Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Mantiqê (Philosophy of Logic)

Armanca felsefa mantiqê ew e ku bi maneya mantiqê, prensîb û spartekên wê bizanibe û li ser hinek pirsgirêkên mantiqê ên têgihî hûr bibe ku wekî bingeh û jêdera mantiqê xwiya dikin, wan zelal û aşkere bike. Armanca felsefa zanistê jî,  vekolandina avahîya zanistê a zimanî ye, rexnekirin û têgihîştina wê ye. Zanist û mantiq, bi hev ra hewl didin da ku rîya fikirîn û tiştên ku têne fikirîn, rast werin vegotin. Ji bo vê çendê jî hewl didine xwe, da ku bikaribin rê û rêzikên (delkên, qanûnên) fesalî û zimnî (navxweyî) ên fikirînê raxin holê. Bi vê yekê ra jî, rîya bidestxistina zanîna (zanînî, bilgi, knowledge)  rast, tê vekirin. Philosophia ji mantiqê, ji bo bidestxistina zanîna heyînê sûd werdigre, wate di vê xalê da jê sûd werdigire. Ji bo vê yekê jî philosophia, awayên fikirînê ên mantiqî bikar dihîne. Philosophia, bi naveroka ramanê ra mijûl dibe û di vê navberê da mantiqê jî, ji xwe re dike mijar.

Pirs û Pirsgirêkên Sereke ên Felsefa Mantiqê: Felsefa mantiqê (fr: philosophie de la logique, tr: mantık felsefesi), li çavkanîya hêmanên mantiqê û naveroka têgiha mantiqê vedikole. Dîsa bala xwe dide pirsgirêkên ku bi mantiqê ra dertên holê jî. 1- Pirsgirêkên ku bi têgiha mantiq û durustîyê (geçerlilik, validity) ra têkildar in. 2- Pirsgirêkên ku bi têgiha neguhêrbar a mantiqê ra têkildar in. 3- Nirxê rastîyê û pirsgirêkên têgiha mantiqê. 4- Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê ra têkildar in: Bersivên cuda ku ji bo ‘mantiq çi ye?’ têne dayîn, du pirsgirêkên cuda derxistine holê. A- Gelo mantiq disiplinekê felsefê ye, an zanistek e? 2-Ji ber ku bingeha fikirîna rast xwe dispêre daxuyandinên aqilî ên durust, pirsgirêka ‘durustî çi ye?’ dertê holê. Ji ber ku durustî girêdayî neguhêrbarên mantiqê ye, neguhêrbarên mantiqê jî pirsgirêkekê cuda derdixe holê.

Ji ber ku teqlîdên jêderîyê (deran, çikarim, inference) ên cihêreng, di heman demê da neguhêrbarên mantiqê ne jî, meriv dikare ji bo venihêrtina (kontrolkirin) her cure jêderîyê, sîstemekê cihêreng a mantiqê ava bike. Hebûna cureyên cihê ên mantiqê jî, dikare rê li ber yekîtiya ku di mantiqê da heye vebike. Di vê xalê da, tiştê ku ji felsefa mantiqê dihê xwestin ew e ku di derheqê hêmanên bingehîn ên mantiqê da, bi awayekî aqilane û rexnegir tevbigere, lêbikole û di vê babetê da, hilbijartinên herî guncav biafirîne.

Pirsgirêkên Derbarê Têgiha Heyîn û Nirxê Rastiyê da:

Mantiq, bi naveroka jêderî û pêşnîyarîyan mijûl nabe. Bala mantiqê herdem li ser lewnê (şeklê) jêderî û pêşnîyarîya ye. Rastîya naverokê, rastiya zanînê (zanîn, bilgi, knowledge) û rastiya lewnî jî, rastiya mantiqê pêk dihîne. Rastiya mantiqê, bi sepandina (cîbicîanîna) hêmanên (prensîpên) mantiqê, dertê holê. Pêşniyarîyên mantiqî, divê ne pêşniyarîyên nakok bin. Heke pêşnîyarîya mantiqî ne xwediyê rastiyekê be yan jî jêderî (inference) nakok be, wê demê dê ji hêla naverokê va jî çewt be. Hinek ramanwerên ku bi zanista heyînê ra têkildar in, weha parastine ku qanûn û hêmanên ku heyîn xwediyê wan e û qanûn û hêmanên ku aqil xwediyê wan e, zanav (wekehev) in. Li gor vê yekê, dikare were gotin ku di navbera aqil û heyînê da, guncavtiyek heye.

Parastkarên (piştgir, alîgir) vê ramanê, hêmanên mantiqê li heyînê weha sepandine:

1- Hêmana Zanaviyê: Her heyîn, zanavê xwe ye. Digel hemû guherîn û çêbûnan, di her heyîneke da cewhereke naguhêr heye. 2- Hêmana Bênakokîtiyê: Tu heyîn di heman demê da nikare hem bibe wekexwe (xwe) û hem jî, heyînek din. Tu heyîn di heman demê da nikare, hem hebe û hem jî tunebe. 3- Bêîmkanîya Rewşa Sêyem: Heyînek an heye, an jî tune. Rewşeke sêyem tune û ne pêkan e. Ramanwerên Serdema Nû, li dijî vê nêrîna ku hêmanên heyînê û hêmanên mantiqê wekî hev dibîne derketine û nerazîbûna xwe anîna zimên. Ramanwerên Serdema Nû, gotine ku ji ber ku aqil ji sehekan xwe xwedî dike, têgihîkirinên me jî, herdem guhêrbar (rolatîv) in. Ji ber vê yekê jî mantiq, divê ji wan hêmanan pêk were ku em bikanibin wan hêmanên hevgirî û durustîyê, bikar bihînin û rîya rast a fikirînê bidest bixin.

Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê ra têkildar in:

1- Hêmana mantiqê, gelo herdem û li her derê hêmanek durust û gerdûnî ye, yanê na? 2- Çavkanîya hêmana mantiqê çi ye? 3- Hêmanên mantiqê gelo ji bûyîna meriv va hene, an ew bi rîya alîkarîya toklîn û çavdêrîyan têne bidestxistin? 4- Gelo meriv dikare hêmanên mantiqê, di heman demê da wekî hêmanên heyînê jî bipejirîne? Hêmana zanaviyê, ne tenê di sîstema mantiqê a dunirxî (iki değerli)da, herweha di mantiqa pirnirxî (çok değerli)da jî û di mantiqa heyînê da jî durust e. Di roja îro da, di vê babetê da pirsgirêka herî mezin, di mantiqê da man û nemana wan hêmana ye. Ango, gelo dê ev hêman wekî hêmanên mantiqê bimînin an jî dê nemînin?



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button