Fêrgîn Melîk Aykoç

  • Sociology

    Tewana Nefretê

    Em Kurd li her çar parçeyan, heta li Ermenîstan, Azerbeycan û welatên Ewropê jî goriyên sûç û tewanên nefreta nijadperestî ya li ser bingehê wehşeta netewdewletan e. Lê mixabin, ev cihana ku di mjara sûçê nefretê ya li dij reşik û cihûyan derketiye, ji ber têkiliyên navnetewî, têkiliyên bi kolonyalîstên welatê me dagirkirine re naxwazîn, yan jî pêdivî pê nabîne…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Philosophia

    Zagrosrêzî, Gudearêsî yan Demokrasî?

    Bêguman ji pêşketinên cihanê sûd wergirtin, cihana mirov gewre dike, ev jî rasterast dibe bingehê dewlemendiya têgîhîştina civak û tekakesan. Bes, dîroka xwe nenasîn, her tiştî bi pêşketin û têgihîştinên derve ve girêdan, wê werêç û hikariya zanyariya xwe ya li ser wan pêşketinan nedîtin, ne rast e, xwe inkar e. Mixabin ku ev helwesta şaş mîna gelek warên jiyanê…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Philosophia

    Di Pêşketina Zimanan de Filozofi 

    Bi dîtina min; ji bo ku em bikanin têkiliya fîlozofiyê, ziman û di pêşketina ziman de rola fîlozofiyê zelal bikin, divê em berê ziman çi ye û bandora wî ya li ser kes û civakê zelal bikin. Ziman çi ye? Gava mirov pirsa ziman ku di jiyana mirovahiyê de babeta herî bingehîn e, derdixe pêş û dipirse, hima bigire her…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Philosophia

    Fîlozofî û psikolijiya biserneketin û têkçûnê

    Mijara filosofî û psîkolojiya têkçûnê ji zarok û tekakesan bigire hetanî kom, civak û neteweyan dirêj dibe. Li ser kesayetî û civakan bandoreke gelek nerênî, heta piraniya caran di forma travmayên bê çare de kesayetiya tekakes, kom û civakan dike nava xeteriyeke malwêraniyê. Lema jî li welatên ku xwediyê xweserî û saziyên xwe yên netewî ne, ji bo tekakes koman,…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Philosophia

    ‘Yekitiya dijberan’ felsefeya Herakleitos e, yan a Zerdeşt e?

     Ji ber ku ev mijara „yekitiya dijberan„ rasterast zewaca Serwerê Med Aştiyago û Alyanîsê (Zeyna Alîsê) tîne bîra mirovan, divê ez berê ku têkevim nava vê mijareyê, serdema jiyana Zerdeştê rojtî, rastiyeke ji bîr û boçûnê Zerdeştê rojtî û mijara zewaca Aştiyago vekim. Rêzdar Ezîzê Cewo di behema xwe ya „Zerdeşt Peximber û rûpelên dîroka wendabûyî“ de serdema jiyana Zerdeşt û…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Philosophia

    Felsefeya Jiyana Berê Adem

    Min çima ev serenav bikaranî, ez berê wê vekim. Anegorî ragihandinên baweriyên Samiyan, ku jê re baweriyên semawî jî dibêjin, Adem 5000 sal piştî Girê Mirazan jiyaye. Çima weke semawî bi nav kirine? Çi têkiliya wan bi xwedawend Teşûb yanê bi ezman û gerdûnê re heye, bi serê xwe pirs û mijareyeke bersiv û nirxandinên bingehîn e. Ev baweriyên Samiyan…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Dosyayên Taybet

    Dosye: ‘Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’ (01)

    Zeynelabidin Zinar: Pêşî ez serkeftinê ji kovara Philosophiayê û rêvebirê wê hêja Elî Gurdilî re dixwazim, bi hêviya domandina kovarê û parastin û geşkirina Ziman û Çanda Kurdî her li jiyanê berdewam bibin. Ev pirsa ku bo min hatiye, bi rastî pir girîng e û hêja ye li serê lêkolînên berfireh bêtin kirin. Li vê jiyanê, di nava vê teknîka…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Philosophia

    Hişmendî Kakilê Felsefê, Felsefe Ronahiya Bîra Netewî ye

    Felsefe ne tenê hezkirin û têgihîştina zanyariyê ye; dema diyarde, pêkahatin, têgîn yan jî mijarekê dinirxîne bi pirsiyariyên hişmendî, etîk, metafîzîk, pênase û rewşa heyî jî nêzîkê objeya li ber nirxandinê dibe. Ev jî tê wê wateyê ku mijar bi hemû aliyan ve tên veristin û zelalkirin. Bi zanistî şirovekirina rastiyan jî rê li pêş mirov, gel û neteweyan vedike.…

    Berdewama wê bixwîne »
Başa dön tuşu