Psychology

Cudakirina bi zor û Astengkirina Cudabûna Zarokî Ji Dayîkê

CUDAKIRINA BI ZOR Û ASTENGKIRINA CUDABÛNA ZAROKÎ JI DAYÎKÊ

Cudakirina zarokî ji dayîkê di mehên pêşîn da (0-6 meh) gelek girîng e ji bû pêşdaçûna zarokî, û danana bingehîn ya Ez-Ego û kesayetîyek tendrust. Bi zor cudakirina zarokî ji dayîkê yan jî girêdana zarokî bi dayîkê ra bi şêweyek zêde dibe egera çewtpêşdaçûna kesayetiyê. Li gor lêkolînên derûnnas, ravekarên derûnî û noşdarên derûnî yên weke Rênê Spitz (1887-1974), John Bowlby (1907-1990), gelekên din, hevpeywendîya zarokî her li mehên pêşîn yên jîyanê li gel dayîkê gelek watedar û girîng e. Eger zarok bi zor ji dayîkê bihêt dûrxistin, yan jî eger dayîk zêde zarokî bi xwe ve girê bide û nehêle xwe jê cuda bike dibe egera têkçûna danana ‘Ez’a zarokî.

Eger cudabûna zarokî zû ji dayîkê hat encamdan(şeş mehên pêşîn piştî ji dayîkbûnê), zarok ditirse ku dayîkê winda bike, ev dibe egerek gelek mezin ji bû astengkirina pêşdaçûna kesayetîya zarokî û dê arîşeyên derûnî yên weke tirs, xemokî, nearamî û bêbawerî li cem peyda bibin. Di vê qûnaxê da dê zarok bizavê bike, ku xwe ji cîhana derdor biparêze bi rêya xwepaşvekişandin yan xwegoşegîr kirinê û red kirina peywendîkirinê bi kesên derdor ra. Ev dibe egera kêmxwarin, laxerbûn, lawazbûna bergirîya laşî ji nexweşîyan, û ya ji hemîyê kembaxtir rêjeya mirinê berz û bilindtir dibe.

    Eger dayîk ne amade be, an ku zarok ji alîyê kesek din ve bihêt sexbêrkirin, dê zarok zû xwe ji derdoran, û kesên li dorên xwe vekişîne û cîhêwazbûna xwe û kesên li dorên xwe zû bike. Ev dê bibe eger ku zarok hest bi ne-ewlehîyê bike, piştî hîngê dê zû xwe ji dayîka xwe cuda bike, bawer bi jîngeha xwe ya çavdêrkirinê û parastinê namîne.  Di qûnaxek weha da, zarok zû xwe ji kesên sexbêrkar yên derdorên xwe cuda dike, bizavê dike ku xwe ji dayîka xwe dûr bixe, û serbixwe bibe û nikane ‘Basic Trust’ an ku bawerîya bigehîn peyda bike. Ev jî bêguman zarok ditirse, pir digirî û di xew naçe. Giriya zarokî û ne nivistin, di jîngehek weha da kartêkirinê li majîyê wî yê melbendî dike, alozî di laşî da peyda dibin, toşî xembarîyê dibe, û pêşdaçûna zarokî ji alîyê derûnî û cesedî ve asteng dibe. Margaret S. Mahler (1897-1985) vê qûnaxê weke pêvajoyek zûwext yan zûdem pênase dike, ku zarok zû dikeve di qûnaxa cudabînê da ji dêya xwe. Ev jî dibe bingeh ji bû peydabûna ne-aramî, (Apatî) an ku tembelî yan jî nevîyan, tirs ji derdoran û tirs ji kesên ku matî jê dikin.

    Li alîyê din eger cudabûnaa zarokî ji dayîkê bihêt asteng kirin, yan berbest kirin, dê dîsan bibe eger ku danana ‘Ego-Ez’ ê û pêşdaçûna serxwebûna kesî li ba zarokî bihêt asteng kirin. Çûnkî dayîk zarokî gelek, yan bihêz bi xwe ve hevbest dike, ji ber hestkirin bi ne-aramîyê yan bawera wê bi derdoran nahêt, yan jî zarok newêre xwe ji dayîkê veqetîne, yan cuda bike ji egerên ne-ewlehîya derdoran û jîngehê. Jîngeha zarokî ya ewleh, û bawerpêker dê tenê bibe dayîk, û peywendîya,‘Symbiotic’, an ku himbêzîk û hevbestbûnek hemîşeyî bi dayikê ra. Karek weha zarokî bi bawer nake, kesayetîya wî bi hêz nake, vajîgon xwebawerîyê û serbixweyî ya kesayetîyê winda dike. Dê bizavê bike bêhtir xwe bi dayîk yan jî bi babê ve hevbest bike û peywendîya xwe bi wan ra bihêztir bike. Ev dihêt wê wateyê ku cudabûna bi zor û astengkirina cudabûna zarokî ji dayîkê bi şêweyek ne-saxlem, û ne-tendrust dê bibe hokarê peydabûna arîşeyên psykotic û derûnî di pêşeroja jînaya zarokî da.

  •  Perawêz:
  • – Child Development, Laura E.Berk, İllinois State University, Sixith Edition.
  • – Udviklingsveje, Olê Schultz Larsen, A/S Viborg, 1995.  
  • – Abnormal Child Psychology. Second Edition, Eric J. Mash and David A.Wolfe.
  • Di hejmara çaran (çile, sibat, adar: 2023) de, hatiye weşandin.                                                                                                                                                                                                               


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button