Gotar: WergerPhilosophia

Îbnî Sîna û Spînoza

Prof. Ahmet Arslan

Di dîroka ramanê de pirsgirêka têkiliya felsefeyê û dîn, cihekî pirr girîng digre. Meriv dikare bibêje ku felsefe û dîn, ji roja ewilî ve tesîrê li hev dikin, tesîra wan li ser hev hebûye û ji hev ketûmet dibin. Dîn (ol, religion) jî, di nav wan civakên ku derketiye holê û pêşve çûye de, herdem cihekî navendî vegirtiye. Ez di vê niqteyê de naxwazim li ser danasîna felsefeyê bi awayekî dûr û dirêj rawestim. Lê sûdmend e ku ez bibêjim ev pirsgirêk bi awayekî balkêş, pirsgirêka herî girîng a felsefeyê ye. Bi tenê ez dikarim bibêjim taybetmediyeke wê a girîng ew e ku bi sebebên ku xwe dispêrin aqil re, livdariyeke ramanî ye û bi vê yekê jî, dixwaze mafdariya xwe nîşan bide. Bi vê yekê ve girêdayî: Wesfeke din jî a felsefeyê ew e ku felsefe mîna zanistê (bilim, science), qîma xwe tenê bi xebatên entelektuel û teorîk nayne û di heman demê de, ji celebên pratîk xwediyê fikarên ehlaqî û siyasî ye jî. Bi gotineka din: Di felsefeyê de meriv hem di derheqê xwe û gerdûnê de zanayiyan (bilgi, knowledge) dide û hem jî, li gorî wan zanayiyan pêşniyarîya (önerme, proposition) jiyaneke şexsî û ehlaqî jî dide û heta vê yekê, dixwaze jî.

Herwiha, heke em li ser etîmolojiya peyva philosophiayê hûr bibin ku peyveke yewnanî ye, em ê bibînin ku maneya peyvê ne tenê hezkirina zanayiyê ye. Ev peyv di maneya hezkirina zanyariyêde ye jî û ji bo jiyana mirovî, maneyekê wê heye. Li hêla din, em dibînin ku dîn jî bi taybetî ji bo mirovan xwediyê hînwerîyeke (doctrine) bextewariyê ye, yan jî, xwediyê îdiayeke (angaşt) wiha ye. Armanca bingehîn ya dînên hene; bi taybetî jî armanca dînên mezin yên bûne sazî û birêxistî kirine, rizgarkirin û bextewarkirina mirova ye. Dîn, armanca esasî ya afirandina mirovan radigihîne wan û bi rêgeha (method) weazê jî, jiyaneke li gorî vê krîterê (pîvan), destnîşan dike. Ji bo vê yekê, di dîn de yekûna rê û rêzikên, tevgerînê û jiyaneke baş, pratîkên (kiryarî, practice) yekeyek in.

Bi rastî jî dînên mezin, mîna wekî misilmantî, xiristiyanî û mûsawîtîyê; ji ber wan taybetmendiyên xwe, berî her tiştî bi awayekî giştî wekî hînwerîyeke ehlaqî, ango wekî şerîetê dertêne holê. Encax ev yek nayê wê maneyê ku di dîn de, hêmanên entelektuelî û teorîk, tune nin. Lewra, çawa ku me li jorê jî go; dînên mezin berî her tiştî xwediyê wê hînwerî û teza (thesis, sav) bingehîn in ku li gorî vê tezê pêwîst e mirov li gor wan bijîn û encax, bi saya vê yekê ew dikarin xwe rizgar bikin û bextewar bijîn. Baş ek (pak, qenc) bilind heye û ew, xwediyê zanayiya (zanînî, bilgi, knowledge) wê baş a bilind in. Ji ber van sebeban: Dînên mezin jî, mîna felsefeyên mezin xwediyê metafîzîk, kozmogonî, psîkololojî (ruhnasî, psychology) û antropolojîyê (mirovnasî, anthropology) ne û dîsa wekî felsefeyê, nêrîneke mezin a dinyayî ne. Helbet divê em vê yekê jî bibêjin, ku rêgeha nêzîkwerîya (approach, yaklaşım) felsefeyê, di esasê xwe de ji nêzîkwerîya dîn cuda ye; aqilane û rexnegir e û bi zanistê (science, bilim) re jî, têkiliya wê xurt e. Heçî dîn e, rêgeha bidestxistina wan zanayiyan ku ew dibêjin em xwediyê wan in; ji aliyê struktûrê ve, meriv dikare bibêje ku xwediyê taybetmendiyeke ferasetî ye. Lêbelê, ev yek nayê wê maneyê, ku di navbera felsefe û dîn de cudahiyeke ku bi kêrê hatiyê birîn, heye. Lewra di nav ehlaqeke herî hişk, kevnoşopî û dînî de jî, hêmanên rexnegir û aqilane hene û wisa jî, ehlaqeke felsefeyî, rexnegir û aqilane jî; ji wê hînbûniya civakî-dîrokî a ku jê derketiye holê, bi temamî ne serbixwe ye û bi tenê, ji valahiyeke takekesî-entelektuelî nayê zayînê. Pirsgirêka, têkiliya dîn û felsefeyê di Serdema Navînî de, di cîhana îslamî û xiristiyanîya rojavayê de jî, cihê xwe ê girîng parastî ye. Lêbelê di serdema me de, meriv nikare bibêje ku girîngiya vê pirsgirêkê, hê jî cihê xwe wiha diparêze. Tenê meriv dikare bibêje, ku pirsgirêka têkiliya ol û felsefeyê, ji aktualîteya xwe tiştek winda nekiriye.Lêbelê, di dema me de ev pirsgirêk (arîşe, problem), zêdetir veguheriya ye pirsgirêka têkiliyên dîn û zanistê, yan jî bi awayekî êdî giştî, veguheriya ye pirsgirêka têkiliya aqil (reason) û îmanê; yan jî, zanayî û bawerîyê.

Meriv dikare bibêje ku hebûna xwe jî, bi vî rengî berdewam kiriye. Bêşik, zahf jî ne zor e ku meriv di Serdema Navînî de sebebên gengeşeya vê pirsgirêkê fam bike. Di Serdema Navînî de, hem civaka xiristiyan a rojavayî û hem jî, civaka îslamî a rojhilatî, di esasê xwe de civakên teosantrîk (theocentric) in. Bi vê gotinê, ez behsa civateke wiha dikim ku hemû saziyên wê yên civakî li ser têgiha dîn hatine damezrandin, ku nirxên wê yên ehlaqî û çandî jî, bi piranî ji aliyê dîn ve dihe destnîşankirin. Bi vê yekê re jî, ew civak dibe civateke teosantrîk. Bêyî guman di civateke wiha de ku dîn lê destnîşankar e, aqilê mirovî jî hewl dide da ku ji xwe re di hemû qadên jiyanê de cihekî bigre. Têkiliya dîn û felsefeyê yan jî aqil û baweriyê, wekî dihê zanîn pirsgirêkeke bisitirîn e.

Çareserkirinên ji bo vê mijarê were dîtin jî, dê ew jî hinek pirsgirêkên din bi xwe re bînin û ev yek, dê rê li ber, rabûn û êrîşên zanayên dîn û felsefeyê vebike. Ji ber vê çendê jî em dibînin ku di dîrokê de gengeşîkarên vê pirsgirêkê, zêdetir mirovên xurt û wêrek in. Ji wan aqilên mezin û wêrek; yek di cîhana îslamî de Îbn’î Sîna ye û ê din jî, li cîhana rojavayê di serdema nû de, Spînoza ye. Li gorî nêrîna Îbnî Sîna; mirov, ji heywanan cuda ne û bi serê xwe tenê, nikarin bijîn. Ji bo ku mirov bikaribin hebûna neslê (nîjad) xwe bidomînin, pêdiviya wan bi jiyana civakî û ji bo pêkhatin û domandina jiyana civakî jî, rêveberiyeke edaletperwer û bi qanûnên dadmend heye. Dîn jî, di esasê xwe de qanûnên dadmend in û pêxember jî, qanûnçêker in. Di vê rewşê de, wazîfe û erka pêxemberîyê, wezîfe û erkeke ehlaqî û siyasî ye. Ji bo birêveberina karê dinyayê a dadmend jî, pêdivî bi serokatiya civakî û siyasî heye. Encax, birêvebirina vê dinyayê a dadmend, parçeyeke wê bextewariya resen e ku di siberojê de li benda mirovî ye. Lewra, ji bilî vê dinyayê dinyayeke din heye û li wê dinyayê jî, qedereke din li benda me ye. Mirovahîya mayende û bextewarî, li wê dinya din e. Ji bo bidestxistina wê dinyayê jî, pêwîst e li vê dinyayê neslê mirovan bidome û wezîfeya xwe bi cih bihîne. 

Maneya rêvebirîya dadmend, a vê dinyayê û maneya wan qanûnên, ku ji bo vê yekê divên jî, ev e: Gelo, çavkanîya zanyarîya pêxemberiyê û şirovekirina sazgêriya wê zanyarîyê çi ye? Li gor baweriya Îbn’î Sîna: Di nava mirovan de encax komeke gelekî biçûk dikarin di nava wan pêlingên (kademe) aqilê teorîk yên mirovî de xwe bigihînin radeya herî bilind a ‘aqilê bidestketî’, bi feyza xwedayî re têkiliyê deynin û bikaribin, jê heqîqeta hebûna mirovî û xwedayî fêr bibin. Belê, ew jî pêxember in. Peyamên ku pêxember wan tînin, deng li kê  dikin? Di rastiyê de, deng li hemû mirovan dikin. Lêbelê, bi taybetî deng li wî gelî ku bi hunerdarî (kabiliyet, şiyan) û derfetên xwe, ne xwediyê wê hêza gihêjtina heqîqetê ne, dike.  Li gor wê nêrîna ku çavkaniya wê gelekî kevin e ku ji alîyê Îbnî Sîna ve jî hatiye pejirandin, mirov du beş in: giregir (bijare, elite) û Gel. Giregir, ehlê aqil û gel jî, ehlê hêza xiyalê û îqnayê ye. Giregir, ji heqîqeta nedîtbar (soyut, abstract) û peytê (îsbat), gel jî, ji mînakên dîtbar (berbiçav, somut, concrete) û gotinan fam dike. Armanca pêxemberan ew e ku bi riya pêkanîna mebesta xwedayî, mirovan bigijîne wê bextewariyê; wê bextewariya ku ji bo wan hatiye afirandin.

Encax, ji ber ku piraniya mirovan ji vê têgihîjtina heqîqeta xwedayî û mirovî dûr in û ne xwediyê wan tevgerên li gorî vê krîterê ne; pêxember jî, wê heqîqetê werdigerînin zimanekî ku ew jê fam dikin û wisa jî, vediguhezînin wan. Û dîsa çend rê û rêzikên ku gel sebebên wan fam nake jî vediguhezînin gel û bi wan, wiha tê xwestin ku gel li hemberî wan rê û rêzikan ranebe û dixwazin ku berê mirovan bidin jiyaneke xwedan fazîlet. Pêxember ji bo bidestxistina armancên xwe, bi taybetî divê di du mijaran de bi dilniya bin û di wan babetan de, gelê xwe agahdar bikin. Ev mijar jî, hebûna Xwedê û jiyana siberojê ye. Encax, ev zanayî jî divê bi zimanekî ku gel (xelk) jê fam dike bin, ango divê zimanekî sade be. Mînak: Pêxember di derheqê wesfên Xwedê û cihê wî de, dê nikaribin bibêjin ku ew di nava sînorên gerdûnê de ye, yan li derveyê sînorên gerdûnê ye û dê nikaribin metafizîkeke, bi vî rengî bikin. Dê ji wan tiştên ku xelk wan hêja û gewre dibîne û qîmetê dide wan, dest pê bikin û wê bi mînakan, Xwedê bidin nasandin. Dê ji bo jiyana siberojê jî, heman regehê (rêbaz, method) bişopînin. Di jiyana siberojê de, bi taybetî dê li ser ezab û bextewariya ku li benda mirovî ye rawestin û encax, vê yekê jî dê bi şeklekî hêsan û sade pêşnûma bikin, da ku xelk jê fam bikin.

Li gor bîr û baweriya Îbnî Sîna: Heke dînek; di jiyana siberojê de ji nû ve vejîna bedenî, dîtina hesabê û cezaya bedenî û xelatan, fêrî mirovan neke û bi tenê behsa ceza û xelata giyanî bike, piraniya mirovan dê ji vê têgihiştinê dûr bin û wê ji bo jiyana siberojê, tu hewes û tirsê hîs nekin. Ji bilî vê yekê, Îbnî Sîna hewl dide da ku şert û ferzên dînî jî, bi awayekî aqilane şirove bike. Li gor baweriya wî: Ji bo ku hînwerîyên wan ji bîr nebin, cih bigrin, her zindî bimînin û belav bibin, divê pêxember hinek rê rêgehên nû jî peyda bikin yan jî divê wan biafirînin. Ji bo vê yekê jî, pêxember bêgav in hinek pratîkên ku Xwedê û jiyana siberojê tînin bîra mirovan, bi wan bidin pejirandin. Ev pratîk yan bi fermankirina hindek tevgeran (mesela nimêj), yan jî bi hinek qedexekirinan (mesela rojî) dertê holê û şekildar dibe. Dîsa, ji bo xurtkirin û berfirehkirina şerîetê, wê hinek dêlindêz û pêşniyarî jî, lê werin zêdekirin (mesela hec, cîhad). Di encamê de, gelo têkiliyeka çawa di navbera dîn û felsefeyê de heye? Li gorî nêrîna Îbnî Sîna; hem ji hêla mijaran û hem jî ji hêla armancan ve, dîn û felsefe gelekî dişibine hev. Felsefe jî dixwaze ku bigihêje sebebê hebûna mirovî û xwedayî, bigihêje zanayiyên rast ên gerdûnî û li gor guncanitiya wê zanyariyê; yên baş nîşanî mirovan bide û wan bigihêjîne bextewariyê. Ferqa di navbera wan de, bi tenê di şeklê îfadekirina wan de ye. Felsefe, zanayiya lêhatî û peyîtandî a heqîqetê ye.

Dîn jî, zanayiya (bilgi, zanînî, knowledge) sehekî a heman heqîqetê ye ku bi awayekî mecazî, li gorî sewiyeya feraseta gel lê hatiye rikibandin. Li gorî vê yekê meriv dikare bibêje ku herdu jî, li gor civakên ku xîtabê wan dikin rast in. Lêbelê di maneyeke teqez û felsefeyî de; a ku rast e, felsefe ye. Encax heke em vê rûbirûkirinê ji bo feylesof û pêxemberan çêbikin, ji hêla xwedîbûna zanayiya lêhatî ve, di navbera wan de ferqek tune. Ji bo pêxemberan, meriv dikare behsa raserîyeke wiha jî bike: Pêxember ne wekî feylesofan in, ew bi rê û rêgehên denglêkirina mirovan dizanin û heta li gor guncanîya wan zanayiyên ku tînin, rêya rêvebirîya (yönetim, administration) gel jî dizanin. Pêxember tiştên ku jê re divên; wan di şeklê qanûn, rêzik û pratîkan de, bi gel dide pejirandin. Di vê niqteyê de, ez bersivandina vê pirsa ku dê were aqilê we jî sûdmend dibînim: Li gorî vê teoriyê: Gelo ol nakeve wê rewşa zanayiyeke qelp û qanûnên dînî yan şerîet jî nakeve rewşa amûrên qelp yên ehlaqî-siyasî ku ji bo rêvebirîya gel, lê hatine rikibandin?

Li gorî baweriya me: tawanbarkirina Îbnî Sîna û feylesofên îslamî yên ku beriya wî û piştî wî hatine û heman nêrînê bi guhêraniyên biçûk pejirandine, ne rast e. Lewra, ne di ramanên Îbnî Sînayî û ne jî di ramanên feylesofên îslamî de, ji bo pejirandina hebûna bedgumanî (waswas) yan jî durûtiyekî, sebebek mafdar tune. Çimkî li gor dîtina wan; yên ku dîn afirandiye ne mirov in, Xwedê ye. Xwedê bi xwe, bi rêyeke din û bi zimanekî ku jê fam bikin, xwestiye ku deng li mirovan bike û wan bigihîne rizgariyê, ku mirov bi serê xwe tenê ne xwediyê wê hêza gihêjtina bextewariyê ne. Dîn bexşeke Xwedê ye, ku daye gel. Pêxember jî, ne sextekar in. Berevajîya vê yekê, pêxember bi saya wan taybetmendiyên xwe yên darberz û li gor pêdiviyên wê zanînîyê, xelkê xwe ber bi rêya bextewarî û rizgariyê ve diajon.

Em werin ser ramanên Spînoza: Spînoza di sala 1970an de di berhema xwe ya bi navê ‘Li Ser Dîn û Dewletê’ de li ser vê mijarê rawestiya ye. Bi vê pirtûka xwe re, Spînoza dixwaze nîşan bide ku di siyasetê de pêdivî bi nêrînên dînî tune û nabe ku nerîna dînî, di siyasetê de bibe xwedan rol. Her wiha, dixwaze ku qada siyasetê ji qada dînî  cuda bibe û siyaset jî, ji bin tesîr û desthilatîya dêrê rizgar bibe. Wekî dihê zanîn, Spînoza di vê berhema xwe de bi giştî, di bin tesîra feylesofên îslamî de maye; bi taybetî jî, di bin tesîra ramanên Îbnî Sîna de maye. Lêbelê, bi awayekî ji wan cuda; hewl daye ku taybetmendîya ehlaqî a dîn zêdetir derxe pêş û aliyê dîn ê entelektuel-teorîk jî, li ber siyê bihêle û bi vî awayî jî, qadên dîn û felsefeyê, bi temamî ji hev cuda bike. Teza wî ew e ku dibêje; dîn bi tenê şîreta edalet û hezkirinê dide, hînwerîyeke ehlaq û bextewariyê ye ku armanca wê jî, bextewariya mirovî ye. Li hemberî vê yekê jî: Her cure zanayîya (zanînî, knowledge, bilgi) heqîqeta entelektuel-teorîk, tenê di felsefe û zanistê (bilim, science) de heye. Rawestgehên vê teorîyê yên ku berbiçav in û bala mirov diçe ser wan ev in: Spînoza wiha bawer dike ku taybetmendîya herî giring a pêxemberan, xwedîbûna wan a hêza xiyalê ye.

Li gorî angaşta Spînoza: Tiştê ku ji pêxembertiyê re divê ne aqilekî darberz, hêzekê xiyalê a zindî û xurt e. Di warê şirovekirina sazgêriya pêxembertîyê de jî, Îbnî Sîna zêdetir xwe berdide nav hûrgilîyan. Spînoza wiha bawer dike ku pêxember, xwedîyê hêza veguhastina heqîqetên felsefeyî-giyanî ne û di heman demê de ew kes in ku wan bûyerên diqewimin, wan bi resenîya wan jî dipejirînin. Herwiha ew wan heqîqetan, di çarçoveya nêrîn, hînbûnî û afirîşa (tebîet) xwe de, bi awayekî sembolîk û sehekî dipejirînin jî. Heke pêxember gundî be; dê di wehiya xwe de, çêlek û gayan, heke leşker be; dê artêş û fermandaran, heke destûrmendekî sarayê be; dê qral û textan bibîne. Alameta herî girîng a rastiya peyamên pêxemberan, herçuqasî keramet (mucîze, miracle) bin jî; a herî girîng ew e ku ew peyam, hînwerîyên ehlaqî yên rast in.

Li gorî ramanên Spînoza: Armanca peyamên pêxemberan ew e ku mirovan, vexwînin jiyaneke sade (têrwate) û xwedan fazîlet (dilpak). Herwiha wesfen sereke yên pêxemberan, ne zanyarîya wan (di warê tiştên xwezayî û giyanî de) e; zanyariya wan ji dîndarî, dilpakî (erdemîtî) û ehlaqdarîya wan tê. Dîn bi xwe jî, ne fizîk yan metafizîkek e û pêxember jî; ne fizîkzan, ezmannas an jî metafizîkzan in. Lêbelê ev yek nayê wê maneyê ku dîn, di naveroka xwe de tu hêmanên metafizikî û entelektuel-teorîk yên ku ji hêla zanayîyê ve xwedanqîmet in, nahewînin. Ew bi tenê, zanayîyên spekulatîf diguncînin ku ji bo jiyanekê xwedan fazîlet û rast, pêdivî bi wan tê dîtin. Wan zanayiyan jî, çawa ku Îbnî Sîna jî gotiye; meriv dikare bi du pêşniyarîyan bibêje: 1- Xwedayekî serwer ku bala wî li ser hemû tiştî ye; ji mirovên qenc, hez dike.  2- Xwedayekî ku ji mirovên xweynamûs û xwedan fazîlet in, hez dike û wan xelat dike. Mirovên ku beravajîya vê yekê ne jî, wan ceza dike. Li gor nêrîna Spînoza: ‘Armanca pirtûka pîroz, ne fêrkirina zanistê (bilim, science) ye. Ew ji mirovan, tenê stûxwarkirinê dixwaze, ne ku nezaniyê. Pirtûka pîroz, tenê serkêşîyê (bêîteatî) mehkûm dike. Îman, bi tevgerê (kirin, nekirin) re têkildar e û tevger e. Mirovên ku xwediyê bawerîya qenc (baş) in; ne kesên ku di asteka bilind de xwediyê zanîna sebeba ne. Lêbelê, xwedîyê baweriya herî qenc (baş) ew kes in, ku ber bi hêla edalet û hezkirinê ve, tevdigerin.’ Spînoza, ji vê xalê encameke derdixe ku ev encam di civakên hemdem de xwediyê cihekî pir girîng e. ‘Mirovên li ber fermana Xwedê ranabin, lê di baweriyên xwe de ji mirovên din cuda difikirin û dîsa jî, heke tevgerên rast û xwedan fazîlet nîşan bidin; bawerîya wan, rast e. Ne mirov, lê divê qeneet (yeqînî) û tevgerên serkêş, mehkûm bibin.’

Spînoza jî; wekî Îbnî Sîna, mirovan dike du beş: giregir (bijare, elite) û gel. Li cem Spînoza jî, dîn di esasê de deng li gel dike û ji bo jiyaneke xwedan fazîlet û bextewar, tesîrê li hêza gel a xiyalê dike û wan, ber bi jiyaneke xwedan fazîlet ve diajo û ji bo pêkhatina vê yekê jî, zimanekî herî xwedî tesîr dihê bikaranîn. Girêdayî vê yekê: di pirtûka pîroz de daketina Xwedê a çiyayê Sînayê û bi erebeyeke agirîn derketina Elîas a esmên; di rastiyê de ji bilî sêwiranan (tesewir) û xiyalê, ne tiştek in û gelek bûyerên bi vî rengî, wekî rastîyan dihê vegotin. Di encamê de wekî hate têgihiştin; Spînoza di hinek xalan de ji Îbnî Sîna cuda dibe. Lêbelê, di bingeha teza xwe de çareserîya wî parve dike. Meriv dikare di vê xalê de bibêje ku felsefeya rojavayê a serdema nû, ji felsefeya îslamî ketumet bûye û vê yekê jî, xwe di vê mînakê de nîşan daye. Girêdayî vê mijarê: lêkolanên me nîşanî me didin, ku Spînoza bi rêya ramanên Maymonîdesî ku feylesofekî sedsala 12an û mirovekî mûsewî bû; bi awayekî giştî, ji Îbnî Sîna û Felasife, ketumet bûye û di bin tesîra wan de maye.

Di dawiya gotina xwe de, ez dixwazim derheqê teoriya Îbnî Sîna û Spînoza de, hinek nêrînên xwe yên şexsî jî bibêjim: Ez nizanim ev teorî rast in, yanê na? Lêbelê, li vê derê ew rastiya ku ez behsê dikim, rastiya zanistî ye. Lê wekî gelek kesan, ez jî wiha bawer dikim ku di felsefeyê de pêdiviya me, tu carê bi rastîyekê wiha tune. Di felsefeyê de tiştê girîng ew e ku derheqê pirsgirêkan de meriv bikaribe çareseriyeke giştî, aqilane û mantiqî bîne û bi vî hawî, şirove bike. Ji ber vê çendê, meriv dikare bibêje ku teorîyên Îbnî Sîna û Spînoza yên derheqê têkilîya dîn û felsefeyê de ne; wekî teorîyên (theory, dîtwarî) serkeftî xwiya dikin. Berî her tiştî, meriv dikare bibêje ku her du feylesof jî bi wêrekî nêzî vê pirsgirêka (arîşe, problem) navendî û kulturî bûne, ku di rastiya xwe de ev yek, ji bo civak û serdema wan, gelekî giring bûye. Zêdetirê vê yekê jî bi awayekî aqilane, mantiqî, rast û berfireh, şiroveya vê pirsgirêkê jî dane. Tiştê ez pê dizanim, di warê têgihiştina bûyera dîn û şirovekirina têgih û bûyerên dînên semawî de, psîkolojîya dîn a hemdem, civaknasîya dîn, felsefeya dîn û lêkolanên dîn yên kemperî (muqayeseyî), hê jî ne gihîştine encamên êdî serkeftî.

Prof. Ahmet Arslan

Çavkanî: SEMÎNER 4. Pirtûka vekolanên perwerde, felsefe, civaknasî, psîkolojî û Antropolojiyê. Weşanên Zaningeha Egeyê. Rêbendan 1985. Çapxana Şefeq Îzmîr.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button