Positivism (Pozîvîtîzm, Olguculuk, Positivismus)
Positivism (Pozîvîtîzm, Olguculuk, Positivismus)
Felsefa positivist di sedsala 18an da, ji aliyê Auguste Comte (1789-1857) ve hatiye damezrandin. Nêzîkwerîya Immanuel Kant a derbarê hilberandin an jî bidestxistina zanînê (bilgi, knowledge) da ji aliyê felsefa positivist va gelekî hatiye geşkirin. Kant xwestiye ku sînor û îmkanên metaphysicsê destnîşan bike. Meriv dikare bibêje ku Kant di vê xalê da, xwestiye ku ji bo zanistên (science, bilim) siberojê sînorên aqilê mirovî raxê holê. Philosophia positivist wê îdeala Immanuel Kant, berfireh biriye. Îdîaya Felsefa positivist jî ew e ku pêşniyarîyên metaphysicsî, dînî, exlaqî û hunerî, ne xwedîyê ti qîmet û rastiyê (real) ne. Lewra ji bilî pêşniyarîyên positiv, pêşniyarîyên din ne rast in.
Li gor Auguste Comte aqilê mirovî, ji sê (3) dewran derbas bûye:
1- Dewra Theological: Di dewra Theological da, meriv derheqê xwe û gerdûnê da, ne xwedîyê zanînên rast in û hemû pêhatî (olay, event) û bûyeran (olgu, fact), bi afiraner û hêzên xwedayî va girê didin. Kêm be jî di vê dewrê da, merivan hinekî aqilê xwe bikar hanîne û xwe gihandine dewra metaphysicsê.
2- Dewra Metaphysics: Aqilê mirovî, li ser kar e. Lêbelê kêm be jî tesîra hêzên metaphysicsî berdewam e û sebebên pêhatî û bûyeran, bi hêzên metaphysicsî şirove bûye.
3- Dewra Positiv: Piştî dewra metaphysicsê, derketiye holê. Di vê dewrê da, meriv bûyeran bi heyînên pîrozwer û metaphysicsî, şirove nakin. Bûyer, bi toklîn (deney, experiment) û çavdêriyan (gözlem, observation), şirove dibin. Di vê dewrê da ligel bûyerên surûştî; dîn, huner, exlaq, kevneşopî û adetên civakî jî, bi awayekî positiv şirove dibin. Herweha di siberojê da, dînekî positiv û ehlaqeke positiv jî, dê bikaribe were damezrandin.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 08.04.2022
- Di hejmara taybet de, hatiye weşandin.