Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Empiricism (Hêçanmendî, Deneycilik, Empirismus)

Empiricism (Hêçanmendî, Deneycilik, Empirismus)

Nasandina Beş û Ecolên Felsefê: Empiricism (Hêçanmendî, Deneycilik, Empirismus)

 Li cîhana Rojavaê, ecolekê tesîrdar a felsefê ye û wekî dijberê rationalismê hatîye dîtin. Navê gelek philosophan di vê komê da cih bigre jî, philosophên sereke ên vê ecolê, John Locke û David Hume ne. John Locke û David Hume, du empirîstên îngilîz in û du navên sereke ên ecola toklînparêz in. Du Taybetîyên muhîm ên empiricism hene: 1- Empiricism ji bo vegotina zanînekê, berîya her tiştî pêdivîyê bi delîlan dibîne. Yanî divê dema em behsa tiştekê bikin, derheqê wê yekê de divê delîlên me hebin û ev delîl jî, divê ji toklîn (deney, experiment) û serhatîyê (deneyim, experience) werin. Numûne: Dema em ji ufoyan (seyareyên fezayî) behs bikin, divê me ufoyan dîtibe, an jî divê me destê xwe dabe wan. Heke di vê mijarê da, serhatîyekê me tunebe, wê demê di vê mijarê da divê em xeber nedin. 2- Empiricism, rêbaza zanistî (toklîn, deney, experiment) bikar dihîne û vê yekê, ji xwe re wekî modeleke dibîne. Ji bo em bikanibin bawerîya xwe bi tiştekê bihînin, divê di destê me da delîlên me ên ku ji toklînê hatibin hebin. Du taybetîyên navborî, bûne sebebê xwesînorkirina merivan. Zanînên ku ne ji toklînê dihên jî, wekî zanînên çewt an jî derzanînî hatine nirxandin. Ev yek jî, aliyê neyînî ê ecola empiricismê ye. 

1- John Locke (1632- 1704): John Locke, wekî demezrînkarê empiricisma îngilîz dihê hesibandin. John Locke, ramana Descartes a îdeyê (îdea) ji bo ramanên xwe kiriye spartek û bingeh, ku îde dihê maneya hemû tiştên ku meriv li ser difikire. Descartes weha bawer dikir ku meriv dema ji dêya xwe re dibin, xwediyê wan îdeya ne. Lêbelê, John Lockê bi temamî li dijî wê ramanê bûye. Li gor nêrîna John Lock jî, meriv tiştekî (îde, raman, têgeh) dema tê dinyayê li gel xwe nayne. Di destpêka jiyanê da hiş (mind, zihin), bi rîya têgîhan û fikirînê, her tiştî bidest dixe.

Taybetîyên Felsefa John Locke ên Sereke:

1- John Locke, di navbera îde û serhatîyê (deneyim, experience) da têkilîyekê dualî ava kiriye. A yekem: Hişê merivan di destpêkê da wekî ‘Lewheyeke Vale’ (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê ra) îdeyan bidest dixe. A duyem: Hemû tiştên ku em pê dizanin ji serhatîyê dihên. Ji bo em bikaribin tiştekî wekî zanînê bipejirînin, berîya her tiştî divê sebebên wê yekê ên ji serhatîyê dihên, hebin. Herweha, divê theorîyên me ên zanistî jî ji jêderîyên aqilî ên nedîtbar, zêdetir ji serhatîyan werin û xwe bispêrin wan.

2- Li gor nêrîna John Locke serhatî (deneyim, experience), du beş in:

  • A- Serhatîya Der: Ev beş, xwe dispêre pênc (5) livokên me ên sehekî.
  • B- Serhatîya Hundûrîn: Îdeyên serhatîya der, dihêne bikaranîn.

Li gor nêrîna John Locke: Hemû zanînên  (bilgi, knowledge) me bi rîya pênc livokên me ên sehekî ne, ku bi rîya serhatîya der dihêne bidestxistin. Piştre, berdestîyên (data, dane) ku bi rîya sehekan têne bidesxistin (ku pêşniyarîyên sade û wesfên yekem in wekî zer, dirêj û tirş) li hevdu têne girêdan û bi vî awayî îdeyên tevlîhev, têne hilberandin.

3- Joh Locke îdeyan kiriye du beş:

  • A– Îdeyên Sade (Îdeyên Basîd)
  • B- Îdeyên Tevlîhev (Îdeyên Kompleks)

Îdeyên tevlîhev, bi rîya hevûdûdanîya îdeyên sade dihêne hilberandin. Îdeyên sade (basîd) jî, bi rîya tesîra objectan ku li ser sehekên me dihêlin, dihêne hilberandin. Îdeyên basîd gelekî vekirî ne, lê îdeyên tevlîhev gelekî berfireh in. Numûne: Em derheqê objectekê da dibêjin ku ew ‘zer e, tirş e, mezin e’ û hwd û em van wesf û têgihan, digihînin leymon û Rojê. Bi vî awayî, em dibêjin ‘leymon tirş e, yan jî tîrêjên Rojê zer in.’ Û di dawiyê da, em xwe digihînin îdeyên kompleks.

4- John Locke li gor taybetîyên wan, dibêje îdeyên basîd xwediyê du wesfên cuda ne: A- Wesfên Bingehîn: Wekî hejmar, şekil û tevgerê, ne. B- Wesfên Talî: Wekî deng, reng û tahmê, ne. Wesfên bingehîn, ji objectan dihên û heke ew tunebin, em nikarin têbigihêjine wan. Wekî tirşîtîa leymonê ku em nikarin îdeya tirşê, ji îdeya leymonê cuda bikin. Wesfên talî jî, meriv dikare bibêje ku li gor ê ku têdigihêjiyê diguhere. Leymon, zer e. Li gor ronahîyê dikare bi rengekî cihê, were têgihiştin.

5- John Locke, weha difikire ku object têne têgihîştin. Têgihîştin bi tesira objectan ku bi rîya wesfên xwe ên bingehîn û talî li me dikin, pêk dihê. Îdeyên ku ji objectan dihêne têgihîştin, xwedîyê wê hêze ne ku di hişê mirovî de objectan temsîl bikin. Îdeyên hişî jî, amizger û nûnerê objectên xwe ne.

6- Pejirandin an nepejirandina îdeyan, guncavtîya wan neguncavtîya wan, zanînê (knowledge, bilgi) derdixe holê.

7- John Lock, dibêje 4 hêmanên ku zanînê derdixin holê hene: A- Jevbûn (jêbûn, hemanî, eynîtî, wekîhevîbûnî): Cudakirina heyînekê, ji yekê din û raxistina holê a cudatîya wê. Numûne: ‘Dar’ mîna xwe ye û ji ‘hesin’ cuda ye. B- Têkilî: Diyarkirina têkiliya di navbera du heyînan de. Mesela diyarkirina têkiliya di navbera sêkoşe û çarkoşeyê de. C- Girêdanîya bivênevê û hebûna li gel hev: Ji bo pêkhatina îdeyeke tevlîhev, pêdivî bi gelek îdeyên basîd heye. Mesela, îdeya televîzyonê. Em dizanin ku îdeya televîzyonê, ji gelek îdeyên biçûk pêk dihê. Lêbelê, em dizanin ku ew hemû, bi hev re îdeya televîzyonê pêk dihînin. D- Hebûna rastîn: Divê îdeyek bi rastî jî objectekê ku heye, temsîl bike. Mesela dema em bibêjin dar, divê ev têgih di surûştê de temsîliyeta darê bike.

2- David Hume (1711-1776): David Hume jî navekî muhîm ê empiricisma îngilîz e û bi şikwerîya xwe navdar e. Nemaze bi prensîpa sedemwerîyê (causality, nedensellik), tesîrekê mezin li philosophan kiriye. David Hume jî, xebatên Newton ji xwe ra wekî mînak hilbijartiye. Hume, di destpêkê da xwestiye ku rêbaza xebitîna mejîyê mirovî fêr bibe û prensîpên xebîtîna mejîyê mirovî, destnîşan bike. Di mijara epistemologyê da sûda wî a herî mezin, dahûrandina wî a li ser sedemwerîyê ye. David Hume di mijarên zanînî (bilgi, knowledge) û zanistê (science, bilim) da, têgihîştibû ku ramana sedemwerîyê gelekî muhîm e û xwedîyê roleka bingehîn e. Lêbelê, David Hume bi bi şik, nêzîkî wê yekê bûye. Lewra li gor bîr û baweriya Hume, ramana sedemwerîyê di navbera du pêhatîyan (event, olay) da girêdanîyek e û çavkanîya wê jî, kurmên (alışkanlık, habit) me ne. Lewra dema em di navbera du pêhatîyê ku li pey hev dihên da, girêdanîyekê pêk bihînin û em pêhatîya yekem wekî sebebê a duyem bihesibînin, sebebê vê yekê, kurm û serhatîyên (deneyim, experience) me ne. Numûne: Her sibêh Roj hiltê û êvaran jî, Roj diçe ava. Herweha piştî naverojê jî, şev e. Ev yek weha dike ku em di navbera wan da, têkîliyekê sedemwerîyê ava bikin.

Lêbelê bingeha sedemwerîya di vê xalê da, bi temamî psychologic e. Ji serhatîyên me pêk dihê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê pêhatî an encamê garantî bike tune. Ev yek bi temamî, encameke kurm, serhatî û hêviyên me ne. Li gor nêrîna David Hume hinek caran jî sebebê ramana sedemwerîyê, rêgeha berjorwerîyê (tümevarım, induction) ye. Numûne: Dema em dersê xwe dişûxulin û nescafeyeke vedixwin û vexwarina nescafeyê ji me re xweş û baş tê, di dawiyê da em digihêjin vê encamê: ‘vexwarina nescafeyê di dema dersşixulînê de, ji bo tendurîstîya meriv baş e.’ Ango di dema dersşuxulînê de sebebê baştêgihiştina me, nescafe ye. Lê li gor Humeyî, ev yek tiştekî xapînok e û tu sedemwerîyek di vê têkiliyê de tune. Çimkî, vê yekê em li wê têkiliyê bar dikin û rêbaza berjorwerîyê jî, herdem encamên rast nadin me. Herweha, David Hume bawerîya xwe bi serhatîyên me ên sehekî dianî û weha bawer dikir ku divê çavkanîya zanînên me,  serhatîyên me ên sehekî bin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button