Arşîva FelsefevanPhilosophia

Di Pêşketina Zimanan de Filozofi

Fêrgîn Melîk Aykoç

Bi dîtina min; ji bo ku em bikanin têkiliya fîlozofiyê, ziman û di pêşketina ziman de rola fîlozofiyê zelal bikin, divê em berê ziman çi ye û bandora wî ya li ser kes û civakê zelal bikin.

Ziman çi ye?

Gava mirov pirsa ziman ku di jiyana mirovahiyê de babeta herî bingehîn e, derdixe pêş û dipirse, hima bigire her kurdê ku li bakurê welêt mezin bûye, bê ku li ser vê mijarê hinek bifikire, bi awayekî hînbûyî, bê gumanekê bi hevoka ku kolonîzator û mêtînger ji bo helandin û têkbirina me bikartîne bersivê dide: ‘Ziman alaveke hev têgîhîştinê ye’ dibêjin. Belê rast e, fonktioneke ziman jî komînîkasyon e, lê ev tenê aliyekî yan jî teyîsandineke herî biçûk e. Baş e, hacetekî tegîhîştinê ya bi çi awayî? Mabesta peyva ‘têgîhîştinê’ çi ye? Bi dîtina min ev wate ya wek zil vala ku bi me dane ezberkirin, me ji giringiya ziman, giringî û rola wî ya di jiyan civak û pêkhatina mirovayetiyê de, ji bondora wî ya pêşerojê dûr dixe. Ev gotin alaveke fîlozofiya xapandinê ye. Em li Amêrîqa û Almanyê dinêrin, ji bo wek hemwelatî pejirandina kesekî, zanîna ziman wek xala bingehîn danîne. Demîrel li Kosovayê gotibû; ‘Hun çi dikin bikin zimanê xwe ji bîr mekin.’ Belê mêtînger xwediyê azmûnan e, baş dizanin ku gava zimanekî têk çû, ew gel yan jî ew netew jî têk diçe. Daku em bikanin filosofoya xapandinê ya li pişt vê şiyarê têbigihîjin, em dikanin pirsa ‘netew çi ye?’ derxin pêş. 

Gava mirov vê pirsê dike; hima bigire her kes van çar bingehan dijmêre. 

1- Yakitiya xaka welêt, 2- Yekitiya ziman, 3-Yekitiya jiyana aborî. 4-Gîyana derûnî. 

Lê bi rastî ev her çar bingeh tenê bi ziman ve girêdayî ne. Yanê gava ziman nebe, ev her çarana jî nabin. Em van xalan yek bi yek bigirin û binirxînin. 

1- Gava zimanekî tunebe, bi navê wî zimanî welatekî jî nabe. Yanê hebûna welatekî bi hebûna ziman ve girêdayî ye. Wekî: Almanî= Almanîstan, Grêkî=Grêkîstan. Ma çima em îroj nikanin behsa Hetîtîstan, Lûvîstan, yan jî Sumerîstanê bikin? Ji ber ku zimanê wan têk çûn, îroj bi navê zimanê wan welatek jî tune. 

2- Ya duyemîn ji xwe ziman e. 

3- Ma bazarek, aboriyek bê ziman dibe? Bê ziman jiyanek aborî pêk tê? Em fabrîqekê bigirin destê xwe; pêdiviyê fabrîqê, bi endezyar, bi mamostayan, bi berstwan, mîmar, û firoşkaran, bi karkerên xwenda heye. Ew jî tene bi ziman tê perwerde kirin. Bi kurtî ev xal jî bi ziman ve girêdayiye. 

4- Jixwe gîyana derûnî, yanê çanda di pêvajoyeke dîrokî de pêkhatî, hest û rabihîstin bi tevhevî bi ziman ve girêdayî ne. Bi gotineke kurt û kurmancî bingehê netewbûnê ziman e.

Li ser ziman û giraniya wê ya di nav civakê de nirxandinên gelek kûr û dirêj hene. Di gelek welatan de bi sedan pirtuk li ser vê mijarê hatine weşandin. Gelek zanyar li ser wate û venivisandina ziman rawestiyane, hin lênirxînên giranbûha pêşkêşî me kirine. Bi zimanekî din gelek nirxandin li ser girîngî û pêdiviya ziman heye. Em tenê çend mînakên girîng bigirin. 

Platon dibêje: ‘Ziman xwe bi hevidû hînkirin dayîn, pej avêtin û pelvedan e.’ 

Gor Wîlhelm von Humbold: ‘Ziman ne berhemeke giranbûha, bes tiştê ku heyiyê bi giştî girtiye bin bandora xwe bi xwe ye.’ 

Heidegger jî dibêje ‘ziman mala heyiyê ye.’ 

Di leksîkona Alman ‘Der Bücher Gilde’ de pirsa ziman wisa tê şirovekirin: ‘Ziman, bi giştî dengên konventionelên li ser hîmekî mejûyî bi sazî hatî rêzkirin, hem cihana objektîfî û hem jî cîhana subjektîvî di xwe de hildigire ku mirov dikane pê hizirandin, raman, hest û daxwaziyên xwe ji hev re vebike û têbigêhêje.’ 

Nirxandina herî xweş jî ev meteloka Kurdan e: 

‘Dernakeve ji mal e, 

hem cîwan e hem kal e, 

geh şûr e geh mertal e, 

Hem neyar e hem heval e, 

geh şîrîn e geh tal e 

geh rasti ye geh xeyal e. 

Hem çol e hem jî mal e’ 

Li pey van nirxandinan, li ser derketin û pêşveçûna ziman jî, mirov dikane bi kurtî wisa bibêje: Ziman bi peresena mirovahî re pêşveçûye, gora pêkhatina civakê xwe gîhandiye qonaxa herî bilind. Bi zimanekî din ziman encama peresena mirovahiyê ye. Nedîtina vê rastiyê mirov dibe înkara peresenê. Hima bigire hemû çavkanî vê mijarê çi kêm, çi zêde, wekî hev şirove dike. Em dikanin vê şirovê bi kurtî li vir wisa bînin ziman. Bi formekî kêrhatî pêkhatina muyên dengên di qirika mirovan de û avahiya devê ku ji bo cûre cûre deng derxistinê lêhati ye, bingeha diraviya vê diyarda ku yekser bandora xwe li jiyana mirovahî dike, pêktîne. Ji ber ku ziman di pêvajoya hezaran salan de pêk tê, li ser azmûn, huner, têgihîştin, sinc û bîra gelekî rûdine, mirov dikane bibêje; her zimanekî bi serê xwe dîtin û nirxandineke cihanî ye. Yekê bi tirkî biaxive, li gor nêrîn, nirxandin û cihana tirkan li diyardeyan dinêre, yê ku bi kurdî jî biaxive bi nêrîn û nirxandina kurdan dinêre. Bi dîtina min, tevliheviya pergala nêrînên me kurdan ya di warê têgihîştin, polîtîka, welatparêzî, têkiliya di nava gelan de ji tevlihevkirina van herdu nêrîn û nirxandinên cuda tê. 

Mînak: Em kurd dibêjin; ‘wisa saxlem e, wek pîvaz e!’ Dema mirov bi tirkî bibêje; ‘o kadar saglam sogan gîbî’ wek tişteke nerênî tê fêmkirin. Dîsa em kurd dibêjin: ‘şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e!’ Tirk dibêjin: ‘at, avrat sîlah!’ Yanê du cihanên cuda, du nirxandinên cuda, du dîtinên cuda. Dema mirovak di nava van herdu cihanên cuda de bizivire, rastiya xwe jî tevlihev dike. Bêguman mirov dikane mînakan di her warî de bide, lê bi baweriya min ji bo zelalkirine; “Her zimanekî bi serê xwe dîtin û nirxandineke cihanî ye. Ev bes in. Hemû zanyarên li ser ziman xebitîne giringiya ziman û wateya wê ya bingehîn li ber çavan raxistine. Mînak T. Leuenberger (1); ‘Wek civateke ziman xwe di nav regezên zimanekî de girtina civakê divêtiyekî ye. Di encamê de ziman tevheviya azmûn û tecrubê civakê bi xwe ye.’ 

Mattias Hartîg / Ursula ‘Tevgerên rizgariyên netewî xwe ji saziya civaka gundîtiya etnîkî ber bi saziyek polîtîkiya piralî ve pêşve dibe, yanê ber bi netewbûnê ve pejn dide. Ziman jî di paralelê vê pêkhatinê de pêşve diçe û xwe digêhêjîne tanga pêşveçûna vê polîtîkayê. Ev tê vî wateyî ku pêşveçûna polîtîkayê û ziman bi hev ve girîdayiye. Di encama vê pêşveçûnê de ziman xwe digîhîne qonaxa standartbûnê, ev jî tê wateya întegrationa civak û polîtîkayê.’ 

Zimanê Zikmakî û Kesayetî 

Kesayetiya mirovan di wê dema rehma dayîkê de bingehê xwe digire, di pêvajoya zaroktiyê de ew bingeh dikemile. Wek mînak, rewşa dayîkê ya di dema hemîlebûnê de, bi xwe bawerbûn û ne bawerbûna zarokê de rolekî mezin dilîze. Ev jî ji hîmê kesayetiyê ye. Lema mirov dikane bibêje: Ev pêvajoya mezinbûnê pêvajoya pêkhatinina kesayetiyê ye jî. Divê her dê û bav di vê pêvajoyê de her gavên xwe bi pîvan bavêje. Lewrê ev pêvajo dikane bandora xwe li tevhevê jiyana dergûşê bike. Têkiliya gîyan û ziman rasterast bi hev re heye. Wek mînak peyva ku mirov fêrdibe, ew peyv di pêvajoka fêrbûnê (bîhîstin, di mêjî de tomarkirin, bilêvkirin) de li mîjiyê me warnişt dibe. Yanê digêheje pileya hişmendiyê.

Bi zimanekî din ev tê wê wateyê ku hemû pêşdîtin, hewldan, hest û azmûn bi serê xwe taybetiyeke hişmendiya me ye. Yanê ev di heman demê de yê kesayetiya me ye jî. Çawa fîlozofê Hîndî gotiye; “wekî çeşta xoyê di tevhevê beden û giyana mirovan de xwe dide rabîhîstin.“ Yanê di her diyardê zimanê tê jiyanê de gîyan û kesayetiya mirovan amadeye. Em dikanin bibêjin tu pêşdîtinê bê hewl, hest û daxwazî, tu hestê bê hewl, pêşdîtin û daxwazî; tu daxwaziyê bê pêşdîtin, hewl û hest tune. Gişt di nava yekitiyek de ne. Lema mirov bêguman dikane bibêje, têkiliya ziman û gîyanê bi hev re heye. Bo têgîhîştinê em vî mijarê hinek din vebikin, mirov dikane bibêje, ji têkiliya ferdek yan jî tiştek, ya li ser giştî di qada bilind de hêlya xwe dibîne re zeyn yan jî mantiqê tiştan tê gotin. Em wek mînak şiklek bigirin: Mirov dikane ji tevheviyeke ji cuda cûda yekitiyan pêkhatî re şikl bibêje.

Şikl xwediyê sê drûvan e: 

1- Ew wek tevheviyekê ji parçên xwe zêdetir xwediyê wateyekê ye. 

2- Her parçên wê bi serê xwe yekitiyekê pêktînin. 

3- Her pêkhatin, ji tiştên ew jê çêbûye, hin dirûvan werdigire. 

Di encamê de mirov dikane bibêje, parçên tevheviyê jî ji wê yekitiyê dirûvê xwe digire. Gava em vê wek tevheviya ziman bidin ber çavên xwe. Em dikanin bibînin ku di jiyana vê tevheviyê de gîyana mirovan wek hêliyek diteyîse. Yanê kesayetiya di nava vê yekitiyê de dirûvên xwe yên bingehîn ji vê yekitiyê werdigire. Li gel vê gîyan û cîhan jî bi alîkariya ziman gîhîştiye yekitiyê. Mirov dikane bibêje çawa ku gîyan di nava ziman de gîhîştiye rastiyê, wisa jî cîhan di nava giyanê de gîhîştiye rastiyê.

Walter Porzig wisa dinivîse (2): ‘Mirov bi kîjan hêlê ve ziman lêdikole, lêbikolê, rastê rola gîyanê tê, ku egerek nebe nabe ye. … Bi taybetî di dema peyvînê de tevheviya giyanê derdikeve pêş. Kêliya axaftinê de ne tenê azayê bedena mirovan, hikariya giyana mirovan jî xwe di mîmikên rûçikê mirovan û derketina dengan de dide der.’ Ji bo vê kurte şiroveyek bi kurtî di ziman de tu tej (kîte), tu peyv, tu hevok û tevheviya wan bê wate nîne, li ser bingeha gîyan, azmûn û rastiyan pêkhatine. Yanê bingeh hest û kesayetî ye. Komalgeyaziman jî bi tevheviya gîyan, azmûn û hewldanên wê civakê ve girêdayî ye. Tevheviya mirovahiyê di nava komalgeya zimanan de dabeş bûye. 

Kesayetiya mirovakî ya di nav komalgeya zimanekî de sedî sed bi wî zimanê ew dipeyive ve girêdayî ye. Mirov dikane wek mînak bibêje; zarokê li Kurdistan mezin be wek kurdan, yê li Çînê mezin be wek çînan difikire. Dibe kesek gelek zimana bizane û bikanibe di nav gelek komalgehên zimanan de bijî. Di nav van zimanan de tenê ew zimanê ku ew di zaroktiya xwe de fêrbûyî, di jiyana wî û kesayetiya wî de cîhek taybetî digire. Belê ew zimanê wî yê zikmakî ye. Yanê wî zimanî berê her zimanî derfetên jiyaneke civakî û azmûnên jîyînê daye wî. Wî jî berê her tiştî wate daye wî zimanî. Wî zimanî, ew ji cîhana bêziman girtiye û kiriye xwediyê zimanekî, lema jî bandora wî hetanê dawiya jiyanê li wî kesî dibe. 

Walter porzîg (3) Wisa dinivîse: ‘Heta kesekî zimanê xwe yê zikmakî ji bîr jî bike, ji binê tesîra wî dernakeve. Her û her wê tesîra wî li ser gîyan û kesayetiya wî hebe.’ Heinrich Dietz mijarê wisa şirove dike: ‘Ziman li gel naveroka xwe ya polîtîkî hacetekî afirandina îfadekirin û fikrandinê ye. Ji bo çalakiya gîyana kes û komalgeyan, bo analîza bilêvkirin û sentêza pêşzenkirinan di mêjî de amadeye. Kes bi xwe jî di pratîkê de fikran pêktîne, şema û şiroveyan pêşkêş dike…..’ 

Ziman û Fîlozofî 

Eger îro zimanê yunanî di warê têgînên zanyarî de zimanê herê pêşketiye, ev bi saya fîlozofên yunanî pêkhatiye. Di wê dema peşketina filozofiyê de bi sedan peyvên nû hatine afirandin û bikaranîn. Wek mînak peyvên; ‘Philo, sophia, trauma, analitik, antîgonizma û hwd.’ Ev peyvana hima bigire derbasê hemû zimanê cihanê bûne. Egerê vê di rastiya zanyariya filosofiyê de veşartiye. Bêguman rastiya fîlozofiyê bi hêza ziman derdikeve pêş. Divê neyê ji birkirin ku çawa her peyv û têgîneke ziman xwedanê bingehekî dengnasî, peyvzanîn û riçalnasiyê ye wisa jî wateyeke wê ya fîlozofik heye. Ango fîlosofî jî giringiya wê peyv û têgînê ya di ziman de cihê bikaranîn û rola wê ya di peşketina mejiyê mirov de şirove dike. Bingehekî karê filozofiyê ev e: Têgihîştina tiştinan (mîna rastî, danasî, xweşikî, azadî ûwd.) bi kêmasî di warê têgînan de derxistina pêş û pejirandindayîn e. Ev jî bi awayekî xwezayî bandorê li pêşketina ziman dike. Lewre pêdiviya filozofîkirin yan jî şirovaya van têgîn û diyardeyan bi gelek têgîn û peyvên van rastiyan fêmkirindayînê heye. 

Theodor Leuenberger wisa dinivîse (4): ‘Yê rêya dan û standinêk sîstematîk li pêşiya kesan vedike Ziman e. Kes bi wê dikane hevîrdora xwe kategorîze bike û nola wê mînakên li berçavên xwe werbigire.’ Ev jî dikeve mijara filozofiyê. Filosofiya ziman disiplineke ziman e, ew bi ziman û wateyê ve têkildar e. Bi giranî li ser têkiliya ziman û rasteqînî, hevbendiya ziman û hişmendiyê radiweste. Li gel wê beşeke rêzmanî ye jî. Analîza hişmendiya avahiya ziman, bi taybetî pergala hevokan, biwêj û bikaranîna deman jî li gor fîlozofiyeke xwerû ye. Carna ji bo vê mijara fîlosofiya ziman rexnebariya ziman jî tê bikaranîn. Di zanyariyê de têgîhîştin pir girîng e. ji bo têgîştinê jî şiroveyên bê kêmasî divê. Her zimanê runiştî ji bo şirovekirina tişt û diyardeyan hetanî radeyekê destdayî ye.

Dema zimanekî teng dimîne, du rê derdikeve pêş; ya li gor pergala ziman têgînên nû tên afirandin, yan jî ew têgîn û peyv ji zimanê biyanî tê deynkirin. Ji ber ku diyarde û tişta tê şirovekirin yan jî filozofwarî tê zelelkirin, divê wisa zelal be ku hiş bikane wê/wî werbigire. Bêguman her ziman, heta zimanên herî pêşketî jî rasterast ne zimanên fîlosofiyê ne, lê dikane di vî warê de hin gavan bavêje. Andreas Kemerling li ser têkiliya zimanê alman û filozofiyê wiha dinivîse (6) ‘… Berê Latînî zimanê fîlozofiyê bû. …

Niha bi navnetewî ingîlîzî ye.’ Dema yekê almanî fêr dibû ku xebatên fîlozofên alman yên mîna; Kant, Schopenhauer, Nietzsche, Husserl, Heidegger, Wittgenstein bixwîne, ango di wê dema filozofên bi zimanê almanî bandoreke mezin li filozofiya cihanê dikir de jî almanî ne zimanê filozofiyê bû. Lê almanî zimanê fîlozofên bi almanî fîlozofî dikirin bû. Vê pêvajoyê bi dema ku Christian Wollf di destpêka sedsala 18. de, pirtûkên xwe yên perwerdê bi almanî nivisî destpêkir. Lê divê em vê bizanin ku piraniya têgînên filosofên alman bikartînin, ne almanî ne, ango ew zimanekî wê zanyariyê ye. Mîna; ‘analitisch, syllogismus…’ Lê baş tê zanîn ku zimanê almanî herî zêde di dema van fîlozofan de bi pêşketiye, gelek peyvên nû, yan jî ji nû ve formulekirina peyvan derketiye pêş. Dema em li mînakên cihanê dinêrin dibînin ku li gel afirandina peyvên nû piran peyvên filozofî, psikolojî û zanyariyên din yên bingeh yunanî û latînî wisa wergirtine. 

Di Zimanê Baweriyên me de Filozofî 

Rastî were pirsîn di bingehê zimanê me de jî bingehê fîlozofiyeke xurt heye, dema mirov li fîlozofiya zimanê Avestayê dinêre, dibîne ku tê de filozofiyeke gelek kur heye. Em mînakek ji xebata Dr. Berhem Varza bidin. 

‘Avesta 30/3 bend 

Niha em werin herdu Manyuyan, 

Yêku di destpêkê de wek cêwiyan dihate têgîhîştin 

Û bi rastiya yekitiya wan bawer bû 

Yek jêderka başiyê û yê din ya bedbahiyê 

Di hişmendî, axaftin û kirinê de 

Pîrê kemilî biryara xwe li gel başiyê da 

Lê nezanên pêşîkor vê nake!’ 

Di gulbangên elewiyên kurd yê kevin de jî fîlozofiyeke gelek bi wate heye. Mînakek ku min di romana xwe ya bi navê „Asoyê dînan“ de nivîsiye: 

‘Canê sir bûm li arî aşa 

Gihîştim ez roşta (nûr) vê erşa 

Min avêt ji dil xem û êşa 

Amargî amargî ev meşa’ 

* (arî aşa = hêza gerdûnê/ fezayê ya pîroz, Avestî) 

* (amargî = ber bi heq meşîn, kiras guhertin, Somerî) 

Dîsa em ji pirtûka mamoste Emîn Akbaş mînakek ji qewlên êzidiyan bigirin: (ji qewlê Zebûn Meksûr) 

Li min cema dibûn babzar e 

Dê ji wê behrê bên xeber e 

Tê de hene Durren cevher e 

(durre = ji tuneyîyê hatin, ji razek hatin) 

Wek pêşniyar, bi dîtina min; divê mirov berê hemû peyv û têgînên bingeh kurdî ku di berhemên olî yên kevin de hatine bikaranîn, bicivîne û têke xizmeta fîlosofiya nûjen. Bêguman mirov dikane hin têgînên bi navnetewî tên bikaranîn jî bê guhertin werbigire. 

  • Fêrgîn Melîk Aykoç 
  • 28.11.2014 

Çavkanî 

1- Nivisên min yên ji bo semîneran amadekirî (ne tomarkirî) 

2- Der Bücher Gilde (Leksîkoneke alman e) 

3- Theodor Leuenberger, (1, 4) Sprache und Herschaft (ziman û serkarî) 

4- Mattias Hartîg/ Ursula Kurz „Sprache als sozialekontrole – Neue Ansätze zur Soziolinguistîk (Ziman wek kontrolacivakî – cihê bikaranîna nû rêzmana civakî)“ rûpel 9, Walter Porzig “das Wunder die Sprache” rûpel 162 (2), rûpel 213 (3) (Derhozeya / Mucîza Ziman) 

5- Heinrich Dietz “Rote semantîk” (rûpel 20): (watesaziya sor) 

6 – http://www.philosophie.uni-hd.de/imperia/md/content/fakultaeten/phil/philosophischesseminar2/kemmerling/a73.pdf

7- Dr. Bahram Varza, (ji Avestayê) http://www.zoroaster.net/indexd.htm 

8- Fêrgîn Melîk, Asoyê dînan weşanên ar, ISBN 978-605-4809-06-6 

9- Emîn Akbaş, Ezdiyatî – 1 weşanên YMK, IBSN 978-3-939844-06-8

10- Nirxandina Platon, von Humbold û Heidigger ji pirtûka Walter Portzîg, ‘Das Wunder die Sprache’ hatiye wergirtin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button