Ji bo aligirên Dibistana Stoayê (Stoicism, Stoicism School, Stoaparêzî), felsefe ne tenê mijûlahîyeke wextên vala ye, lêbelê awayekî jiyanê ye. Li gor nêrîna wan felsefe, kiryarî (practice, pratîk) û hîndarîya, jiyanê ye. Felsefeya Dibistana Stoayê, felsefeyeke etîkî a ferdî ye, ku bi nêrîna wan a derbarê dinyayê û bi sîstema mantiqa wan a xwemalî, şekil girtîye.
Li gor hînwerîya wan, çend rê û rêgehên ku mirovan digihînine bextewarîyê ev in:
1 – Pejirandin û lihevhatina şert û mercên jiyanê û destkeftinan.
2- Rêlibergirtina hesta tirsê û daxwaza me a xwegihandina kêf û coşîyê.
3- Ji bo têgihiştina der û dora xwe û tevahîya dinyayê, tevgerîna li gor aqil û mantiqê.
4- Li hemberî xwezayê, cîbicîanîna wezîfeyên xwe yên ferdî û tevger û kirinên amizgerê xwezayê.
5- Pevxebata, bi mirovên din re û di têkiliyên civakî de, rastî û dirustî.
6- Di têkilîyên xwe yên civakî de, pejirandina prensîpa dadwerîyê.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 29.04.2023