Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Dr. Dilawer Zeraq ra

Hevpeyvîn bi Dr. Dilawer Zeraq ra

Dilawer Zeraq; akademîsyen, nivîskar, zimanzan, wergêr, romannivîs û rexnegirê wêjeyê. Xebatkar û disozê zimanê kurdî. Berê edîtorîya Kovara W’yê kiriye û di rojnameya Azadîya Welat de, du periyod bi berdewamî nivîsîye. Li ser navê Kovara Philosophia’yê, em bi kek Dilawer Zeraq re peyîvîn.

Berê tu mamosteyê matematîkê bûyî û bi salan, te dersên matematîkê dane şagirtan. Lê bi qerarnameya KHK yê ya 29ê cotmeha sala 2006an, bi awayekî derhiqûqî tu ji kar hatî avêtin. Bi qasî dizanim, wê demê we nikaribû li jijî wê qerarnameyê dozê jî vekin. Gelo, di wan rojan de te çi hîs kir? Ji kerema xwe, dikarî behsa hest û ramanên xwe yên wan rojan bikî? Bawer im rîya vegerê jî, li ber te hatiye girtin, ya na?

Dilawer Zeraq: Gava ez hîn bûm ku ji kar hatime avêtin, li Mêrsînê bûm; ji bo çalakîya Rojên Wêjeyê yên Şaredarîya Akdenizê û ez di civatekê de rûniştibûm ku kesên nivîskar û sîyasetvan jî hebûn di wê civatê de. Gava agahî gihîşt min, serê pêşîn min di dile xwe de got, “Qey li bende bûn ez ji welatê xwe derkevim paşê ez avêtim.” Ez hinekî di xwe de tengijîm. Hêrs bûm. Lê hinek paşê, nizanim çima, wisa dilrihetîyekê bi min re çêbû. Û min di dilê xwe de got; “Qedîya.”

Tenê ew qas. Û di wê şeva hanê de, min wisa hîs kir ku ez ji bîreke kor derketime. Helbet wekî gelek kesan, ez jî ne li benda wê yekê bûm. Min xwe amadeyi sirgûnîyê kiribû. Lê wekî gelek kesan li min jî wisa qewimî. Jê û şûnde, ji xwe hemû derîyên hiqûqa serdestîyê li me girtî bûn û tenê komîsyonek danîbûn da ku biryaran bide. Û wê komîsyonê jî, çendê wî alî, ji min re got, ‘em nahêlin tu vegerî.’

Li gor zanînên me yên berdestî, feylesofên yewnana antîk gelekî bala xwe dane matematîkê û bingeha, gelek beşên zanistên roja me danîne. Yek ji wan feylesofan jî Pythagoras e, ku gotiye ‘kilîda gerdûnê matematîk e.’ Dîsa feylesofê ku cara yekem ramanên ‘kare’ û ‘kûp, hêza sêyem a hejmarekê’ kişf kirine û ew têgih bi kar anîne Pythagoras e. Peyva ‘teoriyê’ (theory) bi saya xebatên wî gihîjtiye maneya xwe ya roja îro. Bi a min, têkilîya felsefe û matematîkê, gelekî balkêş û giring e. Wekî matematîkzan û dersdarê matematîkê, tu têkilîya felsefe û matematîkê, çawa dinirxînî?

Dilawer Zeraq: Ez nikarim bêjim ez matematîkzan im. Lê min gelek salan mamostetîya matematîkê kir ku ew jî li ser sînor û bingeha fermî ya dewletê bû. Herçî têkilîya matematîk û felsefeyê ye, li ser fikira min, bêtir li ser mentîqê ye. Yanî berî her tiştî di her duyan de jî li ser tiştan û heyînan avakarîyeke mentîqî heye. Û ev mentîq, bi rêya zimên xwe digihîne hiş û paşê jî bi rêya hejmaran têkilîyeke pîvanî ya bi heyînan re datîne. Di vê qonaxê de, geometrîya Spinoza girîng e. Û geometrîya Oklid û Pythagoras. Felsefe, gava li ser heyînan, li ser jîyanê, li ser têgihan, li ser qewaman û li ser raberîyan (thesis, proposal) ramanan dide der, wekî rêbaz, ‘şîrovekirin’ê bi kar tîne. Û gava şîrove dike, peyvan, wateyên wan ên mecazî, pêreyî û biwêjî li xwe dike navgîn û digel wê jî, li ser pergaleke lidûhevrêzbûnê şîroveya xwe ava dike; pergala ketî behsê, permutasyon û permutasyona kombînasyonîk ya peyvan e ku di hevokên bi mentîqên cihêreng yên zimanî de dide der. Matematîk jî, hem ji alî mentîqê ve hem jî ji alî dana ser aqilan ve, jimaran li xwe dike alav û dîsa li ser têkilîya jimaran ya mentîqî, gelek awayên wan şîrove dike. Û ev şîrove hemû xwe digihînin geometrîyekê; yanî çawa fikir û raman di felsefeyê de wekî dongîyekê ye, teşeyên geometrîk jî di matematîkê de dongîyeke jimaran e. Û di her helûmercê de, têkilîya felsefe û matematîkê, li ser mentîqê ava dibe û di pey re jî, piştî dahûrandinên li ser qayde û prensîbên navxweyî, wekî parçe parçe digihîjin hev. Herçî behskirina ji wan parçeyan e, mijar dûr û dirêj e û digihîje felsefeya zimên jî.  

Ji xebat û berhemên te, meriv têdigihêjê ku zanîn û vedîtina ‘xwenasîn’ ‘xwebûn’ê cihekî giring verdigerin û tesîra wan, li ser xebatên te gelek e. Bi dîtina te, ji bo me kurdan şert û mercê ‘xwebûnî’ û ‘xwenasîn’ê, çi ne û em çawa dikarin bibin ‘xwe’ û xwe binasin?

Dilawer Zeraq: Ji bo xwenasînê, şertê pêşîn; lixwehaybûn e. Yanî kesê Kurd, yê ku ji ber pêkanînên asîmîlasyonîst yên mêtingerîyê ji neynika xwe dûr ketiye, pêwîst e pêşî here li ber neynika xwe bisekine û li wir; berî her tiştî kesê jê cuda (yanî Tirk, Ereb, Faris) ku ew ji wî dûr xistiye nas bike (belê, li vir angaşteke min heye û dibêjim; bi taybetî Kurdên li bakur, serdestê xwe yê ku jê cuda ye, baş nas nake) û ji hemû alîyan ve, yek bi yek, hemû hêmanên nejê û bîyan ku ketine nav ruhê wî, laşê wî û dil û mêjîyê wî nas bike û bandorên wan hêmanên nejê ji xwe re aşkere bike; û car din bigihîje qonaxa jixweşermkirinê û di pey re jî, li xwe hay bibe ka çendî ji xwe dûr ketiye û li xwe neban bûye. Ev qonax, qonaxa sereke ya destpêka ‘xwebûn’ê ye. Kesê Kurd, yê ku di vê qonaxê de li xwe hay bû, xwe nas kir û bi ser ket, vê carê pêwîst e bikeve nav xebata şikandin û bêbandorkirina hemû hêmanên nejê û bîyan ku di nav û dil û mêjî û ruhê wî de cî li xwe xweş kirine. Ev qonax, qonaxa praxisê ye (çalakgerîya di jîyanê de) ku bi her carê re wê kesê Kurd yê ji kan û kakila xwe dûrketî, nêzikî kan û kakila wî bike û her çend êdî melezîya şikestî û duzimanî tiştekî bivênevê be jî, wê demajoya çalakgerîya di jîyanê de rê lê veke û bike ku ew kes êdî di hemû rabûn û rûniştin, xwendin, nivîsîn, peyivîn û tevlivînên xwe de, li xwe şîyar be. Bi kîjan zimanî bipeyive jî, bi kîjan zimanî bixwîne jî, ew ê hay jê hebe ku zimanê wî yê wî ye û zimanê din yê bîyan e. Ev hayjêbûn û lixweşîyarbûn wê bike ku avanîya (structure) ‘xwebûn’a kesê Kurd, digel hemû kartêkên nejê, xurt û zexm bibe û ji ber ku wî kesî bi gelek qonaxan re dîwarê xwe bi xwe ava kiriye, êdî tu ziman, tu pêkanîn û tu serdestî nikare wî dîwarî hilweşîne; û êdî kesê Kurd yê gihîştî qonaxa ketî behsê, ‘mîmarê dîwarê xwe ye.’

Di civînekê li cafeya Hewşa me de, derbarê lidervehiştina kurdan de tu dibêjî hundirê me ne bi Malazgirê ji me hatiye girtin û demajoya vê yekê hêj kevintir e. Herweha tu lidervehiştina kurdan bi îslamîyetê didî destpêkirin û dibêjî ‘berîya îslamê dîrokekê me a ji bîrê ava bûyî heye, epîstemolojîyeke me a dîtir heye, dîrokek me a dîtir heye.’ Herweha, tu behsa qedexeya zimanê kurdî a li medreseyan jî dikî. Ji ber ku ji bilî zimanê erebî û ta radeyekê zimanê farisî, destûra bikaranînê, ne dane zimanê kurdî. Li ser vê xalê, tu dijderba Melayê Cizirî, ruhê kurdayetî û xwebûnîya wî jî, bilind dinirxînî. Pirsa min a yekem, derbarê têkilîya kurdan û îslamîyetê de ye, ku dixwazim ji te bipirsim bi çi şeklî îslamîyetê kurd li derveyî xwe hiştine û tesîra wê çi ye? Pirsa duyem jî, derbarê dijderba Melayê Cizirî de ye, ku tu rola wî gelekî bilind dinirxînî. Gelo, Melayê Cizirî bi çi rê û rêgehan û bi çi şeklî, bûye wekî sembolê dijayetîya lidervehiştina xwe a kurdan?

Dilawer Zeraq: Her du pirsên te jî beşek ji teza min a doktorayê ye ku heta ji min hatiye bi berfirehî xebateke hûrger li ser wan kiriye. Loma jî ez ê hewl bidim bi kurtasî û zelalî pirsên te bibersivînim.

Ji bo pirsa te ya yekem; her çend di destê me de wekî belgeyên nivîskî tiştek tunebe jî, wate jê ne ew e ku berîya Îslamîyetê epîstemolojîyeke bi Kurdî tunebû û zanist û zanyarî û agahîya jîyanî pê çênedibû. Ez bi şikbirî bala xwe dibim ser wê qonaxê; ji ber ku di şer û fethkirin û bidestxistinên di wan deman de, şewitandin û jinavbirinên her cureyî qewimîne û em nizanin ka di şerên wan deman de, çend belge, çend pirtûk û çend dokumentên bi Kurdî, yên ku bi epîstemolojîya jîyanî, hêçanî (ceribandinî) û ezmûnî hatine afirandin, di êrîşbirinan de hatine şewitandin an jî ji navê hatine birin. Her wisa, piştî hatina Îslamîyetê û qebûlkirina wê ya Kurdan û digel wê jî piştî danîna sîstema medreseyê û lêferzkirina zimanê Erebî ya wekî zimanê yekane yê perwerdehîyê ya di warê dîn û ‘ilmê de, bûye derb û bandoreke mezin ku epîstemolojîya Kurdî ya heta wê çaxê li ser zanîna dinyayê, li ser zanyarîyê û ya li ser jîyana rojane û çalak avabûyî, ji hev bişikê. Belê, her çend serdestîya dînî ya Îslamîyetê zimanê gelan yê jîyana rojane û çandî, bi awayekî sîstematîk û sîyaseta aşkere qedexe nekiribe jî, zimanekî wekî zimanê Kurdî, ji ber şertê yekzimanîya di medreseyan de, bûye zimanê ‘ne yê her cure zanist û epîstemolojîyê.’ Danîna şertê yekzimanîyê ya di medreseyan de (yanî fêrgehên îro) û pêkanîna wî şertî, ku şertê Îslamîyetê li ser Erebî ye, ji destpêkê heta roja îroyîn jî yek ji pêkanînên sereke ya kolonyalîzmê ye. Her çend, ji ber anakronîzmê em nikarin ji vî şertê yekzimanîyê re bêjin, kolonyalîzma zimanî jî, awayekî ji awayan, heman lêferzkirin û pêkanîn e ku li ser ‘yekzimanî’yê ava bûye. Û vê qonaxê, heta lidijrabûn û pêngava Melayê Cizîrî ya deconstructionist  û (ve)avakar, kudandiye.

Serê pêşîn min divê bêjim, her çend hejmarek ş’irên Elîyê Herîrî hebin û wî bi Kurdî nivîsîbe jî, hem di wexta xwe de hem jî wekî afirandina peyrewên xwe, ş’irên wî bêbandor mane. Û li gorî belge û kitêbên di destê me de, piştî Herîrî bi qasî çar sed sal tu kesî bi Kurdî nenivîsîye. Loma jî, heta niha, di destê me de wek belgeya pêşîn ya çapkirî, yanî wek kitêb, Dîwana Melayê Cizîrî heye û ev dîwan ji gelek alîyan ve girîng e. Li ser pirsa te, ez ê bala xwe bidim du alîyên bi hev ve bestandî:

A yekê, M. Cizîrî, tevî ku wek xwendina akademîk (xwendin û nivîsîna bi pergal) ji medreseyê rabûye û tevî ku dikaribû wekî pêşrewên xwe berê xwe bide ‘dilkêşîya lixwenebanbûnê’ û bi Erebî binivîse jî, wî wisa nekiriye. Wî bi piştgirî û patronaja Mîrê Cizîra Botan, rû ji zimanê serdest yê medreseyê badaye; û bi nivîsîna bi Kurdî ya berhemeke edebî, derba ku heşt sed sal in her derê zanist û epîstemolojîya zimanê Kurdî reş û şîn kiriye û ji hev şikênandiye, pûç kiriye. Heke edebîyat, di wê rojê de jî yek ji biwareke zanîn û hunerê be, ev dijderba Cizîrî, ne tenê di warê nivîsîna ş’irê ya bi zimanê Kurdî de derbeke pûçkirinê ye, di heman demê de, maytêkarîyeke (destkarîyeke) dij-serdest e ku li hemberî zimanê Erebî û lêferzkirina wî pêk hatiye. Û M. Cizîrî, bi vê rabûna xwe, dinya Xwedê peyrewên xwe jî afirandine.

A duyan: Derba M. Cizîrî ya ketî behsê, derbeke deconstructionist û (ve)avakar e ji ber ku avanîya esasî ya wê çaxê, yanî nivîsîna ş’iran ya bi zimanê Erebî, dirûxîne û hîma wê avanîyê li ser Kurdî datîne û dîwarên wê avanîyê li ser qaydeya Kurdî lê dike û çi gava pêwîst dibîne û hewcetîya wî pê çêdibe, zimanên wekî Erebî û Farisî wekî xerca dîwar û arîk û serbanê avanîya xwe bi kar tîne; yanî ya kevn hildiweşîne û car din û bi awayekî din ya nû û ya hîmî (ve)ava dike. Ya wî avakirî, ne avanîya berê ye; û bi gelek alîyên xwe ve xweser e û ew bi xwe ye; yanî xeta ‘xwebûn’ê bi xwe ye. Loma jî, lidijrabûn û çalakîya M. Cizîrî kirî bilind e bi qasî ku ew bi xwe jî nikaribe texmîn bike çi qas bilind e. Û ev bilindahî ji hêza erdkêşîyê serbixwe ye. Cizîrî bi vê lidijrabûn, çalakî û pêngava xwe ve sertaca Kurdî û hebûna Kurdî ye.

Di malpera xwe a twitterê de, di twitekê de te wiha gotiye: Ji ber ku ez ne zimanzan im, bersivên pirsên zimanî û gramerî nadim… Ger hûn dixwazin bigihîjin bersiva xwe, di kurdî de zimanzan dinya xwedê ne… min digot qey, me di meseleya romanê de, ji ‘qonaxa peyvan rabihurtiye’ û me berê xwe daye,’hevokên romanê’ û paşê jî ‘ramana romanê’…’ Dema min ev twita te xwend, gotineke min hate bîra min, ku hema bêje dişibe vê gotina te. Berîya demekê, min jî wiha nivîsîbû: ‘kurdîziman, di qonaxa ‘gotinên pêşîyan’ û ‘rastnivîsîn’ê de asê mane û nema dixwazin bala xwe bidin naveroka metnê.’ Bi rastî jî, ev helwest rewşeke metelhişt e. Yek radibe bi qasî deh rûpelan nivîsekê diweşîne, lê kes li ser naveroka metnê nanivîsîne. Di şûna vê yekê, meriv dibîne ku gelek şer û devjenîyên li ser têgihan û rastnivîsînê rû didin. Bi a te, gelo çi sebebên vê rewşê hene?  

Dilawer Zeraq: Ziman ji bo me Kurdên bakur, ji du şûngehan pêk tê. Yek jê, şûngeha xwezayî ye ku em ji dayikê hîn dibin. Ya din jî şûngeha qursan e û xwendina pirtûkan e ku em bi hin maytêkarîya (destkarîya) wan zimên hîn dibin. Di her du şûngehan de jî, em nikarin behsa perwerdehîyeke fêrgehî û sîstematîk bikin. Loma jî du awayên zimên hene li rastê ku em pê dinivîsin û dipeyivin: zimanê bi awayekî dayînî hînkirî û zimanê bi awayekî bandorkirî hînkirî. (Li vê derê bi zanebûn lêkera ‘hînkirin’ê bi kar tînim ku li Farqînê bi wateya ‘hînbûn’ê jî tê bikaranîn û ev awayê negerguhêz, li vir, li vê kombînasyona sazkirina hevokê tê.) Di her du awayan de jî, kesê ku ziman hîn bûye, bi awayekî guherbar, ast û qonaxên derewîn radibihurîne û di demeke pir ne zêde û di çav xwe de xwe wekî zimanzan dihesibîne. Ji ber ku ew kes qaydeyên zimanê xwe ne ji perwerdehîyeke sîstematîk û serdest hîn bûye û dizane ku hemû kes wekî wî ne, wê hêzê bi xwe re dibîne ku destkarîyê li nivîsên kesên din jî bike. Ev rewşa hanê ya psîkolojîk û ya awayê hîskirina zimên rê nade ku gelek kes ji asta peyvê û rastnivîsê rabihurîn û bigihîjin asta hevokê û berjortir biçin û bigihîjin wate û naverokê.

Herçî gotinên pêşîyan e, avanîyeke (structure) wisa ye ku zanîn û epîstemolojîya xwemalî (aidî) wî zimanî û wê çandê di xwe de asê dike; li tu kesî belav nake; tenê yê ku wê dibêje (dinivîse) û yê ku dibihîse (dixwîne), bi qasî ku dikarin di wê kêlîyê de wê gotinê ji hev veçirînin, jê fam dikin û westarî û neguherîya agahîya di gotinên pêşîyan de heyî her dimîne wekî xwe. Îcar gelek kes jî, bi gotinên ‘pîrika min wiha digot, kalê min wilo digot, dêya min wisa digot’ awayekî dîtir ya agahîyê didin der ku hê tengtir e û westartir e. Ka em hinekî bifikirin; gelo agahîya ku her bimîne wekî xwe û tu derb û terk lê nekeve û ji hev veneçire û di zimên de ji hev parçe nebe, agahî û zanyarîyên dîtir jê nezên, wê ew ziman çawa bibe zimanê hevokan û yê naverokan? Helbet ne mimkun e û (ne hemû Kurdên bakur) lê beşek zêde ji me, em di vê ast û rewşê de pêwendîyê bi zimên re datînin. Û heta ku Kurd zimên li xwe nekin şûngeha hişberîyê û hişberîya zimên saz nekin, em ê her di asta peyvan û gihanekan û rastnivîsê de bimînin û demê ji xwe û ji kesên din bibin.

Maneya ‘zimane durehî’, ku ketiye ber bayê asîmîlasyonê çi ye gelo?Ji ber twiteke te dipirsim, ku berîya demekê te wiha nivîsîye: ‘Zimanekî li ber bayê asîmîlasyonê ketî, êdî ne zimanê berê ye… Loma jî nikare bi awayê berê heyî be… Ne reng ne jî dengê wî zimanî êdî bi temamî ew bi xwe ye… Bayê derbê gihîştiyê… Û derb lê bûye sedema hebûnê… Ne dikare bi xwe ne jî bêyî xwe hebe… Êdî durehî ye…’

Dilawer Zeraq: Belê, serê pêşîn divê ez bêjim te dîsa beşeke ji teza min ji min pirsî. Ez ê hewl bidim da ku hinek be jî zelaltir bêjim. Angaşta min li ser teorîya melezîyê ya H. K Bhabha ye û ez ji wê teorîyê, wekî ramanekê datînim û ji bo rewşa me Kurdên bakur dibêjim; “Zimanekî li ber bayê asîmîlasyonê ketî, êdî ne zimanê berê ye…”

Zimanê asîmîlasyon lê qewimî, her çend kakila xwe biparêze jî, ji ber ku gelek hêmanên ku wê kakilê diparêzin û jê dizên şikîyane, rizîyane û winda bûne, ew ziman êdî tu carî nikare bibe wekî xwe ya destpêkê. A niha, em bifikirin û bêjin; Gelo Kurdîya berî derba Erebî û piştî wê derbê, heman Kurdî ye? Ne mimkun e. Ji ber ku hem di warê dînî hem di warê jîyana rojane hem di warê hêvîdarîyê û di gelek waran de, Erebî bi awayekî ne sirûştî, lê bi lêferzkirin ket nav jîyana Kurdan û Kurdîyê jê derb xwar û her çend kakila xwe parast jî, ji dorhêla xwe hin tişt winda kirin. Mînak; gelo bera jî di Kurdî de berginda peyvên wekî “qebûl, mimkun, mecbûr û hwd” tunebûn ku em roja îroyîn Erebîya wan dibêjin. Na, li ser fikira min bergina wan yên Kurdî hebûn, lê şikestin; bi rêya epîstemolojîya Erebî şikestin. Ez du peyvên neşikestî bêjim: 1) Gelek Kurd bi Erebî “înşaalah-maşalah” bi kar tînin. Lê ev peyv û hîma wê ya epîstemolojîk neşikîyaye û (ez jî tê de) gelek kes jî dibêjin; “Xwedê bikim-Xwedê bêje erê.” 2) Gelek Kurd, awayê “Şikir ji Xwedê re” bi kar tînin, lê awayê wê ya neşikestî “Mala Xwedê ava ye” ye. Ev her du mînakên min li ser deqbendan (kontekst) e. Dibe ku wate yek bi yek ne eynî bin, lê deqbend eynî ye. Loma jî Kurdîya ku em niha pê diaxivin, ne Kurdîya berî Îslamîyetê ye. Jixwe em qet asîmîlasyona sîstematîk ya Komara Tirkîyeyê ya li ser esasa pêkanînên mêtingerîyê jî behs nekin. Îcar, ya Erebî derbeke ne piralî ye û ne tuneker e, lê derba pêkanînên asîmîlasyonîst yên Komara Tirkîyeyê, derba tunekirin û jinavêrakirinê ye. Digel van hemûyan, ji ber ku asîmîlasyon, wekî pêkanînekê ji derve de bandorê lê nake; berevajîya wê dikeve hundir û navik û kakilê diguherîne, zimanê li ber bayê asîmîlasyonê ketî; gava bixwaze xwe ji nû ve ava û heyî bike, mecbûr dimîne, li ser kakila xwe, bi bandorên lê bûyî û bi hêmanên zimanên dîtir xwe ava bike. Û di vê xwe(ve)avakirinê de, hem ruh, hem jî hişê zimanê serdest û zimanên din tê de bi cî dibin; û zimanê li ber bayê asîmîlasyonê ketî, bivê nevê, ji hin alîyan ve dibe zimanê melez. Û ev awa melezî ne tiştekî xerab e, ji bo avakirina ‘xwebûn’ê kêrhatî û havildar e jî.  

Gelek caran em dibînin ku kurdên kurdînezan jî, di mijarên zimannasî û rêzimanîyê de, xwe sor dikin û dixwazin ku ‘zanîna’ xwe bi me bidin zanîn. Bawer dikim ev gotina te, derbarê vê mijarê de ye, ku te gotiye: ‘Her kesê ku dest bi zimên dike, ji eynî cîyî xwe li zimên dike bar…’ Yan ez şaş im?

Dilawer Zeraq: Belê, li ser wê rewşê min got. Hin Kurdên Kurdînezan an jî kêmKurdîzan, gava hînekî hînî Kurdî dibin, bi hewesa ku tiştekî nû di xwe û di zimên de kifş kirine, radibin agahîya ku êdî ne hewce ye mirov behsa wê jî bike, mîna ku zanîneke nû belav bikin; behs ji wî tiştî dikin. Loma jî min got, ‘ji eynî cîyî xwe li zimên dikin bar.’ Yanî, sebir nakin, di zimên de naşixulin, zimên ji hev venaçirînin û zanîn û epîstemolojîyên veşartîmayî ji nav zimên dernaxînin û naxin xizmeta raya giştî, tavilê û bi sergermî, mîna ku ji nû ve ji bûk û zavayê sed salî re dawetê li dar bixin, dest bi lêdana defa xwe dikin. Lê tê de nafikirin û nabêjin; dibe ku ez dereng mabim di vê yekê de. Û sed korayî, çîrok her bi vî awayî didome.  

Hema bêje ji deh rojan zêdetir e ku ez li ser kar û xebatên te hûr dibim û dixwazim xwe bigihînim hinek zanînên balkêş. Rastî, çend roj in ez nikarim dest ji xwendina kar û xebatên te û fikrên te yên balrakeş berdim. Lê ev fikrên te, bi a min yên gelek balrakêş û giring in: ‘Ji bo ku em serdestîya tirkî kêmtir bikin, teorîya Bhabha ya ‘avakirina hundir ya digel derve’ ya li ser hîma melezîyê, rê û çareyeke baş e bo me…’ Ji kerema xwe, dikarî van fikrên xwe hinekî din şirove bikî?

Dilawer Zeraq: Teorîya Bhabha û yên teorîsyenên melezîyê, di qonaxa postkolonyal de li kar dikeve. Yanî piştî ku neteweyek ji bindestîya kolonyalîst rizgar dibe û derbasî qonaxa dekolonîzasyonê dibe; yanî qonaxa jinavaxwerakirina hêmanên zimanî, çandî, ruhî û ramanî yên kolonyalan. Di vê qonaxa dekolonîzasyonê de, çanda ‘arî û resen’ ji bo avakirina ‘xwebûn’ê rastî gelek çetinîyan tê. Teorî û fikir bi kurtasî wiha ye; ji ber ku asîmîlasyon ne demeke qedînê ye û bandorên wê û yên kolonyalîzmê kêmtir jî bibin, her berdewam in, gelên li ber bayê asîmîlasyonê ketî êdî wê heta hetayê nikaribin vegerin wan demên xwe yên ‘arî (saf) û wek xwe’, ji ber hindê jî pêwîst e çi nîşane û hêmanên ‘arîbûn û wekxwebûn’ê mabe di destê wan de, bi wan ‘xwebûn’a xwe ava bikin û alîyên kêmmayî bi hêmanên ‘derve’ ku ji ber kolonyalîzmê ketiye ‘hundir’, temam bikin. Ev teorî jî, serê pêşîn û bêşertûmerc, danîn û avakirina ‘xwebûn’ê pêwîst û bivênevê dibîne û digel wê jî, bandorên hêmanên ‘derve’ neyîn (red) nake.

Îcar, em hê di qonaxa kolonyal de ne. Û ev qonax, bi taybetî li bakur, di warê asîmîlebûn û jinavêrabûna çanda arî û resen de, pir zû diçe û berê xwe dide windabûnê. Ez jî li ser teorîya melezîyê, vê fikrê datînim û dibêjim; “Xebatên dekolonîzasyonê yên di helûmercên kolonyal de, ne niha, ji dema Hawarê de dest pê kiriye û bi awayekî qels û hindik be jî heta sala 1980yî domandiye, bi kudetaya 1980yî derbeke mezin xwariye û di 1991ê û bi şûn de, bi taybetî bi sekn û raman û liberxwedana dijmêtinger ya rojnameyên Welat û kovarên Rewşenê û bi weşandina kovara Nûbiharê, car din dest pê kiriye, roj pê de xurttir û geştir bûye û bi tevkarî û kartêkên dîtir hatiye heta roja îroyîn. Roja îroyîn, em çi jî bikin, em nikarin bandora hêmanên Tirkî bi carekê re û di nav demeke kêm û kurt de ji nava xwe derînin. Loma jî, ji bo avakirina ‘xwebûn’a xwe, em dikarin Tirkî daynin ser neynika xwe ya ku me nîşanî me dide û di her carê de lê binêrin û li ser rastîna jimecudabûna Tirkî li xwe şîyar bibin û di heman qonaxê de, hem ‘xwebûn’a xwe ava bikin hem jî li ser avakirina ‘hundir-yanî ji bo xwebûnê’, nanê xwe ji ‘derveyê-yanî Tirkî û çand û zimanên din’ bixwin (yanî wan ji bo xwe bi kar bînin.)”

Heta roja îroyîn, rê û rêzanên sîstematîk yên ji bo avakirina ‘xwebûn’a li ser melezîyê, pêk nehatine. Lê wekî kesane ev yek ji Melayê Cizîrî bi vir ve ye, her li kar e û roja îroyîn gelek nivîskar, rojnameger û belkî jî kesên ji komên xelkê hene vê yekê pêk tînîn. Teorîya melezîyê, ne tenê di qonaxa postkolonyal de, di qonaxa kolonyal de jî pir kêrhatî ye. Ji ber ku gava bi hişberî û li ser ‘xwebûn’ê bê pêkanîn, serê pêşîn kartêkên ‘yekzimanî’yê dişikîne û ‘yekagahî’ya ku li ser zimanê serdest û kolonyalîstan hatiye danandin, pûç dike. Wekî mînak, te bi xwe bi Tirkî an jî bi zimanekî din felsefe xwend û paşê te ew zanîn û agahîya ji zimanên din hildayî anî danî ser sifreya Kurdî û kêm an jî zêde, agahîya felsefeyê di Kurdî de ava kir û di vî warî de, ne mezin be jî, derbek li bandorên ‘yekzimanî û yekagahîyê’ xist. Gelo têr dike? Na, divê ev agahî êdî bi zimanê Kurdî belav û çalak bibe. Û roja îroyîn, em di vê qonaxa çalakbûnê de asê mane. Loma jî, em ne dibin ‘melez’, ne dibin ‘yên hundir’ ne jî dibin ‘yên derve.’

Roja îro, weşangerîya kurdî di warê teknîka weşana kitêban de, xwe gihandîye asteke baş. Ligel vê yekê, xwendevanên zimanê kurdî, di meseleya redaktorîya kitêban de, hebekî dudil in, yan jî em bibêjin zahf jî jê ne bawer in. Gelo îmkan heye ku ji bo redaktorîya berhemên kurdî, dezgeyekê hevbeş a navendî were damezrandin û bi tevahî, berhem li wir redakte bibin? A min, tenê pirs e û dibe ku sûda vê yekê jî, tunebe. Lê ez dibêjim, dibe ku dezgeyeke wiha dê bikaribe rê li ber sergêjî û tevlîhevîya heyî, bigire. Nizanim tu çi difikirî?

Dilawer Zeraq: Hemû gelemşeyên me yên zimanî, tên li ser ‘statû û sazîbûnê’ asê dimînin. Çareserkirina gelemşeya redaktorîya Kurdî û rastnivîsînê hemû mane piştî avabûna sazîya zimên ya dewletî. Her çi qas gelek qayde ji alî Celadet ve hatibin danîn jî, di nava wan de yên nelicî û kêmmayî jî hene û ya esasî ew ên kêmmayî serî li me gêj dikin. Wekî din jî, Kurdînivîs hê jî nikarin hêmanên devoka herêmî û zimanê standard baş ji hev derxin. Li ser peyvan dikevin heftûheştê, li ser awayên nivîsîna wan li hev nakin. Loma jî divê hay jê hebin ku ew ne karê wan e; karê etîmolog û zimanzanan e. Û ya herî nebaş ev e; gava peyv û qalib û awayên gotinê yên herêmên din dibihîsin û dixwînin, ji ber ku qet an jî baş fam nakin, yekser refleksa redkirin û jêdûrketinê didin der. Halwe divê serê xwe pê re biêşînin û têkevin lêgerînê da ku bi her awayî wan hêmanan hîn bibin û ji hev derxin. Îcar, di van dem û qonaxan de, sazî hebin jî bêbandor in; ji ber ku qebûla me tune, em bi hev ne qayîl in.

Di bernameya ‘Ronakbîr’ê de, tu behsa naveroka kiteba xwe a ‘Bişirîna Şermînî’yê dikî û dibêjî ‘çîrokên di kitêbê de, li ser rabûna jinan in, jin çawa dikarin xwe heyî bikin û dibişirîn û di kenên wan de şermeke taybet heye. Ew şerma taybet ji hebûna jîyanî, qebûlkirina mêran a jina kurd bi xwe ye. Ne bişirîneke feodal e, ne jî bişirîneke dînî ye. Bişirîneke hebûnî a qebûlkirinê ye. Hem mêr qebûl dike, hem xwe heyî dike.’ Ji kerema xwe re, tu dikarî hinekê din behsa ‘bişirîneke hebûnî a qebûlkirinê’ bikî. Bi rastî jî pênaseyekê gelekî balrakêş û xwemalî ye. 

Dilawer Zeraq: Serê pêşîn divê ez bêjim, mebesta min a ji gotina “rabûna jinan” ya di çîrokan de, ne ew serhildan e ku em jê fam dikin. Lêkera ‘rabûn’ê, di vê deqbendê (kontekstê) de, nîşan bi du tiştan dike; 1) tê de mezin bûn, 2) bi mezinbûnê re nîşandana hebûna xwe. Herçî Bişirîna Şermînî ye, wekî navê pirtûkê, bi çîroka bi navê Bişirîna Şermînî ve bestandî ye ku navê bokeya (lehenga) çîrokê Şermîn e û çîrok bi bişirîna wê diqede. Yanî, bingeheke wê bişirînê heye û ji wateya peyva bişirînê zêdetir, bi naveroka wê çîrokê û bi giştî bişirîna bi wî rengî ve bestandî ye. Digel vê yekê, şerma taybet ku ez behsê jê dikim, ez wê tenê bi jinên Kurd re dibînim ku ew şerm ne ji bo dûrmana ji heyînên din û jixwedûrketinê ye; berevajîya wê ‘şerma hebûnê’ ye ku jinan nêzî xwe û nêzî civakê dike. Yanî gava ew şerm li ser rûyê jinekê dide der, ew jin careke din jî, di wê kêlîyê de, hest bi hebûna xwe dike û li şûna ku hezar gotinan bike, şerma xwe hîs dike û dide der. Min lê nekolaye û ez baş nizanim ka ev reng bişirîna şermînî bi jinên gelên din re jî heye an na; lê ez dibêjim qey ev reng bişirîn bandoreke çandî ye li ser jina Kurd. Feodalîya mêrê Kurd pir hişk e. Ji ber ku mêrê Kurd nikare û jê nayê û naxwaze qalib û qalikê xwe bişikêne, hemû tişt û rûdanên ku lê diqewimin, tê de dibin acizî, qebûlnekirin, jixwedûrxistin û loma jî mêr zû bi zû pêwîstîya avakirina serdestî û desthilatê dibîne. Dibe ku gotinên min ên niha şaş bin, lê ez li ser çavnêrîyên xwe şîrove dikim û dibêjim; jina Kurd, ya ku bi hezaran salan di bin vê desthilat û serdestîya feodal û hişk û nefamdar de pelixîye û bi gotina roja îroyîn maye bindest, di pêveçûna salan re, reflekseke taybet bo xwe peyde kiriye; ew refleks bişirîn e ku gava rastî kirineke, pêkanîneke mêran ya feodal tê û dizane ku ew ê nikaribe bi hêza xwe ve, bi peyva xwe ve ji heq derkeve û wê ew mêr wê bi zanîn û hebûna wê ve qebûl neke, dibişire; ev bişirîn danedera hebûna xwe ye û bera bera di binê wê de jî pêkenîn û tinazpêkirin heye. Yanî jina Kurd gelek caran bi tinazpêkirinê karîye serederîyê bi hin pêkanînên feodalîya req û deraqil bike. Qebûlkirin û hebûna ku ez di Bişirîna Şermînî de behsê jê dikim, li ser têrkirin an jî têrnekirina vê serederîpêkirinê ava ye û di roja îroyîn de jî her li dar e.

– Tu her dem li ser wê ‘kakilê’ yî ku di heman demê de, navê kitêba te a pêşîn e, ku di sala 2002an de, li Stenbolê çap bûye. Gelo ‘kakil’ ji bo te çi ye? 

Dilawer Zeraq: Kakil, ji bo min şûngeha (mekanê) hebûnê ye. Her heyîna jîndar, xwedî kakilekê ye û navê wê kakilê; ji bo hinan tov e, ji bo hinan jî avik û tovav e. Kakil, ji hemû alîyan ve, reng e; û ev reng, li dora xwe qalikek, çermek çêdike û hebûna xwe wisa dide der. Û her qalik û çermê ku ji derve de xuya dikin û kakilê diparêzin, di heman demê de, hebûna kakilê jî xuyanî dikin. Yanî dixwazin bêjin; ger kakileke me tunebûya em ê jî tunebûna. Loma jî, kakil ji bo min, kan û sedema hebûnê ye.

Gelek kurdên naskirî hene ku piştî demekê dest ji nivîsandina bi zimanê kurdî berdidin û dîsa berê xwe didin zimanê tirkî yan zimanên serdestên xwe ên din. Gelo meriv dikare bi çi, vê rewşê şirove bike? Bi a te, çi sebebên vê yekê hene û tu çi pêşnîyar dikî ji bo kesên ku dest bi xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dikin? 

Dilawer Zeraq: Ez vê pirsa te tenê li ser berhemên wêjeyî fam dikim û ez ê li ser vê famkirinê bibersivînim. Ramana min ya li ser melezîyê ya ji bo avakirina ‘xwebûn’ê ya ji bo qonaxa kolonyal datînim rastê, tam di vê deqbend û çarçoveyê de digihîje wate û girîngîya xwe. Melezîya ku ez wê diparêzim, ne duzimanî ye. Ramana min ya li ser melezîyê ‘avakirina hundir ya digel derve’ ye ku zimanê dayikê û çandî û neteweyî di qor û rêza pêşî de bi cî dike. Û melezîya ketî behsê, ji bo geşepêdan û bişpêşvebirina zimanê yekem-dayikê, zimanê bîyan wekî alavek bi kar tîne. Herçî duzimanî ye, tenê li ser zanîna (hindik an jî zêde) du zimanan e. Û tu xemeke wisa ya duzimanîyê tune ku zimanê dayikê bide pêş. Loma jî kesên bi du zimanan dizanin, dikarin di nav zimanan de herin û werin û berhemên xwe bi wan zimanan biafirînin. Ev kes, ‘xwebûn’ê ji xwe re nakin xem û ji xwe re çêja wan zimanan hildidin. Nivîskarên ku pêşî bi Kurdî xwe didin der û paşê berhemên xwe bi Tirkî dinivîsin û êdî hew vedigerin ser zimanê xwe yê hîmî û yê dayikê û êdî nivîskarîya xwe bi zimanê bîyan didomînin, dişiqitin ser xet û qada duzimanîyê. Çendî ku cîyê rexneyê heye jî û min heta niha tu nivîskarek bi awayekî nivîskî an jî di medyaya înternetî de rexne nekiribe jî, wate jê ne ew e ku qebûl im. Tenê, tiştekî heye û hewce ye em bizanibin; di şertûmercên kolonyal de, nivîsîna bi zimanekî tercîh e û ew tercîh heqê her kesî ye lê nivîsîna bi zimanê dayikê ji derveyî tercîhê ye û ji bo ‘xwebûn’ê bivênevê ye.

Îcar li vir pîvana min ya kesane ev e; ger nivîskarek bi nivîskarîya bi zimanê dayikê hebûna xwe danîbe rastê û di nav re bi zimanê din pirtûkek nivîsîbe û paşê dîsa vegerîyabe ser zimanê esasî û yekem û berhemanîna xwe kudandibe, ew nivîskar, di wê demê de, dixwaze hindik be jî, zimanê dîtir ku dizane, çêj bike û di wê qonaxê de ji asta melezîyê derbejêr dişiqite asta duzimanîyê. Û ne şert e ev zimanê din yê bîyan Tirkî be. Dibe ku nivîskarek berhemên xwe bi zimanê yekem-dayikê binivîse û rabe di nav re berhemeke xwe bi zimanê Spanyolî binivîse û car din vegere ser zimanê xwe yê esasî. Di vî warî de, têgih û rewş û hîs û feraset û raman, bi her şîrovekirinê re bêtir dikevin nava hev û tevlihev dibin. Loma jî, xet û rêgeza ku min berê got, ji bo min esas e û ez ê car din bêjim; di şertûmercên kolonyal de, nivîsîna bi zimanekî tercîh e û ew tercîh heqê her kesî ye lê nivîsîna bi zimanê dayikê ji derveyî tercîhê ye û ji bo ‘xwebûn’ê bivênevê ye. 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button