Arşîva FelsefevanPsychology

Erich Fromm: Sultan Arslan

Ji Arşîva Malpera Felsefevan

Erich Fromm (1900-1980), derûnnasekî bi navûdeng, alman û amerîkî bû. psykolog, psykiatri û psykoanalytiker . Li gor Derûnnas Erich Fromm hin form û karakterê mirovan hene. Behsa pênc cure kesayetîyan dike. 1. Kesayetîyên têgihîştî 2. Kesayetîyên metînger, berjewend û kedxwar 3. Kesayetîyên mal, maddî 4. Kesayetîyên bazirganî 5. Kesayetîyên hilberîner Di nav wan pênc cure kesayetîyan de bala min çû li ser hin kesayetîyên ku ez di nav jîyana xwe de gelek li rastê wan karakteran hatime. Kesatetîyên metînger, berjewend û kedxwar. Mirovên ku di nav vê kategorîyê de ne: Bo demek kurt hin kesan hez dikin û piştre dest bi hesûdîyê dikin û têkilîyê wan pir zû xirab dibe. Vêca têkilîyê wan weha lê tê ku ber bi nefretbûnê ve diçe. Ew kesane taybetî ne û têkilîyan li gor xwe ava dikin û li gor xwe dixwazin form bidin.

Berjewendîya wan çi bêje, têkilîyên wan jî li gor berjewendîyan diguhire, diçe û tê. Têkilîyên wan ên bi kesên din re her dem pirsgirêkan ava dike û di nav têkilîyên wan de her tim tevdanê şer heye. Ew kesane amade ne ku derewan bikin û her tişt manipule bikin da ku tiştê ku ji bo wan re hewce dike bistînin. Ewana bi serfirazî ber bi berjewendiya xwe ve li ser mirovên ku bixwebaweriya xwe ya hindik in dixwazin biser bikevin. Erêkirin û pejirandinê re girtîne. Tenê xwe dibîne û dixwazin yên din jî wana bibîne.

Taybetmendiya herî berbiçav yên wan kesayetîyan ev e ku piştgiriya ku ew digirin bi gelemperî nayê vegerandin. Bi hevbeşîya mirovê din re têkildarîya bi wate dananin. Gava her tişt têk diçe û tiştê wan yê veşartî derdikeve holê, nikarin têbigîhin û dest bi şer dikin û ji şer wêdetir metodek din helnabijîrin û naxwazin tiştek din jî fêm bikin. Di heman demê de ew xwedan taybetmendiyên civakî yên belengaz in. Di girtina biryaran de û bi potansiyela xwe ya mirovî de jî lewaz in. Gava yekî weke xwe dibînin û bi wan re têkilî datînin, ji destpêkê ve xirabî dest pê dike û di demekî kurt de jî pir dijwar bi dawî dibe.

Sultan Arslan
19.02.2021

Ji malpera https://kurdishphilosophy.blogspot.com/ ê hatiye girtin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button