Ramanwerekî felsefeya romantîk e (1759-1805) ku ev tevger di sedsala 19an de, li Almanyayê derketibû holê. Helbestvan, nivîskarê lîstikê û dîrokzan e. Ji bilî Goetheyî, yek ji wan pêşengên heyama klasîk ya almanî ye. Lîstikên wî di şanoya almanî de, di loda repertuarên standart de cîh digrin û baladên (cureyek strana ku li Rojavayê, bi hinek reqsan re tê strîn.) wî wekî helbestên herî hezkirî têne hesibandin. Schiller, bi nêrînên xwe yên derheqê perwerdehî û hunerê de, navdar bûye. Di sala 1795an de berhema wî ya bi navê ‘Li Ser Perwerdehîya Estetîk a Mirovî’ hatiye weşandin. Di vê berhema xwe de Schiller dixwaze ku dîroka çanda rojavayê, seranser raxe ber çavan. Ji ber vê yekê jî, wekî ramanwerê yekem ê ku dabeşbûn û bîyanîbûna mirove hemdem destnîşan kiriye, tê hesibandin. Schiller wiha fikiriye ku dermanê vê bîyanîbûn û perçebûna mirovan, huner e. Li gor bîr û baweriya Schiller, li cem mirovan du dûajoyên bingehîn (içgüdü, instinct) hene, ku ew jî dûajoya sehekî û ya din jî dûajoya formel e, ku herdem li yekîtî û berdewamîyê digerin.
Ahenga ku tê xwestin, a ku divê di navbera wan du dûajoyan de were damezrandin jî, encax bi alîkariya dûajoyekê sêyem dikare pêk were. Ew dûajoya sêyem jî, dûajoya lîstîkê (lîstîka hunerî) ye. Li gor dîtina feylesof dûajoya navborî, di lîstîkê de xwe dide der. Anku ‘dûajoya sehekî û a formel, bi tenê di lîstîkeke hunerî de dikarin werin cem hev û dema ku meriv li ya spehî temaşe dike, wê demê rih dikare di navbera qanûnên ehlaqî û bêgaviyên fizîkî de, dorhêlekê bextewar pêk bihîne.’
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 28.04.2023