Science

Şoreşa Albert Einstein û Zanista Modern

Alî Gurdilî

Şoreşa Albert Einstein û Zanista Modern

Guherîn û geşbûna ku di zanista nûjen de pêk hatin, nêzîkwerî û nêrîna me ya derheqê çêbarîya (nitelik, quality, çawanî)  zanayîyê (zanînî, bilgi, knowledge) de, ji binî ve guhêrtin û di encama vê yekê de, bivênevê felsefe jî hate guherîn. Piştî vê berbiçûna nû, zanayîya zanistî (bilimsel bilgi, zanîna zanistî, scientific knowledge) mîna zanayîya herî ewledar (pêbawer) û sûdmend hatiye dîtin. Piştre jî, wisa hatiye xwestin ku zanayîyên me yên pêbawer, berîya her tiştî divê xwe bispêrin zanistê, çavkaniya wan divê zanist be û li ser zanistê werin sepandin. Bi rastî jî, meriv dikare bibêje ku di dîroka felsefeya rojavayê de, derheqê xwezaya zanayîyê de, zanist herdem bûye navend û motora dehfdanê. Meriv dikare bibêje çarsed sal e, ku ev yek derbazî ye. Bi taybetî jî di sedsala 20an de, di zanistê de guherînên gelek mezin û bêhempa derketin holê û zanayîyên derheqê zanistê de, ji binî ve hatin guherîn.

Di warê fizîkê de, du (2) şoreşên mezin pêk hatin. Teorîya Rolatîvîteyê (îzafiyet) a Einstein, kete dewsa têgihiştîna zanista kevnwerî (traditional). Şoreşa din jî, bêyî guman Teorîya Kuantumê ye. Dibetîya rastiya herdu teorîyan jî tune û dibe ku herdu teorî jî çewt (şaş) derbikevin. Ligel vê yekê, herdu teorî jî di jiyana me ya rojane de bi awayekî giştî dihêne bikaranîn û encamên rêkûpêk jî didin. Piştî wan du (2) şoreşên navborî, gelek teorîyên derbazî (derbasbar, geçerli), pûç derketin û wisa hate têgihiştin ku tu torîyên mayende (misoger) tune nin û dibe ku rojekê, dîsa pûç (şaş, çewt) derkevin.

Zanayîyên ku mirov xwediyê wan in, dibe ku çewt bin. Lewra, kesên ku wan zanayîyan hildibirînin, dîsa mirov in. Herweha, em îro êdî pê dizanin ku zanayîyên me dikarin biguherin û zanayîyeke (bilgi, knowledge) ku heta hetayê, neyê guherîn jî tune. Zanyaran (zanistmend), ramanên me yên derheqê zanayîyê û têgihiştina me ya derheqê serhatîyan (deneyim, experience) de wekî ‘dem, made, cih (mekan, space) û madeya fizîkî’ jî, guhêrtin. Bêyî guman di vê guhêrîna me a têgihiştînî de, rola zanistmendan mezin e. Ji ber vê çendê jî, dema ku dîrokzanên siberojê derheqê serdema me de binivîsînin dê behsa feylesofên zanistment bikin. Çimku, di warê guhêrîna têgihiştina me ya dinyayê a felsefeyî de, para wan gelekî mezin e.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 26.04.2023
  • Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button