Philosophers

Empedokles: Çar Element

Alî Gurdilî

Empedoles B.M. di navbera salên 490-430an de jiyaye û feylesofekî balkêş ê beriya dewra Sokrates e. Mîna serokekî siyasî ê aligirê demokrasiyê, hatiye nasîn. Xelkên wê demê, wisa bawer kirine ku ew merivekî xwandan keramet (miracle, mucîze) e û xwe avêtiye nava alavên çiyayê agirîn (volkan) yên Etnayê. Li gor berdestîyên (dane, data) ku dihêne zanîn, hinek ramanên Parmenîdesî qebûl kiriye. Lêbelê, baweriya xwe bi guhêrîna bêrawest a gerdûnê aniye û xwestiye ku vê yekê nîşanî me jî bide. Empedokles jî mîna Parmenîdes, gotiye ku made ji tunehiyê nikare çêbibe, yan ji hebûnê tune bibe.

Li gor bîr û baweriya Empedokles jî, hemû tişt ji çar nûveyên (element, unsûr) cuda û naguhêr pêk hatine ku ew jî ax, av, hewa û agir in. Agir, sebebê çîrûsîna ezmanî ya Rojê û stêrkan bû. Tê dîtin ku ev teorîya çar elementan a Empedokles, ji aliyê Arîstotelesî ve jî baş hatiye bikaranîn û heta dewra Ronesansê jî, di ramana rojavayê de bûye xwedîyê rolekê girîng û mezin. Heta di roja me a îroy de jî, pirî caran behsa teorîya Empedoklesî a çar elementan dihê kirin. Atomparêz (atomgir) jî, di nav loda feylesofên berîya Sokrates de cih digrin û dihê dîtin ku xwediyê têgihiştineke kûr bûne. Ji bilêvkirina atomparêzan mexseda me, Leukippos û Demokritos in û ku ramana wan ya bingehîn ev yek bû: ‘Hemû tişt ji perçeyên gelekî hûr (biçûk) hatine holê. Heke made têra xwe perçe bibe, wê demê dê em ê rastê perçeyekê herî biçûk bên, ku ev perçe êdî napelijin û ji hev cuda nabin.

Navê ‘atom’ê, li wan perçeyên herî biçûk yan hûr dikin. Maneya peyva ‘atom’ê tê maneya ‘a ku êdî perçe nabe, napelije’ û ji peyva yewnanî a ‘atomos’ê hatiye hilberandin. Li gor dîtina Leukipposî atom, ne hatine afirandin û nikarin tune bibin, yan nikarin werin tunekirin. Hemû tiştên ku di gerdûnê de hene, yan ji çêbûna atoman, yan jî ji cihguhêrîna wan pêk dihên. Şirove û raveyên Leukippos û Demokritos yên derheqê guherînê de, meriv dikare bibêje ku di eslê xwe de determînîst in. Çimkî nexwestine ku diyardeyên xwezayî, li gor mebestan şirove bikin û ev helwesta wan jî, girîng e.

Demokrîtos wiha gotiye: ‘Ji bo min dîtina delîlekî (peyt), ji qralîtiya Persê girîngtir e.’ Lêbelê li gor hînwerîyeke din a atomparêzan jî ku wekî hînwerîyeke bingehîn hatiye dîtin, gerdûn ne berdewamiyek e û ji heyînên cuda, pêk dihê. Di vê xalê de jî, tê dîtin ku li dijî ramanên Parmenîdesî derketine. Wisa xuyaye ku fîzîka atomê, di navbera Parmenîdes û atomparêzan de, dest pê kiriye. Beyî guman, gavên atomparêzan ji bo felsefeyê gelek girîng in û meriv dikare bibêje, ku xwediyê ramanên xweser in.  

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 26.04.2023
  • Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button