Gotar: WergerPhilosophia

Di Ramanên Farabî da Bextîartîa Meriv û ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’

Di Ramanên Farabî da Bextîartîa Meriv û ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’

Di Ramanên Farabî da Bextîartîa Meriv û ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’

Ebû Nasr Muhammed el-Farabi (870-950) yek ji wan philosophên herî giring ê Qernê Navîn e. Derheqê jîana wî da malûmatên me gelek kêm in û piranîa wan jî ji kesên din hatinin girtin û hev nagirin. Wisa xwîa dike ku Farabî, merivekî nefbiçûk bûye, jîaneke sade jîaye û nedaye dû namdarîê. Berhemên wî jî, berhemên gelek berfereh û hêja nin. Bi rastî jî ew philosophekî rastîn û mezin e ku mîna hemdemên xwe, ne tenê şirovekarê philosophên dewra classic a hellen bûye. Berhemên wî, di demeke kurt da hatinin nasîn û zû belav bûnin. Li gor bîr û bawerîa Îbnî Sîna ku yek ji wan philosophên Sedsala 11an e, ji bo fêrbûna philosophiaê û bi taybetî jî ji bo têgihiştina philosophia Aristoteles, divîabû berhemên Farabî baş bihatana xwendin. Di Qernê Navîn da bikêrtîa (serdezêdekirin) Farabî a herî mezin, di warê nûkirina philosophia sîasetê da pêk hatîe, ku ji dema pêşwext a xiristîanîê ve herdem bêxêr bûye û qels maye. Berhema herî girîng a Farabî, bêguman ‘Bajarê Xwedan Fazîlet, Dewleta Îdeal’ e (El-Medinetu‘l-Fazıla) ku bi îhtîmaleke mezin berîa mirina xwe di sala 950an da, temam kirîe.

Wiha tê fikirîn ku Farabî ramanên xwe ên ku di berhema xwe a navdar da anîe zimên, di sala 949an da li Misrê berfireh kirîe û piştre jî, li Şamê temam kirîe. Ev berhema wî, meriv dikane bibêje ku ji bo berhemên wî ên din jî bûye mîna locomotivekê û ku berhemên wî ên berê jî, di nava xwe da diguncîne. Berhema wî a ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’, seranser metneke philosophic ye û philosophia wî, bi temamî dihîne zimên. Tiştê ku em li vir dibêjin bikêrtîa wî a philosophic e, ne dubarekirina argumentên philosophic ên berê nin. Di vê berhema xwe da Farabî, bi hawayekî practic (practicus) philosophtîê dike û ramanên xwe ên li ser sîasetê, analis dike. Di destpêka kîtabê da Farabî hewl dide ku form, avahî û functionên (function) dinyaê ku meriv bi xwe jî parçeyekî wê nin û dixwazin ku tê da xwe bigihînin bextîartî û bêhempatîê, şirove bike. Balkêş e, Farabî di tu dera berhema xwe da balê nakşîne yan nade ser azadîê û ji azadîa merivî tu carê gumanê nake. Di berhemê da tê gotin ku meriv ne bi rîa veguhastina serborîên bav û bapirên xwe, lê bi keda xwe digihêjin hêjatîê. Hêjatîa meriv jî ancax bi rîa avakirina bajarê xwedan fazîlet û bi rîa cemaeteke sîasî a ku bi hawayekî bêgav rê li berdewamîa bajêr vedike, dikane pêk were. Ji bo bextîartî û parastina merivan, lazimî bi gelek tiştên ku ew bi xwe nikanin çêkin yan jî hilberînin heye. Lewre heke meriv bi merivên din ra hemkarîê nekin û bi hev ra nexebitin, nikanin xwe bigihînin armancên xwe.

Farabî li gor mezinahîa xwe, behsa sê formên cemaetên ideal (medîne) dike: cemaeta mezin, navînî û biçûk. Cemaeta herî mezin (têrxelk),yekîtîa hemû niştecîên cîhanê ye. A navînî tekabûlê milletan (ummet) dike û a biçûk jî, bajar e. Cemaetên ku li vir nehatinin nasandin; gund, tax, cîrantî û mal (xanî) in. Gund û tax, bi saya bajêr henin. Farabî têkilîa bajar û gundan, bi xizmeta ku tê kirin şîrove kirîe. Ligel vê yekê tax, parçeyekî bajêr e û bi bajêr ra di nav têkilîê da ye. Cirantî jî, parçeyekî taxê ye û mal jî, parçeyekî cîrantîê ye. Ligel vê yekê, bajar parçeyekî axa ku millet xwedîê wê ye û millet jî, parçeyekî tevahîa merivahîê ye. Farabî, li ser vê mijarê wekî philosophên hellen ên dewra classic (Platon, Aristoteles) nafikire. Lewre wan bajarê ideal bi sînorên ‘polîsê’ sînor kirinin.

Observationa Farabî a tecruba tarîxî anku Imperia Skenderê Duqiloç, Imperia Roman, Şahtîa Perso-Sasanîan û Xelîfetîa Ereban ew ber bi formên ji ‘polîs’ mestir ve daf daye. Farabî gerdûnîtîê, ango ji bo ku bikanibe bextîartîê derbixe asta herî bilind, cemaetekê ‘panhumanist’ pêşnûma kirîe û di vê mijarê da jî, meriv dikane bibêje ku philosophê pêşîn e. Li gor bawerîa Farabî, meriv ancax bi rîa bajêr yan jî ‘efdal hayra’ dikane bigihêje başîê, neku li kom yan jî cemaetek din. Bajarê îdeal, ew bajar e ku ji bo bextîartîa xwe, tevahîa merivan bi hev ra  dixebitin. Milletê herî baş jî, ew millet e ku ji bo bextîartîa hemû bajaran kar dike. Hasilê meriv dikane bibêje Dewleta Îdeal a Farabî, di wê demê da ne lazimîeke rational bûye. Lê mîna dewleteke îdeal a gerdûnî, hatîe şayesandin ku tevahîa milletan ji bo wê dewleta gerdûnî bi hev ra dixebitin. Farabî ji bo ku theorîa xwe tekûz bike, bajarê îdeal dişibîne laşê meriv. Livokên laşê meriv jî heryek xwedîê wesf û hêjahîek cuda ye û bi hawayekî hierarchic, hatîe afirandin. Meriv dikane heman hierarchiê li bajêr jî peyda bike. Meriv ji bûyîna xwe ve ji hev cuda nin, cihêreng in û di cemaetê da jî her yek ji bo wezîfeyeke cuda wezîfedar e. Helbet ji hêla derfetan ve jî cuda nin, anku ne beranber in. Çawa ku dil, xal û navenda herî girîng a laşê merivî be, bajar jî ew malik û serek e ku hemû fazîletan li xwe kom dike. Anku kesê ku di nav bajêr da, bandêra bajêr û xweşhalîê diparêze, serekê bajêr e. Herweha dîsa mesûlî û wezîfa wî ye ku merivan li gor berhemdarîa wan wezîfedar bike û ji tevlihevî û nearamîa bajêr jî dîsa ew mesûl e. Herkes, li gor kar (profession) û berhemdarîa xwe dixebite û herkes nikane bibe serekê bajêr. Ji bo bidestxistina serektîa bajêr, du şertên sereke henin: a pêşîn divê meriv xwedîê xuyekî baş be û a din jî divê xwendina (education, perwerdehî) ku lazimî pê heye xwendibe. Bi saya wê xwendinê, serekê cemaetê dikane wesfên xwe û îrada xwe xurtir bike. Lêbelê ji bo wê wezîfê jî, divê ew merivekî guncaw be. Pirranîa merivan meyldarê xizmetkirinê nin, ne kargertîê. Zanîn ji bo bidestxistina serektîa bajêr şertekî nebenabe ye. Ji bilî vê yekê divê serekê bajêr berhemdar û xweşbêjekî baş be jî û ji bo lazimîên şer jî divê xwedîê binyadeke zexm û berxwedar be.

Farabî, di cîhana xewn û xeyalan da najî. Lewre ew bi xwe jî dibêje; pirr zor e ku meriv bikanibe merivên ku xwedî wesfên serekê bajêr in peyda bike. Ji ber vê çendê jî dibêje kesên ku kêm zêde xwedî wan wesfên sereke nin, ew jî dikanin bibin serekê bajêr ya jî lijneyek muşterek jî dikane di şûna serekê bajêr da, karê serekê bajêr pêk bihîne. Ligel bajarên xwedan fazîlet û nêzîkî wan, bajarên gendel jî henin; bajarên dijber û xwedî rîek şaş. Ev bajar bajarên nezan in. Li ber emrên Xwedê serî hildanin (fasik in), hatinin guhêrtin û şaş in. Bajarê nezan, ew bajêr e ku şênîên wî nenasê bextîartîê nin. Bajarê herimîe (degenerane) jî berê mîna bajarê xwedan fazîlet bûye. Paşê bûye tersî bajarê xwedan fazîlet.   

 Farabî têkilîa dîn û philosophiaê jî di çarçova dewletê da heldisengîne. Kesên ku bi harîkarîa mantiqê û nîşandana delîlan hemû tiştan fam dikin philosoph in. Xêra têgihiştina wan jî digihîje der û dora wan û ji xwe philosoph jî rastîê ji xelkê xwe a dibêjin. Li milê din, merivên din jî bi rîa teqlîdê zanînên ku lazimîa wan pê heye bi dest dixin. Her du rêbaz jî formên ilmî nin. Lê zanyarîa philosophan bê guman ji ên din rasttir e. Li gor vê rewşê, bajar û milletên ku ji dînên cuda nin, ji ber ku li dû armanceke muşterek dimeşin, dikanin bi hawayekî bi serê xwe hebin. Hemû bajarên ku henin bi rîa bidestxistina zanînên (knowledge) ku bi rê û rêbazên mantiqî û nîşandana delîlan, ava dibin. Lewre ji argument û fikrên cuda ên ku xwe dispêrin inferencên (inference) şaş ra cih tune. Her ramana cihê divîabû encama ravekirineke şaş bûya. Lêbelê li cem kesên ku ilm bi rîa sembolan bi dest dixin rewş cihê ye. Di vê rewşê da dibe ku hinek ramanên cihê û dubendî derbikevin holê.

Farabî di raybertîa gel da bikaranîna dîn bi hawayekî pir dijwar rexne dike û vê yekê jî eşkera dibêje. Berhema Farabî a ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’ (El-Medinetu’l-Fazıla) yek ji wan berhemên giring a tarîxa çanda Qernê Navîn e û di warê philosophia sîasetê da jî, berhemeke hêja û numadîn (remzî) e. Meriv dikane bibêje ku piştî berhema Augustinus (354-430) a ‘Dewleta Xwedê’ (De Civitate Dei), berhema ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’ a Farabî, girîngtirîn berhem e. Her çi qasî di kîtaba Farabî da mijarên metaphysic, philosophia suruştê û psychologiaê da (psychology) cih bigrin jî, Farabî wan ilman ji bo bingehkirina philosophia xwe a sîasetê a practic û exlaqî dihîne zimên. Ji bo vê yekê jî, çarçoveyeke mantiqî ava kirîe. Li gor bawerîa Farabî; bajar perçeyekê cîhanê ye û beşdarê kirin (function) û avahîa wê ye.

Berîa Farabî jî hinekan li ser vê mijarê xebitînin, xwe ceribandinin. Lêbelê ev rahişmendîa wî bûye raybera tarîxa ramanî. Berhema wî a ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’, demek dirêj tesîr li ramana sîasî a ereb û mûsewî kirîe. Wekî gelek berhemên philosophên ereb ên Qernê Navîn, kîtaba Farabî a ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’ jî li zimanê latinî nehatîe wergerandin. Ligel vê yekê jî gelek ramanên Farabî ên philosophic û sîasî, bi rîa wergerên kîtabên Îbnî Ruşd û Îbnî Meymun li Europaê xweş belav bûnin. Di berhema Farabî da du xalên girîng henin ku di dema me da jî giringîa wan berdewam e ev in: A pêşîn, di çarçova dewletê da têkilîa dîn û sîasetê û a din jî destnîşankirina lazimîa avakirina dewleteke cîhanî ye. Li cem Farabî philosophia ji bo ku meriv pê çêtir ji rastîê têdigihîje ji dîn mûhîmtir e. Dîn ji bo têgihiştina gel bi hawayekî sade, gotina heqîqetekê û rahişmendîeke bi vî rengî ye. Di encamê da heta ku bi hawayekî şaş rastîan nebêjin hemû dîn manîdar, girîng û mûteber in. Bê guman heker ew ji rastîa mantiq û philosophiaê dûr bikevin û rastîê bi hawayekî şaş dahûrînin, dê bi talûke bin. Ev angaştên Farabî, her çi qasî ji alîê theologan ve bi hemd hatibin dîtin û bi syncretisma dînî sûcdar bibin jî, ji bo dema xwe berhemeke bikêr e û ji bo dema me jî berhemeke actual e, ku giringîa xwe hê jî wenda nekirîe û bûye sebeb û çavkanîa xweşbîntîê. Farabî di cemaetek pir cosmopolite da jîaye û ew bi xwe ne ereb bû. Bê guman wî baş dizanibû ku dîn ji alîê sîasetmedar û serekên dînî ve ji bo berhêlîkirina gel bi hawayekî şaş rave dibû. Li gor nihêrîna wî, gelên ku ji dewra dewletên polîs ên hellena antique derbas bûnin û xwe gihandinin imperiaên mezin ên cîhanî, heta ku xwe ji rikberî û çavnebarîa dînî xilas nekin ne mumkûn e li gel hev haş bibin û bi xweşî bijîn.     

  • Georgios Steris
  • (Xwendedanê Beşa Philosophia Universita Athenaê, National and Kapodistrian University of Athens)  Çavkanî: Kovara ‘Sabah Ülkesi’, Hejmar 43. 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button