Logic (mantiq), navê disiplîna ku li avahîya zanînê vedikole û dixwaze têbigihêje ferqa pêşniyarîyên çewt û rast e. Axlebî, wekî navgîna fikirîna rast, pênase dibe. Berê, wekî bineşaxeke felsefeyê dihate dîtin. Lê piştre, bi serê xwe bûye qadekê îhtîsasê (pisporî) û perçeyekê, matematîk û compîturê. Wekî disiplînekî, ji aliyê Arîstotelesî ve hatiye damezrandin û ji aliyê Farabî ve jî, wekî du beşan hatiye dabeşandin (raman û encam), ku Farabî bi xwe jî ji Arîstoteles ketumet bûye û di bin tesîra wî de maye. Ji aliyê Îbnî Sîna ve jî, têkilîya demdemîtî (miqewetî) û vehevandinê (hewandin, ihtîwa) hatiye şirovekirin. Di demên nûjen de jî ji alîyê Frege, Russell û Wittgenstein ve hatiye berfirehkirin.
Nimûneyek ji bo Sepandina Mantiqê:
‘Heke hemû mirov belengaz bin û Arîstoteles jî mirov be, nexwe Arîstoteles jî belengaz e.’ Meriv dikare vê pêşniyarîyê bi awayekî sembolîk jî nîşan bide:
[(mirov ⇒ belengaz)∧(Arîstoteles ⇒ mirov)] ⇒ (Arîstoteles ⇒ belengaz)]
Yan jî, bi vî awayî jî dikare sembolîze bibe: [(a ⇒ b) ∧ (c ⇒ a)] ⇒ (c ⇒ b)
‘Tiştên ku kêm in, qîmetdar in. Zimrûd, kêm tê dîtin. Nexwe, zimrûd qîmetdar e.’
Herweha, dîsa meriv dikare bibêje ku mantiq disiplîneke felsefî ye û li rê û rêbazên (metod) fikirîna rast vedikole. Di vê xalê de, divê were gotin ku mantiq ne li rastîya zanînan, lêbelê li hevgirtina navxweyî a têgih û fikirînê vedikole. Bi wî hawî zanîneke ku ji hêla mantiqê ve rast e, dibe ku li gor zanistê şaş (çewt) be.
Rêbazên Mantiqê (Şeklên Sepandina Aqil):
1– Deduction (Berjêrwerî, Tümdengelim): Ji hêmaneke giştî, xwegihandina hêmanên tekane ye. Nimûne: ‘Hemû mirov feylesof in. Ehmed, mirov e. Nexwe, Ehmed jî feylesof e.’
2– Induction (Berjorwerî, Tümevarım): Ji hêmanên tekane, xwegihandina hêmaneke giştî ye. Nimûne: ‘Telefona desta a Motorolayê, dibe sebebê nexweşîya pençeşêrê. Telefona desta a Nokiayê, dibe sebebê nexweşîya pençeşêrê. Telefona desta a Samsungê, dibe sebebê nexweşîya pençeşêrê. Nexwe, telefonên destan dibin sebebê nexweşîya pençeşêrê.’
3– Dirûvandin (Analogy, Analojî): Ji dirûvandina (hevşibandin) du tiştan, xwegihandina encameke hevpar e. Nimûne: ‘Yewnanistan û Tirkiye, li ser heman berpahnê (latitude, enlem) ne. Li Yewnanistanê, havînan pirr germ e. Nexwe, li Tirkiyeyê jî havînan pirr germ e.’
Hêmanên Mantiqê:
1- Hêmana Wekhevîyê: Her heyîn, wekî xwe (identific, özdeş) ye. Ligel hemû guherîn û çêbûyînan, di her heyînekê de cewherekê neguhêrbar heye.
2- Hêmana Hevgirtinê: Tu heyîn, di heman demê de nikare hem bibe wekexwe (xwe) û hem jî heyînekê din. Tu heyîn di heman demê de, nikare hem hebe û hem jî tunebe.
3- Nepêkanîya Rewşa Sêyem: Heyînek an heye, yan jî tune. Rewşekê sêyem tune û ne pêkan e jî.
Ramanwerên Serdema Nû, li dijî vê nêrîna ku hêmanên heyînê û hêmanên mantiqê wekî hev dibîne rabûne û vê yekê, qebûl nekirine. Herweha gotine ji ber ku aqil ji sehekan xwe xwedî dike, têgihîkirinên me jî herdem guhêrbar (rolatîv) in. Ji ber vê yekê jî mantiq, divê ji wan hêmanan pêk were ku em bikaribin wan bixebitînin û xwe bigihînîn rêya rast a fikirînê.
Arîşeyên ku bi Hêmanên Mantiqê re Têkildar in:
1- Hêmana mantiqê gelo herdem û li her derê hêmanek derbazî û gerdûnî ye, yanê na?
2- Çavkanîya hêmana mantiqê, çi ye?
3- Hêmanên mantiqê, gelo ji zayîna meriv re hene, an ew bi rêya ezmûn (toklîn, deney) û çavdêrîyan têne bidestxistin?
4- Gelo meriv dikare hêmanên mantiqê, di heman demê de wekî hêmanên hebûnê jî bipejirîne?
Hêmana wekhevîyê, ne tenê di sîstema mantiqê a dunirxî (iki değerli) de, herweha di mantiqa pirnirxî (çok değerli- ji du nirxa zêdetir) de jî û di mantiqa heyînê de jî derbazî ye. Roja îro di vê mijarê de arîşeya herî mezin, di mantiqê de man û nemana van hêmana ye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 02.5.2023