Gotar: WergerPhilosophia

Felsefa Dibistana Stoaê û Tesîra wê a li ser Ramana Îslamî

Felsefa Dibistana Stoaê û Tesîra wê a li ser Ramana Îslamî

Di tarîxa felsefê da, ekola Stoaê yek ji wan ekolên muhîm e, ku tesîrekê mezin li ser gelek raman û ekolan kiriye û ew xistine bin tesîra xwe. Ekola Stoaê (B.M) di sala 300an da li Atînayê hatiye damezrandin û feylesofê Zenonê Qibrîsî demezrînkarê wê ye. Ev dibistan, di cîhana îslamî da bi navê ‘Rivakiyye’ê dihê nasîn û zanîn. Dibistana Stoaê, wekî sê dewran hatiye dabeşandin: Dibistana Pêşîn, ku bi navê ‘Dibistana Stoaya Kevin’ dihê nasîn, ji aliyê Zenonê Qibrisî (B.Z.336-264) ve hatiye damezrandin û Kleantres (B.Z.331-232) û Khrysipposî (B.Z.280-210) jî, navên muhîm ên vê dibistanê ne.

‘Dibistana Stoayê a Navînî’ jî bi pêşengîya Diogenesî (B.M.412-323) hatiye damezrandin û feylesofên Panetius (B.M.185-112) û Poseidoiossî (B.M.135-51) jî wekî endamê vê dibistanê dihên nirxandin. Dibistana Stoaê a Dawî’ an jî ‘Stoaya Împaratorîyê’ jî, bi pêşengîya Seneca (B.M.4 – P.M.65), Epîktetos (P.M.50-130) û Marcus Aureliusî (P.M.121-180) va Piştî Mîladê di sedaala I û IIan da, hatiye damezrandin. Ev sê tevgerên felsefî ên Stoics, li herêma Behraspî û li navçeyên cuda û di demên cihê da, derketine holê. Herçuqasî xwedîyê hinek ramanên cuda bin jî, ramanên wan axlebî li ser esasê exlaq, adalet û fazîletê ne. Ev tevgera ramanî ku Beriya Mîladê di dawiya sedsala IVan de dest pê kiriye, li Romayê jî, ji xwe ra hinek aligiran peyda kiriye. Dibistana Stoaê, bi rîya ramanên Seneca û Marcus Aureliusî, hatta dawîya (P.M) sedsala IIan jî, tesîra xwe berdewam kiriye. Ji bilî vê yekê, meriv dikare bibêje ku tesîrekê mezin li teolojîya xiristiyanîyê, Shakspeare, Spînoza û Butlerî jî kiriye.

Tesîra Exlaqê Stoaê di Serdema Navîn, Dewra Ronesans û di serdemên nûjen de jî berdewam kiriye, li dibistanan hatiye xwendin û philosophên mîna Montaigne, Descartes û Pascal, ji ramanên stoîk sûdeke mezin wergirtine. Dibistana Stoaê jî ku yek ji wan tevgerên mezin a dewra Helenîstîkî ye, mîna hemdemê xwe dibistana Epîkurê hewl daye ku nêrînekê jiyanê a ku dê bikaribe merivan bigihêjînê bextewariyê, raxe holê. Zenonê demezrînkarê vê dibistanê gotiye ku, bextîyarî girêdayî helwesta me ye û ne girêdayî tesîra faktorên der û qederê ye. Ramanên bi vî hawî ên Zenonî, di ramana îslamî da bi ramana îradeya cuz’î xwe daye der. Wekî dihê zanîn, Zenon girîngiyeke mezin daye ramanên Sokrates û gotiye ku bextîyarî ne girêdayî tişteke dunyewî ye, an jî ne zengînî û tenduristî ye. Herweha dîsa gotiye ku tenê fazîletdarî an jî bêfazîletdarî, baş an jî xirab e.

Li gor bîr û bawerîya Zenon fazîletdarî, wekî rewşekê hişî a aram, herdem baş e û bêfazîletdarî jî rewşeke hişî a bêaram e û ziyandar e. Li gor bîr û bawerîya Stoîsîstan fazîlet, di jiyana şexsan da tekane tiştê baş e. Bi gotineke din fazîlet, baş’a herî bilind e û wezîfeya ku em ji ber xwe ve pêk dihînin e. Wekî din hemû tiştên mayî yên wekî tenduristî, hebûnî (serwet), navdarî, kêf, şahînî û hwd. ji ber ku dibin armanca daxwazên me, xirab in. Ev ramana wan, li cem gelek feylesofên îslamî jî hatiye dîtin. Mesela Nesîredînê Tusî di berhema xwe a ‘Exlaqî Nasrî’ da li ser van mijarana rawestiyaye û li ser fazîlet û rezilîtiyê ramanên xwe aniye zimên. Dîsa Yahya ibn Adî jî di kitêba xwe ya ‘Tehzibu’l Ahlak’ (Perwerdeya Exlaqê’ da, li ser wesfên merivên kamil rawestiyaye û wesfên ku divabe merivên kamil xwediyê wan bin, bi berfirehî destnîşan kiriye.

Zenon cara yekem felsefe wekî mantiq, fizîk û exlaq kiriye sê beş û exlaqê jî, wekî mijara herî muhîm an jî, navenda felsefê dîtiye. Herweha wisa bawer kiriye ku ji bo têgihiştineke çak a exlaqê, pêdivî bi fizîkê heye û hewl daye ku exlaq û fizîkê jî, bi mantiqê şirove bike. Di van mijaran da û bi taybetî jî derbarê ‘zanîna tiştên îlahî û mirovî’ da û di mijara dabeşandina felsefê a wekî mantiq, exlaq û fizîkê da, dibistana Stoaê, li felsefê zêde kiriye û ji wir jî, xwe berdaye kûrahiya ramana îslamî. Ango ev raman, têkarîya dibistana Stoaê ye. Lewre Îbn’î Ruşd di berhema xwe a ‘Faṣlu ‘l-Maḳāl’ ê da, dibêje ‘felsefe, bi rîya fikirîna li ser zindiyên ku hatine afirandin, xwe gihandina afirînkar e.’ û ramanên bi vî hawî raber dike. Mîna Zenonê Qibrîsî, ramana îslamî jî girîngiyeke mezin daye mantiq, fizîk û exlaqê. Mesela Îmamê Xezalî gotiye ku ‘merivên bi mantiqê nizanibin, meriv ji ilmê wan bawer nake.’ û girîngîya mantîqê bi awayekî aşkere raber kiriye. Feylesofên îslamî di danasîna fazîletê da, di bin tesîra ramanên Sokrates û dibistana Stoaê yên ku derheqê exlaqê de ne, mane. Lêbelê di mijarên ku dînê  îslamê wan qedexe kiriye da, ji ramanên dibistana Stoaê cuda bûne. Mesela Zenon û şagirdê wî Kleanthesî, xwekuştinê heq (rewa) dibînin. Lêbelê feylesofên îslamî, xwekuştinê rewa nabînin û wekî gunehekê diwesfînin.      

Ji bo dibistana Stoaê mijareke din a muhîm, dîalektîk e. Bi taybetî jî li ser dialektîk û retorîkê rawestiyane. Retorîkê, mîna huner û zanîna axaftina spehî (xweş) û dialektîkê jî, mîna bi rîya pirs û bersivan, zanîna mineqeşeya rast nasandine. Bi taybetî jî raman û xebatên Khrysipposî ên derheqê dialektîkê da, di tarîxa felsefê da gelekî balkêş hatine dîtin. Ji ber vê yekê jî Diogenes Laertiosî, gotina wî a ku gotibû ‘heke di nav xwedayan de dîalektîk hebûya, dê bişibîya a Khrysipposî’ vediguhezîne me. Ev yek jî destnîşan dike ku feylesofên Stoaê derheqê dîalektîk an ‘cedel’ê (nîqaş, minaqeşe) da, gelekî serkeftî bûne. Piştî ramanên Arîstotelesî ên derheqê dîalektîkê da ku Arîstoteles di tarîxa felsefê da wekî ‘Mamosteyê Pêşîn’ (Muallimu’l-evvel) dihê nasîn, Stoîsîstan jî ramanên muhîm raber kirine. Vê yekê jî weha kiriye ku di dema şerha berhemên Arîstotelesî ên derheqê mantiqê da, ramanwerên misilman bêtir lê haydar bin û xebatên xwe bi hûrbijarî bikin. Herweha meriv dikare bibêje ku xebatên Stoîsîstan ên derheqê mantiq û dîalektîkê da pêk anîne, bala feylesofên mîna Farabî û Îbn’î Sîna jî dane ser xwe û feylesofên navborî jî, li ser heman mijaran ramanên muhîm raber kirine.   

Di dewra dawî a Stoaê da, rola vînê (îrade, will) a li ser şexsan bilind hatiye nirxandin. Li gor bîr û bawerîa Stoîsîstan jiyan, şerek bêeman e ku di navbera du dijminan da diqewime û wusa jî diqede. Ango, ew şer e ku di navbera azadî û bengîniyê da diqewime ye. Ji bo ku meriv bikaribe di vî şerî da bi ser bikeve, divê meriv rê li bengîniyan (daxwaz, xwestek, ihtîras) bigire, wan zeîf bike an jî divê wan ji holê rabike. Ji ber vê yekê jî, divê meriv bi ferqa di navbera wan û meylên siruştî da hene, bizanibe. Li gor Zenonî, her meyla (dilxwazî) me jî, dûajoyek (içgüdü, instinct) e. Heçku, li cem merivan hêza aqil heye û ev yek jî, rîya surûştê a herî herî xwetesîrdar e, ku dixwaze bi vê yekê bigihêje armancê. Dema meriv çav li feylesofên Stoîsîst digerîne, meriv dibîne ku di nav wan da merivên kole û hukumdar jî hebûne. Epiktetos, kole bûye û Marcus Aureliusî jî, hukumdar. Lê herdu merivan jî, heman felsefê pejirandine.

Dîsa feylesofên Stoîsîst weha bawer dikirin ku hemû meriv, birayên hev in û welatîyê dinyayê ne. Di ramanên dibistana Stoaê da alîyê dînî, bi awayekî aşkere di ramanên Marcus Aureliusî da xwiya dike. Seneca û Aureliusî, bawerîya xwe bi zindîtîya ruh dihînin. Ango li gor bawerîya wan, ruh nemir e. Lê Epiktetos, bawerîya xwe bi nemirina ruh nayne. Di nav feylesofên îslamî da jî, li ser vejina nû a cismanî an ruhanî, nîqaş hatine kirin. Lêbelê li ser zindîtîya ruh, neketine nîqaşan. Çimkî ji ber bawerîya xwe a dînî, weha bawer kirine ku ruh, nemir e. Ji bilî meseleyên exlaqî, Stoîsîst girîngiyeke mezin dane mantiq û fizîkê jî û zanista fizîkê, şibandine darekê ku li avahîya kozmosê vedikole. Stoparêzan zanista fizîkê şibandina darekê, exlaqê şibandine zeviyekê berhemdar û mantiqê jî, ji bo ku fizîk û exlaqê diparêze, şibandine keleh an sûrekî.

Felsefê jî şibandine heyînekê zindî, mantiqê jî şibandine hestî û rehikên wê hêyîna zindî û fizîkê jî, şibandina ruhê wê heyînê. Di felsefa dibistana Stoaê da, cihê mantiqê muhîm e. Diogenes Laertios (P.M. sedsala 3an) derheqê mantiqê da weha gotiye: ‘Li gor baweriya Stoîsîstan, perwerdeya mantiqê bivênevê ye. Çimkî, mantiq fazîletek e û hemû fazîletên mayî jî, di hundirê xwe da diguncîne. Kesên ku bi mantiqê nizanibin, dê ji bêgavîyê çewtîyan bikin. Lêbelê mantiq, rê nîşanî merivên zana dide, da ku bikanibin rastîyê jî çewtîyê cuda bikin. Mantiqzan, di her demê da zana ne. Çimkî mijarên exlaqî û fizîkî encax bi saya mantiqê, dikarin werin têgihiştin. Rastîya cumlan û sererastkirinên qanûnan ên derheqê tevgerên merivan da, encax bi saya mantiqê dikarin werin têgihiştin.’ Ramanên feylesofên mîna Farabî, Îbn’î Sîna û Xezalî, di vê mijarê da gelekî dişibine ramanên Stoîsîstan. Çawa ku me berê jî raber kir Xezalî bi xwe jî gotiye ‘meriv, ji ilmê kesên ku bi mantiqê nizanin bawer nake.’ Farabî û Îbn’î Sîna jî ne wekî amûrekî, lêbelê wekî zanistekî mantiqê wesfandine. Stoîsîst, derheqê mantiqê da mîna Arîstoteles nafikirin. Arîstoteles mantiqê ji bo felsefê wekî amûrekî dibîne. Lêbelê Stoîsîstan gotine ku mantiq, ne amûrek e û perçeyekî, felsefê ye. Ango, li gor nêrîna wan mantiq, ne amûrekî ramanê, an jî teknîk û hunereke ramanî ye. Beravajîya wê, navê tevlîbûn û hevkarîyê ye. Stoîsîst mantiqê, wekî dialektîk û retorîkê kirine du beş. Sebebê vê dabeşandinê ew e ku di ramanên wan ên philosophic da, raman û zimên, ligel hev in û weha dihêne nirxandin. 

Xebatên Zenon ên li ser zimên, tesîrekê mezin li nifşên din kiriye û weha kiriye ku ew jî, heman xebatan bidomînin. Bi vî hawî felsefa zimên û teorîya zimên, a ku Stoîsîstan wê ava kirine, tesîrekê mezin li dewrên din û li dewra Romayîyan kirine. Ev tesîr, di perwerdeya zimanên kevin (berê) da, girîngiya xwe hê jî didomîne. Stoîsîstan girîngiyeke mezin dane arîşeya têkilîya zimên û ramanê û etîmologîê. Û vê yekê jî weha kiriye ku bi berfirehî, li ser mijara gramerê rawestin. Ji ber vê çendê jî dihê gotin ku Stoîsîst, demezrînkarê zanista gramerê a kevneşopî ne. Ji bilî vê yekê, Stoparêz bi armanca têgihiştina sentaks û formên xususî ên cumlan; bi helbest, zanîna pîvanê, muzîk û felsefa zimên re jî mijûl bûne. Di felsefa îslamî da jî, nîqaşa têkilîya mantiq û gramerê çêbûye.

Li ser vê mijarê meriv dikare behsa nîqaşa ku di navbera Ebu Bişr al-Matta (870-940) û şagirdê wî ku gramerzanekî navdar e Ebu Saîd’ el-Sirafi (893-979) da pêk hatibû, bike û wekî xebateke nimûneyî raber bike. Wekî dihê zanîn Ebu Bişr al-Matta, mamosteyê Farabî ye û weha, dihê nasîn. Derheqê vê mijarê da, dîsa meriv dikare behsa xebata Farabî a li ser pênc tevbaran (tümel, üniversal) bike. Farabî di vê xebata xwe da, Porpyriosî şopandiye. Lêbelê Stoîsîst bi tenê li ser cins, cure û celebê rawestiyane. Farabî jî mîna Stoîsîstan, nimûneyên ‘ewtîna kûçikan’ û ‘hirîna hespan’ raber kiriye û ev yek jî, nîşanî me dide ku Farabî ji Stoîsîstan ketumet bûye û di bin tesîra wan de, maye. Derheqê pênaseyê da jî, Stoîsîst û Farabî, li ser ‘hadd’ û ‘resm’ê rawestiyane. Bi qasî ku em dizanin li cem Arîstotelesî, cudahîya ‘hadd û resmê’ tune. Kesên ku cara yekem wan cuda kirine, Stoîsîst in. Xwiyaye ku Farabî jî di bin tesîra wan de maye û wan, bi heman şeklî cuda kiriye. Ji bilî vê yekê, derheqê cudakirina tasavvur û tasdîkê jî, tevlîheviyek xwiya dike. Çimkî hinek dibêjin cara yekem, Arîstoteles wan cuda kiriye, hinek dibêjin na, Stoîsîstan wan cuda kirine û hinek jî dibêjin ku Farabî wan cuda kiriye. Lêbelê, heke em bibêjin ku cara yekem  Arîstoteles wan cuda kiriye, bêguman dê ev yek ne rast be. Dema em li çavkanîyan mêze dikin em dibînin ku Osman Emin, di berhema xwe a bi navê ‘Felsefetu’r-Revakiyye’ û Ali Sami en-Neşşar jî, di berhema xwe a bi navê ‘Menahic’ê da, nivîsandine ku ev cudakirin, cara yekem ji aliyê Stoîsîstan va hatiye kirin. Farabî, bi tenê dibêje ‘ilm, tasavvur û tasdîk e.’ û wan nasandiye. Di vê helwesta xwe de, bêguman meriv dikare bibêje ku Farabî di bin tesîra Stoîsîstan de maye. Lewma, kesê ku cara yekem vê cudakirinê kiriye ne Farabî ye. Lê kesê ku di cîhana îslamî da vê cudakariyê kiriye, bêguman Farabî ye. Derheqê teorîya zanînîyê da jî, ramanên feylesofên Stoîsîst û feylesofên îslamî, gelekî dişibine hev. Stoîsîst bawerîya xwe bi zanînên ku çavkanîya wan sehek in dihînin û hinek ji wan jî, weha difikirin ku meriv, bi zanîna xwe diwelidin. Ango, zanînî (bilgi, knowledge) ji bûyînê (zayîn) va li cem merivan hene. Ev bawerîya wan, bi navên ‘mahsusat û muşahedat’ê û bawerîya zanîna ku ji zayîna meriv tê jî, bi navê ‘evveliyat’ê hatine vegotin. Di dawiyê de ez dibêjim zanist (science, bilim) bûyerek e û wekî Kindî jî gotiye, ‘ji kê were bila were, divê em wê bikin sertac û deynin ser serê xwe.’

Di meşa mirovahîyê da, keda Mamosteyê Yekem (Arîstoteles) gelek mezin e û mijarên ku wî kêm hiştine, şopgirên wî hewl dane ku wan temam bikin. Li vir em dibînin ku hinek mijarên ku Arîstotelesî wan temam nekiriye, Stoîsîstan wan temam kirine. Û hinek mijarên ku Stoîsîstan wan kêm hiştine jî, ramanwerên îslamî wan temam kirine. Mesela Arîstoteles di berhema xwe ya ‘Organon’ê da, behsa pêşniyarî û kiyasên bişert nekiriye. Lêbelê piştre, Stoîsîst li ser vê meseleyê rawestiyane. Feylesofên mîna Farabî jî, vê meseleyê belav kirine û çêtir dane zanîn. Dîsa derheqê exlaqê de jî, Stoîsîstan hinek nêrînên ku dişibine nêrînên Arîstotelesî (Arîstoteles wan di berhema xwe a bi navê ‘Ethika Nikomakheia’ê da vegotiye) raber kirine. Heman nêrînan, em di berhemên ramanwerên îslamî da jî, dibînin. Mesela derheqê vê mijarê de berhema Îbn Miskeveyhî a ‘Tehzibu’l-ahlak’ û berhema Nasiriddinê Tusî a ‘Ahlaki Nasiri’ du nimûneyên aşkere ne. Dîsa aşkere ye ku cudakirinên Stoîsîstan ên tasavvur, tasdîk, hads û resm’ê, bi heman hawî li cem ramanwerên îslamî jî dihên dîtin. Derheqê mijarên jêderka zimên, têkilîya zimên û mantiqê û têkilîya zimên û gramerê de jî, ramanên wan dişibine hev.

  • Prof. Dr. Îbrahim Çapak
  • Çavkanî: Kovara Sabah Ulkesi. Hejmar 44. 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button