Arşîva Felsefevan

Girîngiya Felsefeyê di Zimanê Kurdî de 

Newaf Mîro

Gava mirov civakekê weke bedena mirov bihesibîne, her rayê canê mirov grîngiyên xweyî taybet hene, ji bo bedeneke durust û tekûz. Her weha mirov dikare, bi gellek cûre, yan jî perçeyên canê xwe kêmendam bibe. Yan jî dikare bi rêjeyek, biçûk yan jî bi yeke mezin kêmendam bibe. Her weha kêmendamî dikare bixwe re, pirsgrêkê din û derûniyeke têkçûyî, yan jî yeke berovajî serhildêr bi xwe re bîne. Ev jî encamên diyar û yên nediyar li ser jiyana mirovî peyda dike. Ango; her tiştê mirov dixwo, vedixo çawa bandorên cêwaz li ser tendurustiya mirov dikin; wûsa jî, her tiştê mirov dijî, fêr dibe, dibihîze, û têdigîje jî, encamên cêwaz li ser pergala mejî û ferasata mirov dike. Zanîna mîrov weke, rastmalê mirov e. Çawa mirov bi qasî rastmalê xwe dikare di bazarê de bileyze û were dîtin û jimartin. Çawa her dewletê dirav heye, wûsa jî, felsefe û zanîn bi her zimanî heye.

Ziman û çand bi rengîniya û cêwaziyê xwe, gencîneyekê di aso û hişê mirov û civakê de peyda dikin. Lewma jî beriya her tiştî, berhem berê di mejî de diafire, û paşê bi xebatê di jiyanê de rûdide. Hizrekî durust, ji bedenke durust tê. Bedeneke durust, kiryarê durust, kiryarê durust, encamên durust derdixîne holê. Encamên durust, mirov û civakeke bi destkeftiyê xwe re, durust û serfiraz peyda dike. Ev tê wê wateyê her reng, pêre jî her deng û reh ji bo tiştên diyar û nediyar girîngin. Çawa ziman,huner, politîka, ol û xweza grînge, felsefe jî ewqas girînge. Ji bo têgihiştina mirovî, felsefe bandora anjokirina rehê dil û mejiyê mirovî dileyze. Lewra jî, felsefeya bi kurdî, rêya ferasat û cîhana kurdî ye. Çawa her netew û civakê, bi nêrîna xwe nav, li nebat û her tiştê di jiyanê de kiriye. Kurda jî bi ezmûnên xwe û bi demê re, nav li her tiştê li ser rûyê erdê û yê li bin erdê, yên xuya û yên ne xuya kiriye. Ev carna bi babetê xwe û carna jî di deng bi nav kirine. Weke mînak; Qaz, Quling, Qitik û Tîtî. Dengê wan balindeya, bûye navê wan. Û wûsa hatine nasîn. Ev di heman demê de, rengê şayesa û xewna kurda didin xuya kirin.

Her weha mîna; navê Xweda, ev tê wê wateyê, ku wî xwe daye. Her weha yê xwe dabe; Ezda me. Ev jî bûye navê Xwedênasiya Êzdiya. Ev jî bixwe têgihiştineke felsefî ye. Lewma jî li hêzeke geriyane, ya ku ji hemû hêzan xurttir. Hêza ji hemû hêzan mezintir. Afirênerekî, ji hemû afirênera, afirênertir. Û pirsa berê hêk hebû, yan zindî? Av hebû yan jî ax? Bi xwe re aniye. Lewma jî dunya û jiyan şibandine hêkê, her weha jiyan jî ji hêkê derxistine. Yan jî bi navekî din DIR yan jî Dur ê. Dur dikare bi zanistî jî were pejirandin; ku ev Dunya me, stêk yan jî meteorîteke bûye ji rojê qetiya ye. Ev tê wê wateyê, felsefê bandoreke grîng di ziman, û her wûsa di olê de leystiye. Lewma jî girîng e, ku mirov ji bo baş têgiştina olê, felsefeyê bixwîn e.

Gava mirov vê mijarê bi baldarî bişopîne, wê hin encamên zanistî bide nîşandan. Her weha oldarê demên berê, ne tenê bi olê re û dunyake din re mîjûl bûne, ewan bi nêrînê xwe, ji pirsê civak û cîhanê re bûne bersiv. Bersiv jî bûye ronahî û rêya mirova ronî kiriye. Lewma jî hê li cem xelkê me qedrê kesên alim û zana tête girtin. Kesên jîr û zana weke xas û qelender dihatine bi nav kirin. Xelkê bi serê wan sond dixwar. Li cem girseya kurd, yê bêkêr grîngin. Yên bikêr û mefadar jî ne ewqas grîngin. Ev pirsgrêka têgihiştinê ye. Nayê wê wateyê, yê ez girîng dibînim, ji bo hemû kesan grîng bin. Her weha yê ew grîng dibînin, ez grîng bibînim. Lê her tişt bi awakî grînge. Lê ev nayê wê wateyê, em yekî bikujin, yan jî heram bikin, yan jî paşguh bikin. Gava mirov, bi awakî hestyar û hişyar tevbigere, her tiştê li ser rûyê erdê, helbet yê bi hawîdor û suruştê re aramîdar grînge. Çawa nebat, kêzik, û mêş ji bo oksîjena em pê dijîn grîngin, wûsa jî felsefe ji bo têgihiştin, naskirin û zanînê girînge. Lewma jî mesele bi pirs û tirsê ve tê girêdan. Lê ciyê henûnî, dilovanî û zanîn hebe, tirs lê kêm dibe. Her weha yê mirov nas bike, dikare jê hez jî bike. Bi qasî hûn zimanê xwe zanibin, hûn dikarin ji kurdî, û kurdiya xwe hez bikin. 

Newaf Mîro
newafmiro@gmx.de
27.11.14

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 01. Rêbendan, Sibat, Adar 2015



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button