Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Matematîkê (Philosophy of Mathematics)

Felsefa Matematîkê (Philosophy of Mathematics)

Felsefa matematîkê, şaxeke felsefê ye û dixwaze ku hewl û xebatên têgihiştina li ser matematîkê, bisenifîne. Pirsên wê ên sereke li ser matematîk û çavkanîya objectên ku mijara matematîkê ne, ye. Bi taybetî jî, li ser wesfên pêşniyarîya rast disekinin û lê vedikolin. Pirsên sereke ên vê şaxê ev in:

1-Çavkanîyên mijarên matematîkî çi ne? 2-Maneya objectekê matematîkî, bi çi re têkildar e? 3-Wesfa pêşniyarîyeke matematîkî çi ye? 4-Têkilîya, matematîk û mantiqê çi ye? 5-Di matematîkê da, rola Hermeneuticparêzan çi ye? 6- Objecta, lêpirsîna matematîkî çi ye? 7- Taybetîyên mirovî, ên li pişt matematîkê çi ne? 8- Spehîtîya matematîkî çi ye? 9- Çavkanî û xwezaya rasteqînîya matematîkî, çi ye? 10- Têkiliya, cîhana matematîkî û cîhana materyal, çi ye? Mijareke din a muhîm jî, rasteqîniya theoriyeke matematîkî ye. Ji ber ku matematîk ne ezmûnî ye û nikare were ezmûnîkirin, li sebebên ku delîlên theoriyên matematîkî ne, tê gerîn. Matematîka ferasetxwaz ku ji aliyê Luitzen Brouwerî ve hatiye damezrandin, mînakeke baş a vê nêrînê ye. Matematîka mantiqparêz jî, ji aliyê Bertrand Russell û Gottlob Fregeyî ve hatiye parastin. Di felsefa matematîkê (fr: philosophie des mathématiques) da, mijareke din a jî, pirsgirêka misogerîya (teqezî) matematîkê ye. Li ser vê mijarê jî, xebatên matematîkzanê avusturyayî Kurt Godel, muhîm in.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button