Jiyana me ya rojane, pirî carê me bi gelek tiştên ku nepêwîst in mijûl dike. Ligel vê yekê çi dema ku em wext peyda dikin, em xwe ji wan pêdiviyên rojane rizgar dikin û li ser maneya wan difikirin. A niha wê demê em dest bi pirsên xwe yên bingehîn dikin, ku ew pirs ne pirsên rojane ne. Ew lêpirsîn û pirs, dibe ku bi gelek hêlên jiyanê yên cihê re têkildar bin. Mesela di warê siyasetê de, bi awayekî bêrawest mirov behsa ‘azadî’, ‘wekhevî’ û ‘edaleta civakî’ dikin û li ser wan mijaran digengeşin. Lê carinan mirovek dertê û pirsên mîna ‘baş e, bi rastî jî maneya rastîn a serbestîyê çi ye?’ yan jî ‘dema ku behsa wekhevîyê dihê kirin, em jê fahma çi dikin?’ dike û ew rewş, dibe ku vebiguhere rewşekê ku dahûrandina wê gelekî zehmet e. Mesela ew mirov dikare pirsekê wiha jî bike: ‘Gelo ma em jê biguman in, ku serbestî û wekhevî li dijî hev in û di pêvçûnekê de ne?’ Dîsa dikare bibêje ‘heke em serbest bûna, gelo wê demê em ê ne di rewşekê newekihev de bijîyan? Ev yek jî, bi tenê ma ne bi hebûna dewletê dikare ji holê rabe? Heke rewş wisa be, ji bo me tu sûda guftegoya wan pirs û têgihan tune. Lewra, di vê xalê de nakokîyek heye.’ Çi dema ku mirov pirsên bi vî rengî bikin, meriv dikare bibêje ku ew êdî bi awayekî felsefîk difikirin. Pirsên ku me li jorê wan wekî nimûne dan, mijarên felsefeya siyasetê ne û pirsên felsefîk in.
Her warê jiyanê, dibe ku rojekê bibe babeta pirsên bi vî rengî yên bingehîn. Ango her warên jiyanê, dikarin bibin mijarên bingehîn yên felsefeyê. Hemû gotinên ku dihên gotin, divê bikaribin verin rexnekirin, dahûrandin û lêpirsîn. Lewra ji bo felsefeyê nîqaş, îdîa û peyitandin girîng in. Lewma jî carinan wiha jî dihê gotin: Ji bo kirina felsefeyê, herî kêm du mirov pêwîst in û felsefe, bi hinekên din re pêkanîna çalakiya lêgerîna heqîqetê ye. Hiqûqzan (mafnas) bi awayekî bêrawest behsa sûc, bêtawanîtî, dad û dadgehekê dadwer dikin. Dîsa doktorek, dema ku pirsa ‘tenduristiyeke bêhempa heye gelo yan na? Heke tunebe, wê demê em ê çawa bikaribin behsa xweşiyê bikin?’ ji xwe bike, eşkere ye ku wî dest bi felsefeya tipê (tenduristiyê) kiriye. Di hemû warên jiyanê de, şaxê felsefeyekê ku li rêbaz û têgihên bingehîn yên giştî vedikole heye. Lewma felsefeya zanistê, felsefeya dîn, felsefeya ehlaqê, felsefeya heyînê, felsefeya siyasetê, felsefeya zanayîyê, felsefeya jiyanê, felsefeya mirovî û hwd. hene. Pêkhênerên babetên navborî, bala xwe herdem didine felsefeya mijarên xwe û li wan vedikolin. Feylesofeke felsefeya siyasetê, dema ku pirsa ‘azadî çi ye?’ dike, divê meriv pê bizanibe ku daxwaza wî ne tenê wergirtina danasîneke (pênase) wê têgihê ye. Derdê feylesof heke bi tenê ev bûya, bêguman dikaribû li ferhengê jî mêze bikira. Heçku pirs, ji maneya peyvê berfirehtir e.
Bi riya wê pirsê, feylesof dixwaze ku di jiyana me de bi rol, girîngî, pêdivî û bi maneya peyvê (têgih) jî bizanibe û bi awayekî nedîtbar, li ser têgihê bifikire. Dîsa bi rêya wê pirsê, feylesof dixwaze ku hem hişê (zêhn, mind) xwe û hem jî hiş û aqilê me rohnî bike. Xebateke tesîrdar û efsûnî be jî, ronîkirin û pênasekirina têgihan, suretê felsefeyê a xwiyakirî ye. Heçku feylesofên mezin, xwe bêtir berdana kûrahiya wan têgihan û li hêlên bingehîn, yên jiyana me vekolane. Mirov, çavên xwe li dinyayeke nenas vedikin û pê nizanin, ka ew çawa hatine vê dinyayê jî. Aşkere ye ku ji hêla wesfên xwe yên bingehîn ve, çarçoveyeke dinya me a ku ji dem û warê pêk hatiye heye û ev çarçove, gelek objektên madî yên cihêreng diguncîne. Ji ber vê çendê jî, feylesofan gelek pirsên bi vî rengî pirsîne: ‘Dem (zeman) çi ye?’, ‘Gelo bi rastî jî, hemû tiştên ku henê (mirov jî di nav wan de) objektên madî ne yan na?’, ‘Gelo, ma rast e ku ji bilî madeyê tişteke din tune?’, ‘Tiştekê ku ne madî be, çawa dikare hebe?’ ‘Heke bikaribe hebe, xwezaya wê hebûnatiyê çi ye?’ û xwestine ku xwe bigihînin maneya objektan (heyîn) yên berfireh û kûr û têgihiştineke wan a gelemperî (giştî). Dema ku vê yekê pêk dihînin jî, mîna mijareke pîroz li meseleyê mêze nakin û xwe naspêrîn peyvên desthilatdariyekê. Dibe ku mîna şexseke, baweriyeke feylesofan jî hebe û ew jî, şexsên bawermend bin. Bêguman, em dizanin ku feylesofên xwedênenas jî hebûne, hene û wan jî baweriya xwe, bi baweriyeke pîroz neanîne û naynin. Lê em dizanin ku gelek feylesofên mezin jî, xwediyê bawerîyên dînî bûne. Ligel vê yekê ji bo peyitandina (piştrastkirin) felsefeyên xwe, tu carê serî li dîn nedane.
Peyîtandineke felsefeyî, delîlên xwe mîna delîlên aqilane (zêhnî, hişî) di nava xwe de diguncîne. Lewra tiştên ku felsefe ji me dixwaze ne bawerî yan serîtewandinek e, pêrazîbûneke aqilane ye. Felsefe dixwaze ku sînorên aqilê me, nîşanê me bide û bizanibe, ka aqil ta çi radeyê dikare bizanibe? Tiştên ku felsefe dixwaze bi rêya aqil bi wan bizanibe, tiştên bingehîn in. Ji ber vê yekê jî felsefe, pirsên ku bi hiş (zêhn, mind) û xwezaya zanayîyê (bilgi, knowledge) re têkildar in dipirse. Ê baş e ji bo ku em bikaribin hemû pirsên xwe bibersivînin, divê em ji kû dest pê bikin? Bi rastî jî, gelo em dikarin bi tiştekê bizanibin? Heke em pê bizanibin, em dikarin bi çi bizanibin? Heke em pê bizanibin jî, em ê çawa jê bawer bikin? Bi gotineke din, em ê çawa bizanibin ku em dizanin? Pirsên bi vî rengî, meriv dikare bibêje ku pirsên bingehîn yên felsefeyê ne. Feylesof ji bilî pirsên ku bi cîhana me ya hawirdorî re têkildar in; pirsên ku bi xwezaya sehek, serhatî (deneyim, experience) û hişî re têkildar in jî dikin.
Heke em bi gotineke giştî bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku di berfirehbûna felsefeyê de du pirsên bingehîn herdem di navendê de bûne. Pirsa yekem ‘xwezaya (cewher) hemû tiştên ku hene, çi ye?’ ye û a duyem jî ‘heke em bikaribin bi wan bizanibin, em ê çawa bi wan bizanibin?’ne. Lêkolîna (lêpirsîn) pirsa yekem, bi heyînên ku hene û xwezaya wan re têkildar e û beşa felsefeyê a ontolojîyê (ontology, hebûnnasî, heyînnasî) pêk dihîne. Pirsa duyem a ku bi xwezaya zanayîyê (bilgi, knowledge, zanînî) re têkildar e jî, beşa epîstemolojîyê (epistemology, zanînnasî) pêk dihîne. Berfirehbûna van herdu pirsan û pirsên ku ji van du pirsan dertêne holê, di dîroka felsefeyê de bûne du tevgerên bingehîn. Şaxên girîng yên mîna felsefeya ehlaqê, felsefeya siyasetê, felsefeya zanistê, estetîk, felsefeya dîn û şaxên din, xwe berdidine wan du beşên (şax) bingehîn yên felsefeyê.
Beşên din yên felsefeyê, herçuqasî bo felsefeyê girîng bin jî; pirsên ku bi heyîn, xwezaya heyînê û awayê zanîna me ya heyînan re têkildar in, ji hêla mantiqî ve ji pirsên din girîngtir in. Bêguman, dibe ku ti carê em ê nikaribin bersivên çend pirsên ku ji bo me girîng in bi dest bixin. Lê, niha em bi vê yekê nizanin. Ji ber vê yekê jî, divê ti carê em dest ji pirsên xwe bernedin û di lêgerîna bersivan de, xwedan biryar bin. Di dema lêgerîna bersivan de, heke em bigihêjin wê bawerîyê ku bersiva pirsa me tune û sebebên vê yekê yên xurt hene, wê demê divê em rêyekê lihevkirinê peyda bikin. Mîna hemû encamên felsefeyê, divê ew encam jî, xwe bispêre sebebên xurt û saxlem. Ji ber bawerî yan ji sebebên din yên cihê, divê em hema di cih de qîma xwe bi encamê neynin û divê em bizanibin, ka em çima jê bawer dikin. Ji bo felsefeyê, pêşengîya aqil pêwîstiyeke jêneger e û ev yek, taybetîyekê xweser a felsefeyê ye. Taybetîya ku felsefeyê ji dîn û hunerê cihê dike jî, ev e. Di mijarên dînî (ol) de, carinan serî li aqil bidin jî, em dizanin ku di mijarên dînî de rola wehiy (peyxam, vahiy, revelation), ayîn (dêlindêz), bawerî û stûxwarkirinê, gelekî mezin e û aqil jî, di vê rêyê de nikare herdem rêhevaltîya mirovan bike. Hunermendên afirander jî, mîna fîlozofan bi temamî di lêgerîna heqîqetê de ne û dixwazin wan rastiyên veşartî, yên ku li pişt tiştan in bibînin û bi awayekî kûr, têbigihêjine jiyana mirovî. Lêbelê awayê diyarkirina fikrên wan, ji a feylesofan cuda ye. Xebatên wan ji peyitandineke aqlî zêdetir, xwe dispêrin têgîhanan û ferasetê. Di navbera felsefe û zanistê de jî, sînorekî cihê li ser kar e. Zanyar jî, mîna feylesof û hunermendan, daketine lêgerîna heqîqetê. Ji ber vê çendê jî dixwazin ku derheqê gerdûn, dinya, xweza û jiyana me de xwe bigihînin vedîtinên nû, ji wan vedîtinan maneyên (şirove) nû bi dest bixin û ji bo me, wan eşkere bikin.
Mîna feylesofan, zanistmend (zanyar) jî hewl didin ku ramanên wan berîya her tiştî aqilî bin û xwe bispêrin aqil. Mîna feylesofan, ev yek ji bo wan jî metirsiyeke mezin e. Lê, pirsên zanistmendan xwe dispêrin toklîn (deney, experiment) û çavdêriyan (gözlem, observation) û pirsên bi vî rengî ne. Lê em dizanin ku bi rêya toklîn yan çavdêrîyan, em nikarin pê bizanibin ka destpêk yan dawiyekê demê (zeman, time) heye, yan tune. Herweha, toklîn û çavdêrî, nikarin ji me re bibêjin ka çi ‘rast’ e yan jî ‘şaş’ e. Herçuqasî pirsên bi vî rengî ji bo jêderîyên (inference) aqilane guncan bin jî, ji ber ku ne li gor rê û rêgehên zanistî ne (toklîn û çavdêrî) pirsên felsefîk in û li benda bersivandina feylesofa ye. Dîsa gelek girîng e ku meriv bizanibe di navbera felsefe, zanist û hunerê de, dubendiyek (lihevnekirinek) jî heye. Lê a rast, zanist ji felsefeyê derketiye. Dêya zanistê, felsefe ye. Cîhana ku felsefe, zanist û huner lê vedikole, heman cîhan e. Hersê jî, bala xwe didine wê nepenîya hebûna dinyayê û nepeniya hebûna mirovî û dixwazin ku bi awayekî kûr têbigihêjinê. Hersê jî, ji best û rexneyê, sûd werdigirin. Hersê jî, ji bo dîtina mirovan encamên xwe eşkere dikin. Lê ji ber ku rê û rêbazên wan cihê ne, kesên ku bang li wan dikin jî, mirovên cuda ne. Ligel vê yekê, lêkolîna zanayî û jiyana mirovî, aşkerekirina tiştên nepen û ji bo têgihiştina hemû mirovan sererastkirina encamên ku dikevine dest, armanca wan hevpar e. Hersê jî, hev zengîn dikin. Mirovê kamil (gihiştî), bala xwe dide hersê waran jî û nikare beyî wan bijî. Felsefe jî, yek ji wan tiştên qîmetdar yên mirovahiyê ye û meriv dikare bibêje ku siberoja wê, dê ji rabirdûya wê zengîntir be.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 24.03.2023