PhilosophersPhilosophia

Jian û Philosophia Socrates

Jian û Philosophia Socrates

Socrates, damezrînkarê philosophia exlaq e û di heman demê da, kesê ku rêbaza ‘bi hawayekî sereqet û bi rîa pirsîna pirsan, gihîjtina heqîqetê’ ava kirîe, dîsa ew e. Socrates, ji xelkê Athinaê ye û li Athinaê hatîe dunyaê. Di dema qirna zêrîn a Athinaê da jîaye. B.M. di sala 470î da hatîe dunyaê, bûye bavê sê zarokan û B.M. di sala 399an da mirîe. Di ciwantîa xwe da, bala xwe daye philosophên berîa dema xwe û li berhemên wan, baş hûr bûye. Philosophên berîa Socrates, ew philosophên ku dixwastin bi rê û rêbazên cuda, bi cîhana surûştî bizanibin. Socrates, di bin tesîra du taybetîên giring ên wan philosophan da maye û ku li gor bawerîa wî, ev du xal (taybetmendî) du alîên qels ên theorîên wan philosophan bûn. Xala qels a yekem, lihevnekirina wan bû. Theorîên wan, gelekî tevlihev bûbûn û mîna theorîên dijber, xwîa dikirin.

Di nav xwe da jî, lihevhatineke wan a hempar qet tunebû. Herçuqasî derheqê dunyaê da ramanên balkêş û sergerm raber kiribin jî, bala xwe zêde nedane rexnan. Ji ber vê yekê jî, meriv nikare bi rastî an şaşîa wan tehorîan bizanibe. Dijberîa Socrates a duyem jî ev yek bû: Meriv bi rastîa wan theorîan bizanibe jî, ti feydeya sepandina (cibîcîanîn) wan theorîan tunebû. Ango di pratîkê da, feyda wan tunebû. Zanîna dûrahîa Rojê, dê çi li jîana me a rojane zêde bikira û dê tesîrekê wê a çawa hebûya gelo?  Bê guman tu tesîra zanînên bi vî rengî, li ser tevger û kirinên me, tunebû. Ê baş e, divabû me bi çi bizanibûya? Kîjan zanîn bêtir bi kêrî me dihatin? Belê, berîa her tiştî divabû me bizanibûya ka em ê çawa bijîn û em ê çawa bikanibin jîana xwe, dewam bikin.

Tiştê ku pêdivîa merivan bi wan hebû, bêtir ev cure zanîn bûn. Lewma jî pirsên ku ji bo me giring bûn, pirsên bi vî rengî bûn: ‘Baş çi ye?’, ‘Rast çi ye?’ ‘Dad çi ye?’ Heke em bi bersîvên van pirsan bizanibin, bê guman dê tesîrekê wan a positiv li ser jîana me jî hebe. Socrates, ti carî ne gotîe ku ez bersîvên wan pirsan dizanim. Lê, li merivekî ku bi wan pirsan bizanibe jî rast nehatîe. Wekî dihê zanîn, zanyarê Delphoîê berê ji bo Socrates gotibû ku merivê herî zane Socrates e. Lê Socrates, berîa wî ji xwe gotibû ‘ez bi tiştekî nizanim û tekane tiştê ez pê dizanim jî, ev yek e.’ û lewma jî, digot zanyarê Delphoîê ji ber vê gotina min weha gotîe. Di wê demê da, meriv hê derheqê dunyaê da jî ne xwedîê zanînên rast bûn û zanînên ku derheqê tevgerên merivan da gelekî kêm bûn. Socrates li kuçe û kolanên Athinaê digerîa, bi xelkê ra li ser sîaset û exlaq diaxivî û pirs ji wan dikirin. Pirsên Socrates gelekî balkêş bûn û ji ber vê yekê jî, xelk li dora wî dicivîan û hewl didan ku bikanibin ligel wî bikevin guftûgoyê. Herî zêde jî ciwanan bala xwe didana pirsên wî. Rêbaza Socrates herdem heman rêbaz bû, ji têgeheke ku di jîana me da xwedîê rolekê giring e dest pê dikir û pirsên weha dikir: ‘Dostanî çi ye?’, ‘Wêrektî çi ye?’, ‘Dîndartî çi ye?’ û gelek pirsên bi vî rengî.

Bi çaluma (lat. calumnia, en challenge, fa. çaliş) xwe a li kesên bersîvên pirsên wî didan jî dikir ku ew carek din li ser bersîvên xwe bifikirin û wan baştir dahûrînin. Mesela yekî bigota ku ‘wêrektî, berxwedan e.’ wê demê Socrates jî digot ‘wê demê rikdartî çi ye? Merivên rikdar jî, bi sebrekê mezin dikanin li dijî zehmetîên jîanê ên pirralî li ber xwe bidin. Ma wêrektî ev e gelo? Ma tiştê ku hûn wê diecibinîn, ev yek e?’ Piştî gotinên Socrates, merivên ku bersîva wî didan, bivênevê diketin gumanê û careke din li ser ramanên xwe diponijîn. Ev hawaê (methode) pirsyarîkirina Socratesî, gelekî navdar bû û bi rîa vê rêbazê, bi derbekî du derfet derdiketin holê. Derfeta duyem jî ew bû ku piştî pirsyarîkirinên Socrates, meyl û bala xelkê, bêtir diçû ser wan pirsên philosophic. Di dawîa pirsyarîkirinan da jî, Socrates ti carê gotina xwe a dawî nedigot û weha dikir ku temaşevanên wan nîqaşan, bêtir li ser pirs û bersîvan bifikirin. Tiştê ku li pişt hevokan veşartîe çi ye? Dema ku Socrates pirsa ‘adalet çi ye?’ pirs kirîe, bêguman bersîva ku wî dixwast bibihise ne tenê danasîna wê bûye. Li gor bîr û bawerîa Socrates, peyva ‘dadmend’ ji alîê gelek merivan ve ji bo qerar, yasa û peymanê jî dihate bikaranîn. Lê taybetîeke hempar a wan peyvan heye, ku ew jî dad e.

Tiştê ku Socrates dixwast pê bizanibe û wê derxe holê jî, çawanîa wê xala hempar bû. Ango Socrates dixwast ku bi wê cewher an jî naveroka adaletê bizanibe, ku meriv dikare wê weke rasteqînîeke neberbiçahv (abstract) jî biwesfîne. Ev ramana wî di berhemên şagirdê wî Platonî da dê bibûya bawerîa îdeaên neberbiçahv. Di philosophia heyînê a Platonî da, heyînên rasteqîn îdea ne û hemû heyînên ku li cîhanê hene jî teqlîdên îdean in. Ango heyînên esîl îdea ne. Di vê xalê da meriv dikare bibêje ku ramanên Socrates tesîrekê hilweşînkar afirandine û bûne sebebê gelek alozîan. Socrates, pirskirin fêrî merivan dikir û nezantîa desthilatdar û rêveberan dida ber çahvan. Ji ber vê çendê jî ligel hezkarên wî, gelek kesên ku qet jê hez nedikirin jî hebûn. Di şahîên bajarên Athinaê da, di şanoya ‘Ewr’ê (B.Z.423) a Arîstophanesî da, tinazên xwe bi Socrates kirine. Di dawîê da rêveberên wê demê, bi tawana ku ciwanan ji rê derdixe û xwedaên Athinaê nahebîne, qerara girtina wî dane. Socrates dihê girtin û darizandin. Di dawîê da, qerar dihê girtin ku bi jehrê were kuştin. Darezandin û kuştina Socrates di tarîxa ramanî da ji bo tragedyan bûye çavkanîeke gelek mezin.

Di tarîxa ramanî da philosophê herî navdar bê guman Socrates e. Sebeba vê yekê a herî mezin jî helwesta wî a sceptic (gumanbar) e. Socrates, bi guman nêzîkî têgihên philosophic bûye û ew bi hawayekî bi guman dahûrandine. Ev helwest û sekna wî ji wê rojê ve bûye teybetîeke giring a philosophiaê. Ji xwe wî jî berê gotîe ku ez ne xwedîê hînkirinek positiv im û bi tenê pirsên min hene. Lê em baş pê dizanin ku li pişt wan pirsên wî bawerî û ramanên wî ên bingehîn hene û ew bi vî hawaî hatine veşartin.

Yek ji wan bawerîên wî ev bû: ‘Merivek dema ku rastgo be, kesek nikare zerareke rastîn û mezin bidê. Di jîana me da gelek rûdanên pîsadî hene û dibe ku meriv rojekê hemû mal û milkên xwe wenda bike, an jî rastî neheqîekî bibe û bikeve hepsê. Lê piştî demekê, dê ev teşqele biqedin. Rûdanên bi vî rengî li ser qismetê meriv in û rojekê nema dihêne serê merivan. Lê a giring, paktîa gîanê meriv e û tiştên mayî hew qas jî ne giring in. Ji bo merivekê bextreşîa herî mezin, rizîna gîanî ye. Ji ber vê yekê ye ku berxwedana li hemberî bêadaletîê ji bêadaletîê çêtir e. Çimkî tevgerek bêadalet bêtir zerarê dide merivan. Lewma jî divê em gunehê xwe ne bi mezlûman, lê bi kesên ku neheq in û bêadaletîê dikin bihînin. Ji ber vê bawerî û hînwerîa Socrates, philosophên stoic, qîmetekê mezin didane Socrates û piştî sed salan, ber çavê wan Socrates bûye xoşewîstekî laîk û lehengekî mezin.

Dîsa Socrates weha bawer dikir ku tu kes, bi hemdê xwe û bi zanetî, şaşîan (xerabî) nake. Heke însanek bizanibe ku tevgera wî tevgerek xerab e û têbigihîjê, bê guman dê weha neke. Na heke însanek bi xerabî lebitîbe, ev yek dihê wê maneyê ku ji xwe ew ji tiştê ku dike tênegihîjtîe. Di encama vê nêrîna Socrates da, pirs û ramanên wî bûne mijara zanînê. Ji ber vê qeneeta xwe ye ku Socrates, bi hawayekî bê rawestan daye dû bersîva pirsa ‘Adalet çi ye?’ û gelek pirsên din ên bi vî rengî. Çimkî li gor bawerîa wî, heke em bi bersîva tiştekî bizanibin, wê demê bivê nevê em dê bi adalet tevbigerin. Di philosophia Socrates da, meriv dikare bibêje ku lêgerîna zanînê û daxwaza fazîletdarîê heman tişt in.

Li Hemberî xwe Rastgo be! Philosophekî ji Socrates navdartir heye yan tune, bi rastî jî meriv baş nizane. Lê philosophê ku gotîe divê meriv berîa her tiştî ji bo xwe rastgo be û ev yek wekî erkek şexsî helsegandîe bê guman Socrates e. Tesîra vê ramanê di gelek serdeman da berdewam bûye û xwe gihandîe roja me. Socrates ji bo gotina rastîên xwe, mirin jî daye ber çavê xwe, ji ber tirsa zulumkarên wê demê nerevîaye û bi jehrîê hatîe kuştin. Bê guman, meriv dikare bibêje ku di vî warî da Socrates pêşengek e. Mesela Hz. Îsa weha dibêje: ‘Piştî ku te xwe wenda kir, tu bibî xwedîê cîhanê jî bêfeyde ye.’

Dîsa Shakespeare jî weha gotîe: ‘Berîa her tiştî, li hemberî xwe rastgo be.’ Dîsa meriv dikare bibêje ku di cibicîkirina prensîpa pirsyarîkirina hemû tiştan de, rola Socrates ji hemû merivan zêdetir e. Ji ber ku bersîv jî diketin ber pirsyarîkirinê, bersîvên ku ne guncav in jî naên pejirandin. Socrates, ji vê yekê dest pê kirîe û bi rîa pirs û bersîvan, rêbaza dîalektîkê di navenda felsefeyê da bi cih kirîe. Ev rêbaz, ji wê rojê va, li cihê xwe maye û dihê bikaranîn. Helbet meriv dikare bibêje ku ji bo hemû cure fêrkirinan, ne guncav e. Mesela heke mexseda we derheqê mijarekê da agahdarkirin be ev rêbaz ne guncav e. Lê ji bo pirsyarîkirinên zanînên merivan, rêbazek (method) bêhempa ye. Dîsa meriv dikare bibêje ku ji bo xurtkirin û geşkirina têkilîên xwendedan û xwendekaran, rêbazek xwedî tesîr e. Bi rîa vê rêbazê, xwendedan bêtir ji astengîên xwendekaran têdigihîjin û xwendedan berê wan astengîan didin alîê xwe. Ji vê rêbazê ra ‘Rêbaza Socrates’ hatîe gotin û îro jî bi heman navî dihê naskirin.

Çend Gotinên Bijare ên Socrates

  • 1- ‘Karên ku alikarîa jîaneke xweşhal dikin û xweş in, ew spehî ne. Hemû karên spehî jî baş û bikêr in. Ji ber ku weha ye, baş xizmeta armancekê kifş dike. Ti kes bi hemdê xwe yan bi dilê xwe naxwaze xerabîê bike. Lewra, ne li gor surûşta merivî ye ku ên xerab ji ên baş raser bibîne. Ji başîê cudakirina xerabîê, nîşana zanyarî û fazîletdarîa merivî ye. Ji xwe, zanyarî fazîlet e û fazîletdarî jî zanyarî ye. Ew merivê ku zanînê û rîa zanînê bişopîne, dê baş û bextîar be. Herweha, pêkara ku eudamoniaê jî diafirîna fazîletdarî ye. Li wê dera ku rêkûpêkî û guncantî heye, li wê derê baş dertê pêşîa merivan. Lê li wê dera ku tevlîhevî heye, li wê derê jî xerabî dertê pêşîa merivan. Faktora ku tiştekê dike baş, rêkûpêkî ye. Heman rewş, ji bo ruhê meriv jî weha ye. Ruhê merivî çiqasî bi guncan be, dê meriv jî hewqas bextîar bibe. Meriv bi bikaranîna aqilê xwe digihîje guncanîa ruhê xwe. Ew ‘baş’a ku jêdera wê zanyarî ye, meriv bi wê digihîje bextîarîê.’
  • 2- ‘Di jîana merivan da bextîarî di zanîn û têgihiştina rast da veşartî ye. Lewra, heke merivek surûşta xwe û neqşên ku wî dilivînin baş binase, dê çêtir biaqil û zana tevbigere û dê çêtir bigihîje, armanca xwe a bextîarîê.’
  • 3- ‘Rîa herî ewle, hêsan û kurt a jîaneke xwedan namûs, wekî xwe bûyîn e.’
  • 4- ‘Gelî merivên, ku min mehkûmê mirine kirin! Ez dixwazim ji we ra behsa siberojê bikim. Lewra, di demeke nêz da ez ê bimirim. Dema demjmêra mirina merivan dihê, ji wan re hêza gotina siberojê dihê bexşkirin. Ji we merkujan ra, ez dixwazim vê yekê bibêjim: Piştî mirina min, cezayekî girantir li benda we ye. Heke hûn bawer dikin ku bi rîa kuştinê, hûn ê rê li ber xerabîên xwe bigrin, hûn gelekî dixapin. Ev tevgera we, bêşerefî ye. Rîa herî hêsan û ader, ne xerabnîşandana meriva ye, xwerastkirin e.’
  • 5- ‘Ji bo merivekî, xebata herî giring ew e ku li ruhê xwe miqate be.’
  • 6- ‘Ji ber ku ez dizanim ez bi tiştekî nizanim, ez ji merivên din biaqiltir im. Em çiqasî zana bin, dê em ê hewçend jî azad bijîn. Hêşînahî kêmasîên axê û zimanê şîrîn jî kêmasîên meriv vedişêrin.’
  • 7- ‘Heke hûn nikanibin zarokên xwe baş xwedî bikin û ji bo wan, derfetên perwerdê pêk bihînin, nexwe zarokan meynin dunyaê. Zarok, ne toximê zewqê ne.’
  • 8- ‘Destpêka felsefeyê, şaşwazî ye.’
  • 9- ‘Yekane tiştê baş, zanîn (knowledge) e û a xerab jî nezantî ye.’
  • 10- ‘Çavtêrî, zengînîa surûştî û luks jî, feqîrîeke çêkirî ye.’
  • 11- ‘Lêgerîna zanînê û daxwaza fazîletdarîê, heman tişt in.’
  • 12- ‘Ti kes, bi zanetî xerabî û gunehan nake. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku meriv bikanibin bibin merivên fazîletdar, pêdivî bi tenê bi zanînê heye.’
  • 13- ‘Zilamê bêşuxul, ji xwe bi betalî rûdine. Zilamê ku ne li gor zîrekî û hunera xwe dihê şuxulandin jî, ew jî betal e.’
  • 14- ‘Adalet, pêkanîna karê meriv e. Ji bo pêkanîna adaletê jî, divê meriv karekî guncav bike û mafê hemû merivan, bi temamî, bide wan. Heke meriv bi xwe nizanibe an xwe nas neke, ango bîanîê xwe be; gelo dê ew meriv çawa bizanibe ku kîjan kar ji bo wî baş e? Ewê çawa bikanibe karê xwe baş bike? Merivek heta ku negihîje zanîna giştî, dê çawa bikanibe mafê kesên din bide wan? Û dê çawa li ser koma adaleta giştî, tiştinên baş lê zêde bike?’
  • 15- ‘Wexta çûyîna min hat û bihorî jî. Rêwî, divê di rîa xwe de bin. Ez diçim mirinê, lê hûn li jîanê ne. xwedê dizane, ka kîjan baş e? Lêbelê heke meriv bibêje, ‘Gelî merivan! Bisekinin û li benda banga xwedê bin. Çawa dora min hat, dê dora we jî were û heta wê demê j, jîana xwe bidomînin.’ dê ev gotin, gotineke aqilane û di cih da be.’
  • 16- ‘Bizewicin. Heke jina we baş be, ji xwe hûn ê bextîar bijîn. Na heke ne baş be, wê demê jî hûn ê bibin philosoph.’
  • 17- ‘Merivên rastgo, herdem zarok dimînin.’
  • 18- ‘Heke hûn bi şîreta min bikin, bila di ramanên we da, ji Socrates zêdetir heqîqet hebe.’
  • 19- ‘Herdem wekî xwe xwîa bike. Bizanibe ku ev yek, rîa herî ewle û kurt a jîaneke xwedan namûs e.’
  • 20- ‘Misogerîa yekane di zanîna fazîletê da ye. Meriv, dikare fazîletê fêr bibe. Ji ber nezanîê, meriv xerab in. Fazîlet jî xwenasîna meriv ye.’
  • 21- ‘Ez nikanim, tiştekî fêrî kesî bikim. Lêbelê, dikanim harîkarîa wan a ramînê bikim.’
  • 22- ‘Perwerdeh, bi rîa çirûskeke vêxistina êgir e. Nexwe, perwerdehî ne ew e ku meriv rabe û bîdoneîe vala dagire.’
  • 23- ‘Merivê neza, dijminê xwe ye. Dê çawa bibe dostê xelkê?’
  • 24- ‘Jîana xwe weha bijî ku di dawîa amrê xwe da tu bikanibî ji bo xwe li çepikan bixî.’
  • 25- ‘Hinek dikanin rabin û ji were bibêjin ku weha tevbigerin. Lê kes nikare ji we ra bibêje ku weha biramin.’
  • 26- ‘Merivên herî aqilmend ew meriv in ku dizanin bi çi nizanin.’
  • 27- Fazîlet xwenasîn û xwezanîna meriv e.’
  • 28- ‘Ez ê li gor dilê we xeber nedim û nejîm. Lêbelê ez ê li gor dilê xwe xeber bidim û heke pêwîst be, ji bo vê yekê ez ê bimirim jî.’
  • Çavkanî: ‘Antologîa Philosophan’: Alî Gurdilî
  • Weşanên Soran: Sal: 2015 – Almanya   
  • Di hejmara dudîan de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button