Sociology

Tewana Nefretê

Fêrgîn Melîk Aykoç

Em Kurd li her çar parçeyan, heta li Ermenîstan, Azerbeycan û welatên Ewropê jî goriyên sûç û tewanên nefreta nijadperestî ya li ser bingehê wehşeta netewdewletan e. Lê mixabin, ev cihana ku di mjara sûçê nefretê ya li dij reşik û cihûyan derketiye, ji ber têkiliyên navnetewî, têkiliyên bi kolonyalîstên welatê me dagirkirine re naxwazîn, yan jî pêdivî pê nabîne ku li dij sûçê nefretê ya li dij Kurdan bi aliyê dewletên Kurdistan dagirkirine ve hatiye sorkirin bibînin. Divê em vê jî ji bîr nekin; di vî warî de hewldanên me yên dij derketina vê helwesta kerr û laliyê jî tine, li hin cihan hebe jî, pir melûl e. Ev sûç, yan jî tewana nefretê çi ye? Em hinek li ser vê mijarê rawestin. Tewana nefretê bi kurtî ev e:

„Bi dijminane di ser gel, kêmar, bawerî û neteweyeke çûyîn, ew piçûkxistin, zirara giyanî, bedenî û maddî gihandina wan, li hember wan hestê nefretê û dijbangaşiyeke dijminane di nava civakê de çandin, bi aşîkarî êrişê wan kirin, her wiha ew ji civaka hawîrdor tecrîtkirin û civatê li dij wan sorkirin e.“

Bêguman mirov ziman, tevger, rabûn û rûniştinê, başî û xirabiyê, bêdengî û zirektiyê, xweşbînî û reşbînîyê ji dê û bavê xwe, ji civaka li dor xwe, ji têgîhîştina li ser wê xakê serdest e hîndibe û wêrekiya li dij van xisûsiyetan û nefretê jî rasterast ji rêba û birdoza ku li ser wê xakê di warê siyasî de serdeste, digire. Her wiha hestên xweşbînî, reşbînî, tolerans, wêrekî, mirovhezîyê jî….

Tewana nefretê; di bingehê xwe de li ser têgîhîştina civakî û polîtîk rûdine. Bi gotineke din bi ideolojîya serkarên dewletê ve girêdayî ye. Dema mirov tiştê hatine gotin dubare bi vê mijarê ve girêde  ev rastî derdikeve: Derma kesek, komek, gelek ji ber polîtîka serdest nikaribe ji ber qanûn û polîtîka heyî ji mafên mirovî sûd werbigire, her wiha ji ber têgîhîştina serdest were piçûkxistin û tewanbarkirin dikeve bin siya tewana /sûçê nefretê. Li Tirkîyê xwerû di mijara Kurdan de di her warê jiyanê de ev cûdaxwaziya bi aliyê dewletê ve tê teşvîk kirin, hem jî, bê veşartin di qanun, tevger û helwesta wan de xuya dike. Mînak bi sedan e, di bikaranîna ziman, çand, mafê netewî û pêdiviyên însanî, heta li hember dadgehan jî ev xuya dike. Mînaka herî balkêş jî ev doza Kobaniyê ye. Ji ber vê dozê girtin û darezandina nûnêr û parlamenterên Kurd in. Di vê mijarê de pir zelal xuya dike ku ji bo Tirkan parastineke qanûnî, lê ji bo Kurdan darezandineke bêdad di mazatê de ye. Darezandina di bin navê „doza kobanî“ de bi her awayî cudaxwaziyeke netewa serdest ya li dij neteweya bindest e.

Ev tewana nefretê polîtîka netew dewleta Tirk e:

Tewana nefretê ya li dij Kurdan ji roja ev dewlet hatiye damezrandin hetanê îro rasterast bi destê dewlet, rayedarên dewletê û qanûnên dewletê tê birêvebirin û teşvîkkirin. Em çend mînakan ji rayedarê wan yên herî sereke bidin: Mustafa Kemal gotibû; „Tirkek hêjayê tevahiya cihanê ye!“ (ev rasterast nijadperestî ye)

Mahmut Esat Bozkurtê di dema serokomariya M. Kemal de wezîrê dadê bû; li her derê wiha gotibû: „Tirkê herî xirap ji kesên herî baş ê ku ne tirk e, çêtir e!. Yen ku ne Tirk in, li vî welatî tenê mafekî wan heye, ew jî xizmetkariya Tirkan e!“ Dîsa wî kesî di axaftineke xwe de wiha gotibû: „Kurdê bênirx dikane zimanê me payeberzan baş fêrbibe, baş biaxive û bibe xwediyê nirx!?“

Qanûna wan ya 1921 an ya berê Lozanê hinek demokratîk bû (Ji bo xapandina Kurdan û heyeta Lozanê) Lê piştî netew-dewleta Tirk li peymana Lozanê di 29 Cotmeha 1923 de hate pejirandin dayîn, qanuna nijatperest ya 1924 an derxistin pêş û di wê de ev biryar hate girtin: „Bi navê Kurd gelek û bi navê kurdî zimanekî tine. Di rastiyê de Kurd tirk in, zimanê kurdî jî devoka zimanê tirkî ya çiyan e, navê wan ji „Kart-kurt tê!?“ Her wiha gotin û hewldan ku vê bi zora kotekê bi gel bidin pejirandin. Li ser vî bingehî roja 3. adar 1925 an qanuna „Takriri Sukun“, di 24ê Îlona 1925 an de jî ji bo komkujiyan li Kurdistanê pêkbînin, biryara „Şark islahat plani“ hate girtin..

Ev biryar, qanûn û bangaşiya li dij Kurdan li wir ranewestiya, hê jî didome, em gav bi gav werin. Dewleta dagirker piştî darbeya leşkerî ya 1960 î bi rêya Wezareta karê hundir di bin navê “ T.C. içişleri Bakanlığı (Wezareta karê navxweyî) di bin hêjmara „Vi.İd.G.Md.   2.Ş.B. Sayı (hêjmar): 22315/1/6383“ de talimatnameyek ji hemû walîtiyên li Kurdistanê re şand: Di naveroka wê de ev hebû: „Ji ber ihmal û reveberiya xirab; li Rojhilat û Başûrêrojhilatê welatê me girseyeke mezin ya gel bi zimanekî nêzîkê tirkî diaxivin û di nava cehaletê de ne…. Divê em bi wan bidin bawer kirin ku ew ji neslê Tirk hatine. Ev erkê bingehîn û pîroz jî erkê rewşenbîrê Tirk e. Divê serbazên Tirk, rêveberên Tirk, mamosteyên Tirk bi dilzîzî li ser vê mijarê rawestin û bi gel bidin pejirandin“

Li ser vî bingehî wan bi pêşgotin û pêşkêşkirina Cemal Gürsel Pirtûka M. şerif Firat ya bi navê „Doğu Illeri ve Varto Tarîhî“ di sala 1961 an de cardin bi xemilandineke nû çapkirin û ji hemû dibistan, û pirtûkxaneyan re şandin. Cemal Gürsel tenê bi vê kirina xwe re nema, bi niyeta piçûkxistina kurdayetiyê wiha jî gotibû: „ Tifê rûçikên kesên ku ji we re Kurd dibêjin bikin!?“

„Erdogan di 2016 li ser Musul û Kerkukê wiha gotibû:Kerkuk û Musil berê yê me bû, dema ez „Misak-î Millî“ dibêjim; çima hin kes di ber xwe de diqehirin? (Bi qasta Rêveberiya Herêma Kurdistanê) Hele li wan binêrin, rabûne dibêjin; „Kerkuk yê min e!“ Niha çi karê te li Kerkukê heye? Vê ji bîr neke: Dema pêdivî pê hebe emê şevekê bi carê ve werin!…“

Ji bo bi bîr anînê  di The Encyclopaedia of Islam de şêniyên Kerkukê wiha tê dayîn: „Ereb = 186.000, Kurd= 455.000,  Tirk = 66.000, Hıristiyan = 62.000, cihû= 17.000”.

Erdogan di 4 gulana 2020 de jî wiha gotibû: „Her çendî li welatê me hêjmara wan kêm jî bûbe, em rê nadin çend kesên paşmayîyên ji ber devê şûrê (kiliç artiği) me mayî. Serokê Komara Tirk Erdogan bi wan gotinên xwe yên ji etîka mirovî der jî nema, dema ji bo civîna giştî ya Yekitiya Neteweyan çûbû New Yorkê li ser pirsa rojnamegeran wiha gotibû: „Ev jî çi ye? Herê carê nizanim pirsgirêka Kurd, çareseriya Kurd e, çi ye derdixin pêş me! Hiii! Li Tirkiyê kêşeyeke wiha tine. Me ev mijar ji zû ve çareserkiriye û avêtiye, hew!“

Kurt û Kurmancî, ev nijadperestî û tewana nefretê ya li dij Kurdan ji roja ev Komar hatiye damezrandin hetanê îro rasterast bi gotin û fermana serkarên dewletê tê birêvebirin. Heta felsefeya nijadperestiya Tirk li ser vî bingehî dane rûniştin. Her kesên dihelin û dibin Tirk, berê bi dijminiya Kurdan tirkayetiya xwe îspat dike.

Di wêjeya wan da jî ev tewana nefretê bi zanistî hatiye bikaranîn

Wan di wêjeya xwe de jî, ev rengê tewana nefreta li dij Kurdan baş bikaranîne. Di wêjeya wan de Kurd; karektereke faf, nezan, di xizmet û olana Tirkan de, lê ji ber vê rewşa xwe ya ketî tim bi aliyê dijminên Tirkan ve tên xapandin û li dij Tirkan tên derxistin (Ev bi serê xwe heqaretek bêbav e; yanê dibêje ew bê mejî ne, nikarin bi serê xwe tişteke wiha bifikirin, dijmin wan sor dike û rê nîşanê wan dide.

  • Hin Mînak
  • Halîde Edip Adivar = Romana „Kurê Zeyno“ (Zeynonun Oglu)
  • Esat Mahmut Karakut = „Keça li çiyan dipê“ (Dağlari Bekleyen Kiz)
  • Romanên Kemal Bîl başar = Memo, Cemo

Romana Yaşar Kemal =Memê Zirav  (Înce Mehmet) di wê romanê de eşîra Kurd ya li Torosan di rengê karektera Xirab û Eşîra Tirkmen jî di rengê başiyê de ye. Û bi dehan roman û çîrokên din: Di her romanên wan de bi dehan gotinên nefretê yên li dij Kurd, Grêk û Ermeniyan werdigirin, mirovan di warê giyanî de teşvîkê nefretê dikin, hena.

Çend aforîzmayên bêbext

„Ji daran gasik /maşe , ji Kurdan paşa nabe“ (Ağaçtan maşa Kürtten paşa olmaz!)

“Kurd bi biviran saetên vediherîne!“ (Kürt, balta ile saat onarır)

„Ji Kurd re paşatî hatiye, wî bi şûrê xwe berê destê xwe jêkiriye!“ (Kürde paşalık gelmiş, kılıcını bileğinde sınamış.)

„Kurd tiştê aniye naxwa, lê hetanî nexwe jî naçe!“(Kürt getirdiğini yemez, yemeden de gitmez.)

„Mirov destê xwe bide Kurdek, milê mirovan û cihê razanê jî dixwaze!“(Kürde el ver kol ister, yatmaya yer ister.)

„Kurd evliya jî be, negire hewliyê!“ (Kürtten evliya koyama avluya!)

„Dîsa faftiya teya Kurdbûnê tu girtî!“

Bi taybetî jî mijara „Buxduz* û hz. Muhammed jî di warê baweriya îslamî de ji bo piçûkxistina Kurdan bikartînin. Çîrok wiha ye: Ji her gelî nûnêr diçin ba Muhammed (tiştek wisa di dîrokê de tine, ev tenê dereweke Tirkan e) bi navê Kurdan jî yekê qiraseyê bi navê Buxduz çûye ziyareta Muhammed, Muhammed jê tirsiyaye û gotiye „Xwedê vî gelî ti car neke dewlet!“

*Navê Oguz /Oxuz ji vê gotinê derxistine û li hev anîne, hostayê wê jî Ziya Gökalp e. Di rastiya dîrokî de kesayetiyeke wisa tine. 

Tewan Nefretê, bi navnetewî sûç e.

Anegorî  biryarên navnetewî û AGÎT a Saziya hevkarî û Parastinê (AGIT), Konseya Ewropê ya komîteya wê ji wezaretan pêktê Tewanên nefretê ev in: Cudakariyên di warê nijadî, netewî yan jî binyata etnîkî, reng, ol, zayendî, sal, kêmiya hiş û bedenî de werdigire. Qaşo dewleta Tirk jî ji bo xapandina bala cihanê xalên vê peymanê wergirtîye, anegorê wê di van Maddeyên qanûna xwe de di bin hêjmarên 115, 125, 153 û 216 ehan de bi cih kiriye, lê ew vê ji bo Kurdan pêknayne, lewra di têgîhîştina wan de Kurd tine, yên doza Kurd derxin pêş tenê terorîst yan jî ajanên dijminên welat û gelê Tirkiyê ne.

Hin tewanên TC yê yên berbiçav  

Bi gotineke kurt li welatê me tewana nefretê weke felsefeyeke têkbirina Kurdan di bîr û têgîhîştine dewleta nijadperest de rûniştiye û mirovên ji rêzê jî, li ser bingehê vê felsefê û têgîhîştinê bi aliyê dewletê ve tê teşvîk kirin. Heta yên ketine nava vê tewan ê gelek caran tên pîrozkirin û xelatkirin. Em çend mînakên ji rêzê bidin. Her çendî êriş û ruxandina goristanan yê kê dibe bila bibe, anegorî madeyên TCK (Tirkiye Cumhuriyetî Kanunun) ya 153 qedexeye jî, goristanên gerîla û berxwidêrên Kurd di bin parastina cendirmeyên Tirk, heta gelek caran bi aliyê leşkerên Tirk ve tên ruxandin. Dîsa bi dehan mînakên ciwanên kurdan ji ber ku  stranên kurdî godarîkirine, yan jî strane, hetanî govendê wan jî rastê êrişan hatine. Lê ti kes di wateya tewana nefretê de nehatiye darezandin.

Di 31ê gulana 2020 de  ji ber ku Bariş Çakan ê ji Patnosa Agiriyê li taxa Alsancaka navçeya Enqerê Etîmesgutê muzîka Kurdî guhdarî dikir bi aliyê sê kesên ji Yozgat, Krikkale û Tokatê ve bi kêran hate kuştin, piştî bertekan girtin û derxistin dadgehê, lê bi boneyên din mijar hate tepisandin.

Anegorî ragihandina kovara Bîanetê dema Mehmet Nuri Deniz 12 pûşpera 2020 de ji bo alîkariya sosyalî diçe avahiya qaymeqamiya  Şişli`yê ji ber Kurdbûna xwe rastî êrişa rayedaran tê… Osman Înan li gîresûnê di rûpela xwe de wêneyê Selahattin Demirtaş dixweşîne, ew ji ber vê weşanê rastê êriş 60 kesi tê, ti kes nayê darezandin, hima piştê wê jî cendirme bi boneya wê nikanibin wan biparêzin 21 karkeran derdixe derê sînorê Gîresûnê. Dîsa xebatkarên Kurd yên daristanê li Çerkereka Yozgatê jî rastê êrişan hatine. Her wiha xebatkarên Kurd li Kocaeliyê û li gelek deverên din jî rastê êrişên nijadperestan hatine.

Dewleta Tirk bi vê tewana nefretê ya li dij Kurdan ne tenê di nava sînorên dewleta xwe de man, ev bi rêya qaşo rewenbîr û ramanwerên xwe, heta bi destê gelên xwe yê ji rêzê, her hewl daye ku vê tewan xwe bi gelên Ewropayê jî bidin pejirandin. Mînak DKP, û Partiyên hevalbendên xetên Çîn û Arnavûtîstanê jî gelek cara hewl didan ku bi şovenîzma Tirkan nêzîkê me bibin, hete di vî warî de gelek gengeşiyên me û Almanan çêbûn. Yanî vê dewletê bi hemû wesleyên xwe yên çepgir û rastgir her hewldan ku vê tewana nefretê ya li dij Kurdan bigîhîne dîmenzîyoneke navnetewî. Mînak di salên heyştêyî de, sendîqayên alman, nedixwestin saziyên Kurdan di meş û pîrozbahiyên wan û yên navnetewî de cih bigirin. Ev rastiyên min nîşandane jî raberî me dike ku dewlet bi rengê cûda mirovan her hewl dide; gelan li dij Kurdan teşvîkê tewana nefretê bikin.Hima bigire her roj xebatkarên Kurd yên ji rêzê ji ber Kurdbûn, kurdî axaftin yan jî mûzîk gohdarîkirin rastê êrişan tên.

Encam

Ji ber ku li Anatolya bingeheke netewa Tirk nebû, dewleta Tirk rasterast ji bo helandina gelan, gelê xwe li ser  bingehê nijadperestîyeke tund perwerdekirine, felsefeya hebûn û siberoja xwe li ser bingehê dijminahiya Kurdan daye rûniştin. Di vî warê de bi mîlyonan Kurdên asîmîlekirî jî bi hostayî bikartîne. Weke encama vê sedsalê; wan di giyana hemû endamên neteweya xwe de ev „tewana nefretê“ ya li dij Kurdan dane rûniştin. Divê hemû Kurd vê rastiyê bizanin. Ev nijadperestiya wan tenê dikane bi Kurdistaneke serbixwe were şikandin.

  • Fêrgîn Melîk Aykoç
  • 30.11.2024

Hin çavkanî

 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Lê mêze bike
Kapalı
Başa dön tuşu