Feylesofê Herakleîtos (B.M.530-475), îro ji piraniya feylesofên Mîletosî zêdetir dihê nasîn û zanîn. Herakleîtos, li bajarê Ephesosê (Efes) hatiye dinyayê û B.M. di sedsala 6an de jiyaye. Bi taybetî jî, bi du ramanên xwe yên giring navdar e. Ramana yekem, ramana wî ya ‘yekîtiya dijberan’ e. Rêya serejor, rêya serejêr e û herdû jî, heman rê ne. Li gor felsefeya wî: Herakleîtosê ciwan û ê kal ne du kesên cuda ne, hemin Herakleîtos e. Dema dostek, ji we re bibêje ku nîvê şûşeya meyê vala ye û hûn jî bibêjin ku nîvê wê jî tiji ye, dê ev gotina we ne gotineke nakok be. Ev yek dihê wê maneyê, ku hûn mîna hev difikirin. Hasilê, meriv dikare bibêje ku di ramana Herakleîtosî de, hemû tişt xwe digihînin yekitiya dijberîyê. Herakleîtos du gotinên gelek manidar gotiye, ku îro jî li ser kar in. Ya yekem, gotiye ku ‘girêdaniya nexwiya, ji ya xwiyakirî bihêztir e.’ Gotina wî ya duyem jî, gotiye ku ‘em du cara, nikarin bikevin heman çemî.’ Gotineke wî a din jî gelek balkêş e, ku gotiye ‘têkoşîna li dijî îdealan, gelek dijwar e û bedela wê, bi rih tê dayîn.’
Maneya vê yekê ev e: Reva ji şer û nakokîyan, bêîmkan (bêderfet) e. Di rastiyê de tiştên ku dinyayê pêk dihînin, yekitîya wan a dijber e. Heke nakokî ji holê rabe, wê demê dê rastî jî, ji holê rabe. Maneya vê yekê jî ew e ku rastî, ne tiştekî sekinî (rawestî) ye û herdem, livdar e. Hemû tişt, herdem di nav herikanekê de ne û diherikin. Ev ramana wî ya duyem jî, wisa dike ku ew herdem tê bîra mirovan: ‘Hemû tişt diguhere, diherike.’ Li vê dinyayê, tiştek mîna xwe namîne. Her tişt, herdem diguhere. Tişt, ji rêyên cuda têne heyînê (holê) û di dawiyê de, tu carê wekê xwe namînin. Em bi xwe jî, wiha ne. Hemû tiştên li gerdûnê hene jî wiha ne, dibe ku gerdûn bi xwe jî wiha be.
Herakleîtos dîsa gotiye, ku karakterê (xusûsîyet, xislet) mirovekê, qedera wî/wê ye.’ Ev dûrbinîya wî a balkêş, piştî du hezar salê ji aliyê Sigmund Freudî ve hatiye bikaranîn. Tiştên ku em wan wekê ‘tişt’ dinavînin, tu carê ew ne objektên sekinî ne û herdem, vediguherin tiştekê din. Ji ber vê yekê ye ku Herakleîtos, wan dişibîne êgir. Agir, di şeklê objektê de xwe dide der. Lê ji objektê zêdetir, demajoyek e. Ev ramana Herakleîtos ligel kûrahiya xwe, ramanekê hilweşîner e jî. Çimkî, mirovan herdem xwestine ku bawerîya xwe bi tiştên sekinî, berbiçav, ewle û mayende bihînin. Heçku, Herakleîtos dibêje tiştekê wiha tune. Guherîn, qanûna jiyan û gerdûnê ye. Tiştê ku hemû tiştan dikargerîne jî, guherîn bi xwe ye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 26.04.2023
- Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî