Philosophia

Di Nêrînên Foucault da, di Çarçoveya Têkilîa Îqtîdar û Şîddetê da, Têgeha Girtîgehê

Destpêk: Di sîasetê da û li ser wê di felsefa sîasetê da têgeha îqtîdarê (desthilatî), têgeheke gelek girîng e. Bi mana giştî di maneya ‘bidestxistina hêzê’ da ye û li her cîyê ku dewlet an pergaleke sîasî lê hebe ev têgeh derdikeve pêşberî me. Otorîte û pergala sîasî ya heyî, ji bo îsbatkirina hebûn û hêza xwe, îqtîdara ku li ser ‘bindestan’ tê li dar xistin, di roja me da jî, hema bibêje di her qadê da û bi rêbazên cuda xwe dide hîskirin. Yek ji van rêbazan jî ‘şîddet’ e. Îqtîdar li ser navê  ‘terbîyekirina bindestan’, tu carî ji bikaranîna şîddetê dûr nemaye. Di vê xebatê da, li gorî fikir û ramanên Foucault, îqtîdar şîddetê çawa bi kar tîne, têkilîa îqtîdar û şîddetê çawa ye, ev têkilî di kîjan prosessan ra derbas bûye, em ê hemûyan bînin ber çavan. 

I. Îqtîdar û Şîddet

Îqtîdar çi ye? Yek ji bersîvên vê pirsê ev e: ‘Hêzeke sîasî, huqûqî yan ehlaqî ye ku derfeta bikaranîna tesîr an çalakîan dide. Wek formel, ew hêz û qudret e ku A tiştê ku B naxwaze bike, bi B yê dide kirin.’ (Cevîzcî, 2005) Di vê pênaseyê da, têgeha bingehîn a ku tê destnîşankirin, têgeha ‘hêz’ ê ye. Di warê sîasî da, sebeba herî girîng a bikaranîna vê hêzê  ya hêza rêberîyê bi dest dixin, yanî yên îqtîdarê bi dest dixin, parastina hêza heyî û lêzêdekirina vê hêzê ye. Ji bo parastina vê hêzê rîa herî sereke ev e ku ji holê rakirina ûnsûrên ‘xeternak’ an dikanin bibin xeternak, e. Ji bo ji holê rakirinê, rîa herî zêde tê zanîn jî şîddet e. Weke rêxistineke sîasî, ji roja dewlet derketîye meydanê û heta îro, hema bibêje hemû îqtîdaran şîddetê bi kar anîne û di bikaranîna vê rêbazê da tu astengî nedîtine. Li ser pênaseya ku me di paragrafa pêşîn da kiribû, îqtîdar gava bixwaze bi zorê tiştekî bi kesên di bin desthilatdarîa xwe da ne bide kirin, rêbaza herî pêşîn şîddet bûye. Li gorî fama huqûqa dewra ku Foucault wê wek çaxa Klasîk bi nav dike (hema bibê ji nîveka sedsala 17an heta dawîa sedsala 18an didome) û kêm zêde bi pergala monarşîyê ra li hev dike, taybetî û hedefa wî çi dibe bila bibe, sûcê li hemberî qanûnê tê kirin, di rastîyê da li hemberî hukumdaran hatîye kirin. (Keskîn 1996)  Sûc li ser vî asasî dihatin bicîkirin, sebeb jî ew bû ku di wê dewrê da yê ku qanûn çêdikirin hukumdar bi xwe bû. Qanûn û yê qanûnê çêdike bi vî awayî dibin yek, dîsa destnîşan dike ku avakarê qanûnan yanî hukumdar, li her cîyê ku qanûn lê derbas dibe heye.

Bi vî awayî jî qada tesîra hukumdar, yanî îqtîdarê hatîye firehkirin. Ji ber ku qanûn û îrada hukumdar heman tişt in, û ji ber ku hêza qanûnê bi heman awayî hêza hukumdar e, sûcdar hem bi awayekî kesî hem jî bi awayekî fîzîkî êrîşî hukumdar dike. Ji ber wê jî înfazên li pêşberî gel dihatin kirin, dihat wê manê ku xisara gihîştîye îqtîdarê dihat tamîrkirin û serdestîa îqtîdarê dihat qebûlkirin. (Keskin 1996) Sûcê li hemberî qanûnan, wek êrîşeke li hemberî hukumdar dihat qebûlkirin. Sebeba wê ya herî girîng ev bû ku gava te qanûn nas nekirana dihat wê maneyê ku tu îqtîdara hukumdar jî nas nakî. Gava kesekê sûcek bikira û qanûn binpê bikirana, dihat wê manê ku hem hukumdar, hem qanûnên hukumdar hem jî îqtîdara hukumdar nas nake. Ji ber wê jî binpêkirina qanûnan, li dijî îqtîdarê çalakîa herî xeternak e. Ji ber ku dewlet û hukumdar di heman wateyê da ne, divê cezayê sûc jî li gorî ‘mezinbûna’ dewletê be. Di çaxa navîn da serên jêkirî yên merivan bi dîwarê kelehan ve dikirin, bedenên kesên kuştî li meydanên bajaran nîşanî gel didan… û hwd. Meriv dikane rûdanên bi vî rengî numûne nîşan bide. Ev rêbazên cezakirinê herçiqas nîşana sedsalên 17 û 18an bin jî, di roja me da jî hinek dewlet rêbazên cezakirina li meydanan bi awayekî berfireh bi kar tînin. Komara Îslamî a Îranê, cezayê îdamê dide kurdan, li meydanên bajaran li pêşberî qelebalixên mezin bi kar tîne, ev jî nîşan dide ku ev rêbaza cezayê hîn jî didome. Meriv dikane xebata Foucault a li ser girtîgehan, Avakirina Girtîgehan, wek tarîxa şîddetê binirxîne. Ev xebat li ser sîstema cezaya modern a bi piştgirîa dewletê lêkolîneke tarîxî ye. (Oksala, 2012)

Berhema bi navê Avakirina Girtîgehan, bi analîzeke li ser îşkencên li Damiensê sûîkastvan hatine kirin dest pê dike. Li gorî qerara dadgehê divê bi maşeyên sorkirî ji gelek cîyên canê Damiens goşt bên jêkirin, destê wî yê kêr girtibû divê bi sulfurê bê şewitandin, divê guleyên helandî, rûnê sorkirî, reçîneyên agirpêketî, şimayê helandî û sulfur bera ser cîyên ku goşt jê hatibûn jêkirin bidin, divê paşê bedena wî bi hespa ve bê girêdan û bê parçekirin. Divê parçe bên şewitandin û wan bikin xwelî û herî dawîn jî divê xwelîyê bidin ber bê û tune bibe.  (Foucault, 2000) Ev cûreyên îşkencê ku li hemberî cezakirina bedenê mînakên herî dijwar in û mînakên cezakirina li pêşberî gel, piştî nîveka duyem a sedsala 18an hêdî hêdî kêm dibin. Foucault raçav dike ku, piştî nîveka duyem a sedsala 18an bi awayekî cîdî, li hemberderketina înfazên li pêşberî gel û îşkenceyan zêde dibin.

Cezakirina ji îşkenceya li ser beden hatîye dûrxistin, yanî daxwaza nekirina îşkencê, li ser bingeha hurmeta ‘însanîyeta’ girtî weke reformekê tê binavkirin. Bi Foucault, ev li hemberî qada cezakirina îqtîdarê, sînoreke qanûnî ye. Bi vî awayî ‘meriv’ di heman demê da dibe sînorê îqtîdarê. Di vê xalê da Foucault, lêpirsîna sebeba berteka li hemberî îşkencê û israra mijara ku divê ceza ‘însanî’ be, dike. Mana rêgeza pîvana ku divê ceza ‘însanî’ be çi ye? Bersîva vê pirsê, meriv encax bi têgihiştina prosessa hareketa reformê dikane bide. Di vê pêvajoyê da, sûc her çûye kêmtir şîddetê di xwe da hewandîye, li hemberî wê jî ceza nermtir bûne. Lê berdêla vîa ev e ku îqtîdarê li ser civakê mudaxeleyeke xurt û kûr kirîye. (Keskîn, 1996)

II. Avakirina Girtîgehan

Ber bi dawîa sedsala 18an ve, êdî rêbazên cezakirinê, di şûna ku li meydanên bajaran li pêşberî gel bên kirin, veguhezîye ser rêbazên ku veşartî dihatin kirin û wek dem jî bikaranîna xwe li demeke dirêj belav dikirin. Ji bo bikaranîna van rêbazan jî mekanên herî musaît, bêguman girtîgeh bûne. Li gorî Foucault, girtîgeh cara pêşîn di vê demê da derneketine meydanê. Lê, di warê taybetmendî û armanca bikaranînê da, bûne xwedîyê erkeke nupûnû. (Foucault, 2000) Bi girtîgehan ra, rêbaza cezakirina îqtîdaran jî guherîye. Rêbazên cezakirina li meydanên bajaran a bi bikaranîna şîddetê ya li ser bedenên merivan vediguheze ser ‘şîddeteke dîsîplînkar’ a di nav girtîgehan da. Li gorî Foucault her çiqas di terza cezakirinê da ev guhertin çêbûbe jî, berê şîddetê ji ser bedenê veguhezîye ser ruhê meriv.  ‘Êş û jana fîzîkî’ cîyê xwe daye ‘êş û jana ruhî.’ (Foucault, 2000) Berê şîddet û cezayê, ji bedenê ber bi ruh ve veguhezîa. Ev rasterast bi xebatên wê dewrê yên psîkolojîk û psîkîatrîk ve jî eleqeder e. Foucault îddîa dike ku, di serê sedsala donzdemîn da, gava psîkîatrî tevlî nav qada huqûqê bû,  di huqûqa cezayê da, giringî ji ser sûc hêdî hêdî vediguheze ser sûcdar. Yanî fikrê ‘kesê xeternak’ derketîye holê, ji bo kes dibe wek xeternakek potansîyel, ji ber wê hedefa sîstema cezayê êdî ne cezakirin e, ya herî girîng başkirina kes e. (Oksala, 2012) 

Armanc ew e ku bi cezakirina bi êş û jana ruh û di girtîgehan da dûrxistina ji merivên din, terbîyekirina ruhê merivê sûcdar, baqilkirin û dîsîplînekirin e. Foucault di axaftina xwe ya bi navê ‘Xeleqên Îqtîdarê’ da, avakirina girtîgehan wisa îzah dike: ‘Ez qesta sîstema girtîgehan dikim, bi derengî ava bûn, hema bibêje di dawîa sedsala hîjdemîn da ava bûn. Berî dawîa sedsala hîjdemîn girtîgeh, ne cezayekî qanûnî bû. Ji bilî rewşên îstîsnaî, sûcdar; bi tenê heta doz li wan bihatana vekirin li wê derê dihatin girtin. Yanî ne ji bo cezakirinê. Wek sîstemeke pêkutîyê girtîgeh bi vê hincetê hatin avakirin: Girtîgeh wê bibe cîyê sîstema ji nû ve perwerdekirina sûcdaran. Girtîgeh jî wê heman bibe wek sazîyên eskerî û dibistanê, kesê di wir ra derbas bibin wê bibin hurmetkarê qanûnan. Ji ber wê jî bi razandina girtîgehê, dixwastin kesên îtaatkar derxin meydanê.’  (Foucault, 2014)

Mumkun e ku meriv li girtîgehên Turkîyê jî rastî polîtîkayên ‘kedîkirina di tîpa eskerî û dibistanan da’ ya ku îqtîdar di girtîgehan da bi kar tînin, were. Bi rêbazên îşkencên ku di salên 80yî da dihatin bikaranîn, girtîgeha Dîarbekirê ji bo vêya numûne ye. Li Girtîgeha Dîarbekirê, ku pirranîa girtîan kurd bûn, her sibe talîma eskerî bi girtîan didan kirin, marşên eskerî didan gotin, marşa Îstîklalê didan jiberkirin.  Armanca wan ew bû ku bi vê rêbazê, kurdên serî hildidan û li hemberî dewletê derdiketin bikirana ‘welatîyên baş ên turk.’ Yanî bi gotina Foucault ewê ew bikirana hurmetkarên qanûnan.

Foucault di kîtabaa bi navê ‘Çavê Îqtîdarê’ da, hîpoteza ku girtîgeh ji serî ve projeyeke ji bo veguhestina merivan e diparêze: Bi giştî jê tê bawerkirin ku girtîgeh, xurdexaneyeke wisa ye ku ji sûcdaran pêk tê. Ji ber ku çiqas tê bikaranîn astengîyên vê xurdexanê derdikevin meydanê, her tim tê gotin ku divê ji bo girtîgehan reform bêne kirin, divê girtîgeh ji bo veguhestina merivan bibin amûrek. Ev ne rast e. Bername û dîarkirinên nîyetan li pêşberî min disekinin. Divê di serî da girtîgeh jî wek dibistanan, wek qişlan, wek nexweşxanan bibûna pergaleke têkûz û divê li ser kesan bi hûrgilî bisekinîana. (Foucault, 2012) 

Meriv dikane armanca ku girtîgeh ji bo veguhestina merivan pergaleke bêhempa ye, di hinek planên mîmarîa girtîgehên navdar ên di kîtabaa bi navê Avakirina Girtîgehan a Foucault da hatine belavkirin da bibîne. Ji planên mîmarîyên van girtîgehan jî gelek eşkere xuya dibe ku, girtîgeh ne avahîyên ji rêzê ne. Xwastine ku îqtîdar û pêkutîyê, di her quncikê van avahîan da bi merivan bidin hesandin. Qûlên çavdêrîyê, li nîveka hucreyên ku ‘sûcdar’ lê dimînin, di xaleke serdestê hemûyan da hatine çêkirin. Ev sîstem û sîstema ‘Big Brother’ ku Orwell di romana xwe ya ‘1984’ an da behs dike, hema bibêje heman tişt in. Armanca wan ew bûye ku di avahîyên wisa da, bi merivan bidin hîskirin ku her tim tên kontrolkirin û di nezarete da ne. Di van girtîgehan da, têkilîa merivên ku di hucran da bi tenê dimînin, hema bibê bi “sûcdar”ên din ra tune ye. Armanca wê jî ew e ku, merivên di nav girtîgehê da him ji dinyaya derve qut bikin, him jî ji merivên din ên girtîgehê dûr bixin û wan ‘dîsîplîne’ bikin. Li Turkîyê jî di salên 2000î da hat xwastin ku, ji sîstema qoxûşan derbasî sîstema hucreyan bibin, lê ev qerar, rastî berxwedaneke cîddî ya girtîyên sîasî hat. Bi qerara Wezareta Adaletê, bi operasyonên bi navê ‘Vegera li Jîanê’ bi zorê ketin girtîgehan û girtî bi rêbazên dijî merivatîyê, neqlî hucreyên yekkes û girtîgehên Tîpa F kirin. Di dema van operasyonan da, ji girtîan hinek  bi gazên jahrê hatin kuştin, hinek jî bi awayekî zindî hatin şewitandin û 32 kesan  jîana xwe ji dest dan.

Li gorî Foucault, di tarîxa pêkutîyê da, ji cezakirinê derbasbûna çavdêrîyê demeke navendî ye. (Foucault, 2012) Hêmana bingehîn a ku vê guhertinê dike navendî, di guhertina nêzîkbûna merivan û rêbaza nirxandina merivan a îqtîdarê da veşartîye. Wek ceza taxrîbkirina bedenê û li ser bedenê bikaranîna şîddetê, şûna xwe dide rêbazên ku ji qûleyên çavdêrîyê şopandina tevgerên merivan. Ji bo vêya hewce nake ku merivan têxin girtîgehê, têxin nav çar dîwaran jî. Di romana bi navê ‘1984’ a George Orwellî da ku wek mînakeke dîstopyayê ye, partîa ku serdest e, çavdêrîa wext û tevgerên merivan dike, çi wext ew ê çi bikin, bi qerara wan e. (Orwell, 2000)

Ehemalige Haftanstalt, in der Fidel Castro einsaß, auf der kubanischen Isla de la Juventud.

‘Braderê Mezin’ (Big Brother) ê ku di kîtabaê da behsa wî tê kirin, dîktatorekî wisa ye ku li ser her tiştî desthilatdarîyeke mîsoger pêk anîye. Bi rêbazên ku bi kar tîne, yekane serok e û rejimeke otorîter a gelek tund ava kirîye. Bi wesiteya ku partîa ava kirîye, dixwaze teşe bide merivan û bi vî awayî desthilatdarîa xwe pêk bîne, pergaleke pir tund ava kirîye. Rêgez û qanûnên ku hatine amadekirin, hinek car li gorî dîn, hinek car li gorî mantiqê hinek car jî li gorî zanînê hatine amadekirin. Hinek caran jî bi temamî li gorî hewcedarîyên civakê hatine sêwirandin. Bi çi awayî dibe bila bibe, ev rêgez gelek tund in û divê herkes li gorî van rêbazan bijî. Li ser çi asasî dibe bila bibe, hemû ji îradeyekê yan jî ji ramanên kesên girêdayî îradeyekê derketine û bi temamî ji bo civakê têxin nav qalibekî hatine avakirin. Gava meriv li armancên wan dinêre, ya herî berbiçav, dixwazin pergaleke li gorî ku civak bê qeyd û şert, stûxwar bike amade bikin. Meriv dikane ji vê derê encameke wisa derxe: Daxwaza qanûnên roja me jî heman tişt e. Lê îro ev fam şekil guhertîye, şûna xwe daye armanceke ku zîhnîyeteke zana, lê serî ditewîne biafirîne. Zorê didin kesên di bin desthilatdarîa wan da dijîn ku ji bo wan bifikirin, yan jî hewl didin ku li gorî fama rêberîyê tevbigerin, heta mafê fikir û ramana van merivan jî tune.

Bi vî awayî hewce namîne ku meriv ji bo tu tiştekî serê xwe biêşîne. Lewra partî ji bo her tiştî di şûna merivan da difikire. Partî mudaxeleyî jîana rojane, rêgezên kar, sîstema dadê, tevna medyayê û têkilîyên di navbera mêr û jinê da jî dike ku ya herî balkêş jî ev e. (Orwell,2000) Di vê romana ku tê da  îqtîdar û raçavkirin bi awayekî herî tund tê zimên, armanca îqtîdarê ew e ku li ser mejî û bedena merivan desthilatdarîa xwe qewî bike û bi vê rîyê merivan ‘kedî’ bike û ji bo civakê merivên îteatkar pêk bîne. Yanî welat veguherîye girtîgeheke mezin. Bi Foucault tesîra girtîgehan a li ser merivan, bi tenê li hundirê girtîgehê namîne. Gava yek têkeve girtîgehê, piştî wê demê ji bo wî kesî bikin yekî kirêt, di gavê da mekanîzmayek dixebite. Gava derdikeve jî, ji bilî ku mêla xwe bavêje ser sûcdarîyê çareyeke din jê ra namîne. Ji bêgavî xwe davêje nava sîstema ku ewê wî bike muxbîr an jî polîs. Girtîgeh profesyonelan digîhîne. (Foucault,2012) Ji ber ku civak kesên ji girtîgehê derdikevin nagire nava xwe, wan ji xwe bi dûr dixe, nîşanî me dide ku ‘êş û jana ruhî’ ya ku Foucault ji me ra behs dike, ne bitenê di nav girtîgehê da, piştî ku ji girtîgehê derdikeve jî didome. Kesên ji girtîgehê derdikevin nikanin bi hêsanî kar bibînin, nikanin bi merivan ra têkilîyê daynin, nikanin di nav civakê da bi aheng bijîn. Ev jî nîşanî me dide ku civak wî/ê kesî/ê mor dike. Ev jî nîşanî me dide ku girtîgeh ji armanca xwe ya avakirinê yanî ji ‘dîsîplînkirina kesan û ji nû ve qezenckirina ji bo civatê’ çiqas bi dûr ketîye.

Encam: Têgeha Îqtîdarê, têgeheke wisa ye ku li her cîyê ku rêxistineke sîasî lê hebe tê dîtin û derdikeve pêşberî me. Avakirina girtîgehan ku ji bo îqtîdar hêza xwe nîşan bide û hêza xwe bide hîskirin ji qadên herî girîng yek e. Berî sedsala 18an rêbaza cezakirina merivan li ser bedena merivan bû, ji dawîa sedsala 18an û pê ve, îqtîdarê di rêbaza cezakirinê da veguhestineke pêk anîye. Di vê veguhestinê da xala herî girîng, guhertina qada ku şîddet lê tê kirine. Berê li ser bedena sûcdaran şîddet dihat kirin û hewl didan ku sûcdar ji holê rakin. Gava sûcdar ji holê rabûya wê sûc jî ji holê rabûya û wê cezakirin, bigihîşta armanca xwe ya herî rast. Lê paşê cezakirina ser bedenê berê xwe bi ser ruh ve guhertîye û bi gotina Foucault ‘êş û jana bedenê’ cîyê xwe daye ‘êş û jana ruhî.’ xwastine ku merivên li girtîgehan dicivandin, di bin çavdêrîyê da ‘dîsîplîne’ bikin. Bi vî awayî îqtîdarê xwastîye ku desthilatdarîa xwe ya li ser ‘sûcdar’ an, hinek din demdirêj bike. Di roja me da jî, di xala ku em niha hatinê da, tê dîtin ku mekanîzmayên kontrola li ser merivan a îqtîdarê ne bitenê di nav girtîgehan da, di her qada jîanê da derdikeve pêşberî me. Yanî her qada di bin desthilatdarîa îqtîdarê da, bûye weke girtîgeheke mezin.

  • Çavkanî:
  • 1- Foucault, Michel (2000) Hapishanenin Doğuşu, wrg. Mehmet Ali Kılıçbay, Weş: Îmge
  • 2- Foucault, Michel (2012) İktidarın Gözü, wrg. Işık Ergüden, Weşanxaneya Ayrinti
  • 3- Foucault, Michel (2014) Özne ve İktidar, wrg. Işık Ergüden, Osman Akınhay, Weşanxaneya Ayrinti
  • 4- Keskin, Ferda (1996), Foucault’da Şiddet ve İktidar (Gotar), Kovara Cogito , Weşanxaneya Yapı Kredi
  • 5- Oksala, Johanna (2012), Devlet Şiddetinin Yönetimi (Gotar), Kovara Cogito , Weş. Yapı Kredi
  • 6- Orwell, George (2000) 1984, wrg.Celal Üster, Weş. Can
  • Ji Hejmara Sêyem a Kovara Felsefevan hatîye girtin.
  • Di hejmara dudîan de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button