Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’ (02)
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’ (02)
Çiyagera Kurd
Neteweya kurd ji bo netewdewletbûnê mixabin dereng maye. Netewdevletbûn ji ber guherindina pergala nû ya cihanê bi taybet ya aborîyê di sedsala 19an de dest pê kiriye û heta dumahîka sedsala 20an jî berdewam kiriye. Di vê serdemê de gelek netewe ji împaratorîyan cuda bûne, xwe ji mêtingehkarîyê rizgar kirine, li ser axa xwe bûne xwedîdewlet. Bes wekî kurdan çend neteweyên din, nebûne serwerên welatê xwe. Serbarê ser bê statû mane. Her çu qasî kurdan ji bo dewletekê serbixwe cih bi cih, dem bi dem tevî diplomasîyê serî hildabin jî, mixabin têk çûne û negihiştîne armanca xwe. Di nav qada navneteweyî de nebûne xwedî cih û statû. Vê gavê Kurdan belkî xeynî başûr wekî bîyaniyan di welatê xwe de dijîn. Herweha kurd bi jenosîdeke piralî, zerb û tund re rû bi rû dimînin, weha biçe, dê biminîn jî. Lewma jixweber mijar û bersiva vê pirsê bê dewletbûn û ji holêrakirina kurdan ve girêdayiye. Bi ya min em nikarin bi hêsan bersivên vê pirsê bidin, ango çareserîya vê kêşeyê raber bikin. Ji ber ku heke kurdistana sor jî tevlî bikin vê gavê welatê kurdan ji 5-6 perçeyan pêk tê. Li gorî zanînên hîn dîroknasan, ev perçeyê kurdistanê ye. Vê gavê, ji hêla Azerbaycan û Ermenistanê ve hatiye dagirkirin. Mijar û kêşeya sereke ev e ku kurd; çawa li welat, ziman, çand û dîroka xwe bi tevayî li hebûna xwe, xweyî derkevin û biparêzin da ku kurd bimînin? çi bikin ku dê li seranserê cîhanê li holê bimînin?
- – Divê rêxistînên kurd kurdewar, neteweperwer, dewletxwaz bin.
- – Divê rêxistin û rêveber, bi kurdî biaxivin. Bi kurdî, sîyasetê bikin.
- – Divê sîyasetmedar, dakevin nav gel, di nav gel de sîyasetê bikin.
- – Li seranserê cîhanê, her û her divê karên dîplomasîyê bê kirin.
- – Dev ji hewla biratîya gelan, demokratîzekirina li Tirkiyayê û hwd berdin, di dewsa wan de biratî, yekgirtîya kurdan bi pêş bixînin.
Heke kurd nebin xwedî dewlet, dê di dahatûyê de bi encama jenosîda piralî û ji ber guherandina modernîzmê, di jiyana kurdewarîyê dê zor bijîn. Heta wê rojê, divê kurd li ziman û çanda xwe xweyî derkevin, bi zimanê xwe biaxivin, binivîsinin. Li pey nexweşîna coronayê kurdan zêdetir medya civakî bi kar anîne û hêj jî bi kar tînin. Lewma hewceye li ser medya civakî nîvîs û nûçe, bi tevahî parvekirin bi zimanê kurdî bin. Divê nifşên nû, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê weqf, komele, saziyên çandî, dirokî û zimanî, dev ji konformîzmê berdin, têkilîyan bi gelê xwe re deynin. Divê derîyên xwe ji gel re vekin. Zêdetir li bajarên mezin, divê karên zimanî, çandî û piştevanîyê bikin. Herweha guherandina helwest, jîyan, rewşa kurdan jî analîz bikin. Divê kurd piştgirîya hev bikin û vê piştgirîyê, xurt bikin. Divê ew piştgirî û piştevanîya bi saya partî û sazîyan bê dayîn, kurdan nêzî hev bikin û wan bi hev bidin nasîn. Belkî bi vî awayî, kurd ji kurdayetîyê dûr nekevin. (24.12.2021)
Serhad Bapîr
Di rastîyê da en hindik ji serdema Ehmedê Xanî û pê va armanc û daxwazên me zelal in. Em miletek ku xwedîyê zimanekî serbixwe ne û bi hezaran sal in ku em li ser vê axa ku navê wê Kurdistan e da dijîn. Dema dagirkerên Faris, Ereb û Tirk dihatin li ser vê erdnîgarîyê em her li vir bûn. Nexwe tiştê ku me divê, wek milet bi hemû xusûsîyetên xwe va hikûmranîya me ya li ser axa welatê me ye. Ji alîyê 4 dewletên kolonyalîst va welatê me hatîye dagirkirin û zimanê me hatîye qedexekirinê. Nexwe wekî milet û welatekî kolonîbûyî daxwaza derxistina dagirkeran ji welatê me û parastina zimanê me ji bo me mijara man û nemanê ye. Daxwaza serxwebûna Kurdistanê ji bo me ne tenê maf e, ev di heman demî da ji bo me bingeha exlaq û wijdana me ye jî û her wusa jî bivê-nevêya miletmayîna me ye. Ku em serxwebûna welat û miletê xwe pêk neynin, em ê jî wekî miletên şikestî bikevin nav goristana milet û welatên mirî.
Bêguman gihîştina serxwebûna Kurdistanê pêvajoyek e, jê ra wext û şertên lihevhatî divên, lê divê ku em wek milet vê armanca xwe her wek agirekî pêketî xwedîbikin, divê stratejî ev be û bi xebatên taktîkî jî gav bi gav ber bi vê armancîê va herin. Miletekî bê armanc wekî keştîyeke bê pusula ya ku di nav okyanûsan da ye. Bi hemû zaravayên xwe va zimanê me, alaya me ya netewî ku eve 100 sal in ku heye, sirûda netewî Ey Reqîb û nexşeya demografîya erdnîgarîya Kurdistanê ya berîya mudaxaleya polîtîkayên kolonyalîstan, bingehên Kurdbûn û Kurdmayîna me ne, bi polîtîkayekî serwext û jîr di şertên lihevhatî da em ê bigihîjin mirazê xwe. Divê wek milet em her di nav liv û xebatê da bin, lê divê em jibîrnekin ku çewa di mînaka Iraq û başûrê Kurdistanê da (1991) jî xwîya bû, carna şaşîtîyên dijminên me rêya xêrê li ber me vedike, lê ji bo ku ev tişt pêk were divê ku em wekî birayên xwe yên li başûr di armancên xwe da zelal û di hevkarîyên xwe da jî serwext bin. Tecrûbeya îdareya nîvê başûrê Kurdistanê bi me dide îspatkirin ku, Kurd dikarin welatê xwe ji dagirkerên “xwe” gelek gelek baştir îdare bikin. Muqayesekirina van 30 salên dawî ya rewşa nîvê başûrê Kurdistanê bi heremên ji Kurdistanê veqetandî û her wusa jî bi Iraqê ra, vê yekê bi me dide eşkerekirin. Tenê dema ku Kurd xwedîyê welatê xwe ne ji tehdîta enfal û jenosîdê difilitin. Di standarta perwerde, saxlemî, aborî, kalîta jîyanê, demokrasî û hwd. da, başûrê Kurdistanê ji niha va en hindik 50 dewletên sebixwe li dû xwe hiştine, ku hê nebûye dewlet jî.
Ji bo bakûrê Kurdistanê ez dixwazim vana bêjim: Hişê me yê sîyasî ev qederek sal in ku ketîye ser rêyekî şaş, daxwaz û armancên me di nav mij û moranê da bûne wekî nîgarên ne dîyar yên xeyaletan. Divê em di hişê xwe da zelal bikin ka Kurdistan kê der e û Tirkîye kê der e. Zimanê miletê me kîjan e û zimanê dewleta dagirker kîjan e û ji bo çi ev zimanê ku ji bo me zimanê kujer e, li ser me hatîye ferzkirinê. Divê em bizanin ku “Bijî biratîya gelan û bijî biratîya ummetê” wekî du alîyên yek pereyî ne, ku her du dîtin jî ji bo xapandina Kurdan in. Her Kurdê ku bi kurdî dizane lê belê bi Kurdan ra bi zimanê tirkî dipeyve, ev her du fikrên jorê di binê hişê wî/wê da “bijî biratîya zimanan” afirandîye û vêca ew bi xwe jî -wekî dagirkeran- zimanê miletê xwe dikûje. Her wusa, dema ku em her ku dibînin ku miletên serbilind dewletên xwe yên serbixwe avadikin, dîtina ku dibêje “serdema avakirina netew dewletan derbasbûye”, tenê ji bo xapandina Kurdan e. Encamên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nîşanê hemû cîhanê da ka wek milet em çi dixwazin. Nexwe divê li ba me hizra ziman û hizra welatî hebe û em xwe kêmî milet û welatên xelkê nebînin. Divê em ji dev ji wê polîtîkaya bi labîrentên xapînok berdin, ya ku dibêje “pirsgirêka demokrasîyê ya Kurd, Laz, Çerkez, Ereb, Tirk, Elewî, jin û hwd”. Divê em nebin hemalê anîna demokrasîyê li Tirkîyê, ku ji wan tê bila Tirk vî karî bikin, em divê li dû statûya ziman û welatê xwe bin, ji xwe dema ku ev pêkwere dibe kuTirk jî bigihîjin demokrasîya xwe (bi qasî ku Erebên Iraqê gihîştîne!)
Em û ew bingeha miletbûna me ye, nexwe di serî da di warê ziman da, di her warî da divê em cihêtiyên xwe yên bi Tirkan ra derînin pêş. Divê Kurd bi pratîka xwe, bi Tirkan bidin fêhmkirinê ku ê wekî Laz, Çerkez û hwd. ên din nebin Tirk, ê her bi zimanê xwe va Kurd bimînin û bigihînin armancên xwe. Miletekî kolonîbûyî ku haya wî ji rewşa wî ya kambax heye û dixwaze ji vê rewşê bifilite, divê ji tu tiştên kolonyalîstan hizneke, ev refleksên jîndarîyê ne: Di despêkê da zimanê wan û hemû tiştên wan bila li wan pîroz be û yên me jî têra me dikin da ku em bibin xwedî dewlet û bi vî awayî wek milet siberojê da jî Kurd bimînin. Di serdema me da tehakûm û serdestîya Tirkan ya herî mezin ya li ser me bi rêya zimanê tirkî pêk tê. Piranîya miletê Tirk ku bi sîyaseta dewleta xwe ya kolonyalîst ya li himberî Kurda bûne wekî pîskopatan, îmtîyaza efendîbûna xwe ya li himberî me dîsa bi rêya zimanê tirkî pêktînin. Nexwe bi Kurdan ra bi israr bi zimanê kurdî axaftin, xwenasîn û xwebûna herî rasteqînî ye. Kurdayetî û Kurdmayîn ev e. Xebata ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, wek perwerdeya mecbûrî ya Kurdan li ser seranserê bakûrê Kurdistanê divê armanca me ya despêkê be. Bê guman ev mijar ka bakûrê Kurdistanê kê der e ye jî, ê derîne meydanê. Ji bo Kurdên xwedîcih yên Enqere, Qonya û hwd. divê perwerdeya mecbûrî ya her du zimanên kurdî û tirkî were xwestin û ji bo Kurdên Tirkîyê jî divê dersên mecbûrî yên ziman û edebîyata kurdî hebin. Kurd divê dev ji slogan û daxwaza şolî ya “perwerdeya bi zimanê zikmakî” berdin. Daxwaz divê ev be “Em Kurd perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin.” (25.12.2021)
Incil Selçuk
Gava min ev pirs ‘Di şert û mercên îroj de, gelo kurd çawa û bi çi şeklî, dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî, vegerin.’ a ku ji birêz Ali Gurdilanî hatî, xwend. Ez gelek lê hebilîm, yekser hişê min xetimî. Min pirs da hişê xwe, li bersiva wê geriyam. Hay, hooo! Mirov di nava rojê de li ser gelek tiştan diaxive, dinvîse, şiroveyan dike. Lê bersiva pirsa, ‘Di şert û mercên îroj de, gelo kurd çawa û bi çi şeklî, dikarin xwe binasin, bibin xwe û li nirxên xwe yên xwemalî, vegerin.’ pir zehmet e. Ji xwe hemî mesele jî ew e ku em bersiva vê pirsê bibînin. Miletên ku bersiva vê pirsê dîtine gehiştine armanc û azadiya xwe. Yên pişta xwe bi xelkê biyanî ve girê dane û ji cewherê xwe yê xwemalî dûr ketine, ew heliyane, wenda bûne çûwîne. Di despêka sedsala bûrî de hêzên serdestê dinyayê bi perçekirina welatê me xwestin em ji miletbûyînê bêpar bimînin û bi demê re nava çerxa zemên de bihelin.
Dewletên ku axa me radestî wan hatî kirin jî di vî warê de çi ji destê wan hatî kirin û hîn jî dikin. Di vê sedsalê de tiştê ku bi serê mişkên di laboratoaran de nehatî bi serê miletê me anîn û cerabeyên nedîtî ceribandin. Lê heke ligel evqas xerabî û pêkotiyên ku li serê miletê me hatine kurin jî, hîn lêgerîna “xwebûn”ê hebe, dêmekî plan, proje û cerabeyên wan têk çûne. Em divê ewilê qedrê vê li serxwemayînê bizanibin û jê sûdê bigrin. Şert û mercên îro ji her demê bêhtir guncav in ku mirov xwe bighînin rastiya xwe. Lazim e em van şert û mercên ku heyî di rêya xwenasî û geşkirina hizra netewetiya civaka xwe de xerc bikin. Di vê serdema ku, kur û keçên mirov bi xwe jî wexta tên emrê 18 salî dewa veqetana ji malê dikin, em qedera xwe bi ya gelê serdestên axa me ne ve girê nedin. Ne şert e, her tişta ku em bikin divê riza serdestan pê hebe, ew tesdîq bikin. Heke em biçin dêrê jî ji bo xwe biçin, û heke biçin mizgeftê jî divê ji bo xwe biçin. Lazim e em wî kirasê ku dagirker dixwazin li me bikin red bikin. Dibe ku ew kiras li ber çavê me bibiriqe xweşik xwiya bike, lê divê em ji bîr nekin ku ew kiras weke ku xwiya dike nin e, ew kiras kefenê mirinê ye. Lew nemir Qazî Mihemed jî gotiye: “Heke neyarên we kevçîyek hunguv jî da we, ji bîr nekin ku di nava wî hunguvî de jehr heye.” Ji kurdan re dibêjin ‘nebin kurd, wekî din hûn dixwazin bibin çi em li pişta we ne, dixwazin bibin endazyar, karmend, hûnermend, wezîr û serokwezîr jî. Hûn dikarin partiyan ava bikin di meclisa me de siyasetê bikin, bibin amirê meclisê û bibin serokê meclisê jî. Lê divê hûn nebin kurd û Kurdistanî. Hûn dikarin di malên xwe de û li kolanan bi kurdî jî xeber bidin.’ Vêca bi ya min M.C.Bedirxan bi gotina “Şertê xwenasînê yê yekem Ziman e.” Bersiva gelek pirsan daye. Miletek bi çand û zimanê xwe xwe nas dike û hevgirtin çêdibe. Lewra, lazim e berî her tiştê, em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin, vegerin ser dîroka xwe û cewherên xwe yên folklorî, edebî, ilmî û çandî. (15.12.2021)
Çorê Arda
Perwerdehîya Zimên Hewce ye.Ziman, bingeha makewelatê mirov e. Kurd bo ku xwe binasin, divê bi lez û bez, tifaqa xwe ava bikin, divê perwerdehiya zimên ya zarokan bê li darxistin. Bingeha her tiştî di zarokatiyê de veşartiye, bi lez û bez gerek zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, heke bi zimanê xwe mezin nebin, bi hişmendiya zimanê xwe mezin nebin, bîrbirbûna zimên û hişmendiya zimên dê ji dest ve biçe, ne yekbûn, ne xwebûn, ne ziman û ne jî tifaqî dê li holê bimîne, ziman nasname û xwebûna mirov diteyisîne, ziman hebûn û heyîn û tunebûna mirov û milekî berbiçav dike, loma ziman her tişt e. Heke tu li welatê xwe, tu ji ber zimanê xwe û di nav gelê xwe de tu bi axavtina zimanê xwe bibe yekî dîtir an jî tu xwe yekî/e weke yê din hîs bike, ev bixwe trajediyeke herî mezin e, serrastkirina trajediya vê derûniya têkçûyî û ya paradoksal pir û pir dijwar e. Ez mînakekê bidim: Çawa zarokek li welatê xwe û di nav gelê xwe de û bi zimanaxivtina xwe bibe yekî dîtirîn: Rojekê çend zarokên kurd bi hevdu re dileyzin lê belê yek ji nav wan ji ber kurdîaxiveriya xwe, xwe dîtir hîs dikir, çima ji ber ku zimanê desthilatdarê xwe nizanîbû tenê bi zimanê xwe dizanîbû lê hevalên wî him zimanê xwe dizanîbûn him jî zimanê desthilatdarê xwe dizanîbûn lê belê hevalên wî di axavtinê de zimanê desthilatdarên xwe hildibijartin û diaxivîn. Di vir de sûcdar kî ye ne? Helbet yê sûcdar ne zarok in, dê û bav in, paşê jî pergal e. Çimkî perwerdehiya yekemîn û a bi asas di hundirê malbatê de dest pê dike û ava dibe. Hetaheta perwerdehiya yekemîn di zikê dê de, di malzarokê de dest pêdike. Talî bingeha kesayet û perwerdehiyê û her tiştên din giş di malbatê de ava dibe. Loma yên di vir de sûcdar berê malbat in û paşê jî pergal e. Heta em xwe safî nekin em nikarin bela xwe bi desthilatdaran bide, em nikarin pergalê sûcdar bikin. Divê em berê serê derziyê di xwe re rakin û paşê serê derziya xwe di desthilatdaran û pergalê ra kin. Helbet sedema bi zimanê serdestên xwe axavtin û hilbijartina zimanê wan ji ber derûniya bindestiyê û xwekêmdiyînê ye.
Li hember zimanê xwe, xwekêmdiyîn di malbatên bindest de bûye nexweşiyeke patalojîk, loma dilbijokiya zimanê serdestên xwe dikin. Îcar ma ev ne trajediyek e mezin e zarokên ku bi zimanê desthilatdarê xwe nizanibe, û ji ber axiveriya zimanê xwe xwe dîtir hîs bike? Halbûkî a rast divê zarokên bi hevdu re dileystin gerek bi zimanê xwe biaxiviya û bi zimanê xwe bileystan û divê yên bi zimanê desthilatdarên xwe diaxivî divê xwe dîtir hîs bikiran neku yê bi zimanê xwe diaxivî. Lê mixabin ne wiha ye. Ji vê trajediyê û paradoksê mezintir derûnî heye gelo? Loma dibêjim bûye rewşeke patalojîk û penceşêr û kangrên. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din tifaqîbûn, xwebûn, hişmendî û li xwe vegereke baqilmendî lazim e ji me re. Ji bo xwebûn, hişmendîbûn, tifaqî, nasname, ziman û rêya xwebûneke azad û felatê divê xwendin û hişmendiyeke zanistî hebe loma jî, xwendin, xwendin û xwendin û hewww! (22.11.2021)
Newaf Mîro
Çi rê? Mirov ji bo bigihêje qadekê, yan encamekê, neçare ji xwe berê li rêkê bigere. Helbet ew neçar e ji rê û ezmûnên heyî sûd bigire. Rêyên heyî, yên tuneyî? Yên xuya û nexuya? Yên yasayî, yên neyasayî? Yên rewa û nerewa? Kîjan rewatî, rewatiya li gor serdesta û yan a bindesta? Helbet meriv dikare pirsan zêde bike. Lê dawiyê meriv dê dîsa were û li ber heman dergehî û bi heman arîşê re, rû bi rû bibe. Ferq nake meriv ji kîjan rê bê, ya ji bakur be, yan başûr be, ya rojhilat û rojava be, meriv bi paseport û nasnameyên cûda be jî dê bi heman astengiyê re rû bi rû bibe. Ger dergehvan û dergeh cûda bin jî, dê arîşe yek be. Çenko ezman ne yê te ye. Ezman çi ye? Dunya çi ye? Dunya gurover, li gorî hişmendiya mirovî xwe vediguhere. Dunya gurover e û mejî jî, gurover e. Rêya mejî jî bi ziman û peyvên cûda tê dagirtin. Çawa dunya heye, dunya mirovan jî bi çand, peyv, destan û dîroka xwe mişt dibe. Ango motora mêjî, yan xwenasîn bi derbirîna ziman û hizrî tekûz dibe. Mirov bi çi zimanî bihizre, mirov ew e. Motora mêjîyê kurda çênebûye, ji ber ku ew saz nebûye, hevnasîn, hevfêmkirin, hevxemî û hevxebûn pêk nayê. Ew li ser çend peyv û babetan dimîne. Gava tê û diqewime, babet ji hev cûda dibin û parçebûna mejî xwe dide der. Ev dikare carna, bi navê herema, ya bi navê êl û olê be, yan bi navê partiyan be. Lê Kurd yan rayedarên Kurd tênegihîştine, ku gava gel û civak hev fêm neke, yekîtî çênabe û nexşeyên heyî, yan ax nikare bibe obje. Ango; bibin rastiyek heyiber.
Ne şert e em çi bûn, yan em çi dixwazin; em çi, çawa dikarin bikin girîng e. Li şûna konsept û rêyên qerisî û yên bi têgeheke kolonyalîst hatine holê rêyên cûda belkî rêya aqil, ya ji kesên pispor û têgihiştî, û yên hiş, xwedî ruhê demê were destnîşankirin. Lê hişmendiya serwer, ji dema nemir Xanî û heta niha jî guh nedana rêya duyem, yan yên nû û her xwe bi xwe ji hev re bûne kelem û asteng. Lewma gelek girînge, di dunyake gurover de, li ruhekî demê yê gurover de li xwe gerîn û li siberojeke gurover de, li pirsa hebûn û tunebûnê bigerin. Çawa dunya yek e û sal xelek in, her weha her yek, xelekên xwe bi xwe û zimanê xwe dinivîsine û bi xelekên xwe dibe heyî û hebûn. Mirovên zimanê bi xwe nizanibe, xerîbê xwe ye. Mirovên dunya û nirxên wan yê hevbeş nebe, nikarin bibin yek. Miletek ne ji yek hizrî û nêrînê pêk tê, gava meriv tevî cêwaziyên xwe di hin xala de bibe heyînek dikare bibe miletek. Mirov bi ruhê şaş, nabe xwediyê rastiyeke dîtbar ya rast jî. Adorno dibêjeje; di Şaşiyê de rastî nîne. Mixabin em di şaşiyê de, li rastiyan digerin. Di dunya îro de, mirov ne bi xwînê dibin milet, serwerê dewleta jî. Nirxên hevbeş mirova dikin yek hêz. Helbet aborî jî lingekî herî girîng ji yê dewlet û neteweyê ye. Yê Kurda, ol mixabin weke benca kolonyalizmê hatiye bikaranîn, dimîne netew û Kurd, ji hizra netewî dûr in. Meriv dikare bibêje nebûne Netew, çenku netew xwedî xelekên dîrokî û çandî ne. Yê bav û diya xwe nas neke, ji xwe re li dê û bavê xeyalî digere, yê nas dike ne pêwîst e lê bigere. Dîroka mirovekî ji dê û bav, ya miletekî ji gelek xelek û nirxên dîrokî pêk tê, kêmasiya her xelekê, wendakirin û têkçûna nirx û hişmendiya miletekî ye. Dîroka me, ne bi Mûsa, Îsa û Muhemmed destpêdike, ew ji bo dîroka me, zarokên do ne. Em xwedî ziman û mîtologiyeke qedîm in. Lê di mejiyê xwe seqet û sêwî ne. Dunya valahiyê qebûl nake, weke erdê meriv bi destê xwe biçîne û yê neçandî tije hoşbe dibe. Erdê gul lê nebe, nabe Gulîstan.
Dibe berê Gulîstan be, lê rewşa heyî qet rastiyê naguhere. Îro dezgeh û derfetên dunya gurover û serdema înternetê de, divê tevn, derfet û hemû rê ji bo pirake postmodern bêne bikaranîn. Ne îro, bê do, ne sibe bê îro serbixwe ye. Yek encama yê dine. Siberoj encama kar û hizrên îro ye. Karê sibê kar, yan yê qezencê neyne, kirina wî karî bêwate ye. Gotina kara wê ya îro, ji xisara sibê bêhtir be jî heye Hebûna miletekî ya herî mezin nirxên wan yê Ruhanî ne, ew jî li cem Kurda kêm e. Civaka di ruh, yan di mejî de têk here mirî ye. Helbet em nikarin, dunyake cûda ji xwe re çêkin. ne xwedî wê mêzîna aborî û siyasî ne jî, xwedî wê hêzê bin jî, lê bê hevdengiya dunyê dê nemînin. Divê em li hizrên xwe jî, bi vê dunya gewrik ya bi hezar û yek miletî, ol û hizrî re karibin bijîn û ciyê xwe û rastiyên xwe zanibin. Bi hêviya civakeke xwezan. pirhizr, pirreng û deng. Gotina me Êzdiya ya dawî dibêje; Em kêm in Xwedê temam e. (24.12.2021)
Nesrîn Rojkan
Zimanê me, nasnameya me ye. Zimanê me, hebûna me ye. Ev herdu durişme îro bûne nan û av ji bo kurdan. Ev herdu durişme qasî nan û avê pêdivî ne ji me re. Li gor gelek lêkolînên ku heya niha hatine kirin ji bo ku gelek xwe wek neteweyek bide nasîn pêşî dibêjîn zimanek hevpar, paşî çand û tore, bawerî, ax û ala didin pêş. Rast e ev hemû jî giring in. Lê ji bo me kurdan di roja îro de ev yek ne hêsan e mixabin. Em gelek parçe bûne. Erda me parçekirî ye, zimanê me ji hev dûr ketiye, hema bejin ku bûne zimanên serbixwe. Mamosteyek li Zanîngeha Artûkliyê dibêje ku Kurmancî, Soranî, Goranî, Zazakî bûne zimanên serbixwe lê di bin sivanga zimanê Kurdî de cih girtine. Di civaka kurdan de bawerî jî cuda bûne ; Musulmanî, Ezidî, Elewî, Yarsanî, îsewî, Musewî hene. Heta tîpên nivîsê jî ; Latînî, Erebî, û Krîlî. Pirî caran ji devokên hev, ji zaraveyên hev tê jî nagihijin; Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî, Goranî, Lekî, Kelhûrî, Feyîlî û hwd. Her parçeyek êdî xwediyê çanda xwe bixwe ye û ji çanda beşên din jî dûr ketine. Mixabin îro bûne dijên hev. Li ser bawerî, devok, çand û siyasetên hev gotinên çort dikin û dijberiyên hev dikin. Raman, hest û hessasiyetên wan cûda bûne û ji wan re xerîb tên niha, çanda dagirkerên parçeyên wan ji wan re êdî nêzik bûne. Di lêkolînek zaningehek de bang li komek mirovan kirine. Ew kom kirine du beş. Her beşek di nav xwe de hêdî hêdî nêzî hev dibin û girêdayên hev dibin. Paşî dest bi boxtanên li ser beşa din dikin. Herdu beş jî piştî demek dibin dijberên hev û dijminatiyên hev dikin. Bê sedem. Lêkolîner dibînin ku rewş xirab dibe û herdu beş jî li hember hev rawestiyane û xwe amadeyê şerê hev dikin. Lêkolîner dikevin navbera wan de ku wan aşt bikin û şerê di nav wan de bidawî bikin. Lê ji destê wan tiştek nayê êdî. Em kurd jî îro di heman rewşê da ne. Em parçe kirine, ji hev belav kirine ji bo berjewendiyên xwe. Em jî wek masiyên bê çare ketine di tora wan de û li gor planên wan tevdigerin. Baş e, ew kom çawan kirine yek? Gefek ji wan mezintir peyda kirine û êrişê herdu koman kirine. Herdu beş ji bo ku xwe biparêzin, hebûna xwe bidin berdewam kirin tên ba hev, dibin yek, hêza xwe xurttir dikin û zorê li wî gefê dibin, xwe jê azad dikin. Çareya me jî ev e. Her çend em nekarin bibin yek jî di rewşa niha de, divê em boxtanan li hev nekin, dijberiyên hev nekin, nêzî hev bibin, guh bidin hev, sînorên di navbera çand, raman, û hestên hev rakin û bi wî awayê bibin yek. Di dema îro de saya serê teknolojî û dijitalizeyê em dikarin heya astek van sînoran rakin. Em dizanin ku îro Akademisyenên me çar parçeyan bi hev re hevkariyan dikin, çalakiyan dikin û xwe hînê devokên hev dikin. Kêm jî be, dereng jî be nivîsên hev dixwînin, werdigerînîn û pêşkêşên gel dikin. Huner pêş dikevin û belavên parçeyên din dibin. Ev cihên dilşadî û serbilindiyê ne. Ez bawer im ku ev helwest dê xurttir bibin û dê ew astengî û sînor ji nav holê rabin. Diruşmeyek din jî ku gelek jê hez dikim; ‘eger em nebin yek em ê herin yek bi yek’. (06.01.2022)
Husên Duzen
Bi min wisa tê ku ev têgehên di pirsyarên de dûrî kurdan in; “xwenasîn”, “xwebûn”, “nirxên xwemalî”. Dibe ku kurd karibin wan bilêvbikin, lê ne wateya wan di hişmendiya kurdan de bi cîh bûye, ne jî bihîstina van têgehan tu livê di hestên kurdan de pêk tîne. Bê guman sedemên vê rastiya me yî tahl hene: Di serî de dagirkerî tê, ne tenê dagirkeriya leşkerî yan jî ya enrnîgarî. Kurd ji dînê xwe yî resen zahf bi dûr ketine; gelekên xwendeyên wan jî nizanin ku Êzîdatî dînê kurdan ê resen e. Herҫî ziman e, tenê ji alî hejmareke hindik ve tê nivîsîn. Di jiyana kurdan de zimanên biyanî bi cîh bûne ku di ser van zimanan re ҫanda biyanî jî şûna ya kurdan a resen girtiye. Li nik dagirkirina endnîgarî ya zimên, ol û ҫandê jî pêk hatiye. Carinan ev têgehên li jor bahsbûyî ji alî siyaseta kurd ve û gelek caran ji alî elîta wan ve jî tên bikar anîn, lê bi şêweyekî bêwate, mîna tenekeyeke vala ne, ji ber ku hîn naveroka wan li ba me nehatiye dagirtin. Ji bo ku kurd karibin xwe binasin, pêdiviya wan bi van têgehan heye, lê divê naveroka wan bê dagirtin. Ji bo ku kurd bibin xwe û li nirxên xwe xwedî derkevin jî dagirtina van têgehan pêwist e. Berî her tiştî divê zimanê kurdî bikeve navenda jiyana kurdan; ne tenê pê biaxivin, belkû bi dorfirehî pê bixwînin û binivîsin jî. Ji bo kurdî karibe cihê ku divê lê be bigre, bi şêweyekî dorfireh divê bê bikaranîn. Êzîdatî ola kurdan î resen e. Ji nav kurdan Êzîdiyan ji bo parastina ziman û ҫanda kurdî bedelin zahf mezin dane; Bi dirêjahiya sedsalan sînga xwe dane pêşber êrîşên biyanî û kurdayetî parastine. Bêyî ku Êzîdatî bibe xwedî nirxekî bingehîn di jiyana tevahiya Kurdan de dê kurd bi tu şêweyî nikaribin bibin xwe. Ji bo têgihiştina van rastiyên me yî tahl xwendineke dorfreh pêwist e. Heyf ku di vî warî de jî hîn gelek kar li pêşberî kurdan e. Şika min tune ye ku kovara Philosophia di vî warî dê bibe alaveke zahf giring. Bi hêviya serkeftinê! (29.12.2021)
Berfo Barî
Ji bo civakeke evqas ji xwebûnê dûrketî, xebatên bi sazûmanî û rêkûpêk divê. Berî her tiştî, gere xwebaweriya civakê û endamên wê civakê, bi hebûna xwe hebe. Derûniya kesayetiya bindest rastiyê pişt perde dike û vîna xwebûnê dikuje. Loma jî gere proje û modelên ku baweriya me bi me bînin, her wext di neynika kurdiyatiyê de xuya bikin. Ger civak ji rastiya ku “em jî dikarin” bawer bike, wê xwevegerek nûwaze çêbibe. Ev ji wê bi destê kesên endamên wê civakê yên leheng û fedakar pêk bê. Di roja îroyîn de hewldana nivîskar, weşanger, hunermend û afîrenêrên civaka me hêja ne.
Dixwazin kurd vegerin ser milkê xwe, lê ji ber sazûmaneke nîne, van dilopana bi serhev da nacivin. Zarok û ciwan heye ku bikemile; ji xwe re li modelan digere, ev jî pirrî caran di sînorê “serkeftinê” de diçe û tê. Bi taybetî “nifşê Z”yê dane pey lehengên digital-virtual-xeyalî, çanda ku li derdora wan lehengan tê afirandin, ciwanan li gor xwe diguherîne. Her lehengek digital xwedî felsefeyek e, di danûstendina bi temaşevan, lîstîkvanan re fikra xwe empoze dike. Ev rê û rêbaza berbelavbuyîna kapîtalizmê ye, pê fikren xwe belav dike, rênîşandaniyê dike û tiştan difiroşe, ajoya mirovan kontrol dike. Divê em jî hewl bidin bi vê rêbazê, civata xwe ber bi xwebûna kurdayetiyê ve bibin.
Gava em di rêya vegerandina kurdayetiyê de şoreşeke di rêbaziyê çalakiyê xwe de pêk bînin we ev derî li şoreşa civakî jî vebe. Bi dewlemendkirina rê û rêbazan, sûd wergirtina ji pêşketinên dinyayê wê rol modelên kurd derxînin holê. Tiştê herî baş wê ev model ji civakê re xuya bikin, ev xuyabûn wê nifşên nû ber bi xwe ve bikişîne. Şexsiyetên giring, dîrokî û lehengên me ji civaka me ra xuya nakin, navê herî li pêş yê mîtolojiya me Kawa’yê Hesinkar e, ev nav hêj di googlê de,di wikipedaîa da wek lehengên farisan hatiye nivîsandin. Destanek û lehengê wê dikare bibe bingehek şoreşeke netewî, lê divê gere xuya bibe û xwe bigînîn zarok û ciwanan. Lehengek dikare berê me dîsa bide ser milkê bav û kalan. Xwedî derketina li xwebûnê, şexsiyeteke ji xwe bawer diafirîne. Jixwebawerbûn maka serkeftinê ye. (28.12.2021)
Evdile Koçer
Di deryaya global û di bin nîrê dagirkeran de ji bo ku gelek, civakek nehele û nemire, divê rewşenbîr, hunermend û rêveberên wî gelî bi metodên bikêrhatî, pragmatîk, popûler û çalak ve nasnameya ziman û çanda xwe deynin ser sehneya dinyayê. Bi kurt û kurmancî: Berhem, çalakî û afirîneriyên bo ziman û çanda kurdî, divê li ser meydanên Amed, Hewler, Berlîn û Parîs û hwd. bibin “nav û marka”yên xurt daku civaka kurd û dinyaya modern lê vegere û goh bide vê qêrîn û hewlohawara nasnameya kurd. Meriv tenê dikare bi riya “komeke govendê”, bi xêra “komeke mûzîkê” li seranserî dinyayê nasnameya kurd bide nasîn, lê mixabin hê jî ew “kom” ji hewşa kurdan nigihîştiye ser sehneya dinyayê. Rewşenbîrîya dinyayê ji tecrûbeya xwe ya dinyayê baş dizane ku mirina ziman û çandekê, dibe mirina hemû mirovahiyê/dinyayê. Lê em dildarên rewşenbîriya kurd, em ê bi kîjan metodên bikêrhatî ve, hem manûpilasyon û terorîzekirina dagirkeran têk bibin û hem jî bi hin sembolên xurt ve çavê dinyayê bidin ser nasname û mafên kurdan. Bi ziman û rihekî mexdûr ve, bi vegotin û retorîka şerê sar ve, bi dua û nifirên nekêrhatî ve, em ê tenê bikaribin enerjiya siyaset û rewşenbîriya xwe belawela bikin.
Carina axaftina kurdî ya 40 mîlyonî jî belkî nikaribe pêşî li asîmîlasyona kurdî bigire, lê pirtûkeke xurt, danseke modern, straneke popûler, gotin û çalakiyeke siyasetmedarî, rêzefîlmeke hêja, sîstemeke APPekê dikare bendeke mezin deyne ber diranê tûj yê dagirkeran û dikare qêrîn û hebûna nasnameya kurdî li meydanên modern yê dinyayê jî bide hesandin! Bo nimûne: Hema bêje di destê hemû ciwanên kurd de telefonên modern hene; heke em bikaribin tenê gotin û felsefeyeke kurdî jî di çavikên wan telefonan de bidin nîşan, em ê hingê bikaribin nasname û hebûna kurdan jî bo nifşên nû bidin avdan. Divê rewşenbîr û siyasetmedarên kurd dev ji rihê muhafazakar berdin û wekî tevr û bêrê dinyaya dîjîtal ji bo danasîn û pêşdebirina nasnameya kurd bikarbînin; ne slogan û çalakiyên berhewa, lê kakil û xurtbûna berheman, markebûn û popûlerbûna gotinên kurdî dikare ciwanên kurd motîve bike bo ku vegerin ser hebûna xwe.
Ne 40 mîlyon kurd lê belkî agir û xebata modern ya 1000 ciwanî dikare hebûna nasnameya kurd biparêze û bi kêfxweşî deyne ser pêlekanên dinyaya global! Ji hêlekî ve asîmîlasyon û barbariya dagirkeran; ji hêla din ve jî dinyaya global ya bê ser û ber; heke em çerxên dinyaya global bi delalî ji bo parastin û pêşdebirina hebûna xwe bikarneynin, em ê hem ji hêla dagirkeran ve û hem jî ji hêla dinyaya global ve bêne daqurtandin û dabelandin!!!
Email: evdilekocer@yahoo.com
* Di hejmara taybet de, hatiye weşandin.