. Halbûkî gere tu ji zimanekî hezbike ku tu karibe bi wî zimanî binivîsîne.
Ali Gurdilî: Weke pirsa dawîn, ji kerema xwe re tu dikarî hebekî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Keyfa te ji kitêbên felsefî re tê gelo û tu bêtir bi çi zimanî dixwînî?
H. Kovan Baqî: Edebiyat têgiheke komplîke ye û lazim e ligel felsefeyê, xwe bi hemû zanistên dîtir xwedî bike. Loma jî felsefe ji bo min jênager e. Felsefeya min, xwebûn e. Ez ê nava min bixwaze çi bike ez dikim û bêhtir bi xwe re lihev têm. Ji tişt û kesên ‘xwe’ bin hezdikim. Felsefeya nêzîkî min û jê hezdikim felsefeya ezoterîk û averêbûyî ye. Yek ji wan felsefevanan jî Jean Baudrîllard e. Wekî din jî bi pirrhêliya xwe kesê herî bêhtir nêzîkî xwe dibînim, Jacques Derrîda ye.
Ali Gurdilî: Birêz H. Kovan Baqî, li ser navê xwînerên Kovara Felsefevan ez gelekî spasiya cenabê te dikim, ku te derfeta vê hevpeyvînê da me. Gelek spas.
H. Kovan Baqî: Spas xweş.
- Hevpeyvîn: Ali Gurdilî
- felsefevan@hotmail.com
- 01.12.2014
- Berhemên H. Kovan Baqî yên çapkirî
- 1- ‘Çîroka Çîrokan’ – Weşanên Bajar
- 2- ‘Heteroglossîa’ – Weşanxaneya Ronahî
- 3- ‘Bêexlaq’ – Weşanên Na
- 4- ‘Prematur’ – Weşanên Na
*Banga H. Kovan Baqî ya ji bo Kobaniyê: Bangawaziyek Bo Nivîskar, Hunermend û Entellektuelên Kurd
Li gor min tam di vê gavê de barek ketiye ser millên me nivîskar, hunermend û entellektuelên Kurd. Madem Kobanî rûmeta me û dinyayê ye, û madem ku Kobanî bikeve, em û dinya yê bêrûmet bimîne, divê em berî kêlîkekê barê xwe hilgirin, ku em Kurd li dinyayeke bêrûmet nehesilin. Loma jî, ez gazî hunermend, entellektuel û nivîskaran, bi xusûsî jî yekîtiya nivîskarên Kurd dikim, ku em zû biryarekê bigirin û weke protestoyeke pasîf, em li bajarekî bicivin, gazî medyaya navneteweyî bikin û li ber çavên dinyayê em xwe şût î tazî bikin (mîna ku em nuh ji dêya xwe bûbin) û xwestinên xwe yeko yeko bihejmêrin. Şîara me: ‘Rûmeta me (Kobanî) di talûkê de ye û em naxwazin li dinyayeke bêrûmet bijîn!’
Jêder: https://www.facebook.com/hkovan.baki
* Ji bloga https://kurdishphilosophy.blogspot.com/ ê hatiye girtin.