Gotar: WergerScience

Demajoya Evolutionê a Bêdawî

Demajoya Evolutionê a Bêdawî

Li gor destnîşankirinên îro, ku li gor asta zanistê ya roja roja me û derfetên teknolojîk aşkere bûne, di gerdûnê (kaînat, universe) de ji sed milyaran zêdetir komstêr (galaksî, galaxy) hene. Li komstêra Kadizê (Samanyolu, Kehdiz, Milky Way) jî, ku rojgera (gerstêrk) me jî tê de ye; dîsa hatiye peyîtandin ku ji sed milyaran zêdetir stêrk hene. Di vekolanên çavdêrxaneyan de hatiye dîtin ku li fezayê, nebulozên (nebula, latînî nebulosus) nû dertêne holê, stêrk diteqin û çalereş (kara delik, black hole) dihêne dîtin û di astekê kozmik û bi awayekî dîtbar (concrete, somut), em çavdêrîyê li tekamulê (evolution, evrim, înkîşaf) dikin. Zanista astronomîyê (stêrnasî, esmannasî) ku wan zanînan dide me, wekî mijûlahiyekê gelekî kevn a mirovî; îro jî coşeka bêhempa dide vekolanên zanistî yên hemdem û beşekê zanistî a gelekî pêşveçûyî ye. Zanînên ku di sedsala dawî de hatin zanîn, ramanên me yên derheqê made, vejen (enerjî, energy), çêbûna dinyayê û afirîşê de jî guhêrtin. Hebûna ‘gerdûna kozmîk’ ji bilî kesên dogmatîk, di roja îro de ji aliyê piranîya mirovan ve, hatiye pejirandin. Dîtwarîya Înkîşafî (tekamul, evolution, peresan) a Charles Darwîn, li Tirkiyeyê jî bûye sebebê minaqeşeyên mezin û li gor zanînên (zanayî, bilgi, knowledge) hemdem minaqeşekirina vê teoriyê, bêgavîtîyeke (mecbûrî, neçarî) zanistî ye.

Zanînên me yên derheqê ‘makrokozmos’ û ‘mîkrokozmos’ê de yên beriya dused salan a dema Teoriya Înkîşafî a Darwîn û zanînên dema me,  ne mîna hev in û ne di heman astê de ne. Bi taybetî jî di derheqê vekolandina fosîlên di kûrahîya erdê de, bidestxistina zanînan ne hêsan bû. Bi saya xebatên zanistî yên pêşwext û pêşketina zanistên şûnwarnasî (kevnarezanî, archeology) paleontolojî (fosîlzanî, Paleontology) û mirovnasîyê (antropolojî, anthropology) û vedîtina (keşf) radyoaktîvîteyê, bi awayekî misoger rê li ber zanîna temenê fosîlan û nirxandina berdestîyan (veri, data) vekiriye. Di roja me de, imrê (dem) jêmayên fosîl û mayiyên din, bi piranî bi rêya bikaranîna karbona radyoaktîv yan jî bi potasyûma radyoaktîv, dihê zanîn. Rojgera me jî, wiha tê fikirîn ku beriya, çar û nîv mîlyar salan çêbûye. Jêmayên zindiyên pêşîn yên di tebeqeyên herî binî yên erdê de, aîdê kevza (alg) behrê ne û temenê wan, nêzî sê (3) mîlyar salan kevin e. Ber bi tebeqeyên jorîn ve, jêmayên din yên ku ji dewra nêzîk in, hatine dîtin. Mesela temenê jêmayên dînozoran, sed yan sed û pêncî salan, kevin e. Jêmayên Homînîdên (mirovokî) pêşîn jî, encax du mîlyon salan kevin in. Jêmayên Homo Sapiensê jî ku wekî nîjada mirovên îro tê hesibandin, xwe digihîne pêncî hezar salan berîya roja me.

Di bin ronahiya van zanînan de, em nikarin bibêjin ku hemû zindî bi derbekî û di demekê de, çêbûne. Ji xwe ev yek, ji aliyê dijberên înkişafê jî ve tê gotin. Ramanekê wiha, bi rastîyên berdestî re nakok e. Heke hemû celeb zindî bi carekî çêbibûyan, wê demê divabû me di hemû tebeqeyên erdê de fosîl û jêmayên hemû celeb zindîyan, bidîta. Delîlekî berdewamîya înkişafê (tekamul, evolution) yekê din jî, di tibê de bikaranîna dermanên antîbîyotîk in. Dihê zanîn ku antîbîyotîk, li hemberî mîkroorganîzmayên ku dibine sebebê nexweşiyan dihê bikaranîn. Piştî bikaranîna antîbîyotîkê, heta demekê antîbîyotîk berxwedana laş bilindtir dike. Lê piştî demekê antîbîyotîk tesîra û hêza xwe winda dike û laş, carekê din nexweş dikeve. Hatiye destnîşankirin ku sebeba vê yekê, derketina holê a celebên nû ye, ku li hemberî antîbîyotîkan xwediyê hêz û tesîrekê berxwedanê a mestir in. Beyî guman ev yek ji bo înkîşafê delîlekî zanistî ê aşkere ye û destnîşan dike ku bûyera înkîşafê, bi berdewamî didome.

Di roja me ya îro de, nexweşiyên wekî AIDS û şevba berazan jî, ji wan celeb mîkroorganîzmaya ne û hatine peresîn. Hemû vekolanên zanistî ku xwe dispêrin metodên hemdem, nîşanê me didin ku înkîşafa xwezayê ne tenê li ser rûyê erdê, di astekê kozmîka înkişafî de li hemû fezayê heye û bi rêya ketumetbûn û veguhêrîna made û vejenê, pêk tê. Digel berdestîyên zanistî hewqasî xurtin jî, hê jî hinek naxwazin ku ji van rastîyan bawer bikin. Ev yek, encax dikare bibe helwesta mirovên ku rastîyan dilewitînin û ji vê yekê jî, berjewendiyên şexsî bidest dixin. Wekî hemû cîhanê li Tirkiyayê jî girseyên gel, bi perwerdehiyekê paşverû û dogmatîk, dihên berhêlîkirin. Ji bo rêvebirîyeke  (administration, yönetim) hêsan û xurtkirina feraseta umet û evdîtiyê, herdem dijberîya zanist û hunerê dikin. Li welatên wiha de, kesên ku li dijî wê zordestiyê derdikevin, herdem zanyar û hunermend in. Di tu dema dîrokê de ne hatiye dîtin ku civakek, dest ji zanist û hunerê berdabe û digel vê yekê, bi pêş ketibe. Nehatiye dîtin ku ew civak, ji hêla şaristanîyê ve xwe xurt û bilind kiribe. Rêvebirîyên ku xwe dispêrin darêzorê û raserîya hêza tunekirinê, tu carê nikarin bibin rêvebirîyên mayinde û berhemên, delîlên şaristanîyê li pişt xwe bihêlin. Berhemên ku niha kitêbxane û muzexaneyan tijî kirine, hemû ji şaristanîyên ku rûmetê nîşanê huner û zanistê dane, mane. Divê tu carê ji bîr nebe ku di civakan de, zanist û huner yan serbest hene, an jî tune ne.

Prof. Dr. Abidin Kumbasar

Çavkaniyên Gotarê:

1– Darwin, C. Kokê Celeban. Weşanên 1984.

2– Kaufmann, W. J. Înkişafa Gerdûnê û Çêbûna Stêrkan. Weş. Arkadaş.

3– Silk, J. Kurtedîroka Gerdûnê. Weşnên TUBİTAK sala 1997an.

4– Hoagland, M.B., Kokên Jiyanê. Weşanên TUBİTAK. 2003.

5- Ditfurth, Hoimar Von. Şeva Bêdeng a Dînozoran. Weşanên Alan.

Werger: Alî Gurdilî

aligurdili@gmail.com

01.04.2023



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button