Philosophers

Friedrich Wilhelm Joseph Schelling

Alî Gurdilî

Li Almanyayê, hatiye dinyayê û kurê papazekî Lutherparêz bû. Dema dibe du salî, bavê wî dibe profesorê zimanên rojhilatî. Schelling, baş perwerde bûye. Hê di zarokatiya xwe de jî, ji hêla akademîk ve xwendekarekî serkeftî bûye. Di ciwaniya xwe de bi tesîra ramanên Kant, Fichte û Spînoza, meyla wî çûye ser felsefeyê. Di 23 saliya xwe de li Zaningeha Jenayê bûye profesor, ku Zaningeha Jenayê piştî kurtedemekê bûye navenda xebatên akademîk a Almanyayê. Hê ku gelek ciwan bû jî, gelek dihate nasîn û di 31 saliya xwe de, statûya ‘von’ dane wî û bûye Friedrich von Schelling. Schelling, gelek sîstemên ramanî yên cuda ava kiriye û berê xwe, herdem daye destpêkê û mijarên bingehîn.

Piştî çend salan, gelek felsefeyan afirandiye. Lêbelê ji ber sebebên cihê ku nayên zanîn, di 35 saliya xwe de berhemên xwe nema daye çapê. Lê, karê xwe ê nivîskarî û mamostetîyê, berdewam kiriye. Schelling jî mîna Immanuel Kant, heta 80 saliya xwe jî dest ji nivîsandinê bernedaye û bi berdewamî nivîsandiye. Di nav felsefeyên Schellingî de a herî naskirî û tesîrdar, felsefeya wî a xwezayê ye. Felsefeya wî ya xwezayê meriv dikare bibêje ku ji aliyekî ve li hemberî felsefeya Fichteyî, nerazîbûnek bû. Fichte wiha fikiriye, ku gerdûn ji madeyên bêliv (bêcan, bêrih) pêk hatiye û ji xwebûna zindî jî cihê ye. Schelling, wiha nefikiriye û gotiye ku hemû jiyan ji alîyê wê gerdûna ku demekê bêliv (bêrih) bû ve hatiye afirandin. Di dîmenên wî de xweza, rastîyeke total e û herdem vediguhere. Di destpêkê de, bi tenê madeyên bêliv hebûne û piştre, di nava (dil) wan de jiyanê dest pê kiriye. Di destpêkê de xweza di şeklê dirext, heywan û di dawiyê de jî, di şeklê mirovî de bi pêş ketiye û berfireh bûye.

Malpera Philosophia Kurdî

Di vê mijarê de, pêdivî bi balkişandina çend xalan heye: Ya yekem; di destpêkê de xweza, dirext e. A duyem; xweza ne rewşek e, demajoyeke (process, süreç) çêbûnê ye. A sêyem jî; mîna perçeyekê temamkar, di wê demajoyê de xwe daye der. Jiyan ji madeyê ne cihê ye, vegotina prensîpa dijberê madeyê ye. Herdu, mîna du hêlên demajoyekê yên cihê ne û bi hevdu re, berdewam dikin. Ji ber vê yekê jî mirov, (çawa ku Ronahîdarîyê ‘Aydınlanma, Enlightenment’ jî wisa dixwest) ne dijberê xwezayê ye û di xwezayê de ye. Herweha, perçeyekê xwezayê ye jî. Mirov, manewiyetîya (tîn) madeyê ye. Bi vê gotinê re made dibe tîneke hevpar, potansiyel û serbixwe. Dîsa wiha bawer kiriye, ku divê em bi hêla pêşketina xwezayê jî bizanibin, ku xweza bi xwe jî, rasteqîniyek (rastî) total e. Ev ramana wî a taybet, wesfeke wî a afirandêr e. Di her saniyeyê de, bi milyonan zindî (tişt) çêdibin. Mirov jî mîna afiranekên herî raser ê xwezayê, xwedîyê hêza afirandinê ne. (Tiştê ku Spînoza jê re dibêje ‘natura naturans’ ev yek e. Ango ‘xweza, xwezayê diafirîne’.) Lewnê vê yekê ê herî pêşketî û girîng, hunerên afirandêr in. Lêbelê, di navbera vê afiranderîya mirovî û xwezayê de, ferqên gelek girîng hene. Li cem mirovan, ev demajo têdigihêje hişmendiya xwe. Di mînakên hunerî yên herî serkeftî de, meriv têdigihêje kûrahiyên hebûnatiya xwe û maneyekê dide wê. Lêbelê ji ber ku mirov perçeyekê xwezayê ê temamkar e, di hunera afirander de jî têdigihêje hişê herî kûr ê xwezayê.

Li gor ramanên Schelling, hemû armanca demajoyê ev e. Hemû xwiyakirinên xwezayê yên bêser û ber ku livdar in, pêşketineke ber bi hêla xwe ve ne. Ji ber vê yekê ye ku rastî (rasteqînî), di hunerê de digihêje sebebê hebûnatîya xwe. Ev xal, xala herî bilind a hebûnatîya hunermendê afirander e: Cisîmkirina, (dîtbarkirin) sebebê hebûnatiya tiştekê. Tevgera Romantîk ku di dema Schellingî de derketiye holê, hinek fikrên xwe yên kûr û bingehîn, di nivîsên wî de peyda kiriye. Girîngiya xwezayê, bi xwezayê re yekîtiya mirovî, bilindkirina (raserkirin) huner û hunermendên afirander û mezin. Wê demê li Almanyayê piraniya hunermendên romantîk yên sereke, dostê Schellingî bûne. (Goethe, Weber, Holderlin, Novalis û hwd.) Ji ber vê yekê hunermedên hevalên wî bi coş û kelecanekê mezin, pêşwaziya felsefeya wî kirine û Schellingî bûye mîna feylesofê ji malê (malbat) ê tevgera romantîk. Li Ingilistanê helbestvanê Coleridge ku helbestvanekî ji ekola romantîk e, di helbestên xwe de, cihekî mezin daye ramanên Schelling. Di demên (wext) xwe yên li ser kar yên dawî de, li Berlînê konferanseke serkeftî raber kiriye. (Di nav beşdaran de kesên wekî Friedrich Engels, anarşîstê Bakunîn, dîrokzanê Burckhardt û Kierkegaard jî hebûne.)

Di wê konferansê de Schellingî, wê pirsa ku navê ‘pirsa bêhêvî a dawî’ lê kiribû pirsî: ‘Tiştek çima heye û tunehî, çima tune?’Meriv dikare vê pirsa wî, mîna pirsa herî dawî a mirovekî xwedênenas jî binirxîne. Schelling, armanca vê pirsa xwe, wê demê wiha şirove kiriye: ‘Di ciwaniya xwe de, min rûpelekê nû vekir. Niha jî, dixwazim wê rûpelê biqulipînim û dest, bi yekê nû bikim.’Dersên wî yên li Berlînê di sedsala 20an de jî, ji alîyê feylesofên hebûnparêz ve wekî çavkanîyên girîng û hişyarker hatine dîtin û bikaranîn. Meriv dikare bibêje ku pirsa ‘tiştek, çima heye?’ îro jî, ji bo feylesofan pirsekê gelek girîng e. Berhemên Sereke yên Friedrich von Schelling: 1- ‘Li Ser Ez a Mîna Prensîpa Felsefeyê’ (1795) 2- ‘Ramanên li Ser Felsefeya Xwezayê’ (1797) 3- ‘Sazûmana (Sîstema) Îdealîzma Transandantal’ (1800) 4- ‘Li Ser Cewhera Azadiya Mirovî Lêkolînên Felsefeyî’ (1809)

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 26.04.2023
  • Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button