Philosophia

Derbarê Têgiha ‘Fazîlet’ê de Çend Gotin

Alî Gurdilî

Têgiha fazîletê (fr: vertu, tr: erdem), wekî têgiheke felsefeyî di zimanê kurdî de wekî erdemê jî dihê bikaranîn. Herçuqasî, carinan em ji bo ‘fazîletê’ têgiha ‘dilpakî’ê bikar bihînin jî, tê dîtin ku di zimanê me de têgeha ‘fazîlet’ û ‘erdem’ê bêtir berbelav in. Têgiha fazîlet yan jî em bibêjin erdemê, ji tarîxa destpêka felsefeyê ve heye û xweş, hatiye bikaranîn. Li ser pirsa (pirsgirêk)‘maneya mirovî û jiyanê çi ye?’bersiva ‘jiyaneke fazîletdar’e, hatiye dayîn. Li gor vê yekê, bextewarî armanca jiyanê a bingehîn e û ev yek jî, encax bi rêya fazîletdarîyê dikare pêk were. Li gor vê ramanê, fazîletdarî jî encax bi zanyarîyê dikare bi dest bikeve, yan jî pêk were.

Fazîlet di Serdema Antîk de:

Sokrates, Platon û Arîstoteles, bala xwe gelekî dane fazîletê û xebatên xwe yên felsefeyî jî, axlebî li ser vê têgihê kirine. Lewra ji bo felsefeya ehlaqê jî, têgiha fazîletê girîng e û feylesofên din jî, gelekî bala xwe dane vê têgihê. Pirî carê hatiye dîtin ku bextewarî û fazîlet, wekî du têgihên têkildar hatine dîtin û nirxandin. Sokrates dema dibêje armanca jiyanê bextewarî ye, mebesta wî zanyarî (rewşa zanînê) ye. Ango li gor Sokrates, encax bi rêya zanayîyê (bilgi, knowledge) meriv dikare bigihêje bextewariyê, yan jî dikare bextewar (dilşad) bibe. Ji ber vê yekê jî fazîletdarî, encax bi zanyarîyê dikare pêk were û ev yek jî, dê rê bide bextewariyê. Dema Zenonê Qibrîsî fazîletdarîyê wekî şertê sereke ê bextewariyê daye pêş, bêguman vê yekê destnîşan kiriye û piştgirîya vê ramanê kiriye. Epîkurosparêzan jî, prensîpeke wiha pejirandine û ji bo wan jî, a girîng rev a ji eşê û xwegihandina bextewariyê ye. Epîkurosparêzan wiha gotine: ‘Tiştekî ku dê tu ji ciranên xwe şerm bikî, neke!’ Ev gotin jî nîşan dide ku fazîletdarîyê, wekî bingeha bextewariyê dîtine û nirxandine. Zanayî (knowledge, zanîn, bilgî), mirovan dike xwedan fazîlet û tiştê ku di maneya ehlaqî de, dê rê li ber tevgera rast vebike jî zanayî (bilgi, knowledge) ye. Piştre, hatiye dîtin ku têgiha fazîletê di warê felsefeya ehlaqê de jî dibe yek ji wan têgihên sereke û jêneger. Li gor vê yekê jî fazîlet, ew têgih e ku tevgerên mirovî yên rast û dirust nîşan dike, ye.

Rastgotîya ehlaqî, bi fazîletdarîyê re heman tişt tê dîtin. Rastîya (rastgotî)ehlaqî û fazîletdarî, di heman maneyê de dihê bikaranîn. Li derveyî vê pênaseya (danasîn) giştî ya fazîletê, felsefeyên ehlaqê jî, feraseteke cihêreng a fazîletê berfireh kirine. Maneyên cihêreng yên têgihên mîna baş-xirab, rast-çewt û hwd. ku li war û demê, xwe manîdar dikin, bûne sebebê maneya têgiha fazîletê jî. Di vê çarçoveyê de gellek feylesofan, têgiha fazîletê li navenda felsefeyê, bi cih kirine. Li gor vê yekê fazîlet, qesîdîna îrade yan jî daxwaza, ber bi ‘baş a ehlaqî’ ve ye. Li gor bawerîya Sokrates, meriv dikare fazîletê fêrî her kesî bike. Lê li cem her kesî, di heman radeyî de xwe nade der, yan bi heman radeyî pêk nayê.

Çend ramanên cuda derbarê têgiha fazîletê de:

Fazîlet, ne sîstema ehlaqî ya dînekî (ol, din, religion) yan jî ramanekê ye. Radeya herî bilind a asta ehlaqî ye, heta meriv dikare bibêje ku giyan (rih) e. Ew giyan e ku fazîletdarîyê, mîna armanca jiyanê dibîne û mirovan, digihîne bextewariyê. Mirovên xwedan fazîlet, jiyana xwe bi aqilê xwe didomînin û di tevger û biryarên xwe de jî, li gor daxwaza aqilê xwe tevdigerin. Lewma jî fazîlet, zanyarî ye. Platon fazîletê, wekî zanayîyê (knowledge, bilgi) dinasîne û dibêje, encax bi rêya zanayîyê mirov dikarin bibin xwedan fazîlet. Zanayî jî zanayiya yên naguhêr e, ku ew jî bi aqil tê parastin û zanyar jî ew kes e, ku xwe gihandiye wê zanayîya rast. Bêguman, ew zanayî jî zanayîya îdeaya, teorîya îdeaya (theory of ideas) ye.

Di ferhengan de, em dibînin ku têgiha fazîletê wekî navê gelemper ê ‘nefsbiçûkiya ku ji aliyê ehlaqê ve tê pesinandin, cigerdarî û rastgotîyê’ pênase bûye. Dîsa ji bo têgiha fazîletê, ‘mezinbûn û berfirehbûna rihê mirovî’ jî hatiye gotin. Çawa ku me di destpêkê de jî go, têgeha fazîletê ji destpêka tarîxa felsefeyê ve, cihê xwe girtiye. Li ser pirsa (pirsgirêk)‘maneya mirovî û jiyanê çi ye?’bersiva ‘jiyaneke xwedan fazîlet e.’hatiye dayîn. Li gor vê yekê, bextewarî armanca bingehîn a jiyanê ye û ev yek jî, encax bi rêya fazîletdarîyê dikare pêk were. Li gor vê ramanê, fazîletdarî jî encax bi zanyarîyê dikare bi dest bikeve, yan jî pêk were. Fazîlet, hêza xwenûkirinê ye, ewlehî ye. Piştgirî, xweşdîtin (tolerans)û nefsbiçûkî ye. Fazîlet biryardarî ye, parvekirin e, dilxweşî û xizmeta civak û hawirdora mirovî ye. Fazîlet, wêrekî ye. Lihevhanîna aqil û dilê mirovî ye û muhasebeya wujdanî ye. Ji bo muhasebeya wujdanî jî, guhdarkirina dengê dilî pêwist e. Fazîlet dadwerî ye, berbiçûna ber bi başî, rastî û delaliyê ve ye.  Ji ber vê yekê jî fazîletdarî, encax bi rêya zanyarîyê dikare pêk were, yan jî em bibêjin bi rêya zanayîya rast dikare pêk were û ev yek jî, dê bibe sebebê bextewariyê.

Fazîlet, xwe dispêre vê prensîpê: ‘tiştekî ku dê tu ji ciranên xwe şerm bikî, meke!’Fazîlet tevgerîna azad e, ku tu zordestîyan qebûl nake û di bin tu zordestiyan de, pêk nayê. Nîjada mirovî bi rêya aqil û îradeya xwe, xwediyê wê hêzê ye ku başî, delalî, rastî û qencîyê hilbijêre. Hilbijartin jî, di ceribandina jiyanê de têgiheke girîng e. Fazîlet (fr: vertu, tr: erdem) li war û qadên tundîtuj xwiya nake, ahengdar û xwedan pîvan e. Fazîlet di rêya azadîyê de, rêhevalê wêrekiyê ye. Xwenasîn û xwezanîna mirovî ye. Têgihiştina berpirsiyarî û rastgotîyê, ye.   

Derheqê Fazîletê de Ramanên Feylesofan:

Friedrich Hegel: Fazîlet, hişmendîya heyînê ye.

Kallikles: Fazîlet, keysa bêhêza ye.

Spinoza: Tevgerîna li gor aqil û bikaranîna hêza xwe a meriv e.

S. Clark: Fazîlet, tevgerîna li gor wesfên xwezayî yên heyîna ye.

Aristippos: Fazîlet, di bidestxistina zewqê de xwedan pîvanîtî ye.

Joseph Butler: Fazîlet, xwedarezandin e.

Immanuel Kant: Fazîlet, ne şuxlekî dûajoyê (içgüdü, instinct) navajoyê ye, şuxlekî aqil e.

Berkeley: Fazîlet, ew raman e ku ji aliyê ruhê mitleq ve tê nîşandan.

Friedrich Nietzsche: Fazîlet, hewl û xebata mirovî ya daxwaza xwegihandina xurtemerdî (jormirovî) ye.

Plautus: Fazîlet, xwe neecibandin û xwe kêmdîtin e.

Descartes: Fazîlet di bikarîna yên baş de, biryara me a ku em didin e.

Herakleîtos: Gerdûn, heta dawiyê hevqewirandina afirandin û tunebûnê ye. Hemû tişt jî, ji şerê dijberan der diçin.

Sokrates: Misogerîya tekane, di zanayîya fazîletê de heye. Meriv dikare fazîletê fêr bibe. Mirov, ji ber nezanîya xwe xerab in. Fazîlet yek e, kit e û dabeş nabe. Xwenasîn û xwezanîna mirovî ye.

Montaigne: Di warê xwe xirab nîşandinê de, nîjada mirovî gelek serkeftî ye. Nêçîra ku me daye dû; ku bi rêya aletan em dixwazin wê bikûjin, em bi xwe ne. Ji bo kuştina mirovan jî, em li meydanên berfireh û ronak digerin.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 26.04.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê: Alî Gurdilî – Weşanên Na: 2021


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button