Pythagoras, dahîyek pirralî û xwediyê behreyeke matematikê a xwezayî bû. Kesên ku çûne dibistanê, bêyî guman haya wan ji Teorema Pythagorasî heye û pê dizanin. Feylesofê ku cara yekem ramanên ‘kare, çarçik’ û ‘kûp, hêza sêyem a hejmarekê’ kişf kiriye û wan têgihan di arîtmatîkê de bi kar anîye, Pythagoras e. Peyva ‘teoriyê’ (theory) bi saya xebatên wî, gihîjtiye maneya xwe ya roja îro. Herweha, li gor zanînan berdestî peyvên ‘philosophia’ û ‘kosmos’ê jî, ji aliyê wî ve hatine vedîtin û bikaranîn. Tesîra wî, demekê gelek dirêj berdewam kiriye. Kesê ku cara yekem têkiliya matematîkê bi felsefeyê re daniye, dîsa Pythagos e. Pythagoras, ew kes e ku gotiye ‘xebitîna gerdûna madî, bi têgînên matematîkî dikare were vegotin.’ Ev ramana wî, di destê mirovan de bûye yek ji wan ramanên herî berhemdar.
Ji dema Pythagorasî ve matematîk, ligel felsefe û zanistê, berfireh bûye. Hinek feylesofên mezin, di heman demê de matematîkzanên mezin bûn jî. Mesela Descartes wekî qadekî, geometrîya analîtîk kifş kiriye û Leîbniz jî hesabê dîtiye. Di nav feylesofên berîya Platon de, kesê ku herî zêde tesîrê li ramana felsefeya rovavayê kiriye, bêguman Pythagoras e. Ya rast gelek ramanên ku wekî ramanên Platon dihêne zanîn, bingeha wan ramanên Pythagosî ne, lê ji alîyê Platon ve hatine bikaranîn û vejandin. Mesela ramana ‘zanayîyên me, zanayîyên (bilgi, knowledge) jiyana me ya berê ne’ û ramana ‘sazûmana matematîkî, xwe li hemû dorhêla cîhana fizîkî rapêçaye’ ramanên berbiçav in. Di roja me ya îro de, di têgihiştin û naskirina gerdûnê de, rola matematîkê gelekî mezin û girîng e. Gerdûn, ji xala xwe ya herî dûr bigrin, ta xala xwe ya herî nêzîk; bi têgihên matematîkî têne vegotin û xwediyê, avahiyeka bi vî rengî ye. Ramana ku Einstein û gelek zanyarên din ber bi baweriya xwedayekî ku li pişt gerdûnê ye ve ajotiye, dîsa ev raman e. Ev ramana ‘hemû tiştên ku di gerdûnê de hene, dikarin bi hejmaran werin vegotin’ piştre, ji aliyê Platon ve jî, bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 26.04.2023
- Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî