
Jean Jacques Rousseau (1712-1778): Ramanwerekî fransî ye û nivîskar e. Di derketina Şoreşa Fransî de meriv dikare bibêje ku bandora ramanên Rousseauyî, gelekî mezin e. Piştî ku tê dinyayê, dêya wî diçe ber heqiya Xwedê. Bavê wî dest jê berdide û koçê bajarekî din dike. Li ser vê yekê Rousseau fersenda perwerdehiyeke baş nabîne. Rousseau, di gelek karên cûrbecûr de dixebite. Lê mixabin, di tu karî de bi ser nakeve. Heta demekê di malekî de, karê navmaliyê (qerwaşiyê) jî dike.

Gelekî, rêwîtiyê kiriye. Dest, ji protestanîyê berdaye û bûye katolîk. Di vê navberê de, dest bi nivîsê kiriye. Romanên wî di wê demê de, bi baldarî hatine xwendin û şopandin. Xebata wî ya bi navê ‘Gotinên li ser Zanist û Huneran’ hêjayê xelatê hatiye dîtin. Rewşenbîrên wê demê, girîngîyekê mezin dane ramanên wî. Demekê bi ansîklopedîzanan re xebitîye. Lê piştî demekê, dest ji wan jî berdaye. Ramana wî ya herî balkêş ew e ku bawerîya xwe, bi başîya xwezaya mirovî dihîne û dibêje ku ‘mirov, ji ber xwezaya baş in’. Dîsa meriv dikare bibêje ku hînwerîya wî ya ‘Peymana Civakî’ gelekî balkêş e. Li gor gotinan; dibêjin li hemberî jinan, gelekî xirab tevgeriya ye. Bi jinekê ku di otelan de dixebitiya re, jiyana xwe berdewam kiriye û bûye bavê pênc zarokan. Hemû zarokên xwe daye mala zarokên sêwî (êtîmxane) û li ser terbiyekirîna zarokan, pirtûkan nivîsandiye. Piştî ku şeht (felcoyî) bûye, çûye ber heqiya Xwedê.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 28.04.2023
- Çavkanî: Antolojîya Feylesofan – Alî Gurdilî / Weşanên Soran: 2015