Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Kahraman Evsen ra

Alî Gurdilî

Hevpeyvîn bi Kahraman Evsen ra

Kahraman Evsen, Serokê Komela Civaka Kurd û Ewropî (Prasident der- Kurdish-European Society: KES) ye. Hema bibêjin berê salekê, bi piştgirî û serpereştîya hikûmeta wîlayeta Nordrhein-Westfalen a Almanya û hinek dem û dezgeyên almanî ên sivîl, komela Civaka Kurd û Ewropî, dest bi projekta bi navê ‘Hevpeyvîn, Lêborîn û Lihevhatin’ (Verarbeiten, Vergeben, Versöhnen)ê kir ku armanca sereke a vê projektê, afirandina dialoga pekvejiyaneke aram û hevpar li Kurdistanê û Almanyayê û bi taybetî jî geşkirina dialoga di navbera kurdên misilman û êzdîyan li Kurdistanê û Almanyayê ye. Li ser hev ne şaş bim heta a niha heft (7) komxebat pêk hatine û ez jî, beşdarî şeş (6) komxebatan (civîn) bûme. Di dawîya civînan da, reşenivîsek an em bibêjin lihevhatineke nivîskî a bi navê ‘Peymana Lihevhatina di navbera kurdên misilman û êzdîyan de’ jî hatiye amadekirin û pirranîya beşdarên projektê, îmza xwe li binê wê belavokê danîne. Li ser navê malper û kovara philosophia kurdî, li ser armanca vê projektê û projektên wan ên siberojê da, em bi serokê Komela Civaka Kurd û Ewropî (KES: Kurdish-European Society) bi Kahraman Evsen ra peyîvîn.

Pirs: Berî ku em dest bi vê hevpeyvînê bikin, li ser navê xwendevanên malper û kovarê, ez gelekî spasîya te dikim ji bo destûra vê hevpeyvînê û dibêjim dest xweş bin ji bo vê projekta muhîm û di cî da. Prasidentê rêzdar, desta ewilî dixwazim tu xwe bi xendevanên me bidî nasîn û behsa hatina xwe a Almanyayê, xwendin û karê xwe a niha bikî. Tu kengê û çawa hatî Almanyayê, perwerdeya te li ser çi ye û a niha, tu çi karî dikî?

Bersîv: Rojbaş kekê Alî. Gelekî spas dikim, ji bo daxwaza vê hevpeyvînê û gelekî spasîya te dikim ji bo ked û karê te ên bi salan û ji bo civaka kurdî, Kurdistanî. Navê min Kahraman Evsen e, ez 44 salî me û ji Bakurê Kurdistanê ji bajarê biçûk ji Hezexê me. Bi almanî an jî bi tirkî dibêjinê Îdil û ji ber ku bajarekî suryanî ye di eslê xwe de digotinê Azax. Yanî wisa dibêjin. Em di sala 87an de hatine Almanyayê, bi malbatî wekî penaber û ez jî li Başûrê Almanyayê mezin bûm, min li wir mekteba xwe xwend û piştî min lîseyê qedand, min hiqûq xwend û xilas kir. Bi taybetî ez li ser hiqûqa ewropî a navnetewî sekinîm, min li Swisrê xwend; li Cenevreyê û bajarên cuda cuda li Almanyayê. Dure, min tercumanî (werger) jî xwend, li cihên wekî Parîsê, Mainz Almanyayê û ji bo zimanên almanî, ingilîzî, frannsî û spanyolî û dure, tirkî. Yanî tirkî jî di nav de, li Parîsê. Û ez ketim wezareta malîyê, di wir de jî ez çend salan şixulîm û min, kar kir wekî pisporekî malî û piştre, ez çûm Fransayê. Demekê li wê derê, ez di wezareta karê dervê ê Fransayê de xebîtim. Min sîstema wê derê a îdarî baştir naskir, di wir de di beşa dîplomasîyê de min li Sorbonê (Parîs) xwend û ez, di sala 2013an de hatim Brukselê û ev bêtirî deh (10) sala ye, li Brukselê dimînim. Û ev bêtirî 10 sala ye di Yekîtîya Ewropayê de kar dikim di beşa dîplomasîyê de û di Parlomentoya Ewropayê da di têkilîyên navnetewî de. Di vê demê de, bêtirî deh (10) sala ye ez karê civakî û komelî jî dikim.  

Pirs: We kengê KESê (Komela Kurdish-European Societyê) û armanca we destpêkî çi bû? Ji kerema xwe tu dikarî hinekî behsa proseya damezradina komelê, endamên damezrîner û armancên komelê bikî? Berîya vê projeyê, projeyên we ên dî çi bûn gelo?

Bersîv: Komkujîya Şingalê, em dikarin bibêjin destpêka karên min ên civakî ye. Ew  dîmenên ku me wan dîtin yanî di 3ê meha 8an a sala 2014an de, li dinyayê hemû belav bûn û berî vê komkujîyê, ez çend mehan, ez û hevjîna xwe em li wir bûn û em gihîyan Brukselê, me ew dîmen dîtin û em, şok bûn. Bandoreke gelekî mezin a şexsî li min kirin û loma, min hewl da ku bi awayekî aktîv tiştekî bikim. Min komeleyeke hiqûqnasan ava kir û komeleyên din ên biçûk û dure, yanî em hatine encamê ku ev Kurdish Eoropean Societyê helwesteke kurdî a ewropî pêwistî jê re heye. Ji ber ku kurdên me ne tenê li Almanyayê dimînin, li temamîya Ewropayê ne û me hêvî dikir, helw dida ku em bi şiklekî ve makenîzmeke dîalogê, hevkarîyê li Ewropayê bi hev ra pêk bihînin. Di 2016an de, bi resmî Kurdish European Society (KES: Civaka Kurdî-Ewropî) hate damezrandin û di wir da, me gelekî kar kir ji bo doza êzidîyan. Em çûne Kurdistanê, me danûstandinan kir, em çûne Lalişê, heta hê ku şer dewam dikir di navbera Pêşmerge û Daîşîyan de, em çûne Şingalê. Rastî hingê metirsî hebû, metirsiyeke mezin hebû. Em bi qasî 200-300 metroyan di ber Daîşîyan de derbas bûn, bi Qasim Şeşo û bi hevalên wî ên pêşmerge re. Di 2017an de, di wir de ew prosesa serxwebûna Kurdistanê çêbû. Me jî dît ku mafê dewletbûnê mafekî rewa ye û wekî her miletî, mafê kurda ye jî ku xwedîdewlet bin û di wir da, wekî komele em gelekî aktîv bûn. Me prekonferanseke mezin li Brukselê damezrand (pêk anî) û di wir da, 40-50 rêxistin û dezgeyên kurdî, daxuyanîyeke îmze kirin a ku me amade kiribû. Hingê li wê derê, me pêşnîyarî rayedarîya rojnamevanan kir û me go em wekî dîyasporaya kurd, rêxistinên ku vê daxuyanîyê îmze kirine, em piştgirîyê didine referandûma serxwebûna Kurdistanê.    

Û piştî ku referandûm bi ser neçû, bi ser neket, dîsa me hewl da ku em dewam bikin û wekî şandeyekê fermî bawer dikim di dîrokê de yekemîn e wekî KES (Kurdish European Society) em bûne mêvanê Parlamentoya Îsraîlê û di wir da, me hewl da ku em têkilîyên di navbera Îsraîl û Kurdistanê, xurt bikin. Li wir, bi rastî jî pêşwazîyeke xurt û germ hebû. Ji wezîran, ji serokên partîyan, ji civaka sivîl gelek kes hatin pêşwazîya me kirin. Û konfaranseke gelekî serkeftî bû. Ji xwe di medyayê de jî gelekî hatiye nivîsandin derbarê vê çûyîna me da. Û ev mesela êzdayetîyê pirsa ku em bibêjin tundîyek çêbûye di navbera êzdî û misilmanan de, herçuqasî destpêka wê di tarîxê de kevin be jî, di van demên dawî de, li ser em bibêjin piştî Komkujîya Şingalê, tundtir bû û loma, me jî pêwistî pê dî ku em projeyekê amade bikin û ji bo ku vê tundbûnê em hewl bidin rakin, em nikaribin rakin jî em hinekî nerm bikin. Dure, me têkilî bi hikûmeta herêma Nordrhein-Westfalenê danî. Me ji wan re pirsgirêka heyî behs kir. Me go niha hejmareke mezin kurd li Nordrhein-Westfalanê dijîn li Almanyayê. Û bi hejmareke mezin êzidî jî li vira hene. Herçuqasî sedemên nakokîyan li Kurdistanê jî bin, lê bandorê li me, li dîyasporaya kurd, li êzidîyan, li Almanyayê û dewletên din ên Ewropayê dikin.       

Pirs: A rast, projekta ‘Verarbeiten, Vergeben, Versöhnen’ a ku we girtiye ser xwe, gelekî muhîm e û hêvîya meriv xurt dike. Min nedîtiye ku berê dem û dezgeyeke me kurdan, projektekê wiha muhîm dabe ber xwe û bi girîngiyeke mezin, projeyekê wiha meşandibe. Ev projekta we jî, nîşan dide ku çuqasî pêdivîya me bi dezgeyên mîna a we, bi dezgeyên sivîl heye ku em bikaribin bi serbestî arîşeyên xwe minaqeşe bikin û çareserîyekê ji wan re peyda bikin. Gelo, çi faktor bûne sebeb ku hûn dest bi vê projeyê bikin? Û destpêkê da, helwista berpirsên hikûmeta wîlayeta Nordrhein-Westfalen a Almanyayê çi û çawa bû ji bo vê projeyê?

Bersîv: Ji bo ku em bikaribin jiyaneke hevbeş, wekhev bimeşînin û tundbûn rabî, em pêwist dibînin ku ev proje, were destpêkandin û em hêvî dikin, ku hûn jî sponsortîya wê bikin. Me nivîsî, rastî gelekî zehmet e ku projekteke wisa, bi fermî were amadekirin. Bes ji ber ku gelek daxwazên din jî hene û butçeya wan jî ne gelekî wisa mezin e, û qebûl kirin. Vê yekê jî, alîkarîyeke mezin da me. Û di destpêkê de, me hewl da ku em bi hemû alîyan re vê projektê dewam bikin û wan, tevlî prosesê bikin. Û heta ji me hat, me xwest em bişopînin, bibînin û encaman derbixin holê. Loma jî yek ji rêvebirê projeya me Arne L. Gelirichê alman e û pisporê warê aşitîyê û şer e. Teza doktoraya xwe jî li Universîta Göttingenê dinivîsîne û ji ber ku ew ne ji beşekê kurd û Kurdistanî ye, dikare bi awayekî objektîv li meseleyê binêre, binirxîne û raporteke jî dinivîsîne. Herçuqasî em civînan (rûniştinan) dikin jî, heta niha heft (7) rûniştinên mezin çêbûn û herdem, dinivîsîne û em bi hev ra dinivîsînin û di dawîya projektê de, ewê were nivîsandin û wekî dokument were belavkirin.          

Pirs: Bi qasî ku min dî, heta a niha bi dehan rewşenbîr, lêkolêr, nivîskar û akademîkarên kurd, beşdarî civînên we bûn. Herweha, beşdarîya şêx û alimên êzdî û gelek alim û melayên kurdên misilman jî, hêvîya meriv geş û xurt dike. Ligel vê yekê, em dizanin ku hinek rewşenbîr û alimên êzdî û ên kurdên misilman jî, xwe ji vê projeyê dûr xistine û nexwestine ku beşdarî vê prokektê bibin. Gelo sebebê vê nêzîkwerîya negatîv çi ye? Ji kerema xwe, tu dikarî hinekî behsa vê rûdanê bikî? Yanî, em dizanin ku hinek kes an beşdar nebûn, an jî nexwestin ku beşdar bibin. Ji ber çi sebeban?

Bersîv: Ev proses, ev proje, hê destpêk e. Em wekî destpêkê dibînin. Rast e, ku projekta nû were li gor tecrubeyên miletê me, civaka ku me heyî, yanî metirsî hene, tecrube ne baş bûne belkî û hinekan xwestine projektê bi aliyên sîyasî ve bikşînin û di destpêkê de ez normal dibînim ku hemû kes naxwazin tevlî bibin. Lê ez bawer dikim yanî bêhtirîn hêdî hêdî xwiya dibe ku ev projekt, tek e. Yanî hewl dide ku behsa problemên heyî bike ku ev problem, hene. Neku, wan meseleyan veşêre. Û ev proses yanî aktorekî natural, hikûmeta Nordrhein-Westfalen alîkarîyê didiyê û ew jî tîne zemînekî ku were qebûlkirin ji aliyê hemû alîyan ve jî. Û rast e nimûneyên wekî vê projektê civaka me a kurdan de, kêm hene bi rastî û li dîyasporayê jî, heta niha tu nimûneyên wisa nînin û lewma jî, em gelekî bi hesasîyet li vê projektê mêze dikin û em dixwazin, vî karî gelekî cidî bikin. Em dixwazin bi asteke profesyonelî bikin û ez bawer im êdî hêdî hêdî ew kesayetên, ew şexsîyetên ku niha xwe di nava projektê de nabînin, em wan jî qezenc bikin, em wan jî tevlî bikin. Û di dawîyê de, em bigihêjine encamekê ku hemû alî jî bikaribin qebûl bikin. Ji ber ku projekta em li ser disekinin, ne projekta sereke sîyasî ye. Rast e, beşên wê ên sîyasî hene. Bes ev proses ji bo lihevhatina civakê ye û herçuqasî hinek xuşk û birayên êzidî kurd nebînin jî mafê wan e. Em tu kesî, yanî em kurdayetîya xwe li tu kesî ferz nakin. Bes beşek Kurdistanî ne ku xwe kurd jî nebînin Kurdistanî ne. Lê herdem girêdanîyekê me a nêzîk û xurt dê hebe.        

Pirs: Di civînan da, me dî ku arîşeyên di navbera kurdên misilman û êzdîyan da, hema bibêje li her perçeyê Kurdistanê û li welatên Ewropî, ji hev cuda ne û carinan, dîtinên gelemperî dibin sebebên xeletîyên mezin. Ez bawer im ji ber van sebeban, we civînan ji hev cuda kir û ji bo her perçeyekê welêt, we dest bi pêkanîna civîneke taybet kir; wekî civina bi navê ‘Pirsa Êzdayetî (I) – Nêrînên ji Bakurê Kurdistanê’ û di civînê da jî, beşdar bi taybetî li ser arîşeya vegera êzdîyên bakurê Kurdistanê rawestiyan. Civînên we, gelo dê li ser vê prensîbê bimeşin êdî? Yanî wekî rewşa li rojava, başûr û hwd. an?

Bersîv: Herçuqasî rastîya miletê kurd li gorî dewlet û li gor herêmên ku em li wir dijîn, taybetmendîyên wan hene. Di dawîya dawî de em miletek in û em nikarin bibêjin pirsa êzdayetîyê li Bakurê Kurdistanê tiştekî dî ye, li Başûr an jî li Rojava, em hemû yek dibînin û di rûniştinên pêşîya me da jî em ê bêhtirîn li ser bisekinin, gelo tiştê ku me nêzî hev dikin çi ne, neku nakokîyên di tarîxê de bûyî. Em wan qebûl dikin, wan dişopînin û em hê jî didomînin vê prosesê. Bes em dixwazin gelek nuxteyên ku me digihînin hevûdu; em bibêjin ziman, kevneşopî, folklor û yanî hewqas tiştên me bi hev ra hene, em nikarin ji hevûdu veqetînin.       

Herçuqasî em bibêjin cudabûneke dixin nav de jî an jî taybetmendîyeke xwe hebe jî, rast e bes yanî gelek gelek tişt me nêzî hev dikin. Û tiştekî hesas heye; em hejmareke mezin li Almanya, bi taybetî li Almanyayê. Li dewletên din jî yanî ku niha em wekî civaka kurdî-êzidî em bikaribin mekanîzmeyekê ava bikin ku em bikaribin bi hev ra kar bikin, bawerîyê di navbera xwe de çêbikin, em dikarin bandorekê gelek mezin li ser civaka, li ser sîyaseta almanan jî çêbikin. Ji bo zimanê kurdî, ji bo berjewendîyên kurdan, ji bo dîplomasîya kurdî, ji bo dîplomasîya êzidîyan jî. Lê pêwîst e ku em pêşî bi hev re bikaribin bikevin nav danûstandinê. Bi hev re projeyan çêbikin, em hevûdu nasbikin, em ola êzdayetîyê bidin naskirin ji bo nifşên nû ên kurdan ku li Almanyayê mezin bûne. Di vir da gelek gelek tiştên baş hene ku em dikarin bi hev re bikin. Lê ji bo vê jî yanî em bibêjin bingehek pêwist e, bingeheke yeka manewî yeka sîyasî û ev bingeh jî, ez hêvîdar im ku ev belgenameya me be, a ku di 3ê meha 12an de bi fermî em dê îmze bikin û bi beşdarîya gelek rêzdaran, gelek şexsîyetên giranbûha, xwedîbandor ên wekî Şêx Murşîd, Mîr Hazim, wekî em bibêjin wezîrê alman û cigira serekê parlomentoya Nordrhein-Westfalenê Bêrîvan Aymaz, serokê parlamentoya Kurdistana Başûr, parlamenterên cuda cuda û serokên partîyan. Yanî, gelek kesên dî hene ên giranbûha û ê vê dokumentê îmze bikin û ev dokument jî, dê bikarbibe bibe bingeh ji bo hevkarîya siberojê de di navbera dezge û rêxistinên êzidî û kurdan de.     

Pirs:  Heta a niha, gelo çend kes beşdarê vê projektê bûne û hûn li gor kîjan krîteran, banga beşdarîya projektê (vexwendin) li mirovan dikin? Yanî, li gor kîjan prensîban?

Bersîv: Metoda me a konferansê çawa ye? Di destpêkê de yê ku em bibêjin pispor in di vê dawê de ji alîye êzidîyan, ji alîyê oldaran yê ku em bibêjin bêhtir neteweyî difikirin, em wan beşdarî projeyê bikin û beşek ji van herdem yanî ji destpêkê heta dawîya projektê werin tevlîkirin bes her rûniştinê jî em dixwazin hinek kesên nû jî li projektê zêde bikin, li konferansê li rûniştinên xwe zêde bikin ji bo ku ji alîyekî ve beşek ji destpêkê ve heta dawîyê vê projektê hildin ser milê xwe û bi nêrînên nû jî, projekt were dewlemendkirin. Rûniştina me a 29ê meha 10an dîsa li Kolnê du (2) profesorên alman gelek şexsîyetên em bibêjin ên nû ên ku heta niha tevlî nebûne, ew jî dê werin çi êzidî, çi alman, çi misilman û ê perspektifeke nû jî bidin projekta me.   

Pirs: Gelo ev projekta we a bi navê ‘Hevpeyvîn, Lêborîn û Lihevhatinê’, di jiyana me da; çi kurdên misilman çi êzdî bin, dikare çi biguherîne û çi tesîrê li me bike? Em dizanin ku a niha xwedûrxistin û krîzeke berbiçav a ramanî heye di navbera kurdên misilman û êzdîyan de û ev yek, dibe sebebê cudakarîyê. Ev projekt, bi rê û rêbazên çawa dikare xizmeta jiholêrakirina vê cudakarîyê bike?

Bersîv: Kek Alî wekî te jî gotiye ev projekta me, ez bawer dikim cara yekem e yanî di tarîxa me kurdan de tê lidarxistin, tê amadekirin. Niha bandora wê dê çawa be em dê bi hev re bibînin. Herçuqasî niha konferansa me bi behtirî bi tevlîbûna ronakbîr, oldar yanî beşeke elît a civaka kurdî-êzidî pêk tê jî dewamîya vê projeyê de dê bandorê li ser civaka Kurdistanî û Êzdayî bîne, bike. Ji ber ku di tarîxê de em dimeyzênin ku prosesa em bibêjin integrasyona Yekîtîya Ewropa bi kê dest pê kir; bi serokên dewletan dest pê kir, elît em bibêjin beşên dewletan, serokên partîyan dest pê kirin û dure li hev hatin, li ser xalên bingehîn yê ku lihevhatinê ne, butçe dane wan û êdî civaka sivîl jî tevlî bû, em bibêjin xort tevlî bûn, programên unîversîteyan hatin çêkirin. Niha tu dikarî unîversîteya xwe li Almanyayê  dest pê bikî û li Parîsê, masterê biqedînî. An jî tu dikarî kar bikî. Em bibêjin gelek derfet çêbûne û em jî, wekî komel û dezgeyên ku niha li Almanya dimînin û partî, em jî dikarin niha li ser vê astê, li ser vê bingehê; bingeha ku em li hev werin, em dikarin gelek projektan çêbikin ji bo xortan, ji bo mafê jinan, ji bo em bibêjin fêrbûna sîstema sîyasî a alman, civaka almanî û yanî gelek projeyan em dikarin çêbikin li ser xalên girîng em li hev werin û wekî êzdî û misilman, yanî em gavekî heta du-sê gavan biavêjin ji bo xuşk û birayên êzidî û em berpirsîyarîya xwe a dîrokî, niheqîya ku bav û kalên me kirine qebûl bikin û em karibin vê tundbûna ku çêbûyî hinekî nerm bikin û di dawîyê de, ji holê rabikin û dawîya dawî da ku ne problem bî yanî ji me re ku yek bibêje ez xwe êzidî dibînim, an jî xwe misilman dibînim an jî yeka dî, bi hev re wekî mirov an jî em bibêjin wekî beşekê civaka Kurdistanî em digihêjin hevûdu. Yanî di dawîyê de hêvîdar im ku em bigihêjine vê astê. Jê ra dem lazim e, bes ez di wê bawerîyê de me ku emê karibin bi ser bikevin.                

Pirs: Bi qasî dizanim yek ji rêvebirên vê projeyê jî, Arne Gellrichê akademîsyenê alman e û di hemû civînan da amade ye û beşdarî civînan dibe. Bi dîtina te, welatîyên alman vê arîşeyê çawa dinirxînin û çi dibêjin, ji bo çareserîyê?

Bersîv: Wekî rêvebirê komeleyê min bi xwe re, rastî gelek girîng bû û min pêwîstîyek dî ku alman jî tevlî bibin. Ji ber ku em naxwazin civînên xwe di navbera kurdan û êzidîyan tenê de pêk bihînin. Em dixwazin civaka alman jî tevlî bikin. Ji ber ku em xwe beşekê civaka almanî jî dibînin û di dawîyê de, alîkarîya me bi wan heye, dezgeyên wan hene, em bibêjin partîyên wan ên sîyasî hene, wezaretên wan hene. Ji bo ku em bikaribin vê prosesa xwe dewam bikin, pêdivîya me a madî û manewî bi wan heye. Bes em dixwazin bibin nimûneyek ji bo çareserîya pirsgirêkên ku di nava civakê de hene. Belkî niha sedemên vê olî bin, belkî sîyasî bin û ên cuda cuda hebin, û em nimûneyeke baş bidin xwiyakirin, dersên baş ji tarîxê bigrin û em dokumenteke ku em bikaribin li hev werin, em îmze bikin; ev dibe nîşaneke gelekî erênî, gelekî baş ji bo ku em wekî milet ji aliyê civaka pirranî a almanî de jî werin qebûlkirin. Em dizanin niha tarîxa kurdan li Almanyayê ji ber wan pirsgirêkên sîyasî ên salên 90î da wekî ambargoyekî li ser civaka kurdan çêbûye û eve 30 sal in dewam dike. Ji me ditirsin, civaka alman ji me ditirse. Dibêjin civaka kurdan xwe nêzî wan nekin. Herçuqasî vekirî (aşkera) nebêjin jî wilo difikirin û nêzîk dibin; ji ber ku ew gelekî tûnd in, dibêjin nêzî terorê dibin û nizanim gelek tiştên dî; lê ku bi awayekî aşt em bi wan bidin xwiyakirin û bi zimanê wan jî em bibêjin almanan bi xwe re jî, axaftvanên almanan, serokên partîyan, hingê em rêyekê vedikin ku civaka kurdî wekî civakekê aştîxwaz, civakeke çêker, civakekê ku bawerî pê werî, em nîşaneke wiha didin û hingê dê gelek rê li ber me vebin. Û lewma êwîst e di destpêkê de ku Arne L. Gelirich tevlî vê prosesê dibe û alîkar e wekî rêvebirê projektê.         

Pirs: Dizanim ku hûnê di roja, sisê (3)ê meha 12an (2023) da, wekî encamdana vê projeyê, civîn û çalakîyeke berfireh pêk bihînin û dê gelek şexsîyetên muhîm û naskirî, beşdarî vê çalakîyê bibin. Ji kerema xwe, tu dikarî derbarê vê civînê da hinek agahîyên berfireh bidî me?

Bersîv: Rast e. Di 3ê meha Qanûnê (12) me salonek girtiye li bajarê Kolnê. Di wir da emê bi beşdarîya 200-250 şexsîyetên xwedîbandor û giranbûha, emê bigîhêjin hev, emê bi fermî wê belgenameya pêkvejiyana wekhev îmze bikin û dure, êvarê programa me a fermî heye; bi axaftinan û bi muzîkê û bi şahî, û em hêvîdar in ku ev roja 3ê meha 12an, bibe rojekê biratîyê di navbera kurdên misilman û êzidî da û ev bi fermî bibe destpêka prosesekê nû di nav civaka Kurdistanîyan de. Û gelekî pêwist dibînim, manîdar dibînim ku ev proses li diasporayê dest pê bike; ji ber ku dîyaspora xweyî qewet, xweyî potansîyeleke gelek mezin e; heta niha me ev potansîyela baş bikar neanîye. Yanî çend milyon kurd li dîyaspora Ewropa tenê dijîn û gelek bi hêsanî dikarin bigihêjin hev, çi bi rêya dijîtal be an jî bi rûbirû; ji ber ku qiteyeke gelek biçûk e danûstandin gelekî hêsan dibe. Zextên sîyasî nînin, azadîyeke berfireh heye û yanî em bibêjin pisporên me û rewşenbîrên me, oldarên me hemû dikarin bigihêjin hevûdu, ji hemû alîyan ve dikarin projektên baş derxin, ji bo civaka me bi pêş bikeve. Ê ev jî nimûneyek e, ez hêvîdar im ku nimûneyeke çêker be, em li ser vê kar dikin, em bi şev û roj li ser vê kar dikin û ez hêvîdar im ku emê bikaribin motîvasyonê bidin gelek xuşk û birayême ên din jî.

Yanî projeyên wekî vê projeyê bişopînin, derxin holê, biafirînin. Em amade ne vê prosesê dewam bikin. Em di nava danûstandinan da ne. Bi civaka almanî ra, bi dezgeyên almanî ra û dawîya vê mehê em hewl didin ku herin Kurdistanê. Li Kurdistana Başûr, li Hewlêrê û li Lalişê konferansan pêk bihînin, em behsa projeya xwe bikin û armancên projektê û em hêvîdar in ku karibin hêvîyeke li Kurdistanê çêbikin. Ji ber ku ev proseya dîyalog, ji hevûdu famkirin, tehamûla hevûdin xurtir bibî û bi pêş bikevî. Hemû yanî em ji bo berjewendîya miletê xwe kar dikin, em xizmetê dikin û em gelekî spasîya biraê Alî dikin û hemû beşdaran dikin ên ku ji cihê gelekî dûr carinan tên û tevlî konferansê dibin, nivîsan amade dikin. Bi rastî, ev proje ku bi ser bikeve bi alîkarîya hemû beşdaran dê bi ser dikeve. Û ez hêvîdar im ku em rêya xwe bi hev re dewam bikin ji bo berjewendîyên miletê xwe. Spas û bimîne di xweşîyê de.           

Hevpeyvîn: Alî Gurdilî
  • 20.09.2023


  • Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
    PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

    Gotarên Têkildar

    Şiroveyek

    1. Têbinî: Qeyda dengî a vê hevpeyvînê heye. Ev hevpeyvîn, ji qeyda dengî a rêzdar Kahraman Evsenî, bi awayekî sponton û resen, ji aliyê Alî Gurdilî ve hatiye nivîsîn. Dure, em dê qeyda dengî jî li ser vê rûpelê bar bikin. Bi xweşî bixwînin.

    Leave a Reply

    Your email address will not be published. Required fields are marked *

    Back to top button