I. Jînenîgariya fîlosofekî ‘dîn’!
Dema ku mirov autobiographiya Friedrich Nietzsche (1844-1900) di pirtûka wî a bi sernavê ‘Ha ev e mirov. Çawa mirov dibe çi, ku bixwe ew e’ (Ecce homo. Wie man wird, was man ist, 1888-1889), ku paş mirina wî bi heşt salan hatiye weşandin (1908) dixwîne, mirov bi ‘fîlosofekî dîn’ re, rû bi rû dimîne: Bi qasî ku Nietzsche ‘dînê’ fîlosofiyê ye, hewqasî fîlosofî jî ‘dîna’ wî ye. Giringiya vê pirtûkê wek pirtûka serpêhatiya ‘navê’ Nietzsche ji wir tê, ku ew berhema wî a dawî ye, ku xwediyê ‘fîlosofiya çakûç’ tê de, hem pesnê navê xwe wek ‘dînê fîlosofiyê’ hem jî pesnê fikir, bîr û ramanên xwe wek ‘fîlosofiya dînbûnê’ daye.
Nietzsche di autobiographiya xwe de, xwe li aliyekî û dinya tev li aliyê din daniye. Wî, wek ‘mirovê dawî’ xwestiye bi dengekî bilind û pirr xweser, ji hemî mirovahiyê re bibêje: ‘Ew kî ye?’, ‘çawa difikire?’, ‘fîlosofî ji bo wî çi ye?’, ‘çima hewqasî eqilmend û hekîm e?’ ‘çima hewqasî zîrek e?’, çi dihêle hewqasî ew pirtûkên baş binivîse?’ û ‘çima, hewqasî ew qeder?’ e. Nietzsche di vê autobiographiyê de, wek ‘hekîmekî baş’, ‘aqilmendekî baş’, ‘danerekî baş’ û herweha ‘qedereke baş’, bêsînor li xwe û li dinyayê mikur hatiye. Ev lixwe- û lihevmikurhatina hekîmane, ji bo xwediyê ‘Ecce homo’ ne tenê pêwîstiyek, belê ew herweha berpirsyariyeke dîrokî û wijdanî a mezin e jî. Heta jê hatiye, wî jiyan û fîlosofiya xwe, wek pirtûkeke vekirî, pêşberî mirovahiyê daniye û bi serişkiyeke fîlosofiyane a bêmînak behsa navê xwe kiriye, ku ‘ew kî ye?’ û ‘filanê kurê kîjan filanî ye’ û ‘fîlosofiya wî çi ye?’ daku ‘dinya, di navbera navê wî û navekî din de, şaş nebe.’ ‘Nivîsandin’ ji bo Nietzsche ‘banga xwezayê’ ye: Bi qasî ku jiyana Nietzsche nivîsandina wî bû, hewqasî nivîsandina wî jî jiyana wî bû. Nietzsche wek fikirnasekî azad çawa sergerdan dijiya, wisa jî sergerdan dinivîasnd. Jiyana wî fîlosofiya wî bû, fîlosofiya wî jî jiyana wî bû.
Ji navnîşana pirtûkê a yekem ‘Ha ev e mirov’ (Ecce homo) diyar e, ku Nietzsche bi mebest têgeha incîlê (Testamentê) bikaraniyê. Helbet mirovê ku ew bilind behsa wî dike, ne ‘Mesîhê derewîn’, ne Xwedayê wî yê ‘mirî’, ne jî ‘mirovê wî’ yê ‘moralnizim’ e, ku exlaqê wî ji ‘exlaqê koleyan’ e. Nietzsche di têza ‘Ecce homo’ de, hewl dide ku bibe mirovê xwe bixwe: Ew, ku pesnê xwe hildide mirovê xwe ye, mirovê wî jî ku pesin jê diçin ew bixwe ye. Nietzsche, wek ji autobiographiya wî diyar e, bi xwe pirtûka xwe ye. Ew bi çi û çawa difikirî ew dinivîsand, çi jî dinvîsand ew dikir: Pirtûka wî jiyana wî bû, herwekî çawa jiyana wî jî pirtûka wî bû. Ev yek jî bersiva wê pirsê dide, ku çima behsa pirtûk û berhemên xwediyê ‘Ecce homo’ zêdetir ji nîvê autobiographiya wî girtiye. Nietzsche li seranserî ezmûneya xwe a fîlosofiyane hewl daye, ku xwe di fîlosofiya xwe de û fîlosofiya xwe jî di xwe de, derbibire: Bi qasî ku pirtûkên Nietzsche dişibihin wî, hewqasî ew jî dişibihe wan.
Nietzsche di vê autobiographiyê de heta jê hatiye ji jor li mirovahiyê temaşe kiriye, daku di serencamê de, bibe ‘mirovê xwe’ anku ‘Superman’ yan jî ‘mirovê bilindtir = mirovê kamil’. Di navnîşana yekem de (ha ev e mirov), ku berê wê li navê ‘fîlosofekî dîn’ e, ew di kuştina ‘mirovê Yesus’ de, jidayîkbûna ‘mirovê xwe’ (supermirov) radigihîne, ku ew jî li vir daner anku ew bixwe ye. Di navnîşana diwem de jî (çawa mirov dibe çi, ku bixwe ew e), ew nasname û taybetmendiya vî mirovê nuh (mirovê dawî), ku tenha ew dişibihe xwe, şirove dike. ‘Ecce homo’, ku Nietzsche tê de bêsînor pesindariya navê xwe wek bavê ‘hekîmiya çak’, ‘aqilê çak’, ‘pirtûka çak’ û ‘qedera çak’ lidardixe, ji her pirtûkeke din bihtir, dikare wek pirtûka jînenîgariya ‘fîlosofekî dîn’, ku ‘fîlosofê siberojê’ ye, were binavkirinê. Nietzsche di dîroka fîlosofiyê de, ‘fîlosofê dîn’ yê bêrikaber e: Bi qasî ku ew di fîlosofiyê de, bi fîlosofiyê û li ser fîlosofiyê ‘dîn bûye’, hewqasî fîlosofî jî bûye ‘dîna’ wî.
II. ‘Dînê fîlosofiyê’ û fîlosofiya aqil
Di dîroka fîlosofiyê, çi a kevin (çerxên girîkî û navîn), çi jî a nuh de, Nietzsche wek ‘fîlosofekî dîn’, navê herî hêjayî eşqa fîlosofiyê ye. Bi gotina Nietzsche ne tesaduf e, ku ‘di hezkirinê de hertim hindek ji dînbûnê heye. Di dînbûnê de jî hertim hindek ji aqil heye.’ Bi qasî dînbûnê di hezkirinê de, hewqasî aqil jî di dînbûnê de heye; bi qasî ku berê hezkirinê dînbûn e, hewqasî berê dînbûnê jî aqil e: Ne hezkirina bê dînbûn heye, ne jî dînbûna bê aqil; ne dînbûna bê hezkirin heye, ne jî aqilê bê dînbûn. Bi lêkolînên Paul-Michel Foucault (1926-1984) re, yên derbarê ‘dîroka dînbînê’ (1961) de , ‘dînbûn’ wek rûyê dîtir yê aqil, bi xurtî derbasî fîlosofiya rojavayî bû. Foucault di kolana ‘dîroka dînbûnê’ de, li seranserî bihtir ji çarsed salî ji dîroka aqilê Europayî, hewl dide ku darizandina aqilê rojavayî di ‘dadgehên dînbûnê’ de, lidarbixe. Dînbûn ji bo Foucault ne li derveyî aqil e, belkû ew pareke mezin ji aqil bixwe ye: ‘Di her aqilekî de dînbûnek heye.’
Dînbûn di bîra Ewropa klasîk de, ‘dija aqil’ bû; ‘dîn’ jî ‘diminên’ ‘aqilmendan’ bûn. Ji dawiya sedsala XVIII û pêde êdî dînbûn di berhemên ‘dînên’ wek Friedrich Hölderlin (1770-1843), Nietzsche, Gerard de Nerval (1808-1855) û Antonin Artaud (1896-1948) de, hate derbirîn. Li gorî Foucault ne dînbûna li derveyî aqil heye, ne jî aqilê li derveyî dînbûnê: Dînbûn ne ‘xişîmî’ belê zaniyarî bixwe ye. Bi qasî ku dil dibije zanyariyê, hewqasî dil dibije dînbûnê jî. Foucault di ‘dînbûna’ ‘dînên hekîm’ de pesnê aqil daye, herwekî çawa di aqilê wan de jî pesnê dînbûnê daye. Bi gotina fîlosofê Dänmarkî Soren Kierkegaard (1813-1855) eger ‘di navbera dînbûn û bilîmetbûnê de, tenha mûyekî pirr zirav hebe’, naxwe dê Nietzsche ‘dînê herî fîlosof’ û ‘fîlosofê herî dîn’ be. Nietzsche wek ‘mirovê siberojê’ ne tenê ‘dîn’ jiya ye, belê wî dînbûnê weke ‘zanyarî’, bi aqil û di aqil de nivîsandiye jî. Wî ne tenê dînbûnê di aqil de, belê aqil jî di dînbûnê de xwendiye û di navbera herduyan de fîlosofiyê kiriye. Di ‘dîroka Foucault’ de, ku di serî de ‘dîroka dînbûnê’ ye, aqil yekemîn car, li jêr ‘çakûçê dînan’ û di ‘dadgeha dînbûnê’ de hatiye mehkûmkirin. ‘Dînbûn’ piştî Foucaultismê êdî nema wek ‘dij’ yan jî ‘dimina’ aqil, belkû wek aliyê dîtir yê aqil û aqilmendan, hate xwendin û şirovekirinê. Nietzsche yek ji ‘fîlosofên dîn’ yên herî li pêş bû, ku Xwedê wek ‘aqilê gerdûnê’, yekem car bir dadgehê û ew bi aqilê wî yê ‘bêhempa’ mehkûm û tawanbar kir.
Di fîlosofiya Nietzsche de, Xwedê wek ‘afrênerekî asmanî’ afrênerê herî ‘bêaqil’ e: Ne aqil di Xwedê de heye, ne jî Xwedê di aqil de; ne ‘vîna dahêneriyê’ Xwedê ye, ne jî Xwedê ‘vîna dahêneriyê’ ye : Li kuderê Xwedê dibe, dahênerî tune dibe. Aqil jibo Nietzsche ne ‘goleke sekinî’ û ‘genî’ ye, belkû çem e diherike. Aqil ne ‘pût’, ne ‘Logos’ ne jî ‘lahût’ e: Aqil ne Xweda belê xweza ye. Aqilê ku Nietzsche wî ji mirovê xwe re û mirovê xwe ji wî re dixwaze, ne ‘aqilekî sekinî’ belê ‘aqilekî livdar’ e. Aqil di sê gorankariyên mezin re derbasbûye: ‘Di gorankariya yekemîn de aqil bû deveh, di a diwemîn de bû şêr, di a sêyemîn de jî bû zarok.’
Mebesta Nietzsche ji ‘aqilê zarok’, yan jî aqil ku dibe ‘zarok’ ew e, ku aqil wek dahêneriyeke bêsînor û bêrî li bêrîbûna wî a destpêkê vegerîne. Aqilê herî ‘bêrî’ û dahêner, ku karîna wî li ser ‘xirabkirinê’ bi qasî karîna wî li ser ‘avakirinê’ ye, aqilê ji zarokan heta bi zarokan e. Zarok ‘vîna dahêneriyê’ a herî resen e. Her zarokek afrênerek bi serê xwe ye. Zarok, bêrîbûn, jibîrkirin û xwenûjenkirin e. ‘Ew dolabê ku xwe bi xwe dizîvirînê ye’: Ew, çiqasî xwe ji bîr dike, hewqasî xwe nûjen dike; çiqasî xwe nûjen dike, hewqasî dahêneriyê dike. Fîlosofiya Nietzsche wek afrîdeyekî azad, berî her tiştî, fîlosofiya aqilê azad e, ku bingeha mirovê azad, bîreweriya azad, bîrkirina azad, hebûn û bûneweriya azad, raman, hizir, bîr û raya azad e. Nietzsche bi çavên ‘nexweşan’ li her ‘saxlemiyekê’ temaşe kiriye, bi pirsa fîlosofiyane guman bi her tiştekî ‘kamil’, ‘tekûz’ û ‘reha’ kiriye, û li jêr çakûçê ‘fîlosofiya dînbûnê’ jî ‘fîlosofiya aqil’ rexne kiriye.
Fîlosofiya Nietzsche di serî de fîlosofiya azadiyê ye: Azadiya her tiştî di her tiştî de; azadkirina her tiştî jî ji her tiştî. Bi qasî ku dînbûn di Nietzscheanizmê de wek rêgeheke azadiyê, ‘aqilekî livdar’ e, hewqasî aqil jî ‘dînbûneke livdar’ e. A rast; bi qasî ku dînbûn hem ‘hezkirineke livdar’, hem jî ‘aqilekî livdar’ e, hewqasî hezkirin û aqil jî ‘dînbûnek livdar’ in. Nietzsche fîlosofê azadiyê ye du caran: Carekê di fîlîsofiya dîbûnê de ku ‘aqilê livdar’ e, a din jî di fîlosofiya aqil de, ku ‘dînbûna livdar’ e.
III. ‘Genealojiya moralê’ û çakûçê fîlosofiyê
‘Moral’ yek ji mijarên herî sereke ye, di fîlosofiya Nietzsche de. Heman heman di hemî berhemên wî de, ev mijar dubare dibe. Baweriya Nietzsche bi têgeha ‘moralê’ wek têgeheke ‘kilîtkirî’, ‘kamil’, ‘tekûz’, ‘bêgoran’ û tabuyîzekirî nayê: Ne Xwedayê heta heta heye, ne morala ‘rawestiyayî’ û ‘neguherbar’ heta heta, ne jî xêr û şerrê heta hetayê. Wate moral têgeheke gerdûnwerî a wisa nîne, ku bê ‘gorankarî’ hemî cihan, hemî deman û hemî şaristaniyan derbas bike. Xwedê ‘dereweke mezin’ e. Rastiya dîroka koka wî a ‘pîroz’ jî ev e: ‘Jibo ku perestgehek were avakirin, herifandina perestgeheke din lazim e.’
Nietzsche di pirtûka xwe a bi sernavê ‘Dijmininê Mesîh’ (Der Antichrist, 1895) de, mamostayê xwe Immanuel Kant (1724-1804) û morala wî bi tundî rexne dike: ‘Serkeftina Kant, serkeftina Xwedênasan bû.’ Xwedê tunebûn e, ‘hêza tunebûnê’ jî Xwedawendbûn e: ‘Di Xwedê de, hem tunebûn tê xwedawendkirin, hem jî vîna tunebûnê tê pîrozkirin.’ Pîrozwergirtina Xwedê mîna pîrozwergitina pirsnîşanê ye, ku bixwe pîrozwergirtina tunebûnê ye: Li kuderê Xwedê dibe, zanyarî tune dibe. Nietzsche heman rexneyê, bi heman tundî û dijwariyê li hemwelatiyê xwe Arthur Schopenhauer (1788-1860) û fîlosofiya wî jî dike. Moral li gorî Nietzsche ne ezelî û herûher e, belkû demkî û rêjeyî ye. Li dinyayê, tenha du tişt hene nayên guhertinê; yek êş e, a din jî lêxweşbûn e. Wekî din her tişt guherbar e. Li pey vê hizrê, exlaqên her kesî bo her kesî nabin; her kesekê exlaqên xwe yên taybet bixwe hene: Her kes morala xwe bi xwe ye. Bi gotina ‘Zeredeştê Nietzschewî’, mirov hem xêr e, hem jî şerr e. Xêr û şerr ne asman, lêbelê mirov bixwe ne. ‘Mirovê Nietzsche’ ne mirovê ‘xêra giştî’ ye, ku wateya ‘çêja giştî’ dide, ku bixwe ‘çêja herî nizm’ e. Di ‘çêja nizim’ de, ku çêja pirraniyê ye ‘exlaqên nizim’ hişîn tên. Her tiştê ‘giştî’ nirxê wî nizm e: ‘Tiştên mezin tenha jibo mezinan dimînin (…) Her tiştê kêm peyda dibe jibo wan e, ku kêm peyda dibin’. ‘Mirov bixwe morala xwe ye’ ; ew xwe bixwe exlaq û nirxên xwe diafirîne, daku xwe bi xwe biparêze; xwe bi xwe ji afrîdeyên din cuda bike, û xwe bi xwe hebûna xwe watedar bike. Mirov wek afrîdeyeke biwate, wate daye tiştan, daku xwe di hebûnê de û hebûnê jî di xwe de watedartir bike.
Lê kengî Mirov dibe mirov?
Mirov dibe mirov ku dahêner (afrêner) e: Di afirandinê de mirov wateya hebûna xwe keşif dike. Afirandin nirxandin e; nirxandin jî afirandin e: ‘Nirxandin’, ‘nirxdanîn’, ‘nirxçêkirin’ û ‘nirxavakirin’ tev wateya ‘afirandinê’ didin. Mirov ku ‘nirxandinê’ dike, ew di serî de ‘afirandinê’ dike. Di fîlosofiya Nietzsche de, mirov ne afrîde belkû ‘afrêner’ (xaliq) bixwe ye. ‘Mirovê Nietzsche’ ku xwe bi xwe exlaqên xwe ye, ne ‘zaroka Xwedê’ belê zaroka xwe bixwe ye ; ne Xwedê ew afirandiye, belkû wî hem xwe bixwe, hem jî Xwedê afirandiye. Nirx guherbar in; gorankariya nirxan jî tê wateya gorankariya afrêneran (xaliqan). Karîna ‘xaliqan’ jî li ser avakirina nirxan bi qasî karîna wan li ser xirabkirina wan e. Afrênerê ku Nietzsche behsa wî dike, du caran xaliq e: yekê ku ‘nirxên kevin’ xirab dike, a din jî ku ‘nirxên nuh’ ava dike. ‘Xaliqê’ tam ‘xaliq’ nikare hertim ava bike, eger nikaribe hertim xirab jî bike. Wate, ‘xaliq’ wek afrênerê nirxan bi qasî ku ‘avakar’ e, hewqasî ew ‘xirabkar’ e jî.
Nirx li gorî fîlosofiya Nietzsche rêjeyî ne, bi guhertina kesan, gurûpan, gelan, cih, deman û şaristaniyan re, nirx û exlaq jî tên guhertinê. Hebûn di serî de afirandin e; afirandin jî berî her tiştî nirxandin e; nirxandian jî hebûnbiwatekirin e. Jiyana bê nirxandin hebûneke xirûxalî, vikûvala û bêwate ye: Mirov ‘heywanê’ nirxdar yê bê hempa ye. Di nirxandinê de, hebûn watedartir dibe; di watedariya hebûna binirx de jî, mirov binirxtir dibe. Mirov wek ‘heywanekî bextewer’ yan jî ‘heywanê paşerojê’ serencama ‘dîroka dirêj a koka berpirsyariyê ye’: Mirov kirina hertim di kirinê de, çêkirina hertim di çêkirinê de, afirandina hertim di afirandinê de û dahêneriya hertim di dahêneriyê de ye.
Ji ‘mirovê Nietzsche’, wek ‘mirovekê bilindtir’ tê xwestin ku ‘bilind’ biçe afirandinê: Afirandina nirxan di xweyiya xwe de û afirandina xweyiya xwe, di nirxan de. Mirov bi gotina Nietzsche di du qonaxan re derbas bûye: ‘Qonaxa berî moralê’ (qonaxa berî mirovahiyê) ku qonaxa ‘berî xwenasînê’ ye, û ‘qonaxa piştî moralê’ (qonaxa moralist), ku ‘qonaxa xwenasînê’ ye. Di a yekem de encamên kiryaran esas in. Lê di a diwem de, ‘niht’, ‘bext’, ‘wijdan’ û ‘motîv’ esas in. Kant bavê vê qonaxa ‘moraldost’ û fîlosofê wê yê bêrikaber e. Jibo ku mirov bibe morala xwe, pêwîstî bi qonaxeke sêyemîn heye, ew jî bi ya Nietzsche qonaxa ‘paş xêr û şerr’ e. Ev qonaxa mirovê ‘moralazad’ e, ku xwe bi xwe morala xwe avadike. Mirovê vê qonaxê, mirovekî heta heta azad e; îradeya wî ne ‘îradeya xêrê’ ne jî ‘îradeya şerr’ e, belkû ‘îradeya hêzê’ ye. Di beşê yekem ji pirtûka xwe ya bi sernavê ‘genealojiya moralê’ de, Nietzsche ‘padîşahiya Xwedê’ bi wêrekiyeke bêhempa dide ber ‘çakûçê’ fîlosofiya xwe û ‘exlaqên wî’ ji hev tertûbelav dike.
Di ‘morala Nietzsche’ de, cih ji ‘Xwedê’ re, ku havênê ‘koletî’, ‘newêrekî’, ‘bixwenebawerî’, ‘dudilî’, ‘dilzîzî’, ‘diltenikî’, ‘dilrehmî’, ‘bêvînî’ û ‘lawaziyê’ ye, tune ye. Exlaqên asmanî ‘exlaqên kerîyê’ ne; ew tenha exlaqên ‘mirovên ji rêzê’, ‘benî’ û ‘koleya’ ne. Bi qasî dûrbûna azadiyê ji bindestî û koletiyê, ‘exlaqên begzadeyan’ ji ‘exlaqên koleyan’ dûr in. Her ku behsa navê Neitzsche dibe, ‘çakûç’ tê bîra mirov. Wî li seranserî ezmûneya xwe a ramyarî hertim ‘çakûçê’ wek alavek ji alvên fîlosofiyê bikar aniye. Xwediyê ‘weha axifî Zeredeşt’ hertim bi ‘çakûç’ fîlosofiyê kiriye. Yek ji bingehên ‘fîlosofiya çakûç’ yên herî sereke jî herifandina pûtan û baweriya ye. Nietzsche pûtên moral, siyasetê, û fîlosofiyê, ku bi sedsalan di bîr, bawerî, wijdan, moral û çanda Ewropayê de, wek ‘bavên pîroz’ dihatin perestin, da ber ‘çakûçê’ fîlosofiyê û ew yek bi yek bi ser hev de pelixandin.
Ji mantiqê Sokrates (469b.Chr.-390b.Chr.) bigre, ku li jêr desthelata wî ‘ruhê Asînayê’ hat genîkirin, heta bi mîtafîzîkiya Kant, ku mirovahî li bin siya wê di ‘exlaqên Xwedê’ de, hate asêkirin û zindankirinê, Nietzsche tev dan ber çakûçê fîlosofiya xwe. ‘Exlaq’ li gorî Nietzsche li dijî xwezayê ne: Ew li dij mirov in di xwezayê de, û li dij xwezayê ne di mirov de. Xweserî xweragirtin e; xweragirtina xwe bi xwe, ku dijê wê ‘xwewindakirin’ e. Moral di fîlosofiya Nietzsche de zindan e, Xwedê jî ‘dîdevan’ û ‘qirdiyan’ e. Nietzsche sedema berdana mirov ji ‘rêya çak’ re, ku ‘rêya aqil’ e, di ‘çar şaşiyan’ de, destnîşan dike: Yek; tevlîhevkirina sedemê bi encamê re, dû; bikaranîna sedemên mîtafîzîkî bo analîzekirina kiryarên fîzîkî, sê; xwepêgirtina bi tenahî û aramiyê beramber bi her tiştekî nepend û nediyar, çar; têgeha ‘bijartina azad’, ku her kesî di çarçeweya ‘exlaqên Xwedê’de mecbûr dike, ku xêrê ji şerr cuda bike.
Nietzsche di dîroka fikir û fîlosofiyê de, fîlosofê yekemîn bêrikaber û bêhempa ye, ku li derveyî ‘exlaqên Xwedê’ çûye. Herçende fîlosofiya Nietzsche pirr di bandora fîlosofiya Zeredeşt de jî maye, lê Nietzsche ji bîr nake, ku ‘Zeredeştê exlaqdost’ bixwe jî rexne bike. Li vir, ku pirsa ‘exlaqê Zeredeşt’ wek ‘exlaqê statûparêz’, ‘exlaqê pîroz’ yan jî ‘exlaqên asmanan’ tê holê, Nietzsche ne tenê Xwedê belê bavê xwe jî dikuje. Ew di Zarathustrismê de, ji Zeredeşt bihtir xwe dixwîne, û ji ‘Nietzsche ê Zeredeştî’ jî wêdetir ew ‘Zeredeştê Nîetzschewî’ dibîne.
IV. Dawiya Xwedê, destpêka mirov e: Li wir ku Xwedê dimire, mirov dijî.
‘Xwedê mir! Xwedê dê mirî bimîne! Em bixwe bûn me ew kuşt! Em dê çawa li ber dilê hev bidin, em kujerên hemî kujeran!’ Ev yek ji watedartirîn Aphorismên Nietzsche ye, ku taybetmendiya fîlosofiya wî diyar û berz dike. Bi ‘mirina Xwedê’ re, êdî guneh, gunehkar û hemî mirovên wî yên ‘nizim’ jî dimirin. Bi qedandina Xwedê re, dema ‘guneh’, ‘gunehkar’ û ‘mirovên ji meymûnan meymûntir’ jî diqedin. Bi ‘mirina Xwedê’ re, ku Nietzsche ew kuşt û veneşart, fikrê rojavayî bi giştî û fîlosofî bi taybetî, derbasî qonaxeke rexnegirî a nuh bûn. Di ‘kuştina Xwedê’ de, ku hemî pût, pîrozî û tabu hatin xwar, fîlosofî bihtir bû ya aqil, herwekî çawa aqil jî bihtir bû ji bo fîlosofiyê. Li pey fîlosofiya Nietzsche rêya Xwedê di aqil de tune ye; ew wek têgeheke mîtafîzîkî ne tenê li derveyî aqil, belê têgeheke ‘bêaqil’ e jî, Xewdayê li derveyî aqil jî şensê hebûna wî qet tune: ‘Ev perestgehên li her derê bilindkirî, tev gor û mezelên Xwedê ne.. Ma min ji we re negot: Xwedê mir.. Xwedê nema!’
Di hebûna Xwedê de, ku hebûnek di zindanê de, bi zindanê û ji zindanê heta bi zindanê ye, mirov wek ‘afrênerekê azad’ tune dibe. Wate, ku Xwedê dibe, mirov tune dibe. Jibo ku mirov azad, xweser, afirêner û dahêner be, gereke Xwedê tune be. Xwediyê pirtûka ‘Nietzsche û Fîlosofî’ (1962) Gilles Deleuze (1925-1995) ku yek ji baştirîn û çalaktirîn xwêner û şirovegerên fîlosofiya Nietzsche ye, bi dirêjî û têrûteselî behsa vê têgehê dike. Li pey Deleuze ‘mirina Xwedê’ ji ‘kêşeyeke teoriyane’ bihtir ew ‘kêşeyeke dramî’ ye .
Jibo ku Xwedê bibe mijara zanyariyê, ‘gereke ew bihata kuştin.’ Wate jibo ku Xwedê wek ‘têgeh’ li asmanan nemîne, gereke bibaya mijara ‘jiyan’ û ‘mirinê’. Ji bo ku Xwedê hebe, gereke ‘bimire’ yan jî were ‘kuştin’. Xwedê eger dijî, gereke bimire; eger ew ne dijî ne jî dimire, dêmek ew tune: Şensê Xwedê di hebûnê de, bi qasî şensê wî di jiyan û mirinê de ye. Xwedê, wek mijara zanyariyê a di navbera ‘jiyan’ û ‘mirinê’ de, yekemîn car li ser destên Nietzsche ji ‘nebûnê’ derbasî ‘hebûnê’ bû: Hebûna Xwedê di mirov de; herweha hebûna mirov di Xwedê de. Jibo ku Xwedê hebe gereke di ‘hebûneke lihevkirî’ de, bi hemî bûnerweran re lihev bike. Bê vê lihevkirina mezin; lihevkirina bi demê, dîrokê, mirov û gerdûnê re, ti wate ji têgeha Xwedê re tune ye. Xwedê di fîlosofiya Nietzsche de, ji mijara hebûna ‘mîtafîzîkî’, ‘heta heta’ û ‘bê serî û binî’ bihtir, ew mijara giftûgoya di navbera hebûn û tunebûnê de ye. Wate, Xwedê jî wek her ‘bûnewerekî’ ji mijareke ‘reha’ û ‘bêsînor’ wêdetir, ew mijareke ‘rêjeyî’ û ‘sînordar’ e. ‘Kuştina Xwedê’ kiryareke weha dramî a pirr e, ku dikare li ser pirr astan were xwendin, şirovekirinê. Xwedê, wek ‘hêzeke mîtafîzîkî’ di wijdan û bîreweriya dînî de, nîşana radestkirina vîna hebûnê bo vîna tunebûnê ye. Berê Xwedê wek têgeheke ‘asmanî’ ji fîzîkê bihtir li mîtafîzîkê ye; ji jiyanê bihtir li axret û mirinê ye; ji rastiyê bihtir li ‘gombûnê’ ye; û ji hebûnê jî bihtir li ‘tunebûnê’ ye.
Di wateya Xwedê de, ku berê wê li ‘paşjiyanê’ ye, jiyan bixwe wek hebûneke rasteqîne bênirx û bêwate dibe. Li pey xwendina Deleuze rê ji ‘kuştina Xwedê’ diçe çar wateyan : Yek; ‘mirina Xwedê’ rûdaweke dualî ye: Di mirina Xwedayê ‘kevin’ (Xwedayê cihû) de, Xwedayekî ‘nuh’ (Xwedayê christyanî) ji dayîk bibe. Dû; Xwedê di navbera jiyan û mirinê de, proseseke berdewam e: ‘Xwedayê bav’ dimire, lê kurê xwe (Yesus) wek Xwedê li şûna xwe datîne. Sê; ji ber ‘gunehkariyên’ mirovan li Erdê, gereke Xwedê li asmanan kurê (Yesus) bikira qurban. Xwedê bi xwîna kurê xwe (Yesus) li ser xaçê ‘gunehên’ dinyayê şuştin . Çar; Xwedê dimire, yan jî gereke bimire, daku mirov anku ‘zarokên’ wî bijîn: ‘Xwedawend mirin, a nuha em divên ku mirovê bilindtir bijî.’ Ji wir, ku Xwedê dimire, jiyan di mirov de û mirov di jiyanê de dest pê dike. Ji wir, ku mirov dijîn, mirina Xwedê dest pê dike. Xwedê mir, anku Xwedê bû mirov. Xwedê mir, anku mirov bû Xwedê.
V. ‘Mirovê dawî’: ‘Mirovê Xwedê’ û ‘Xwedayê mirov’
Pirtûka ‘Weha axifî Zeredeşt–Pirtûkek ji her kesî û ne ji kesekî re’ berhema Nietzsche a sereke, herî navdar û watedar e. Ew maka fîlosofiya Nietzsche û hemî berhemên wî yên din e, ku kêm-zêdê li dora wê zîvirîne. Gerra Nietzsche di vê pirtûkê de, di serî de, gerra li ‘Xwedê’, ‘moralê’, ‘xêr û şerr’, ‘hebûnê’, ‘rastiyê’, ‘hezkirinê’, ‘jiyanê’, ‘mirinê’, ‘bexteweriyê’, ‘heqiyê’, ‘azadiyê’, ‘mirovê bilindtir’ (Übermensch=superman), ‘vîna hêzê’, û ‘vîna dahêneriyê’ ye. ‘Ez we hînî mirovê bilindtir dikim. Mirov tiştekê weha ye, ku greke were derbaskirinê.’ Ev yek ji navdartirîn gotinên Nietzsche ye. Mirov jibo mirovahiyê ne ‘armanc’ belkû ‘pir’ e ; ew pira heta heta a di navbera vî aliyê mirov û aliyê wî ê din de ye: ‘mirovê nizim’ û ‘mirovê bilind’; ‘mirovê heywan’ û ‘mirovê insan’.
Jibo ku mirov bibe ‘mirovê Nietzsche’ ku di heman demê de ‘mirovê Zeredeşt’ e, gereke hertim xwe derbas bike. ‘Mirovkirina mirov’, yek ji taybetmendiyên fîlosofiya Nietzsche yên herî sereke û balkêş e. Jibo ku mirov ji xwe bibuhire, xwe bi xwe derbas bike û bibe ‘mirovekê bilindtir’, gereke ew berî her tiştî ‘Xwedê’ wek ‘hebûneke mîtafîzîkî’, dîn, giyan, moralê, pûtan û hemî fikir, bîrûbaweriyên kevnare li paş xwe bihêle. ‘Mirovê bilindtir’, ku ‘mirovekê kamil’ e ‘îradeya rastiyê’ ye, lê jibo ku mirov bi rastî rastiya xwe nas bike, gereke ew rastiya heyî bixwe jî derbas bike. Li gorî Nietzsche rastiya ‘dawî’ tune: ew ne bûye, ne dibe, ne jî dê bibe. Rastî jî wek her tiştî, ne reha (mutleq) û bêdawî ye, belkû sînordar û rêjeyî (nisbî) ye. Çareseriya olî yan jî mîtafîzîkî ji jiyan û hebûnê re, ne çare ye. Xwedê jî wek têgeheke mîtafîzîkî (Mutmaßung) ji çareseriyan bihtir pirsgirêkan bi xwe re tîne.
Xwedê wek ‘afrênerekî mîtafîzîkî’, ku ji hebûnê bihtir ‘tunebûne’ e, ji merivan re wek ‘hebûneke fîzîkî’, ne dikare bibe ‘pirs’, ne jî ‘bersiv’. Herwekî çawa mîtafîzîk bersiva fîzîkê nade, herweha Xwedê jî nikare bersiva mirovan bide. Ancix mirov wek ‘navenda hebûnê’ xwe bixwe bibe hem pirs, hem jî berisva hebûna xwe. Jibo ku mirov di hebûnê de bibe çarenûsa xwe, gereke Xwedê wek ‘vîna gerdûnê’ bimire yan jî were kuştin: Li kuderê Xwedê dimire, li wir mirov du caran şûna wî digire; carekê wek ‘mirovê Xwedê’, a din jî wek ‘Xwedayê mirov’. Nietzsche li seranserî gerra xwe ya li vî ‘mirovê bilindtir’ (mirovê dawî) ku gereke mirov bibe ew, hertim hewl daye, ku ew bixwe bibe mirovê xwe. Lewre wî autobiografiya xwe bi vê pirsê dest pê kiriye: ‘Çawa mirov dibe çi, ku bixwe ew e?’ Di fîlosofiya klasîk de gotineke navdar heye dibêje: ‘xwe bi xwe binase!.’ Nietzsche ev gotin wek ‘xwenaskirin’, ku destpêka ‘gerdûnnaskirinê’ ye, baş jiberkiriye.
Destpêka xwenaskirina mirov li gorî xwediyê ‘mirovê bilindtir’ ‘Xwedêinkarkirin’ û ‘Xwedêtunekirin’ e. Di bîra ‘mirovê Nietzsche’ de, tiştek ji mirov, ku xwe derbas dike, mezintir tune. Berûvajî Xwedê, wek ‘afrênerekî li asmanan’ ku pêwîstiya wî bi çêkirina ‘mirovên nizim’ heye, ‘mirovê Nietzsche’ wek ‘afrênerekî li ser Erdê’ pêwîstiya wî bi mirovên ‘bilindtir’ û ‘kamil’ heye: Xwedê çanda koleyan e, lê ‘Mirovê bilindtir’ çanda begzadeyan e. Nietzsche ‘exlaqên Xwedê’ ku têde hemî mirov wek hev ‘nizim û ji rêzê ne’ bi tundî rexne û red dike. Mirovê ji ‘exlaên nizim’ ne hêjayî ‘wekheviya’ bi mirovên ji ‘exlaqên bilind’ re ye. Cihêwaziya ‘mirovê nizim’ ji ‘mirovê bilindtir’ bi qasî cihêwaziya di nabera ‘jêr’ û ‘jor’ de ye. Herwekî çawa ‘jêr’ nabe ‘jor’, herweha ‘mirovê ji rêzê’ jî nabe weke ‘mirovê bilindtir’. Di fîlosofiya ‘mirovê bilindtir’ de, ‘wekhevî’ tune ye, ne jî dikare hebe. Di têgeha ‘wekheviyê’ de, tenha ‘kerî’ yan jî ‘mirovên li pey Xwedê’ dikarin werin dîtin.
Nietzsche di têgehên ‘Wekhevî’ û ‘dadweriyê’ de, bihtir ‘tolhildan’ û ‘intîqamê’ (Rache) dixwîne; intîqam ji her mirovekê ne ji rêzê; ku ne weke Xwedê difikire. Mirov bi gotina Nietzsche ‘ne wek hev in’ ; dozdarên wekhevî û dadweriyê jî ‘heftlepok’ in. ‘Vîna wekheviyê’ ne vîna ‘mirovê Nietzsche’, belê ‘vîna Xwedê’ û ‘desthelatdariyê’ ye . Mirovê ku Nietzsche wî dixwaze û hêvî dike, mirovekî heta heta azad e; mirovekî bê qeyd û bend e, bêdîn û bêxwedê ye; mirovekî weha ye, ku bixwe aqilê xwe ye; aqilê azad û ji ‘guneh’ û derewên hezarên salan rizgarbûyî. ‘Mirovê mirovderbaskirî’, ku mirovê Nietzsche yê herî hezkirî ye, mirovekî xweser û azad e du caran; carakê bi aqilê xwe, a din jî bi dilê xwe; carekê ku aqilê wî dilê wî ye, a din jî ku dilê wî aqilê wî ye: Bi qasî ew dikare bibe aqilekî azad, hewqasî dikare bibe dilekî azad jî .
‘Mirovê Zeredeşt’, ku Nietzsche ew ji mirovahiyê re nîgarkiriye, mirovekê weha ye, ku pirsên pirr sext û dijwar lidar dixe: ‘Hezkirin çi ye? Aferîn çi ye? Bêrîkirin çi ye? Stêrk çi ye?’ Ew ‘mirovê dawî’ ye; mirovê ‘hezkirina dawî’, ‘aferîna dawî’, ‘bêrîkirina dawî’, ‘stêrka dawî’ û ‘bexteweriya dawî’ ye. ‘Mirovê dawî’, ku hem ‘xeleka dawî’, hem jî ‘havênê dawî’ ê mirovahiyê ye, mirovekê heta heta afrêner û dahêner e: Ew dijî daku afrênerî û dahêneriyê bike. Dahênerî li pey mantiqê ‘Mirovê dawî’ dualî ye: Aliyek ji wê ‘xirabkirin’ e, yê din jî ‘avakirin’ e. Dahêner (afrêner), ku îradeya wî ji ‘îradeya hêzê’ ye, bi qasî ku ‘wêrankar’ e, hewqasî ‘avakar’ e jî . Ew mirovekê weha ye, ku hemî nirxan tarûmar û wêran dike. Di bîra vî mirovî de, ne ‘xêra heta heta’ heye, ne jî ‘şerrê heta heta’; di her ‘xêreke mezin’ de ‘şerrekî mezin’ heye; ‘şerrê herî mezin’ jî parçeyek ji ‘xêra herî mezin’ e, ku bi xwe ‘xêreke dahêner’ e.
‘Mirovê Nietzschewî’ mirovê aqil e; mirovê Xêrê û şerr bi hev re ye, wek çawa aqil dibîne. Li gorî Nietzsche, aqil ne tenê ‘xêr’, belê ‘şerr’ e jî. Mirov ji bo ku azad bibe hem aqil, hem jî dilê xwe, gerke li serkeftinê bigere. Serkefin jî ne di ‘îradeya wekheviyê’, belê di ‘îradeya hêzê/karînê’ de ye, ku bixwe ‘îradeya dîrokê’ ye. ‘Mirovê dawî’, di serî de ‘vîn’ e; ew vîna serkeftî di hêza serkeftî de û hêza serkeftî di ‘vîna serkeftî’ de ye. Ew ne li keviya dîrokê, belê li ser lutkeya wê dijî; ew ne tenê siwarê dîrokê, belê afrêner wê ye jî: li paş her dîrokeke mezin, mirovekê mezin heye; li paş her mirovekê mezin jî vîneke mezin, azadiyeke mezin, aqilekî mezin û dilekî mezin heye.
‘Mirovê bilindtir’ mirovekê weha biîrade û bihêz e, ku karîna wî li ser lidarxistina ‘pirsan’ bi qasî karîna wî li ser lidarxistina ‘bersivan’ e; bi qasî ‘pirsan’ hewqasî li bersivan jî digere. Avakirin û afirandina mirovekî weha ‘nûjen’, ‘zîrek’, ‘wêrek’, ‘li derveyî exlaqên Xwedê’, ‘dilniya’ û ‘dilrast’, li gorî Nietzsche ‘berpirsyariyeke şaristanî’ ye. Tenê bi nirxên vî ‘mirovê serkeftî’ (superman) ancix şaristanî were avakirin û parastin. Şaristanî ne bi ‘exlaqên nizim’ (exlaqên koleyan) ku ji ‘exlaqên Xwedê’ ne, belê bi ‘exlaqên bilind’ ku ji ‘exlaqên begzadeyan’ e tê avakirin û bipêşdexistin: Tenha ‘mirovên bilin’ yên ji ‘vîna bilind’, hêjayî şaristiyên ji demên bilind in. Tenha ‘mirovên bihêz’ yên ji ‘vîna bihêz’, ku ‘pirsên bihêz’ lidardixin, hêjayî ‘şaristaniyên bihêz’ in. Ev ‘birûska ku navê wê mirovê bilindtir e’ û di heman demê de ‘dînbûn’ e, ‘mirovê herî dawî’, ‘herî bextewer’, ’herî wefadar û gerdûndost e’; ew mirovê herî watedar e, ku di bilindahiya wateya wî de, wateya hebûn û gerdûnê mezintir dibe.
VI. ‘Vîna hêzê’ û ruhê dîrokê
Di destpêka fîlosofiyê de, ne dîrokê, ne jî ‘ruhê’ wê bala fîlosofan dikişand. Dîrok ji bo fîlosofên klasîk tenê ‘bîr’ bû, lê fîlosofî berî her tiştî bîrkirin e. Dîrokê ne tenê bala fîlosofan nedikişand, belê ew nedihat hezkirin jî. Rêya rastiyê li gorî Mantiq û fîlosofiyê tenha aqil e. Rê li gorî fîlosofiya Grîkiyan, ne ji dîrokê ku ‘bîra dinyayê’ ye, belê ji aqil (Logos) ku ‘koka dinyayê’ ye, diçe rastiyê. Lewma Platon dîrokê weke ‘DOXA’ anku ‘guman’ yan jî ‘dija rastiyê’ binavdikir. Ev ‘trajediya dîrokê’, ku têde ‘bîr’ dibû qurbana ‘bîrkirinê’, heta sedsala XVI û XVII di ekol û dibistanên fîlosofiyê yên curbecur de, wek ‘trajediyeke ji dîrokê heta bi dîrokê’ berdewam ma. Fîlosofan gumaneke mezin bi dîrokê dikirin û ew hincaran wek ‘dija rastiyê’, hincaran jî wek ‘dija bîrkirinê’ binavdikirin.
Bi René Descartes (1596-1650) re, ku hem wek ‘fîlosofê gumanê’ ê yekem, hem jî wek ‘fîlosofê aqil’ ê yekem tê naskirin, ‘guman’ wek ‘methodek fîlosofî’ gihişt pileya xwe ya herî berz. Descartes guman ne tenê bi dîrokê, belê bi her tiştî kir: ‘Ez guman dikim, naxwe ez difikirim, naxwe ez dibim.’ Li gorî Descartismê, aqil yeqîn e, endazyarî jî rastî ye: Ne yeqînek li derveyî aqil heye, ne jî rastiyek li derveyî endazyariyê. Bi fîlosofiya Immanuel Kant (1724-1804), G. W. Friedrich Hegel (1770-1831) û Karl Marx (1818-1883) re, dawî li ‘trajediya dîrokê’ wek ‘bîra’ qurbana ‘bîrkirinê’ hat.
Li ser destên van hersê fîlosofên mezin, ‘lihevhatina mezin’ a di navbera fîlosofî û dîrokê de pêkhat. Di fîlosofiya wan de, dîrok ku êdî nema tenê ‘bîr’ belê ‘bîrkirin’ e jî, yekem car bi şêweyekî taybetmend hate fîlosofîkirin û gerra li ‘ruhê dîrokê’ bû erkek ji erkên herî sereke yên fîlosofiyê. Lewre, ev serdema lihevkirina mezin a navbera ‘bîr’ û ‘bîrkirinê’, di dîroka fîlosofiyê de, wek ‘serdema êşika dîrokê’ hate binavkirin. Li gorî Nietzsche, berûvajî fîlosofên idealist (bi taybetî Hegel), ‘ruhê dinyayê’ yan jî ‘ruhê dîrokê’ ne Xwedê ne jî ‘logos’ e, belê ‘vîna hêzê’ ye: Dîroka ku ruhê wê ‘Xwedê’ be, ‘dîroka bazdanê’ ye; ew ‘dîroka nizim’ a hêjayê ‘exlaqên nizim’ û ‘mirovên nizm’ e. Dîroka ku aqilê wê Xwedê be, dîrokeke ‘bêaqil e.’
Pirsa Nietzsche ji pirsa Xwedê (Logos) wek ‘rastiyeke ruha’ li derveyî dîrokê bihtir, pirsa ‘îradeyeke bihêz’ a di hundirê dîrokê de ye. Pirsa vî ‘mirovê genealojî’ ne ew e, ku ‘heq çi ye’, ‘xêr yan şerr çi ye’, ‘dadwerî çi ye’, yan ‘rastî çi ye’? Ev pirsên mîtafîzîkî yên ‘bêaqil’ û ‘bêwate’ ne. Nietzsche wek Delueze dibêje, napirse ‘kî rast e, kî pak e, yan kî çak e’, belê dipirse ‘ew kî ye’?
Jibo Nietzsche ne giring e, kî, çima û çawa Xwedayekî mezin û bihêz çêdike; a giring ev e: Kî şaristaniyeke mezin û bihêz avadike. ‘Mirovê genealojî’ ne şert e ku ‘fîlosof’ be, belê a giring ew e, ku ‘hekîm’ (textor) be du caran: carekê hekîmê xwe be, a din jî hekîmê şaristaniyê be. Şaşiya herî mezin, bi gotina Nietzsche, ku fîlosofan di heqê dîrokê de kiriye ew e, ku wan li derveyî ‘hesta dîrokî’ dîrok xwendiye û bi ‘antidîrokê’ jî dîrok şirove kiriye. Li şûna ku ew dîrokê di dîrokê de û bi dîrokê bixwînin, wan dîrok bi ‘nedîrokê’ li derveyî dîrokê xwendiye. Xwedê wek hêzeke mîtafîzîkî a ‘nebûyî’ , li derveyî dîrokê ye, hêza li derveyî dîrokê jî nikare ji wê re bibe ‘vîn’ yan jî ‘îrade’.
‘Chaos’ navê dîtir ê dîrokê ye. Jibo ku mirov bikaribe di vê ‘Chaos’ ê de, muhra xwe li dîrokê bixe, hêz yan jî ‘vîna hêzê’ lazim e. Dîrok bi vê wateyê şanoya ‘lîstika vînan’ e; ew ji destpêkê heta dawiyê, dîroka nakokiya di navbera îradeyan de ye; hemî ‘serkeftinên dîrokî’ jî serencama serkeftina ‘vîna hêzê’ ye: ‘Vîna hêzê’, ku di serî de vîna ‘xirabkiri’, ‘avakirin’, ‘qurtalkirin’, ‘rizgarkirin’, ‘dahênerî’, ‘heqî’ û ‘azadiyê’ ye, ne tenê ‘ruhê dîrokê’ belê ew ‘aqilê’ hemî dinyayê ye jî. Nietzsche wateya dîrokê di wateya ‘vîna hêzê’ de dixwîne: Tenha di ‘vîna hêzê’ de, mirov dikare wateya dîrokê bi taybetî û dinyayê bi giştî bixwînê: Di watedariya ‘vîna hêzê’ de, ku vîna ‘mirovê dawî’ ye, hem dîrok hem jî dinya watedartir dibe.
- Hoşeng Broka
- hoshengbroka@hotmail.com
- 16.03.2015
- Literatur, jêder û çavkanî
- Descartes Rene´: Meditationen über die Grundlagen der Philosophie, Meiner Verlag, 1976.
- Nietzsche, F.: Menschliches, Allzumenschliches – Ein Buch für freie Geister. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Nietzsche, F.: Die fröhliche Wissenschaft. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Nietzsche, F.: Also sprach Zarathustra – Ein Buch für Alle und keinem. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Nietzsche, F.: Jenseits von Gut und Böse – Vorspiel einer Philosophie der Zukunft. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Nietzsche, F.: Zur Genealogie der Moral. Eine Streitschrift. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Nietzsche, F.: Götzen-Dämmerung oder wie man mit dem Hammer philosophiert. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Nietzsche, F.: Der Antichrist – Versuch einer Kritik des Christentums. In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
- Niezsche, Friedrich: Ecce homo. Wie man wird, was man ist, In: Gesammelte Werke, Gondrom Verlag, Bindlach, 2005.
Hoşeng Broka: Lêkolînerekî Kurd e. Ji zankoya Şamê (Dîmeşqê) dîploma civaknasî (sosyologie) û derûnnasiyê (psychologie) wergirtiye (1994) Zewiciye, bavê 3 zaroka ye û anuha li Elmanyayê dijî.
Çavkanî: Kovara Felsefevan – Hejmar 2, Sal 1 / Nîsan, Gulan, Pûşper 2015