Philosophia

Fîlosofî û Mîtologî

Dr. Casoê Wezîr Serhedî

  • Fîlosofî û Mîtologî
  • Pêshchîrok – Fîlosofî û Mîtos – Pêshsokratî 

 a. Navkirina Mîtosê

Li (schwelle) nepxoka (nirxandina) felsefa yunanî da hebûneke nefelsefî heye, ew Mîtos e. Ew bawerîyeke civakane di pirseke mezin, ya cîhan û jîyan da, ya cîhana xudêyan di jîyan da, ku di nava gelan da bi bawerî tê parastin û vegotin, xudayên cuda chawa pêshnîyarên jîyan didin, tishtê ew bikin û xwe bi chi moralî bigirin, chi cejnan bikin û hwd. Meriv jî ji wî hebûnî, ku gelan û netewan ji nifshekî derbazî nifsha din kirine sûd wergirtine, pejirandine, bê ku wan serpêhatîyan bi awayekî shikî, neyînî yan rexnegirtinî binirxînin. Ew bi bawermendî, anku bi korî di jîyana meriv ya rojane da, di fantazîê wî da bi qedirgiranî hatîye dabînkirin. Wekî Arîstotêlês gotîye, nenihêrî wê hebûnê, ew bi awayekî dîsa jî hevalê mîtosa ne ji ber milmilana xudawendan, wek konflîkta hêzan, ku belê ew konflîktana xwe bi nirxandina xwe digihînine felsefê, ji ber ku ew problêmana her usa jî yêd felsefî ne. Û ji ber vê yekê ew, Arîstotêlês binav dike, heger ew pêshdîroka pirseke felsefî da hewldanê chareserkirinê pêktîne, bi xweshî diche nava ‘Kevneshopîya babeta têologîzekirî’.

b. Mîtologîên Homêros û Hêsîodês  

Li vir Homêr û Hêsîod, bi perwerda xwe ya zaîna (efirandina) xudêyan (Têogonî) û efirandina cîhan, (Kosmogonî). A usa, li gor mîtologîên Homêros, ya efirandina, pêkhatina  her tishtî di sirusht da û cîhan da, ku xudawendên deryan – Okêanos û Têthîs, her usa jî xudaê avê, ku jî xudawend sondan diparêzin û wek helbestvan Stîks binavdikin. Cem Hêsîod jî, wek ew mak dike, Xaos, (Chaos) ‘Êtêr’ û ‘Êros’ destpêkerê efirîner yê her tishtî ne li cîhanê. Her usa pêkhatên problêmî yên din tên shirovekirin; wek buhurîna jîyanê, sereta ya qelpîê (neqencîê), pirsa berpirsîyarîê û gunekarîê, (tawanbarîê, sûcê) her usa rojnivîsê (qeder) û kirên necharîê, wek jîyana pey mirinê, û. hwd. Li vê nirxandinên lêpîvanan da, nirxandinên ramanvanîê xwe dîyar dikin. Ev hebûn û pêkhatên bi bînaîa chevan nirxandî bi întûîtîvî (Intuition) bi pêkhatên konkrêt ra bi chevên helbestvan bi gishtîkirî tê encamkirin ser jîyan û cîhanê û ev nirxandina hebûnê û pêkhatê, nîshan dide.

c. Orphik (Orfîk)

Di sedsala sheshan da (B.Z.), mîtologîa nû ji chîyaên Trakîaê dakete Yunanistanê. Di navenda wê mîtologîyê da di cêgeha navendî da, xudawend Dîonîsê sekinîye. Peyamnêrê wî jî Orfêos e, stiranbêj û kochek, (cadokarê) ji Trakîaê. Nietzsche, pey gelek sedsalan, ser Dîonîsês dinivîse û wî, wek Sîmbola Jîyan û Erêgotin jîyan ra di hemî Jêr û Jorên Hebûnê binavdike. Xudaê Sheravê Dîonîsos di rastîya xwe ya efirandî da her usa jî Xudaê Jîyanê û Xweza ya Efirdar bû û li Baccanalien hatîye defnkirin. Li gel vê Dogmatîzma Orfîkêran (Revokêd ji Cîhan)her ne Erêbûna Jîyan bû.  Me li vir zêde kar bi lihevketineke Askêzê* (Ascetismus) û Mîstîk*ê (Misticismus) heye, Kûlta Ruhi (His) û Jîyana Duyem, (Kirasguhartin)  ku gelê Homêr ra hebûneke nenas û bîyanî bû. Ruhi, di niha da, êdî ne xwîne, lê belê Ruhi (Geist) ye û ew ji cîhaneke din, ya qenctir hatîye efirandin, ya ku wekî ber sûcê berê kirî li erdê sizaê xwe distîne. Ew hebûna ya cudabûna hestî ye, wek zincîrkirîye û dûmahîê da pey bijonkirina xwe xwarinên erdî li cesedê xwe rizgar dikin. Anku, rêyek bo têgîhîjtina hebûnî heye, ku geshtîyarîêke dirêj ra girêdaî ye, heta ew ji nefsê veqete. Ji ber vê jî nefs ji têgîhîjtina hebûna ruhi cuda dibe. Yêd pak û ruhibijon hatine, ew xwe ji nefsê rizgar dikin û usa dichin. Wanêd ser vî rêyî dichûn, (Orfîk) qedexa xwarina wek fassolî û gosht hebû.  Xelata wan êd ev rê kirin, pehnanhîyeke zêrîn, bi mirîyan ra datanîne gorê, xût ew bû delîla Ruhê wan, ku paqij tên û xwe hebûnêd cîhanî, anku rastîya heyî, ya gazindara jîyanî revî rizgar dibin. Bawerî-raên Orfîkîyan derheqa rojnivîs (qeder) nefsê pashî mirinê xwe di mîtên Êsshatologî* yên mezin da, di dîalogên Platon da tev Gorgias Phaidon û Politeia* xwe dîyar dikin.

Kosmogonie*. Dogmatîka Orfîkîyan xudan hebûna perwerdeya qenc ya Têologî û Kosmogonî bû. Pey ra Destpêk di Xaos û Shevê da ye. Xaos (chaos) jî dîsa wek Valabûneke Bawîshkpêhatinê*, wek  Qelîshtekekê di kosmos da tê shirovekirin. Shev hebûneke wek Hêkê ye. Wê Hêka Cîhanê Êros efirand, Êrosekî bi baskên firînokî derhat. Û ew wê Walabûneke Bawîshkpêhatinî ra bûne cot. Ew Êrosê Pergirtî tev Shevê bû, li Tartarosa* dûr da wek Nêraneyek bû sûrekî û berbî Ronahî da anî. Berî wê, heta Êros hemî bi hev va pêkneanîba, zayendî, (sexy, geschlecht) ya nemirî tunebû. Gava wî ew hebûnana bi hev ra girêda, Ezman û Okêanûs hatine efirandin, her usa jî Erd û hemî xudaên Zayendî ya Nemirîyê. (Unsterblich Geschlecht)

Ser bingeha chevkanîên pey ra Pêshdestpêka  Kosmosê, Zîyayek bi Serê Gamêsh û Shêrekî bû, lê belê di nîvê da Rûê Xudayekî bi peran di navmilan hebû.

Ew wek Xudaê demî bû, ku kal nedibû. Wî zîyaî sê tov efirandin; (feuchten Äther) Êtêr a Nîvshil, Bêsînorbûna Qelîshtoka Bawîshkhatinê û Terîya bi Mij. Û pê ra jî Hêka Cîhanê. Her ev yeka pirfantazîbûî, Întûîsîona (Intuition) Helbestvanî ye.  Mîtologîên Orphîkîyan da meriv rêrizmê anegor, anku bi mînakên berbichev, yên Cîhana Orîêntal (Rojhilatî) ya wekehevîê dibîne. Bi taybetî Dûalîzma Cesed û Ruhi (giyan) Her Du alîên Jîyan wek formeke jîyanî ya (Weltflucht) Reva ji Cîhan, wek „Niqitkeke xwîna Bîyanî“ di Ramanvanîya Yünanî da tê nirxandin. Serekanîya pêkhata van ramanan bi shika mezin Îndîa ye, li ku jî îdêên usa 800 sal b.Z. di nava Ûpanîshadan da, Destnivîsên têologî yên shiroveyî da dîyar dibin. Ew her usa jî di rêlîgîona Zoroastrîan da di seretaya Îranê da, xwe  di Gathaên Zend Avêsta da didine xwîyakirin. Ev pêbawerîyan milkê Ramanvanîya Giyanî, yên ku Arrîyan ra diguncin û wek hebûnêd wan yên efirandî nas in.

d. Mitos û Logos     

Ji pirsên Serekpêkhata efirandina  sernavkirinên (navpêkirinên) hebûnên me ra nas, girîngtir pirs ewe, ev Sernavkirinan chawa xwe di van demên jîyana xwe heta dema me xwe gîhandine. Arîstotêlês, dema xwe da, girêdayî mythos wiha bi maf jî wiha got; (Met. B,4) ‘mîtos ne zanist e’, ji ber ku ‘Têologên Arxaîk’* (archaic) her hebûnêd tradîsîonal, anku gotinên gelêrî vedigotin bê ku delîlan bigihînin. Ew jî beranberî wan;  ‘Di berewajîya Fîlosofan da ew ne xudan delîlane, ku pêbawerî pê chê be. Pêbawerîê meriv dikare ji fîlosofan wergire, ji ber ku ew bi delîlan diaxivin.’ Jixwe, ji wê momênta mêtodîk ya Shikê, ya Nirxandina Delîlkirinê (îzbatkirin) ew newekhevîya, anku mezinbûna Felsefekirina hebûnan dijberî mîtos dide. Nenihêrî vê yekê, ew dide rûê xwe, ku ewê hevalê mîtose di lêpîvanekê da fîlosofe jî. Philosophie di beranberî Mythos da, bi rastî jî hebûneke nû ye. Meriv hew bi kore-kor di civakê da bi bawermendîêd vegotî ra digunce, ew wek Îndîvîdûûm*ekî bi serê xwe birame û birîyar bide, chi rastîya laîqî pêbawerî ye û xwe di vê shikê da nas bike û wek milkek bipejirîne. Ew divê bi xwe zanibe, rastî û nerastîya Mythosan chawa xwe ra binirxîne û rexnê û shikê li gor zanîna xwe bi serê xwe da bipîve. Dîsa jî nabe ku ew yeka neê dîtin û wek paradoks*ek neê pejirandin, ku pirsdanînên mîtosan da wek  navdanên întûîsyonî, yên di dema tund û terî da hatine efirandin, gelek navpêkirinên fîlosofî da bê ku derên hê jî dijîn. Bona krîtîka pênaskirina felsefî erkek tê pêsh. Ew yeka jî cêribandine. Cêribandina rastî û ratsîonalîzma navên phîlosophie bi kar tîne bi navên xwe ra haldisengin, yan na. Yanê ew navana tam cîhê xwe di bersîvdana hebûna xwe da digirin yan na. Diha rasttir ew navana naveroka xwe ra tam mak dibin yan na. Belkî jî na. Belkî mythos, bi meremeke pozîtîv xwe bi awayekî taybet, xwe bi hishmendî ra, anku felsefê ra dike hevrê, da bawermendên Zanistê shiroveyên xwe ji veqetîna mîtologîê ra gîro bike. Û evê yekê ra Arîstotêlês dibêje; Mythos jî ji lêpîvanekê besheke philosophia ye.

Chevkanî ya wergerê:

  • Gruppe / Griechische Mythologie und Religionsgeschichte (1906) .
  • M.P. Nilsson / Geschichte der griechischen Religion I (1941, 2/1955) II (1950)
  • U.v. Wilamomowitz – Moellendorff / Der Glaube der Hellenen (1931, 2/1955)
  • Prümm / Die Orphik im Spiegel der neueren Forschung. Zeitschrift für
  • Katholische Theologie 78 (Innsbruck 1956) 
  • Buffiere / Les mythes d`Homere et la pensee grecque (Paris 1957)         
  1. Mîlêtî û Pîtagorî – ‘Mal û Form’ (Stoff. Tisht. Hebûn. Mal)

Wezîna felsefa yûnanî li Îonîê, xelîcheke bichûkazîê, pêkhat. Ew li Mîlêt, Êfêsûs, Klazomênaî, Kolofon û li Samosê ye, warê ku piranîya Pêshsokratîkêran jîyane. Lewma jî philosophia pêshsokratîkan wek fîlosofîa îonî tê nasîn. Bi taybetî ev fîlosofîya îonî, hertim wekî (îngl. Naturphilosophie) fîlosofîya Xwezaê, (Sirushtê) hatîye binavkirin (destnîshankirin). Lêkolîn-nirxandina xwezaê, li vir wek yekemîn tê lêkolîn. Ya rasttir li vir ew dibû, ku pîvandin, yan navpêkirina Felsefa Xwezaî bibîya Mêtafîzîk, ji ber ku nirxandinên eEfirandinê, axaftinên ser serekkanîên (Urgrund, Transl,  Semed) pêkhata zaînê û êlêmêntan prênsîpên hebûnê bi xwe ne. Ev yeka bingehîn usa tê shirovekirin, ku cesedek, anku Heîyek usa tê shirovekirin wek pareke bingehîn ya avadanîê ye, ku xwezaê dadigire (naturkörper). Yanê, Xweza ji êlêmênt (hebûn) û (baumaterial) pareke avadankirina ceseda (can) sirushtê ye.

Sê Pêshsokratîkêr: Talês(Thales),  Anaksîmandêr (Anaximander), Anaksîmênês (Anaximenes)   

Talêsê ji Mîlêt (nêz. 624-546): Antîk wî bin ‘Heftên Hishmendan’ dihejmêre. Arîstotêlês, wî (Met. A,3;983 b 20) wekî bavê philosophiaê binavdike. Platon derheqa wî da vedibêje, (Theait. 174a) chawa koleyekî Trakîaê wî kenîyabû, hîngî ew bi raman û shiroveyên ezmanî vedigot, ku bin pîê xwe jî nenihêrî, chawa chelekî da ket; ‘wî xwest merivan ra shiroveya hebûnên astbilind bike, bê ku bizane bin pîêd wî chi heye.’ Ev yeka (omen. predznamenovanie?) taybeterkîya fîlosofa ye.  Lê ew ne usa xishîm bû. Wî li Mîlêt birêvebirîya Dibistana Nautî dikir, chemikeke avdanî avakiribû, ku avê ji Halîs rêguhastina avdanîê bike û shîretên sûdmend dida polîtîkêran.

a. Av weke (Arche, Qutî, Gencîne)

Û felsefa wê chî ye? Arîstotêlês wiha dinirxîne: ‘Piranîya wan kesan, yên ji nû felsefekirin an destpêdikirin, her li regê efirandina seretaîê (urgrunde, kurd. Semed, arxai, principia) di hebûnên matêrîalî da gerîyane. Ev Serrekkanîyan divîyabû di hebûna xwe da birastî bingehedarên hebûnan xwezayî ya efirandî bûna. Anku, pêkhatên bingehîn, wek êlêmêntên efirdar xudan karîna destpêk û dawî, wekî tsîklûsekî zivirînok. Lewma jî ew êlêmêntên bêdawî ne. Her yek ji wan, bi tekane heye Rastîbûna Seretaî ya Pêkhatan. Shiroveya kozî chîye, di wê derheqê da ramanvanan xudan dersdanên cuda bûn. Thalês, ji alîê xwe va, berî her tishtî prînsîp di êlêmênta avê da didît (Met. A, 3). Chima avê da? Arîstotêlês ev yeka bi xwe jî bi dilnîyaî nizanibû. Û ev yeka, ne gelekî girînge jî.

b. ‘Fêrizî’: (Weisheit): Kirên ku Mîlêt(z)îyan kivsh dikin, zêdetir nirxandina seretaya hebûna her tishtî ye, ku wan wek têzeke lêramînî berî her yekî dabînkirine. Arîstotêlês derheqa mêtafîzîkê da wiha got; (Met. A,2) ku ‘mêtafîzîk xwe ne wek zanisteke taybet dide nasîn, ku bi lêkolîna hebûnê gîro ye, lêbelê bi hebûnê bi hemîbûna (gishtîbûna) xwe da ye ku lêgerîna sereta ya efirandin da pêrgî (rastî) astengîên naskirinê tên, li ku jî nasîna wê seretaê bo armancên praktîkî, bo daxwazên têgîhîshtina zanistî. Jixwe ev yeka Talês dikire armanca hewildanên xwe bo têgîhîshtinê. Lewma jî zanista wî ne zanîneke xwezaî bû, lê belê hishmendîyek, (fêrizî) mêtafîzîk, felsefe bû. Gelo ev yeka hewldaneke nepraktîkî bû? Belkî ev yeka praktîktirîn hewldan bû ji hemî zanînan. Meriv, her usa merivê sade, yê bi rojane dijî, her usa zanyarê tekane, yê ne rasterast xwe bi felsefê dishopîne, hiz dike derheqa cîhana gishtî û jîyan ra têbigêhê. Bêy ramanvanîêd usa, meriv xwe di jîyanê da jî bê maf û nenas dinase, kirê xwe nikare binirxîne, her usa aramîê nabîne. Hilbet evê yekê meriv bêhemdî xwe jî dike, bê ku kûr lê birame, anku bê zanîna mêtodîkê. Pêkhatên, ku bûn ‘împûls’, ‘dehfdan’ Thales ra, nirxandina hebûna kosmosa dora xwe di formeyekî zanistî binirxîne, wî bi maf jî dike bavê fîlosofîê.

c. Hylozoismus: Bi  Hevoka xwe ya tebînî, yan dilnîyaî, ku pêkhata seretaî av e, meriv divê ser hevoka dudan da; ku ‘her tisht tam ji Xudêyan pêktê’ bi taybetî raweste. Nenihêrî vê têbînîê, chendîn jî ew usa xwe dîyar neke, nabe meriv bi pênasîneke ‘pantheism’*-ê, yanê jî ‘monism’ê (monîzm), Thales bo xwe nas bike. Ji vir meriv xwe ra wêneyekê pêshchev dike, chawa  fîlosofên arxaîk (arche) diramîyan. Emê zêde delîlan bibînin, chawa arxaîkan efirandinên xudawendan li gor têgîhîshtina xwe, yên jîyana rojane ya mirovî bi vegotin, pey ra bi nivîsîn diefirandin. ‘Xudawendên Talês’ jîyanewerên zêdeyî merivane, (Dämon) wekî ew dibêje. Meriv vê lêpîvana wî bi taybetî dibîne, gava ew dibêje, ku Magnêt xudan ruhekî, (gyan, beden) anku jîyanekê ye, ji ber ku ew jîyanê berbi hesinî va dikishîne. Her ji hebûna jîyanê Talîs vê ‘kishandina magnêtê’ têdigihê. Ev hebûna ha, wek Hylozoismus* tê binavkirin, kêmtirînawayî ‘xwezaphîlosophî’ va (naturphilosophie) girêdaî ye, lê belê girêdayî têorîya (tênasîn) têgîhîshtinî, yan helwestî. Li vir, me kar bi shertên têgîhîshtina antropomorf’ê* (antropomorphe) heye. ‘Jiyandar, (ruhber) katêgoria serekî ya hebûnê ye.’ (Stenzel)  Meriv hewldide; Xudê û Cîhan, Jîyan û Gyan dûrî hev bigire, lê veqetîna wan ji hev nikare pêkbîne. Gelo, meriv dikare wan ji hev veqetîne?

d. Têologik:  (Têologîk) Her usa, bawerîya hebûna xudawendîe wek rêalîtêtekî bi serê xwe li wir e. Ji Talîs ra cîhan tije dagirkerî, hêz û bandora xudawendî ye.  Meriv dikare di nêzîkaîya destan xwe bigihîne wan. Jixwe ev di kontêksta ‘Lêramîna-Kozî’ da wê shiroveya daye. Xudaên di bawermendîya gelan da nikarin evê têgîhîshtina ramanvanî bi delîlkin, lê belê ezmûnên berbichev, anku rastîê dilnîyaîê didin, ku fîzîkî, ankû berbichevîya zorshiroveyî wek delîl têne danasîn, ku xweza tije, yanê her dera bi amadebûna xudêyan e. Peyvên Hêraklît* ‘Keremkin, derbazbin, li vir jî Xudawend hene.’, kakilê naveroka perwerda talês e. (Hêraklît A, 9).

Dîrok, wek sîmboleke bo pêvajoya shiroveya nirxandinên ‘kanîên fîlosofîa yûnanî’ ku di bingeha xwe ya seretaî da wek zanisteke olî dihate lêkolîn. Derheqa derveze ya pênasîna fîlosofîa hebûnê, yanê jî ‘heînê’, ku bi Talîs destpê dike, tê gotin; ‘Chevê Ruhi Dûrbîn e’…  sernivîseke mayî da: ‘Derbazbin, li wir jî Xuda hene’. Ev gotina ronahîê didine ser rêya me ya berbî felsefa yûnanî. (W. Jaeger)

b. Anaximander  (Nêz. 610-545):

Ew jî li Mîlêtê dijîya û hema-hema hevdemê Talês bû. Anaximander xwedîê têkstê felsefeya yekemîn e yên li cîhana oksîdênt (oxident) pêkhatî ye. Navê wê berhemê ‘Derheqa Xwezaê de’ ye, ku naê wata Felsefa Xwezaê di nirxandina me ya vêdemî da. Ew zêdetir felsefeyeke hebûna xwezaya gishtîye, diha rast nirxandina mêtafîzîkî, heman weke fîzîka Arîstotêlês, ku di hebûna xwe da mêtafîzîke. Li vir Anaximander jî wekî Thales, têkîlîyeke zanistên tekane da ne. Wî divê karteya erdnîgarîê, globûseke ezmanî û demjimêra rojê pêkanîba.

     b. Apeiron:  Di pêbawerîya (bestimmung) prînsîpa heînê da Anaximander rêgehên din da diche. (Arche) ‘Qutî’ (Gencîne, Gemî) li gor Anaksîmandêrî Apeiron e, (apêîron) ku meriv dikare wek bêdawî, yan bêsînor xwe ra veke, binirxîne, ji ber ku ew yeka dervaî logîkê (mantik) ye, ku ew wek hebûneke nedîtî, bêpergalkirî, anku dervaî sînor û demî ye. Apêîron wek hebûneke bêdemî, bêhejmarî, bêsînorî û bêdawîbûnê ji wî hatîye nirxandin. Anaximander bi wê yekê, di cewazîya Thales da, bi vî shiroveyî apeiron binavkir. Bi gotineke din, li gor delîldana wî, wekî konsequenta (konsêkvêns: Encam, wek bijara encamdanî) dû lêkolînên Thalês bû, ji wî hate makkirin, ku dema meriv his dike tespîtekê bide hHebûnêd seretaî, divê bipejirîne, ku ew tishtê me ra wek bêdawî nas e, ew bêtespît in di hebûna xwe ya gishtî da. Ji ber vê yekê, Anaximander di protsêssa xwe ya abstrktîv da, ji lêpîvanên xwe yên radîkal da, her usa jî dide zanîn, ku ji her hebûnêd xweza (jîngehe) da  zor taybet dibîne û wisa tê apêîrona xwe. Ew ser rêya ku Thalês avakirî gav dide. Lê belkî ew gelekî dûr chû, ji ber ku gishtî ya nemakkirî (netespîtkirî) nikare bibe hebûneke rêal (rastî) û her usa nikare wek rêalîtêtekê bê shirovekirin. Anku ew rastîye, ku indefinitum (lat.) (K. îndêfînît-bêsînor) dikare bibe infinitum*- (K. infinitûm. sînorkirî)ye ke. Li vir, qadên (war) logîk û ontologîk têkel dibin, cîguhêr dibin. Li gel vê jî ku meriv bêje apeiron heîyekî wek sûbstansekî matêrîêle ku di chevê Anaximander da hebû, hîngê ew zêde ne apêîrona rastî ye. Lê belkî meriv nikare ramanvanîya arxaîk zêde logîze bike. Hêjatirîn shirovekarên antîk, apêironê weke bêdawîbûnê, weke tivdîrekeke bêkutabûnê, li ku jî her hebûn jê jîndar dibin, heman demî da jî hebûneke xudayî, her wek nemirî û nebuhurî dinirxînin. Divê ku arche, ‘gemî’ xudan pêkhatên apêironî be. Arîstotêlês di vê derheqê da: ‘Ev her tishtî hildigire xwe û her hebûnî di xwe da xudan dike, anku birêve dive, wek ewan dibêjin, hebûnêd bi seretaî pêktên, bê ku dûrî giyan (geist) û evînê bin, ev hemî xudaî ne, anku ji xudawendan hatîne efirandin. Hîngî ew hebûnan nemir in û têk naçin, wekî Anaxîmandêr û xwezafîlosofên din diramin û fêhr dikirin. (Phys. 4;203 b 6). Her di stîleke hymnî (sirûdî) û cejnî da, dîksîonên xwendina dirozgan da pesindanên apêironê xwe di pishperdeîên têologîzekirî ya apêîronê xwe dîyar dikin.

c. Efirandina Cîhanê: Derheqa efirandina cîhanê da, perwerdeyeke têra xwe jî berfireh, bi kûr-lêkolînvanîya bi zanistî, ji alîê Anaksîmandêr bûye mîrate. Di  protsêssa xwe ya progrêssîv (pêshverû) da, dijberîyên ku di perwerda Apêîronê da hene, di pêvajoyekê da ji hev veqetîyan: Germî yan Sarî, Shilî, yan Zihaî. Di protsêssa pêvajoya veqetandinê da, gelek cîhanên bêdawî û naverokêd (binyatêd) wan efirîne. Li gor lêpîvanên Anaximander yên di nitirandina sîmmêtrî yên nîgarvanî û bicîhanîna wî da dibîne, ev cîhana ha wekî ‘Kosmos’an (Gerdûn. Ûnîvêrsûm) hatine nirxandin. Planêta Erdê, wî ra wek Tsîlîndrekî*, (Ing.Cylinder) wek serê k’umekî, ku hawirdora wê, (belkî berahî) sê car mezintir e ji bilindahîya wê. Dora wê da, 3 car 3 dike; 1 car 9 pîvana nîvê erdî ji dûrbûna (eng.Spheres) qadên wek stêrkan, 2 car 9 qada Hîvê û 3 car 9 qada Tehvê. Li ser erdê me, ku seretaê da avî bû, pêvajoa jihevveqetînê da jîyanewerêd avê (orig. alm. Shilîê) hatine efirîn. Ew di qalikên stirûî da dîhar bûn, her pey ra wan qalikên xwe hêlan form û rûên xwe guhartin, dilq û bedenên din da (metamorphose) jîyan domandin. Her usa jî meriv, li gor Anaximander ji heman qalikî ji avê efirî dilqeke prîmîtîv da hatîye efirandin. Pêshdema xwe da, li gor lêpîvana wî, meriv ji mesîyan pêkhatine û wek hemî cûrên mesîyan avê da jîyana xwe kirine, hey pey ra bi derhatina ser erdê ziha û li gor êlêmêntên organêd xwe jîyana erdî ra guncîyane û xwe werguhastine. Ev birîyardanêd encamdanîya di lêpîvanên Anaksîmandêr da dibine mizginîya, yanê jî ‘zengildana’ efirandina têorîya Dêstsêndêns, (alm: deszendenz. ingl. descent) anku Thêorîa Zaînê, Peyhatinê, yan jî Seretaya Pêkhatê. Her ev ‘cîhanên bêdawî’ Anaksîmandêr wek gîyanên jîyandar wek Dämonan, yan xudawendan dinirxand, ev hêbûna zêde antropomorfîzmûsa* (K. Gr. Antropos: Meriv. Morfûs: Heykel, yan Form) Arxaîk*e,  ku wek Hylozoismus*, (K. Gr. Hile: Daristan. Dara avadanê. Zoe: Jîyan) û Pantheismus*( K. Gr. Pan: Her tisht. Theos: xudê) xwe ra dike bingehe. Di seretaya hemî zaînan, Lêpîvan-Nirxandina hebunên berbichav li xwezaê, shirove û naskirina wan hebûnan dervaî hebûna merivî jî, mezintirîn erk yan motîva dîroka phîlosophî ye. Em vê yekê li cem Platon, Plotîn, Eriugena, Cusanus, Hegel dibînin. Anaximander, divê mezintirîn Ramanvan bîya.

c. Anaximenes (n.585-528)

Anaksîmênês shagirtê Anaksîmandêr bû. Ew Gemîê (Keshtî, Derdan, Gencîne) wek Hewaê dinirxîne. Da belkî rêalîtêt (rastî) ra maf bê dan, asta nirxandina (shirova)  abstrakt ya bilind, ku perwerda apêîrona Anaksîmandrîan dida, hate peyakirin. Her tisht ji hewaê, ji shilbûn û zihabûnê hate efirandin: ‘Hewa û agir, sist dibin, bi dagirtina (tijekirina) baê; pey ra, ewir ji avê dagirtî, pey ra erd û kevir; her tishtê din ji van pêkhatine (efirîne). Berhema (13: A 5). Bi heman awayî hewa, wek hebûneke jîyandar û xudaî xwe dide nirxandin. Ew shirovana, tev yên Talês û Anaksîmandêr, hema bi yek raî ne.   

Bibliographie: Fr. Dirlmeier, ‘Der Satz des Anaximander von Milet’. Reinisches Museum 87 (1938). Hermes 75 (1940). M. Heidegger, Der Spruch des Anaximander. Holzwege (1949). W.Kranz, Kosmos. Archiv für Begriffsgeschichte Bd. II, 1 & 2 (1955). A. Lumpe, Der Terminus von den Vorsokratikern bis auf Aristoteles. Ebendorf Bd. I (1955). K. v. Fritz, Die Archai in der griechishen Mathematik. Ebendort Bd.I (1955).         

Pîtagorîyan

Tev wan, em ji rojhilat derbazî rojava Yûnanistanê (Greeceland) bibin. Lê têkelî tev Îonî,* (Welatekî yûnanî ya ku wek mîrata kûltûrî jî tê naskirin) an her dimîne, ji ber ku Pîtagoras jî ji wir tê. Ew li Samos hatîye dinyayê. Bin nasnama Pîtagorîyan, li gor tomarên wê demê, gelek hebûn tê shirovê, ji ber vê jî divê hindik dîrok-serpêhatîên hindur (navcheî) yên pîtagorîan bê ronkirin.

a. Pîtagoras. Dîroka  Navcheî:

Pîtagoras li sala 570an de li Samosê bûye. Temenê chil salî da kochberî Krotona ber Îtalîaê dibe, li ku jî ew dest bi gulvedana chalakîên xwe dike, lê ji wir jî ew derbazî Mêtapont* dibe, li ku jî sala 496an da dimire. Hêraklît derheqa wî da wiha tomar hîshtine; ‘Pîtagoras zor zanetire ji hemî zaneyan, lê derewkirekî sêhrbazê’. Ev gotina tûj, derheqa wî da, li gor gelekan ev yekana nirxandin e, wek dîyare ji tênegîhîshtinê yan ji hevsûdîê pêkhatîye. Bavê hevokê; ya ‘Her Tisht Diherike’ bi têbînîya xwe, ku jîyan û xwezaya rastîên hemdemî da, bi hebûna desthilata hejmaran (jimaran) dinirxîne. Her usa dereng, Friedrich Nietzsche îdêalîzmê wekî ‘Derewkarîya Bilind’ binav dike. Dij wê têbînîê, Platon delîl dike; ‘Pîtagoras dema jîyana xwe da xudan autorîtêtekî bilind bû û her usa shagirên wî, her usa peyhatîên wî jî, li gor perwerda dibistana wergirtî û berfirehkir, xudan hurmeteke bilind, yên mirovî bûn di nava merivên hevdemên xwe da.’  (Rep. 600 b) Zanînêd zêde, derheqa Pîtagorasî da nînin. Heykela hebûna wî bi lêgêndan va hatîye nixêmandin. Nivîsên pey wî ra nemane, lê merivên dema wî da, yên wî wek hevgirteke civakeke (Ordên*) vesharte dor xwe kom kiribû, qîmeta bilind didane mîrata wî ya zanînan û bi awayekî di nifshan da bi devkî derbazbûî xwe gîhandine dema me. Ew hevgirta (Ordêna) hey a felsefî  û zanistî bû, hey jî ya êtîkî û olî, bi awayeke zêde jîyana (Sofîyan. Sophik; Philos; Sophos) askêtî, ku xudan wata kêmnefsî ye, (Ascetic. Minimalistic) kêmdaxwazî ye.  Ji vê prînsîpa moral-hebûna hishmendî û gyanî meriv dikare bi dilnîyaî têderbixe, ku Pîtagoras û pishtgirê perwerda wî, xwe bi ramanvanîya xwe ya heyî guncaî yên ramanvanîya ‘Dûalîzma Orfîkî bûn, ku perwerde ya cîguhartina giyanan (ruhan) domandin. Balkêshîya lêkolînerîya Pîtagorîyan ser zanistên navdayî, xudan hurmeteke birêvebir bû.

ß) Ordêna Pîtagorîyan ya Kevin; (Orden*. Hevgirt)

Ordêna Pîtagorîyan, ku Pitagoras bi xwe li Kroton damezirandibû û birêva dibir, em wek ‘Hevgirta Pîtagorîên Kevin’ binav dikin. Wek endamekî wê hevgirtê bijîshkê (hekîm, doktor, mêdîtsîn) Alkmaionê ji Kroton bû, yê ku mejûê meriv (hish, aqil, mejû) wekî organa navendî, nas kir û binav kir. Her usa jî Astronom* Philolaos, (kurdî: Fîlolaos) yê gelekî berî ‘Dema Nû’ da zanibû, ku planêta Erdê ne di nîvê kosmosê da ye. Di nîvê sedsala 5a dudan, ev hevgirta (orden) wekî yekgirteke bi ramanên asta Arîstokratî û xudan hurmeteke bilind bûn, wek partîyeke dêmokratî pêshda hatibû û xudan giranîya xwe bû.

c) Ordêna Pîtagorîyan a Nû;    

Ev ‘Ordêna Pîtagorîyan a Nû’ bi cîhê xwe li Tarêntê, heta sedsala charan xwe li wir jîyand. Merivên xwe di vê hevgirtê da kom kiribûn; û her ew, wiha derheqa wan da digot Arîstotêlês, dema ser ‘Xwebinavkirî Pîtagorîên Îtalîa’ dianî ber hev. Meriv divêt du gulîên ramanvanîya wan ji hev cuda bike; yekcar akûsmatîkîyan (acusmatic) ya dudan ‘Pîtagorîstan’, yên bi awayekî konsêrvatîv xudan raên ‘jîyana serkevtî’ bûn, ku bi askêtî, xwe bi nevfsbichûkî ji xwarina gosht, masî, lobî (fasolî) û vexwarina sheravê dûr digirtin. Wan her usa jî xwe nedishûshtin, her xwe di lêkolînên zanistan gîro dikirin û jîyaneke kocherî (derwêshî) derbaz dikirin. Û pey ra mathêmatîkêr, yên tevlîbûna Arîstokratên ramanvanî, yên Heîyêd (Moral-prênsîpêd) ordêna kevin bi qîmet dikirin, bi taybet heîyêd wek mûzîk, matêmatîk, gêomêtrî, astronomî û mêdîtsîn. Bi wan ra dihatine hejmartinê; Arxîtasê (Archytas) ji Tarêntê (Tarent) ê bi Platon ra heval bû, Hîkêtasê ji Syrakûsê, her usa Pîtagorî Êkfantos (Ekphantos) û Hêraklêîdês (Herakleides Pontikus) Pontîkûsê ji Akadêmîa kevin, cîhê ku ev her sê yên dawî perwerde wergirtibûn, ku Erd xwe dora nêva xwe da dizivirîne. Dereng, ji Hêraklêîdês Stratonê ji Lampsakos ê Pêrîpatêtîkêr (Peripatetiker) Arîstarx ê ji Samosê, ti wê têbînî da, ku Erd ne tenê xwe dora shîsha nava xwe dizivirîne, lê belê pêshvechûna xwe, di shirove ya xwe ya Êklîptîk da dide  binbandor dibin. Êklîptîk, (Ecliptic) têorîyeke, Sêlêûkos (Seleukos) ê Sêlêukêia (Seleukeia) (nêz. 150 ber. Z.) wekî ‘Kopêrnîkûsê dema kevin’ heman lêkolîn û dilnîyaî dabû.

d. Stîla jîyana Pîtagorîan;

Morala ramanvanî, (ruhî, gyanî) wek ‘kodêksa moralî’ ya pîtagorîyan, stîleke jîyanî ya pîtagorîyan damezirand. Bingeha vê jîyanstîlê ji sereta xwe ji ramanvanîya, (perwerde) Orphîkêran pêktê, ku perwerdeya geshtîyarîya gyanî ye (cîhguhartina ruhan) û wiha tê shirovekirin: Gyan, (ruhi) ji cîhaneke din tê, ew tewanbar bû û divêt bi bedenê va bê girêdan, (zincîrkirin) divê jîyaneke sizexwarin û geshtîyarî bike, heta wê karî xwe ji beden (lash) û hestîyarîe rizgar bike da bibe gyanekî tam. Beden (lash), tabûta Gyan e (Ruhi). Lewma jî perwerda wan derheqa geshtîyarîya (rêwîtî) gyanî ye, ku divê xwe di pêvajoya (domandina) jîyanê da, xwe ji tewanbarîên kirî bijon (paqij) bike, anku ‘xwe di paqijkirinê da bipêche’. Bona vê ‘rêwîtîyê’, yanê geshtîyarîya bijonkirina gyanê, ev chalakî bibûne prînsîpên jîyana rojane; askêz, (ing: ascetic. kêmxwarin, kêmdaxwazî) yanê nefsbichûkî, (gebot) her usa têgîhîshta xwedagirtina veshartên navxweyî, xweezmûnkirina herêvarî di kirên xwe (qenc, neqenc) yê wê rojê da, xebata gyanî, (hizrî) bi taybet di warê matêmatîk û felsefê da, ji kîjanê jî meriv pê gyanî dewlemend û hestbilind dibe, bi guhdarîya mûzîkê harmonîya nêva xwe, da împûlsan bide hestên asta gyanbilindker, ku beden cansax dike û her usa kûltûra fîzîkî, wek temrînê sportê, ku bedena cansax da ruhi jî cansax dike.  Jîyanstîla Pitagorîyan ra her usa nîshaneke taybetî ya xeysetî ye, merivên hemî cîhan hev ra wek bira bibînin, yanê mirovahî di cîhan da bi birayetî nase. Her biratîya hemû merivan dikare harmonîya gishtî pêkbîne. Ev jî xwe di ramanvanîya wan da dide nasîn, di kûltûra qîmetdana (bihaneyên) hebûnan da, ku gyan û beden hev di harmonîyekê da dadigirin. Ji van hemî heyîyan pêkhatina jîyana bi harmonîya xwe ya bi hêz, wek yasayeke jîyanê hev dadigire yek moralê da.

e. Mêtafîzîka Pitagorîyan; Jimar; Pêras û Apêîron; Harmonî û Kosmos

Di Mêtafîzîkê da Pîtagorîyan bi perwerda xwe, navek xwe ra chê kirin. Kakilê dîdaktîka wan ev têbînî bûn; Jimar, gemî, (keshtî, ragirê) hemî hebûna (tisht) ne. Bi ewê yekê prînsîpa heîyan, ne wek dihote gotin, di ‘Tisht’ (Matêrîa) da ye, lê belê di Forman da tê dîtin. Jimar heye ew yeka Formê dide, bi rê ya kîjanê jî netespîtkirî dibe tespîtkirî (Sînor, Pergal). Ev yeka derheqa Pîtagorîyan da, tomarên Arîstotêlês da têne xwendin. (Met. A, 5) Arîstotêlês bi xwe bi têzên wan ra  ne yekra ye. Ew zêde di wê bawerîê daye, ku dilnîyabûnêd Pîtagorîyan, di babeta Pêras, (Tespîtkirî. Bi Dawî) û Apêîron, (Netespîtkirî. Bê Dawî) her dimîne raê wan. Anku, li gor wan du prînsîp hene; Pêras û Apêîron. Ya birîyardar ew yeka ye, ku ew Pêras e. Ew Jimarê dike Jimar û ev yeka xût ew hebûne, ku Pîtagorî ser babeta mêtafîzîkê dilnîya gengeshe dikin;

‘Mezin, Heralîtambûî, Efirdara Her kira, ya erdî û ezmanî, ya jîyana her jîyanewerî, xudana seretaya her hebûnî. Ev hemûya, hêza hebûna hejmara ne. Bê wê (hejmarî) het tisht bêsînor e, Neron û nebînaî ye.’ (44 B 11). ‘Belkî, ev dilnîyabûnên encamdanên Pîtagorîan, yên hêsan û nedûrbînî dîyarin, wek Arîstotêlês derheqa ramanvanîya wan da dinivîse. Di Mûzîkê da meriv dikare bibîne, chawa sewtdanên cuda, di pêkhatên hejmaran da dikevine harmonîyeke xwe da û dengên bedew pêktînin, gava ew bi hejmarên wek notan da, di peyhevhatinekê da yekbûneke xwesh bo guhdarîê pêktînin. Ew vîbrasyonên oktavan pêktînin, wek dengdanên 2: 1, wek quint,* wek 3: 2, yanê jî, quart* wekî  4: 3. Bi jimarî û her usa gênîal bû ev têorîa ragîhandî, bona temamîya ramanvanîya heînê. ‘Li gor Pîtagorîan’ – didomîne Arîstotêlês, (Met. A,5; 986 a 3), – ‘Avahîa ezmên, bi gishtî harmonî û jimar in.’ Ev têorîa bû yekem destpêka lêpîvan û gotûbêjên dîroka ruhanî (gyanî) di babeta harmonîa qadan (war) da. Her usa, harmonîa hejmaran.

f) Cîhansalên* Mezin;         

Bi awayekî dîyarker (markant) beranber dibe perwerda pîtagorîyan, derheqa Cîhansalên Mezin da. Protsêsa (pêvajo) Cîhanê, li gor wan ne hebûneke rastxetî ye, lê belê ji zivirên (zyklen) mezin e. Pêkhata stêrkan û sîstêma cîhan, xwe dîsa vedigerine ser dora xwe û cîhê xwe û demjimêra cîhanan ji nûva dest bi jimara xwe dikin. Ji bêdawîyekê heta bêdawîya din. Her tishtên bichûk, heta yên mezin, her pey zivirekê vedigerine ser warê xwe yê destpêkê, yanê seretaya xwe. ‘Ezê dîsa ber we rawestim û we perwerde bikim’ – divê ev yeka ji Pitagoras ra bihata gotin. Perwerda ‘Zivira Seretaê’ ya her tishtî da, ramanvanîya kosmosî bi awayekî gelekî dûrbînî û zîrekî hatîye pêshxistin. Ev yeka, anku encamdana, her usa jî ser hindik warbabetên din da jî, wek psîxologî, êthîk, maf û fîlosofîa komarî, wek bandordar derbaz dibe: ‘Yêd Fêriz hîn dikin, ku erd û ezman, xudawend û meriv civakekî hevgirtene, Rêkûpêkî, (Ordnung) Pîvan e û Dadrastî. (Gerechtigkeit) Lewma jî, pitagorî evan hebûnan wek Kosmos binav dikin.’ (Platon, Gorg. 508a). Bingehdara Navdana Kosmosê Pîtagorîyan ra Jimare ye.

g) Nûyeke Taybet (Spezifisch Neue):

Chendîn  rezdar, (sûdmend) yanê xudan daîna rezên berbicheve ev prînsîpa jimarê di nava dîroka ramanvanîê da, pêshketina xwezazanista dema me ya modêrn bi delîlan nîshan dike, ku jimar zêde û zêde xudan girîngîyekê ye di jîyana mirovahîê ya praktîk da dijî. ‘Encamdana lêkolînên Pîtagorôiyan hîngî împûlseke bi hêze, ku ew bo îro û pêsheroj jî wek mezintirîn dîtin, yan têderxistina wane bo zanista mirovahîê ya gishtî… ‘Heger di harmonîyeke mûzîkalî da, kakilê strûktûreke matêmatîkî wek kakilê hebûna xwezayî (Wesenskern) bête naskirin, hîngê divêt (alm. ordnung. kurd. Rêkûpêkî, pakî, chakî) durustîyeke hishane, yanê hishlêbirînê, (pêpejirînê, heger wek wergêr, sînonîm*eke (hevalnaverokî) guncayî peyva almanî, ya orîgînala (sinnvoll) em bêjin hishtamî) ye. Her usa dubare; heger strûktûra matêmatîkî da rêkûpêkîya hishtamî, (tamhishî. tamramanî) wek kakileke hebûna xwezayî bê naskirin, divê xwezaya dora me xudan wateya rêkûpêkîya hishtamî, anku kakilê matêmatîkî ya Yasaxwezaê.’ (Heisenberg) Ku hebûna tishtan jimar in, Pîtagorîyan ev yeka hîn nedikirin. Tomarên, di wî derheqî da agahdarî didin, ku Pîtagorîyan tishtan (hebûn) weke jimareyan dinirxandin, li gor wan ew jimare, xwe bi kurî tînine chapê (nivîsînê) û pey ra, meriv nikare wan biguwêshe. Pitagorî eshkerebûna Hebûna Sînorkirî û Sînorber dinirxînin; cîhê ku Form û Hejmar lê hebe divê hejmartin (Stoff) Kudor jî lê hebe, heger Jimar û Form xudan Hisekî bin. Li himber Mîlêzîyan Pîtagorî xudan sînordanîna zêde pêdawîstî bûn. Yên pêshî her derheqa Hebûnêd Gishtî hîn dikirin, ku hebûn bingeha her tishtî ye, lê belê bê ku bibînin, ku xweserîbûneke îndîvîdûêl divê (tisht) kudor shirove bike. Meriv divê ne tenê bipirse, tisht ji chi pêkhatine, lêbelê chi bi heyîya seretayî hat û her usa hebûna ewê tishtî chawa xwe shirove dike. Ya dawî Pîtagorîyan chareser kirin, bê ku ya pêshin bê guhdarî nehêlin. Wan yekem car Form nirxandin, ku Kudor pêktîne, ronahîyek anîne ser vê babeta lêkolînê.

Chevkanî (Bîblîografî): E. Frank, Plato und die sogenannten Pythagoreer (1962). K. Kerenyi, Pythagoras und Orpheos (Amsterdam 1939). K.v. Fritz, Pythagorean Politics in Southern Italy (New York  1940). E. Schrödinger, Die Natur und die Griechen. Kosmos und Physik (1956). M. Timpanaro-Cardini, I Pitagorici. Testimonianze e frammenti (Firenze 1958). Ji originala pirtûka Johannes Hirchberger /Geschichte der Philosophie/ Teil I. (Band I)

Xwendevanê Kovara Philosophia,

wek min berê jî gotîye, em Kurd, neteweyeke ji gelek alîên rewshenbîrîya cîhanî bêpar mayî ne. Hilbet, cherxa felekê, dagirkerêd cînar, ji seretaî va derfet nedane gelê margînalîzekirî ew bibine xudan destkevtên mîratên felsefê, hebûnekê ku ramanvanîya merivan ra rêvekir bûn, bona vekirina dergehên zanînên kûr, zanistên ramanvanîê, têorîên cuda derheqa efirandina mîtosan, efirînerê wan û hokerêd efirîna wan di nava bêjimar gelêd cîhan da. Hilbet ev yeka, yanê ev hebûnêd em ser rûpêlên xwe diweshînin, di nava cîhana pêshketî da hebûneke buhurî ye, lê me ra gelekî nû û nenas e. Û hîngî ez li wê raê me, ku em Kurd divê chendîn jî ev yeka ne dereng be, divê ji seretaî bête naskirin. Ev sereta ya, ku ji berî zaîna Îsa, heysht sedsalê berî zaînê destpê bû, em nikarin sûdê ji van zanînan wergirin, heger nechine destpêka efirandina ramanvanîê. Her usa, Antîka Grêkan û Romaîyan. Grêk, yanê yûnan (yewnan) ew gel e, ku pêshîya hemîyan wek tomarên wan delîl dikin, xudanêd efirandina mîtologîê bûn. Mîtologîyan jî împûlseke (livandar, hereketdar) mezin dane fantazîên mirovahîê, bi taybet; hunermendên wek; dramatûrgan, helbestvanan, peykersazan, shêwekaran, stiranbêjan. Zanistvanên wek; mêtafîzîkêran, astronoman, bîologan û zoologan, gêografan. Û wek ya dawî jî, ku zanistvanan ra girêdaî ne, ew jî ramanvan (fîlosof) in, ku gelek fênomênên xwezaê û her usa fênomênên derûnîya (psîxologîya) merivan da, bihaneyên, wek Moral û Êtîk û Polîtîk va lêkolîner bûn, keda xwe di berfirehkirina maf û hebûnên mirovahîê dane. Ev wergera min ya ji zanyar-pisporekî alman, ku bo nasîna me kurdan xudan buhaneyeke bilind e, derfeteke qenc dide em bizanin, ka mîtologî chendîn bingehedarê wan hebûnane, ku heta îro jî xudan bandoreke berbicheve di gelek warêd jîyanê me ya îro da. Û zêdeyî wê, paradokseke ku ew zane û lêkolînerê ramanvan, berî sê hezar salan chendîn pêshkevtî, bê têknologîyan û bê derfetên zanistê yên îro heyî, xudan zanîn û her usa vîzîonên dûrbîn bûn, ku em ji rastîên wan dimînin zendegirtî. P.S. Ev wergerana, ku ez hêvîdar im ji we ra sûddar be, destpêka wergerane û emê xwe ji seretaya van hebûnêd qîmetbilind, her hejmarekî xwe da rûbirûî we bikin.

  • Dr. Casoê Wezir Serhedî   
  • 01.09.2023
  • Di Hejmara Pêncan a Philosophiaê da hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button