Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Zanistê (Philosophy Science, Bilim Felsefesi)

Felsefa Zanistê (Philosophy Science, Bilim Felsefesi)

Nasandina Beş û Ecolên Felsefê: Felsefa Zanistê (Philosophy Science, Bilim Felsefesi)

Mijara philosophia zanistê, zanist e û armanca vê felsefê, têgihiştin û şirovekirina zanistê ye. Ev beş an jî bineşax, dixwaze bi wesf, rêbaz, avahîya zanistê a mantiqî û bi encamên wê bizanibe, lê bikole û berdestîyên (data) xwe raber bike. Rabirdûya vê binaşaxê, meriv dikare bibeje ku zahf ne kevin e. Lê philosophên di bin banê epistemologiaê (zanînnasî, epistemology) da li zanistê (science, bilim) vekolane û ev bineşax, berê wekî şaxekê epistemologiaê hatiye dîtin. Philosophia zanistê wekî epistemologiaê, li hemû teqlîdên zanînê venakole, bi tenê li zanîna zanistî vedikole û dixwaze ku wesfên vê zanînê (bilgi, knowledge) rabixe holê. Di destpêkê da, divê em bibêjin philosophia zanistê ji philosophia zanistî cuda ye û gelek ferq di navbera wan da hene. Aligirên philosophia zanistî, weha diparêzin ku philosophia wan (philosophia zanistî) wekî sîstemên zanistî, rast û misoger e. Bêguman meriv dikare bibêje ku ramanên bi vî awayî, piştî pêşveçûna zanistê xurttir bûne û idîayên bi vî rengî, hêza xwe ji pêşveçûna zanistî girtine.

Taybetîyên Zanîna Zanistî

1- Zanîna zanistî (scientific knowledge) bi awayekî teqez, xwe dispêre aqil û zanîneke amizgerê aqil e. Çawa ku çavdêrî û toklînê (deney, experiment) bikar dihîne, wisa jî zanîneke hevgirtî, sîstematîk û mantiqî ye. Herweha ev zanînî, ji nakokîyan dûr e û meriv dikare bibêje ku amizgerê objekta xwe ye.

2- Zanînîya zanistî, xwe bi sînor dike û bi vî awayî, qada xwe destnîşan dike. Zanist, berevajîya felsefê, qada ku dê lê bixebite destnîşan dike û mijara xwe jî, di nav sînorên kifş da dihêle. Herweha, zanist lêkolîn û theorîyên xwe jî, li gor vê yekê pêk dihîne. Numûne: Fizîkzanekî ku bixwaze li ser cîhana fizikî, lêkolînan bike û wisa serberdayî, divê xwe bernede qada kîmya û biologyê. Lêbelê, maneyê vê yekê ne ew e ku dema pêwîst be, fizîkzan dê bi kimyagerekê re hevkariyê nake.

3- Zanîna zanistî, xwedîyê rê û rêbazên xwemalî ye. Li gor rêbazekê (rêgeh, metod) dihê hilberandin. Ev rêbaz jî, di hundirê xwe da çend demajoyan diguncîne. A- Pêkanîna Hypotezê (Hypothesis): Her xebateke zanistî di derbarê mijara xwe da, hewcedarê hypotezekê ye, ku ev hypotez bikaribe were rastkirin û bibe zanînek. Numûne: Leza ketina cisîman, li gor giranîya wan diguhere. B- Rastkirin (Verification, Doğrulama): Hypoteza ku dihê parastin û derketiye holê, bi rêgehên çavdêrî (observation, gözlem) û toklînan (deney, experiment), dihê ceribandin. Bi vê yekê ra jî, hewl didin ku hypoteza li holê ye were rastkirin. Heke encamên çewt derkevin, wê demê hypotez dihê nûkirin, yan jî şert û mercên toklînê, carekê din dihêne sererastkirin. Herweha hypotezek dema dibe qanûneke zanistî jî, herdem dihê ceribandin û encamên wê dihêne nîrxandin, ka çewtiyek pêk hatiye yanê na? Numûne: Cisîmên xwedan giraniyên cuda, di pergalekê bêxwetêdan (bêlêketin, surtunmesîz) da, di wextên cihê da terayê erdê dibin. Divê em bala xwe baş bidinê ku ev zanînî, li gor a jorê hatiye sererastkirin. C- Pêkanîna Theorîaê (Theory): Hîpoteza ku hatiye pêşkêşkirin û encamên ku di dawiya rastandina wê hîpotezê da hatine bidestxistin, wisa dihê kirin ku hemû bûyerên bi vî rengî, biguncîne û bibe theorîyek. Theorî hewl dide ku hemû bûyerên bi vî rengî şirove bike, ku ew bi rîya toklînan hê ne hatibin ceribandin jî. Theorî, bi awayekî teqez ne rast in û dikarin çewt jî derbikevin. Numûne: Kopernîk di theorîya xwe da, ku ew theorî piştre bi navê ‘Şoreşa Kopernîkî’ hatiye nasîn, ramana ‘Dinya, navenda gerdûnê ye’ pûç derxist û nîşan da ku Roj, navenda gerdûnê ye. Lêbelê em îro dizanin wekî Sîstema Rojê, gelek sîstemên din jî di gerdûnê da hene û Dinya me jî, di nav sîstema Rojê da ye. D- Qanûna Zanistî (Bilimsel Kanun, Scientific Law): Qanûna zanistî, derheqê mijarekê da rastiya teqez û naguher e. Numûne: Qanûnên kêşanê ên Newtonî îro jî derbazî ne û li gor vê rewşê, meriv dikare bibêje dê wisa jî bimînin. Lêbelê, dema rojekê dijberê wan qanûnan werin peyîtandin, hingê ew qanûn dikarin biguherin û qanûnên nû, bikevin dewsa ên berê.  4- Zanîna zanistî, objektîv (objective, nesnel, alînegir) e. Taybetîya muhîm a zanîna zanistî, objektîvîya wê ye û girêdayî, objekta (nesne, bar, obje) xwe ye. Zanyar (scientist, bilim adamı) dema li mijareke zanistî vedikole, berîya her tiştî divê pêşhukmî, bawerî û dîtinên xwe ên şexsî û hwd. deyne aliyekî û wisa xwe nêzî mijara xwe bike. Ev yek ji bo etîka zanistî jî, prensîpeke bivênevê ye. Zanyar, berîya her tiştî divê li bersiva pirsa ‘çawa?’ bigere û bi awayekî objektîv, li bersiva vê pirsê bigere. Herweha encam çi dibe bila be, çawa be bila be, divê wisa jî werin pêşkêşkirin û pejirandin. Nabe ku zanyar li encamên li gor dilê xwe bigere, an jî encaman biguherîne. Tiştekî bi vî rengî, deretîkî a zanistî ye û ti carê nayê pejirandin. Hemin, nîrxeke exlaqî a zanistmenda ye jî. 5- Zanîna zanistî, xwe dispêre têkilîya sebeb û encamê. Wate, xwe dispêre sedemwerîyê (nedensellik, causality). Zanist, têkilîyên di navbera bûyeran de, li gor têkilîya sebeb û encamê şirove dike. Ger em bizanibin ji du bûyeran kîjan sebeb û kîjan encam e, wê demê pêbawerîya me a di vê xalê da, dê zêdetir bibe û wê em ê bikaribin bi awayekî hêsan wan biceribînin. Bi vê yekê jî, asta rastîya wê zanîna ku hatiye hilberandin, dê zêdetir jî bibe. Lewra ev têkilî weha dike ku qanûnên serwer ên ku bûyeran bi rê ve dibin, derbikevine holê. 6- Zanîna zanistî, li ser hev dicive û wisa jî bi pêş dikeve. Zanist, di rastiya xwe da ew proses ye ku bi merivan dest pê kiriye. Merivên pêşîn dema ji bo hêsankirina jiyana xwe amûran çêdikirin, bi awayekî hişwer an jî bi nezanî, ji prensîpên zanistî sûd werdigirtin. Berfirehbûn û pêşveçûna zanistî a ku em di roja me îro da xwedîyê wê ne, hê di wan rojan da dest pê kiriye, zanîn li ser hev kom bûye û xwe gihandiye ta roja me. Ango, zanyaran herdem ji xebatên berê en zanistî sûd werdigrin û bi vê yekê, xebatên xwe xurttir û berfirehtir dikin. Ji ber vê yekê jî, zanistmendek dema ku dest bi xebata xwe dike, pêdivî pê nabîne ku hemû qanûn û xebatên berê carekê din raçav bike, an jî wan carekê din biceribîne. Heke vê yekê bixwaze jî, dê imrê wî têra vê yekê neke. Numûne: Gerieke (1602-1686) bi alîkarîya kureyeka ji gogirdê (kukurd, kewkurd), jeneratora yekem îcad kiribû. Lêbelê di dema pêkanîna vê yekê da, meriv dikare bibêje ku ew neçûye dema berîya mîladê, dema Thalesî û qanûnên kêşanê, ji nû ve neceribandiye. Di dewsa vê yekê de, ji xebatên Gilbertî (1544 -1603) sûd wergirtiye û ji wê niqteya ku Gilbert hatta wir hatibû, berdewam kiriye. Gilbert pêderxistibû ku pêhatîya kêşanê, di madeyên wekî çam, gogird û mistekê (benîştê daran, reçîne) da jî heye. 7- Zanîna zanistî, bi encamên xwe dibe zanîneke gerdûnî. Encamên zanistî, tenê ne ji bo cih (war, der), yan demekê ne. Ew, ji bo hemû cih û dema ne. Encamên zanistî, li her derê dikarin werin rastkirin û ev yek jî, weha dike ku ew encam, bibin encamên gerdûnî (universal). Numûne: Av, dema meriv êgir bide binê, di 100 dereceyan de dikele. Ev encam, li Kurdistanê jî weha ye û li Afrîqayê jî weha ye. Axirî, meriv dikare vê zanînê gelemperî bike û bibêje ku av, li hemû dera dinyayê di 100 dereceyan de dikele. 8- Zanîna zanistî, hezr (texmîn) dike. Rastiyên (rasteqîni) zanistî, weha dikin ku em hem ji bo siberojê û hem jî ji bo rabirduyê, texmînan bikin. Mesela heke em bi leza dinyayê bizanibin, wê demê em dikarin di vê mijarê da, çend texmînan bikin û leza dinyayê a lixweveger, a piştî 10 salan jî hîsab bikin. Hezrkirin, hem ji bo siberojê û hem jî, ji bo rabirdûyê dikare were bikaranîn. Numûne: Bi salan, li nêzî girava Bermûdayê sebebê terabûna firok û nokbûna keştiyan, bi dîtineke zanistî şirove nedibûn. Lêbelê hinek lêkolanên dawî ên derbarê vê bûyerê da, nîşanî me dan ku sebebê vê bûyerê, dibe ku kevzekê deryayî (deniz yosunu, seaweed) ku bi lez mezin dibe û hemû tiştên ku di behrê da ne, zû bi zû vedişêre be.

Rabirdûya Zanistê: Zanist (science), ked û hilbera hevpar a mirovahiyê ye û qurmên wê hatta şaristanîyên serdestpêk diçe. Şaristanîyên serdestpêk, li keviyên çemê Dîcle, Ferat, Nîl, Îndûs û Ganjê, derketine holê. Li gor daneyên dîrokî xebatên ewilî ên zanistî, Beriya Mîladê di salên 2000an de, li Çîn û Hîndîstanê dest pê kirine. Ji vir jî, xwe berdane Mesopotamia û Misrê. Lêbelê di vê dewrê da, xebatên zanistî û xebatên dînî, di nav hevdu de bûne. Yan jî meriv dikare bibêje ku xebatên zanistî, gelekî di bin tesîra dîn da bûne. Li Mesopotamiaê, şaristanîya sumerîyan gelekî bi pêş ve çûye. Sumerî di warê xweyîkirina pez û çandinîyê da, gelekî serkeftî bûne. Xişteya lêkdanê (tabloya carandinê) û hîsabên qad (alan) û baresteyî (hacîm) pêk hanîne. Bazneyê (daîre, çember, tiqalik) dabeşî 360 dereceyan, seetekê dabeşî 60 daqîkeyan û daqîqeyekê, jî dabeşî 60 saniyeyan kirine.

Li Misrê jî di warê tipê (tıp) da, pêşveçûnên baş hatine dîtin. Xebatên zanistî ên ku di vê dewrê da ji alîyê wan şaristaniyan ve hatine dîtin û bikaranîn, zêdetir ji bo bikaranîna jiyana rojane û ji bo sûdwergirtina merivan bûn. Ango, di asta zanîna teknîkî (technical knowledge) da mane. Çimkî armanc ne têgihiştina gelemperî a gerdûnê bûye, an jî em bibêjin ne bi tenê ji bo bidestxistina zanînan bûye. Armanc, hêsankirina jiyana rojane û berdewamkirina wê bûye. Şaşwazîa, li hemberî surûşt û gerdûnê û xwestina zanînê a ji bo zanînê (ne ku ji bo armancên pratîkî an jî armancên rojaneyî), ji pêşiyên yewnanîyan ve dest pê kiriye. Zanist di destpêkê da, di nav felsefê da (wekî bineşaxên wê) cih girtine. Lewma jî, Aristoteles felsefê wekî ‘zanista gerdûnî a ku hemû zanistan diguncîne.’ daye nasandin. Di Serdema Navîn da li Ewropayê, nemaze di navbera sedsala 5 û 10an da, xebatên zanistî rawestiyane, ên ku berê dihatin zanîn jî, ji bîr bûne û weha hatiye xwestin ku hemû tişt, bi rîya dogmeyan şirove bibin. Di rabirdûyê da, ji vê dewrê re ‘Serdema Tarî’ dihê gotin.

Di navbera sedsala 8 û 11an de li cîhanê îslamî, bi saya wergerên yewnanî, sanskritî û suryanî, di warê zanistî da, pêşveçûnek hatiye dîtin. Îbnî Sîna di warê tipê da, Harezmî di warê cebirê da, İbn-ul Heysen di warê fizîkê da, Birunî di warê matematîkê û trigonometryê da, Fahredîn Razî di warê kîmyayê da û İbn-ul Nefîs jî di warê physiologyê (fizyolojî) da, xebatên baş kirine. Zanist û çanda îslamî, hatta sedsala 14an dewreke ronak û zindî jiyaye, di dawiya vê sedsalê da rawestiyaye û hatta em dikarin bibêjin ku bi paş ve jî çûye. Lê li Ewropayê di destpêka sedsala 12an da, merivan zêdetir bala xwe dane xebatên zanistî.

Di vê sedsalê da li Ewropayê di geşbûn û pêşveçûna xebatên zanistî da, tesîra wergerên arebî gelekî mezin e. Çimkî şaristaniya yewnanî û ramanên philosophên xwedan tesîr, li Ewropayê bi saya wan wergeran hatine nasîn. Di Serdema Nû de, serdestîya ramana dînî xilas bûye, ramana zanistî bûye serdest û di zanistên surûştê de, pêşveçûnên mezin pêk hatine. Kopernîk di astronomyê  da, di dewsa sîstema Batlamyusî da ku Dinyayê wekî navenda gerdûnê dinirxand, sîstemeka nû xurt kir ku di vê sîstemê da jî, Roj wekî navenda hemû tiştî dihê nirxandin. Ev xebata ku ji aliyê Kopernîkî va hatiye destpêkandin, ji aliyê Kepler û Galileoyî va hatiye geşkirin. Zanyarên navborî weha xwestine ku tevgera cisîmên esmanî, bi awayekî mathematîkî şirove bikin. Bi saya xebatên Galileo ên derbarê fizîk (physics), livdarî û ketina serbest da, weha kiriye ku di vî warî da tesîra fizîka Arîstotelesî ji holê rabe û dewra fizîka nûjen, dest pê bike. Galileo bi wan xebatên xwe ra, wekî dihê zanîn, pêşengîya xebatên Newtonî kiriye.

Newton di warê matematîk, fizîk û astronomyê da, xebatên baş kiriye, daye dû şopa Kopernîk, Kepler û Galileoyî û hemû livdarîyên (tevger) ku di gerdûnê da hene, bi awayekî mathematîkî û bi qanûna axkêşanê, şirove kiriye. Ev pêşveçûna bi lez a di zanistê da, mijara di zanistê da fikirîna zanistî û rêbazê, aniye rojevê. Di sedsala 17an da Francis Bacon, Rene Descartes û J.S. Mill, rêbazên nû xurt kirine. F. Bacon, di berhema xwe a bi navê ‘Organana Nû’ (Novum Organum) da gotiye ku avahiya surûştê, encax bi rêbaza berjorwerîyê (induction, tümevarım) dikare were zanîn û bi vî awayî jî,  rêbaza berjorwerîyê xurt kiriye. Di sedsala 18an da bi saya xebatên Lavoisier, zanista kîmyayê a nûjen hatiye damezrandin. Bi saya xebatên, zanyarên Galvanî û Volta jî, elektrîk hatiye dîtin.

Zanist, Çima Bûye Mijara Felsefê?

1- Di sedsala 19an da, zanistên surûştê û cîbicîkirinên zanistên surûştê, di warê teknolojîyê da bûne sebebê gavên xurt. 2- Bi saya pêşveçûnên pêkhatî, ramanwer û philosoph, li ser mijarên zanistî radiwestin û dixwazin bizanibin ka çi zanist e û çi ne zanist e.  3- Lêpirsîn û lêkolînên derheqê zanistê da, weha kirine ku zanist (science) bi xwe jî jî bibe mijara felsefê.

  • Derheqê Zanistê da Çend Nêzîkwerîyên Cuda
  • A- Zanist, Ber û Berhemek e. (Nêzîkwerîya Kevneşopî) 

1- Di vê nêzîkwerîyê da, bi tenê ber û hilberên zanistî, girîng têne dîtin. 2- Li gor vê nêrînê, divê rêbaza zanistî berjorwerî (tümevarım, induction) be. 3- Ber û berhemên ku dertêne holê, ji pêşniyarîyan pêk dihên, ku ev pêşniyarî (önerme, proposition) jî, bi rîya zimên, dihên gotin. 4- Di vê maneyê de zanist, dahûrandina pêşniyarîya ye. 5- Zanist û zanyar, bi tu awayî ne di bin tesîra civakê da ne û zanyar, dikarin di bin tesîra civakê de nemînin. 6- Wezîfeya felsefê divê vekolandina têgihan û xweşkirina rêyên fikirînê be. Ji vê nêzîkwerîyê ra, ‘Positivisma Mantîqî’ (Logical Positivism) dihê gotin. 7- Zanist, hêdî hêdî (gav bi gav) bi pêş dikeve.  8- Rojekê, dê zanist hemû arîşeyên heyî çareser bike. 9- Bi giştî, li ser rastandina pêşniyarîyan radiwestin. Rastkirin: Bi rîya venêrînê (kontrol),karê esehîkirina pêşniyarîyan e û bi du awayan dihê bikaranîn: A- Rastandina Yekser: Bi rîya, çavdêrîyan (gözlem, observation) pêk dihê. Numûne: Dar bi pêl e, pisîk bi napuşk e û hwd. B- Rastandina Neyekser: Bi rîya hevûdudankirina pêşniyarîyên rastandî û ên nerastî ra, dihê kirin. Numûne: Hesin dema germ dibe diperçive, zêr dema germ dibe diperçive, Elemyon dema germ dibe diperçive. Nexwe, hemû metal dema germ dibin, diperçivin û hwd. 10- Temamîya zanistên heyî, divê di bin banê zanistekê de bicivin û ew jî, divê fizîka mathematîkî be. 11- Nûnerên vê nêzîkwerîyê H. Reichenbach, R. Carnap, K. Popper û C.G. Hempelî ne. 

Rexneyên ku li Nêzîkwerîya Kevnoşopî Kirine

1- Nêrîneke şaş e ku meriv bibêje dê rojekê zanist hemû arîşeyan çareser bike. Lewra tiştê ku em bi wan nizanin bêsînor (nenasbar) in. 2- Şaş e ku em hemû zanistan, di bin banê fizîka mathematîkî da bicivînin. 3- Rêbaza herî baş, ne rêbaza rastkirinê ye. 4- Ne rast e, ku zanist ji nêrîna zanyaran ketumet nabe û di bin tesîra wan da, namîne. 5- Ne rast e ku zanist, li ser hev dicive û bi vî hawî, bi pêş dikeve.

B- Zanist, Çalakîyek e: 1- Li gor vê nêzîkwerîyê, her zanistek di warê kulturekê de dertê holê û çalakiyeke, zanyarên wê kulturê ye. 2- Nûnerên vê nêzîkwerîyê ên sereke, T. Kuhn û S. Toulminî ne. 3- Li gor vê nêrînê zanist, çalakî û karekî hişî (zihin, mind) ye. 4- Di prosesa vê çalakiyê da zanist, di bin tesîra jiyana zanyaran de dimîne û ji şert û mercên civakî, ketumet dibe. 5- Xebatên zanistî, bi temamî ne objektîv in. 6- Zanist (science) ne statîk e, ew hêmanek e û herdem bi pêş dikeve. 7- T. Kuhn zanistê, bi têgiha paradîgmaê şirove kiriye. 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button