Information

Ji Redoktorê Kovarê: Hejmara Çaran

Xwendevanê giranbuha, zaîna weshaneke weke kovara Philosophia, ez, wek întêllêktûalekî Sovyêta berê, wek serkevtineke Întêllêktûalîzma Netewa Kurd dinirxînim û zorcar pîroz dibînim. Her usa min ra shanazîyeke, tev damezirdarê vê berhema pîroz, Alî Gurdilî, wek hevrêdaktor bikevime bin nîrê barê zêde xudan erkê berpirs.  Kovarê miskenê weshana xwe guhart.

Kek Alî jî derbazî Almanya Europa Rojava bû û niha, em bi hev ra, pey guncandina berhemê standartekî europî ra, em We, Xwendevan û Berhemdarên xwe, bi mizginîya zêdebûna babetan (Rûbrîkan)  û binebabetan agahdar dikin. Ev; Fîlosofî, Dîdaktîk, Zanist, Kûltûr. Tev binebabetan. Em, gelekî hêvîdar in, ku bi hevxebateke We, Zanyar û Întêllêktûalan emê karibîn van her char rûbrîkan da, berhemên laîqî Întêllêktûalîzma Astên Navnetewî bixûnin, binirxînin û ya herî girîng; sûdekê ji xwe ra bi kar bînin, da Asta Ramanvanîya Netewa Kurd pê bilind bikin. Her neteweke xudan asta ramanvanî ya bilind dikare xwe ji nîrên dagirkeriê rizgar bike. Em xwe bidinê! Wê chê be!

Dr. Casoê Wezîr Serhedî                                                                                                   

Dramatûrg, Dîdakt / Hevserekrêdaktor

21.03.2023



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button