Arşîva Felsefevan

Guherîn û Veguherîn

Newaf Mîro

Guherîn û veguherîn, du prosesên xwezayî ne. Her tişt xwe vediguhere. Çawa sal û demsal tên û diçin, wûsa jî nebat û her tiştê bi babetê siruştî xwe vediguherinîn. Heta ew qalibê ku mirov têde ye, tête guhertin. Erê mirov pê hayedar nabe, ku çawa laş xwe herroj vedigure, lê piştî demekê mirov dikare bi hêsanî veguherînê bibîne. Helbet ne tenê laşê meriv, hizrê meriv jî li gorî derfet û karê pêre mijûl dibe, tête veguhertin. Ne tenê mirov û rengê xebata wî jî, xwe vediguhre. Bi amûr û teknikên nû, babet û berhemê xebatê têne veguhertin. Mirov dikare weke heyamê salê bibîne. Çawa bi demsalê re xwarin, vexwarin û kincê mirov jî li gorî tên veguhertin. Helbet ne mirov tenê lawir û ajalên bejî û kedî jî xwe, li gorî demê û derfeta vediguherînin. Heta berê hatina salê mirov bi hatina quling, hechecik û legê nas dikir. Ne dûrî aqila ye, ku mirov salname li gorî hatina ajalan saz kiribe. Lewma jî navê gelek meha li gorî hatina ajala ye û bi wan tête binavkirin. Weke Kewçêr, Gulan û Mijdar. Em mirov dikarin, bi çavê xwe gellek tişta ‘berrî’, ‘bejî’, yan jî weke peyva herî zêde tê bikaranîn; ‘heywanî’ bibînin. Lê ma mirov hêjî dikare bi qasî mêşhunguv afirêner be? Ew cewhera ku ew di hundurê xwe de diparêze fêm bikin, yan jî biafirînin?

Yan jî bi qasî darake ku temenê wê bi sedsala ye, em dikarin li ser piya bimînin? Yan jî fêmbikin, ku çawa çêlikê beqa, çima berê bi cûreyê masiya di nav avê de zêde dibin? Her weha, germaya erdê û ya ezman bi xwe veguherîn e. Çawa nebat li zivistana di bin erdê de, şax vedide û li bihar û havîna li ser erdê. Her heyîn, bi xwe di nava prosesekê guherîn, veguherîn û mayînê de ye. Yan jî cotbûn û hevpariya kevoka, ku çawa bi dorvedan li ser hêkê xwe vedidin. Gelo berpirsiyariya ku kevok, li hemberî mêkewê û çêlikê xwe pêktînin, em mirovên xwe ‘biaqil’ dibînin, dikarin pêkbînin? Em werin ser zewaca ku em pîroz dibînin. Gelo em dikarin bi qasî ajalan dilsozê zewacê bin? Yan jî ji bilî hem afirdê xwe, bi ajalan re têkiliya seksê, li cem mirov ne tiştekî ecêb e. Rast e mirov di xwezaya xwe de, nêçîrvan e, şêr jî nêçîrvan e. Lê  şêr naçe nêçîra şêra, û nêçîra hem heyî yên xwe nake. Lê mirov hêjî, nêçîra mirovan dikin, bêyî ku goştê wan bixwun. Mirov ne ji bo qût, mayîn û jiyanê, ji bo tunekirinê nêçîrê dike. Lewma jî têgeha mirovînê ku ji suruştê, yan jî ji pîvanê suruştî û ji aştiya bi suruştê re dûr, karesata ku li ser rûyê erdê rûdide ‘mirovî’ tîne.

Çima mirov li dij veguherînê ye? 

Mirovê ji rewşa xwe qayîl, yan jî yên pergal li gorî berjewendiyê wan helbet veguherînê naxwazin. Heta kêliya ku pergala heyî, li gorî berjwendiyê wan be, bi pergalê re ne. Lê gava ew pergala ku heyî dikeve rewşeke metirsîdar, yên desthilatdar û nîv desthilatdar dikevin nava girseya veguherêner. Çend ku wan bi desthelatdariyê re nanê xwe xwarine û ew xwe zana û mezinê civakê dibînin. Lewma jî ew pêla nû dikeve nav destê şarezayê desthelata berê. Êdî ew pergala nû, berdewama ya kevn e. Lewma jî her tiştê heyî, berdewama yê kevn e. Ev di felsefeyê de jî wûsa ye. Di olê de jî wûsa ye. Lewma jî qala sedûbîstûçar hezar nebî yan pêxemberan tête kirin. Yek berdewamiya yê berê ye. Di serdemên berê de, bi hêza hizr ev yek dihate veguherîn, lê bi destpêka desthelata olên siyasî re, ev yek hate girêdan. Gava Nebî û pêxember bûne xwedî hêza leşkerî, her weha pirtûkên ‘pîroz’ êdî ol ji hêza hizrî û ayînî bêhtir bû ya siyasî. Pîrozkirin, dibe mertal û kirasekî ji tabûyan. Her weha ji her cûre rexne û pirsa re jî girtî ye. Pîrozkirina olê, ji aliyekî din ve fermîkirin e. Bi fermîkirinê, mêzîna ola fermî û ya neferimî têk diçe. Lewma ol yan jî hêza desthilatdar, herdem li hemberî veguherînê bûye. Veguhrînên li gorî berjewendiyê xwe, pêkanîne. Lê ma kengê berjewendiyên desthelatdaran û yên hejaran bûne yek? Gava berjewendî û nêrîna qesab û berxikê bibe yek, wê yê dagirker, desthelatdar û hejar û bindestan jî bibe yek.

Veguherîneke çawa? 

Çawa her zindî û nebat berdewama yê beriya xwe ye, wûsa jî her qewm, ol, çand û ziman berdewamiya yê beriya xwe ye. Lewma jî her tişt bi demê re, li gorî demê û derfeta tê guhertin. Erênî, ya jî neyînî, her tişt bandora xwe, aktîf, yan jî pasîf li ser her tiştên me bandora xwe dileyize. Çawa gava mirov, qala dîrok û serpêhatiyên kurdan bike, bêyî şerê di dîrokê de ê bi neyarê olî û netewî, nabe. Dîroka kevn û nû jî, ji bo hişmendiya kurdan nehatiye vekolan û nebûye babeta vekolînê. Lewma jî kurd hêjî kula vê kêmasiyê dikişînin. Lê dîroka nû meriv nikare, bêyî Helebçe, Şengal û Kobaniyê fam bike û nabe. Wûsa jî di wêjeyê de jî, bêyî Mem û Zîn, Siyabend û Xecê û Dewrêş û Edûlê nabe. Pêre jî ajalvaniyê û çotkariyê bandoreke mezin, li ser qerwekl, qerf, û hemû babetên zimên kiriye. Lê mirov dikare bi hêsanî bibîne, ku tevn û babeta mijarên çandî û yê olî jî ne hizrek, yan jî veguherîneke ku kurdan bi xwe kiribe. Yê hatine kirin jî weke berhemek ji yên êrîşkaran û bertekeke li dijî êrîşkarên welat û axa wan bûye. Heta ku derfet nedîne, ku bi aliyê hizrî û derûnî, veguherîneke li dijî veguherîna ferz û fermî jî biafirînin.

Çawa her derman li tena her mirovî nayê, wûsa jî her pergal û hizr, li bejn û fesala her civak û kesî nayê. Lewma jî divê berê taybetmendiyê civakê, di ber çava re werin derbas kirin. Çawa her çep ne hevalbendê kurda ye, wûsa jî her rastgir jî ne dijminê wan e. Gava mirov bi rêbazên klasîk nagihijê armanca xwe, pêwîstî bi rêbazê û asoyên nû heye. Her mirov û rêkxistin bi hin kesan geş dibe, lê yên ku meriv dibin serkeftinê, asoyên nû ne. Ne her kesê ku tiştekî dibîne yan jî didamezirînê dibe xwedî, destheldar û serdestê wî. Gava meriv temenê mirovekî bide ber çava, hew çend salên wî hene, yên çalak û tije enerjî. Lê piştî çend ezmûn û destkeftiya, ew pêre dibe paraskarê destkeftiyên xwe. Naxwaza destkeftiyê xwe winda bike, lê bi vê yekê re jî di astekê de dimîne. Lewma jî, pêşketineke berbiçav zehmet dibe. Veguherîn bûyereke siruştî ye, yê neyê guhertin ne siruştî ye. Yê ne siruştî, weke bedeneke mirî ye. Heta bedena mirî jî xwe vediguherîne, lê beropaşî. Meriv çawa berhema siruştê ye, wûsa jî a dema xwe ye. Lê dem û dewran dizivire. Yê xwe li gorî derfet û demê neguhere, ji mirin û têkçûnê re amade ye.  

  • Newaf Mîro
  • newafmiro@gmx.de
  • 11.03.15
  • Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 03. Sal: 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button