Science

Cîhana Nenas a Riwekên Goştxwer

Alî Gurdilî

‘Riwekên bêlep, bêpî û bêdev ku mêşan digirin. Riwekên masîxwer, bi saya dafikên xwe, xwe têr dikin. Ev celeb riwek bi saya teknîkên xwe ên nêçîrîyê yên xwemalî, hişk nabin û hebûna xwe didomînin. Hinek zanînî, ji cîhana wan riwekên nenas.’

Endezyaran ji pelên riweka mêşxwer (Dionaea muscipula) ku bi saniyeyan xwe dadidin îlhamê girtin û mîkrolensên ku gelekî zû şekil diguherînin, îcad kirin. Li gor daxuyanîya Zaningeha Massachusettsê, bi saya vê teknolojîya nû, dê lembeyên trafîkê yên ku li gor şewq û germahiyê têne guherîn û boyaxên ku rengê xwe diguherînin, bikaribin werin çêkirin. Riweka mêşxwer (Dionaea muscipula) xwedîyê pelên şkevkî (çanak) ye û goştxwer e. Nektareke çêjdar, avzê dike û mêş û kêzik jî, xwe berdidin nav pelên wê ên şkevkî. Pelên riweka mêşxwer dema ku kêzik yan mêşeke li ser pelên xwe hîs dike, bi awayekî gelekî zû têne dadan. Mêşên ku di sanîyeyekê de 200 caran baskên xwe dadiweşînin û xwedîyê kabiliyeteke tekuz a livdarî ne jî, nikarin xwe ji pelên riweka mêşxwer xilas bikin. Ê baş e, bazûyên (kas) riweka mêşxwerê tune nin û ew çawa dikare wiha pelên xwe, zû dade? Evpirs, demekê dirêj e ku li benda bersivên zanistmenda ye. Lakshminarayanan Mahadevan û hemkarên wî, kêm be jî vê razê (sir) aşkere kirin. Li gor berdestîyên lêkolîneran, riwek dema bi mûyên xwe heyîneke biyanî hîs dike, avê berdide şaneyên (hucre) xwe yên li derve. Bi vî hawî şaneyên li derve dirêj dibin, lê yên hindurîn naguherin. Ev pêhatî wiha dike, ku pestoyek (basinç) derbikeve holê. Pela riwekê, ji nîşkave xwe ditewîne û tê dadan (girtin). Di encamê de, kêzok di navberê de girtî dimîne.

Ji bilî riweka mêşxwer, gelek riwekên din ên goştxwer hene. Ev celeb riwek, axlebî li erdên ku ji hêla adanê (besin) ve qels in dijîn û xwe bi mêş û kêzikên biçûk xwedî dikin. Nepenthes jî riwekek goştxwer e, nava wê bi ava hezmê (sindirim) tijî ye û xwedîyê dafikên, ku dişibin surehiyê ye. Kêzokên ku ji zemîna wê ya şemitokî dişemitin, di nav ava wê de difetisin. Kêzokên ku bi diwaran ve hildikişin, serberjêr diçin û xwediyê pencirkên (nînokê dirindeyan) xwemalî ne jî, nikarin xwe li ser pelên wê yên şemitokî bigirin. Pîyên kêzokan, gelekî bala zanistmendan dide ser xwe. Berîya demekê koma xebatê ya Stanislav Gorbê ku girêdayî Enstituya Max Planckê dixebite,  daxuyaniyeke da û aşkere kir ku ‘bantekê bihêz’ îcad kirine. Mûyên binê lingên morîstangan (morî), ji xwe re wekî nimûne girtine û vê banta ku dikare gelek caran were şuştin, hilberandine. Pisporê morîstangan Prof. Bert Holldobler û hemkarên wî, ji bo ku fam bikin ka morîstang çawa li ser pelên şemitok yên riwekan bi rê ve diçin, li ser morîstangên honanker (Oecophylla) hinek toklînan (deney, experiment) pêk anîne.

Morîstanga honankar, dikere giraniyekê 100 caran ji xwe girantir hilgire û xwe ji ser camekî, xwe serberjêr berde xwarê. Lê derveyê Nepenthesê ê şemitokî, lingên vê morîstangê jî dişemitîne. Riweka Nepenthesê, xwediyê dafikên avî ê hezmê ne û kêzokên ku dişemitin, terayê nava ava wê dibin. Lêkolîneran, ji % 90 avê li wê ava hezmê zêde kirin û nîşan dan ku bi vî rengî jî, ew av di demekê gelekî kurt de xwe li hemû laşê kêzokan radipêçe û wiha dike ku kêzok, qet nikarin bilepitin. Stanislav Gorb, berîya çend salan li ser riweka Nepenthesêbeşdarî lêkolîneke bû. Li gor lêkolîna ku di The Journal Of Experimentalê de hatiye weşandin; nava Nepenthesê, ji du tebeqeyên rûkirî pêk tê, ku ev dişibe mûmê. Tebeqeya jorîn, xwe li lingên kêzokê radipêçe ku xwediyê perçeyên mikroskopîk in. Tebeqeya jêrîn jî, wiha dike ku kêzik nema dikare xwe bi cihekî ve bigire.

  • Selcen Pirge. ‘Kovara Atlas’ – Rêbendan 2008
  • Werger: Ali Gurdilî
  • felsefevan@hotmail.com 
  • 20.06.2008


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button