Beş û Ecolên Felsefê

  • Logic û Rêbazên Logicê

    Logic (mantiq), navê disiplîna ku li avahîya zanînê vedikole û dixwaze têbigihêje ferqa pêşniyarîyên çewt û rast e. Axlebî, wekî navgîna fikirîna rast, pênase dibe. Berê, wekî bineşaxeke felsefeyê dihate dîtin. Lê piştre, bi serê xwe bûye qadekê îhtîsasê (pisporî) û perçeyekê, matematîk û compîturê. Wekî disiplînekî, ji aliyê Arîstotelesî ve hatiye damezrandin û ji aliyê Farabî ve jî, wekî…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Rêbazên (Metod) Felsefê

    Philosophia, ne xwedîyê wan rêbaza ye ku zanistên surûştî û zanistên civakî wan bikar dihînin. Ango, di laboratuaran de nikare toklînan (deney, experiment) pêk bihîne, an wekî hinek zanistên civakî, testan bikar bihîne. Rêbaza felsefê, ji dema Arîstotelesî ve şeklên birêvebirina mantîq û aqil e. Lewma Arîstoteles mantîqê, wekî organona felsefê nirxandiye. Di felsefê da, şeklên bikaranîna (sepandina) mantîqê:  1-…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Felsefa Heyînê, Ontolojî (Ontology)

    Mijara felsefa heyînê (hebûnnasî), heyîn e. Hemû tiştên fizikî û ramanî, heyîn in. Di vê xalê da heyîn, dikare li derveyê hişê (bîra, şiûra) meriv hebe û jê azad be û dikare, di  hişê meriv da jî hebe û hebûna wê, girêdayî hişê mirovî be. Numûne: Xanî, kevir, ax, av, şêr, meriv û hwd. li derveyê hişê meriv in û…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Felsefa Çandê (Philosophy of Culture, Kültür Felsefesi)

    Felsefa çandê (kulturê), bineşaxeke felsefê ye û bi awayekî giştî li gewher, wesf, naverok, avahî û berfirehbûna çandê vedikole. Meriv dikare bibêje ku hinek mijarên (qadên) vê şaxê û felsefa dîrokê, hevpar in. Herçuqasî binavkirina navê felsefa çandê nû be jî, xebatên li ser vê mijarê di dema philosophên berîya Sokrates da jî, hatine dîtin. Helwesta cudakirina ên surûştî û…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Felsefa Mantiqê (Philosophy of Logic, Mantık Felsefesi)

    Armanca felsefa mantiqê ew e ku bi maneya mantiqê, prensîb û spartekên wê bizanibe û li ser hinek pirsgirêkên mantiqê ên têgihî hûr bibe ku wekî bingeh û jêdera mantiqê xwiya dikin, wan zelal û aşkere bike. Armanca felsefa zanistê jî,  vekolandina avahîya zanistê a zimanî ye, rexnekirin û têgihîştina wê ye. Zanist û mantiq, bi hev ra hewl didin…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Felsefa Matematîkê (Philosophy of Mathematics)

    Felsefa matematîkê, şaxeke felsefê ye û dixwaze ku hewl û xebatên têgihiştina li ser matematîkê, bisenifîne. Pirsên wê ên sereke li ser matematîk û çavkanîya objectên ku mijara matematîkê ne, ye. Bi taybetî jî, li ser wesfên pêşniyarîya rast disekinin û lê vedikolin. Pirsên sereke ên vê şaxê ev in: 1-Çavkanîyên mijarên matematîkî çi ne? 2-Maneya objectekê matematîkî, bi çi…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Rationalism (Aqilparêzî, Rasyonalîzm)

    Rationalism (aqilparêzî), ew şeklê ramanê ye ku di her babetê da aqilê mirovî, ji xwe weke bingeheke dibîne. Peyva ‘ratio’ bi zimanê latinî ye û di wateya ‘aqil û rêje’ê da ye. Di zanînnasîyê (felsefa zanînîyê, epistemology) da, rationaslism ew raman e ku bawerîya xwe bi zanîna ji aqil der diçe, dihîne. Di heman demê da li hemberî hestan aqil,…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Felsefa Analytic (Analytic Philosophy, Analitik Felsefe)

     Tevgera ku piştî şerê cîhanî ê duyem, li Îngilîstan û Amerîkayê derketiye holê. Li gorî vê tevgera philosophic, arîşe û karê felsefê ê resen, dahûrandina zimên û têgihên ku di zimên da hene ye. Bi rîya vê metodê wisa bawer kirine ku dê bikanibin arîşeyên kevnoşopî ên felsefê ku dibine sebebê tevlîheviyan, ji holê rabikin. Damezraner û nûnerê sereke ê…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Positivism (Pozîvîtîzm, Olguculuk, Positivismus)

    Felsefa positivist di sedsala 18an da, ji aliyê Auguste Comte (1789-1857) ve hatiye damezrandin. Nêzîkwerîya Immanuel Kant a derbarê hilberandin an jî bidestxistina zanînê (bilgi, knowledge) da ji aliyê felsefa positivist va gelekî hatiye geşkirin. Kant xwestiye ku sînor û îmkanên metaphysicsê destnîşan bike. Meriv dikare bibêje ku Kant di vê xalê da, xwestiye ku ji bo zanistên (science, bilim)…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Felsefa Rexnegirî (Critical Philosophy, Kritische Philosophie)

    Felsefa rexnegirî (eleştirel felsefe) bi navê Immanuel Kant ê philosophê navdar dihê nasîn. Wekî dihê zanîn, Immanuel Kant (1724-1804) philosophekî alman e, di navbera ramanên rationalist alman û empiricistên (toklînparêz) ingilîz da maye û weha xwestîye ku wan du philosophiayan, li hev bîne. Ango Immanuel Kant dixwest ku aqilparêziya rationalist ku toklînê (deney, experiment) piştguh dikirin û toklînparêzîyê, ku di…

    Berdewama wê bixwîne »
Back to top button