PerwerdehîPhilosophia

Nawroz Her Didomîne. Lewma Sembûlên tê da Zindîn e (Xwandineka Lezgîn bo wan Sembûlan)

(Xwandineka Lezgîn bo wan Sembûlan)

Taybetmendiyên Newrozê

Ev bûn çendîn hizar sal, ku Newroz hersal li 21 adarê ji layê Kurdan û pir gelên din li Rojhelata Navin bi coşeka mazin dihêt bîrînandin û pîrozkirin.

1. Taybetmendiyên Newrozê 

Di dîroka pir gelan da efsane hen e, lê kim ji wan mîna Newrozê her zindî mayîne û her bi coşeka mazin dihên pîrozkirin. Gelo sedem çiye? Herweku em dê li xwarê bibînin, di efsana Newrozê da, hind nîşanên, (sembûl) giring û pir watedar hene. Bawer dikim ku Newrozê temenekî dirêj heye û her zindîye, lewma nîşên ku têda hene, pir giringin. Ew di wujan xelkê da, di hest, di armanc û umdên wî da, her zêndîne. Wan têkilî digel, jiyana siyasî, civalkê, digel azdiyê, di gel jiyana xweş û paşeroja geş, ji bo microvan heye. Hindek ji van sembûlên Newrozê zulim, zordariyê, bêdadiyê tînin bîra mirîvî; hindek din berxwedana adil, berevanîyê ji heqiyê, dadê û xebatê li dijê zulim û zordariyê diyar dikin; hindek dîtir, azadiyê û bextewarîyê, aşkera dikin. Ev yeke, daxwaz û hestên herhdemî ne, di dirok û di jiyana gelan da. Gelê kurd, bi hizaran salin ku jibo edaletê û azadiyê, xebatê diket û berxwedanê didet. 

Em dixwazin, di vê nivîsê da balî bikêşin li ser van sembûlên efsaneya Newrozê. Armanca ji vê nivîsê, ne lêkolîneka berfireh e, li ser rastî yan ne rastiya tarixî ya efsaneya Newrozê. Ev babetek cudaye, ez behsê wî nakim. Tiştê giring, di hemo efsanan da, wezîfa wan ya civakî û bandora wan li ser xelkê ye. Ev bandor û wezîfe jî bi saya sembûlên ku di efsanan da hene, bicukin yan mazin, jîdirêj in yan jîkirt in. Ez dê hewul bidim ku hind dîtinan di derbarê sembûlên ku di efsana Newrozê hene, diyar bikim û wateyên wan yên civakî û siyasî, şurove bikim. Rastiya mazitirîn ya vê efsanê ewe ku bandorek xurt, li ser civata Kurdî, le ser xelkê heye. Ev bandor piralî, siyasî, civakî, çandî û gelerî ye.

Ew bandor sal bo salê xurtir dibît. Lewma wê rihên xwe di dîroka gelê Kurdistanê da, bi kûratiya dîrokê belavkrîne û çiqên xwe di esmanê paşeroja gelê kurd da, her sal dirêjtir û bilindtir diket. Gelê me, her dem efsana Newrozê, di edebiyata xwe ya devkî û nivîsî da, di jiyana civakî û siyasî da jî, zindî kiriye.

Ahmedê Xanî, di destana Memûzînê da, 121 bendên helbestan li ser Newrozê nivîsîne, (malika 471 ta 592). Ew bi dirêjî behsê hazirî û beşdariya hemo çînên gelê kurd di şahiya Newrozê da diket. Wek numune, li van çend bendên jêrî, ji Memûzînê binêrin:

«Ya’nî  ku dihate burcê, sersal, qet kes ne dima dimesken û mal 

 bilcumle diçûne der ji malan, heta digeheşte pîr û kalan,

roja ku dibûye î’dê  Newroz, ta’zimî  ji bo dema dil evroz,

 sahra û çîmen dikirne mesken, beyda û dîmen dikirne gulşen »

 (Memûzîn 487-490)

2. Efsane û Bandorên Civakî

Di dîroka gelan da, efsanên cuda hene ew beşek in ji çand û edebîyat û baweriyên kevin ên wan, bi inglizî bo dihêt gotin: Myth û bi Fransî Mythe. Ew ne serhatiyên beraqlane ne, hind pirtên (unsur) naveraka wan, bi tarixê û bi zaniyarî nahên isbatkirin. Belê wan bandorên mezin yên civakî, çandî, siyasî û bîr û beweriyên gelerî, bi kûratîya dûrokê, li ser civatên mirovan peydakirîne. Ji ber vê yekê efsane bûyîne parçeyek serek e ji mîratê civakê, bûyîne bingehên mezin û cafkaniyên bi rumet dihizra hevbeş a gelan da. Gora mytholojiyê (efsanenasiyê), heft curên efsan hene, yek ji wan, efsaneya avakirinê ye (Foundation myth). Ji bo vî curê efsaneyan dihête gotin « efsaneyên avaker » lewma wan hoy, bawerî, adetên civakî û siyasî afirandîne. Ji bo pir xelkên kevin, efsanên avaker hene. Wek Sumeran û xelkên mesopotamî, Yunaniyan, Misriyên kevin û Romanan. Yek ji numeyên efsaneyên avaker, efsaneya « Romulus et Remus » e, ku bo avakirina bajarê Rom (paytexê impratoriya Romanî), û bo vê impratoriyê bi xwe jî, bibû cavkanî û binyatekî hizra serekeû hebeş a siyasî û gelerî. Kevintirîn Efsaneya nivîsî, efsaneya Gilgamêş e ya binyat sumerî, ku dora 2650 salan berî miladê peyda bûye û roleke mezin di çand û baweriyên Mesopotamîyan da, di zemanên kevin da, hebû. Em di vî nivîsê da, nakevîne nav babetê efsnenesîyê lewma ew pir fireh û dirêj e, belê em dê bi kurtî behsê efsana Newrozê bikin.

3.Efsaneya Newrozê

Ev efsane, yeke ji efsaneyên cihanî yên giringtirîn û kevintirîn, ew berî niho bi dora sê hizar salan peydabûye û bandora wê ya civakî û siyasî hêj niho jî, berdewame û mohra xwe li ser bawerî û hoyên civakî yê beşek mezin ji xelkên Rojhelata Navîn, Asya-Merkezî û Qewqasya danaye. Ew yek e ji kêm efsaneyan di cihanê da, ku bandorên durûdirêj û berdewam kiriye û hêj diket. Efsaneya Newrozê, jibo gelê kurd taybetiyek mezin heye. Lewma ji vê efsaneyê, diyar dibît ku têkiliyek pir alî di navbera xelkê kurd û wê da heye. Bi gotinek din, dema mirov wê dixwûne, diyar dibe ku sembûlên wê her di jiyana gelê kurd da, hebûn û niho jî her berdewamin. Lê bila nehête jibîrkitrin ku em bes behsê efsanê dikin, behsê tarîxê û aliyê zanistî nakeyin. Tiştê pir giring, şirûvekirin û aşkerakirina symbolên wê ye.

4.Kurtîya efsaneya Newrozê 

«Padişahek bi nave Zehak hebûye, du kul di milên wî de peydabûyîne, di her yekê de, marek derketîbûye Qiral Zehak ferman dabûye ku ew kul bi mejiyê mirovan bihên dermankirin. Jibo vê yekê her roj du kes dihatin kuştin û ew kul, bi mejiyên wan dihatin demankirin. Paşê jibo dermankerina wî, her roj mirovek û pezek dihatin kuştin û kesê duyemîn dihat serbest kirin. Kesên serbestkirî diçûn nav çiyan, li wêrê diciviyan, vêca xelkek ji wan peyda bibûye, wî xelkî bi serokatiya hesingerekê ku navê wî Kawe bûye, serhildan kirîye. Zehak hatîye kuştin, bi vê munasebetê agir li cihên bilind hatîye hilkirin. Ji wî xelkî, gelê kurd peyda bûye ». Kuşina Zehakî li rojeka meha adarê çêbûye. Ew roj di teqwîma hemdem da, dibît 21 vê mehê. Ji hingê heta îro ev roj dihêt bîranîn, bi cuş dihêt pîrozkirin, bûye delîva şahiyê, bûye sersala nû û bi newroz yan Nevroz (roja nû) hatiye navkirin. Ev efsaneye, tijîye ji Sembûlên ku ankuyên mezin û kûr hene. Ez dê hewuldim bi kurtî li ser van, çend dîtin û şuraveyan diyar bikim. 

5. Heft Sembûlên Ssereke ên Newrozê

Di vê efsaneyêà Newrozê da 7 sembûlên sereke hene, heryek ji wan giringiyeka civakî û siyasî ifade diket.                                                                 

 I. Mil 

Herweku di efsanê da dihêt gotin: « Du mar di milên Zehakî da derkeftibûn». Mil sembûla berpisyariyê û desthilatê ye. Di zimanê kurdî û di pir zimanên din da, peyva mil ji bilî ankuya xwe ya eslî ku bingeha destîye, bi ankuyên cuda dihêt. Ew gora rewşan, bi wateya hêz (quwet) berpirsyarî û hejmarek wateyên din bikar dihêt. Di pir gotên mazinan da, di çîrok û stranan da, mil bi ankuya berpirsyariyê jî dihête bikaranîn. Dihêt gotin filan kesê milê xwe ne da ber filan şolê, anku berpirsyariya wî ne girt ser xwe yan ew şol ne kir. Herwesan dihêt gotin: “çi bête ser milên min dê bikim” anku, ez ci bikarim, dê bikim. Di vê efsaneyê da, peyva « mil » dikar dibe sembûlê hukumranî û desthilatê.

II. Mar  

Mar sembûl e, ji bo neçakiyê û dijminîtiyê. Mar wek dijmunê mirovan dihête hesibandin. Pir serhatî li ser dijmînîtîya maran ji bo mirovan hene, wek serhatiya Adem Hewa û qewutandina wan ji Cenetê. Mar jehrê di cendekê xwe da çêdiket û mirovan pê dikujît. Di vê efsanê da, derbaz dibît ku du mar, di milên Zehakî da derkefibûyine. Çêbûna du maran di milên qiralî da, diyar diket ku hukumranî û deşilatarîya wî li dijê xwelkê bûye û ew wekî marî ji bo gel bûye nayar, wî ditirsîne û çu xweşiyê jêra na hêle. Mar di vê efsanê da, Nişan didet ku hukumdar pir bi zulim û zordar e.

III. Mejî  

Mejî, bi awayekê xwezayî, diserê mirovan da bi cihbûye û merkezê hizr û biryarên mirovî ye. Ji bilî ankuya wî ya bingehîn, mejî bi ankuyên din jî dihêt. Di ziman û çanda kurdî da, mejiyê biçuk nişan, nazin û kêmaqilbûnê ye. Dihêt gotin filan kes « mejî çucuk » e, (mejiyê wî bicuk e mina mejiyê çukê) anku ew kes nezane kêmaqile. Herwesan dihêt gotin: “filnakes, mejî reşe” a ku ew kesekî teledîn e, nikarît tiştan fehimbiket. Mejiyê wî rizîye xirab bûye. Mejiyê nesaxlem, nişan ji bo teledîniyê û tênegeheştinê. Bi belevajî mejiyê normal û saxlem jî nişan e jibo zaninê, têgeheştinê, aqilmendîyê. Di vê efsanê da, dihêt gotin: piştî ku mar di milên Zehakî da derkeftin, wî derdê xwe bi mejiyê mirovan dida dermankir. Ev dihête wateya ku ew hukumdarek zalim bû. Ji bo ku desthilata xwe bidomîme, kesên hêja û berkeftî û serwext û durust, yên ku wek mejiyê xelkê bûn, dikuştin da ku hukmadiye wî ya zalim berdewam bibît.

IV. Hesin

Di Efsana Newrozê da dihêt gotin ku xelk, bi serokatiya kesekê binavê Kawe, ku hesinger (cixsî) bû, li dije zulma Qiralî rabû û deşilata wî bi dawî anî. Peyva hesin (asin), ji bilî mitayê ku bi hesin dihête navkirin, bi ankuya hêz, karîn û quwet jî dihêt bikaranîn. Di hêt gotin filankes mina hesinî ye. Di efsana Newrozê da, hesin sembbûlê hêzê, quwet, îradeya xurt û berxwedanê ye, li dijê desthilata zordar û bê dad.

V. Roja 21 Adarê

Roja serkeftina serhiladanê li dijê vî qiralî ku  dibît 21 meha adarê, tarixeka pir giring e, lewma ew despêka zemanekî nû, sistemekî nû bi edalet, di afirîne, û dawiyê li hukumraniyeka kevin û zordariyê dihîne. Roja 21ê adarê sembûla serkeftina rojê ye li dijê şevê, lewma, hingê, roj ji şevê dirêjtir dibin. Ronahî ji tariyê pirtir dibît. Demsala bihara rengîn, xweş û geş bi wê dest pêdiket û zivistana sar û dijwar bi wê xilas dibît. Di vê demsala nû da, jîyanek nû xwza xwe nudiket, teyro tewar amadekariya kurkbûna xwe dikin, pez û heywan dizên, dexil û dahin şîn dibin, gil û giya û fêkê ji nû ve şîn dibin. Ji ber vê yekê salek nû destpêdiket. 21ê adarê di efsaneya Newrozê da, sembûlek wate ye, di jîna civakî û siyasî da jî.

VI. Agir

Agir sembûla ronahiyê ye, ew tarîtiyê direvînît, di şuna wê da, ronahiyê dihînît. Tarîtî sedeme jibo nezaniyê, jibo xeletîyan, jibo neheqiyan, tarîtî didil da, her wesan diserî da, di dîtin, hizr û baweriyan da, felaketan jibo mirovîtiyê peyade diket. Hilkirina agirî li cihên bilind amace diket bi belavkirina ronahiyê, da ku her kes bi wê rêya rast bibinin.

Bi ronahiyê, rastî dihête dîtin, dad cihê xwe digirît, qencî û xirabî ji hev dihên vavartin. Agir ronahiyê didet, ronahî jî rê li ber mirovîtiyê zelal diket û dibît sedemê pêşveçunên madî û manawî. Ji ber vê yekê, agir di dînê Zerdeştî û dîn û baweriyên kurdan da, di dînên îranî yên kevin da û di pir çandên cihanê da, pîroze. Heta niho jî, li pir navçeyên Kurdistanê, xelkê kurd bi agirî sond dixet. Hilkirina agirê newrozê dibe sembûl bo van a ku yên mezin û giring di civata mirovîtiyê da.

VII. Nevroz (Nawroz)

Newroz bi wateya roja nû dihêt. Roja nû dibît sembûl ji bo nemana deshilata zalim û serkeftina deşilat û hukumraniya adil, ji bo çaxekî nû ku têda hukumraniya adilane û rewşeka bextewar ji bo xelkê dest pediket. Herwesan Newroz wateya nûkirina jînê, ûmûdê didet, mirov têda berê xwe bidete paşerojê, li jiyaneka xweştir digerhît, ji bo dema borî hesretê na kêşît û li ser tiştên borî na girît, belê jibo peydakirina derfet û tiştên baştir dixebitît. Anku bila mirov her dem bixebitît da ku şert û mercên nû biafirînît, da ku paşeroja xwe baştir biket, civateka baştîr, zanatir, pêşkeftîtir peydabibît, civakek adil, bi hêz, azad û destilatdariyeka kêrhatî, berpirsyar di xizmeta gel da ava biket.

Efsaneya Newrozê bi van sembûlan umud, daxwaz û hêviyên nû peyda diket. Ji ber vê yekê ye ku ew bi hizaran salin dijît û bandora xwe li ser civatan, li ser gelan didomînît. Her sal dibîte delîveyeka mezin jibo şahiyên gelerî: bicuk, mazin, jin, mêr û hemo çînên gel têda beşdar dibin, wê pîrozdikin û bi wê şah û bextiyar dibin. 

6. Efsaneya Newrozê û Rewşa Rojhelata Navîn

Cejna newrozê, taybetmendiyek mezin, jibo bizav û doza gelê kurd, heye, lewma sembûlên wê pir pabendin di gel rewş û dîroka hemdema gelê me. Bi dehan salin ku tekoşîna gelê kurd û armancên wê di gel sembûlên vê destaneyê bi awayek diyar û berçav didomînin. Herwesan ew ji bo hemo gelên Rojhelata Navîn, rohniyê didet û gora daxwaz û azadiyên wan dikarît bihêt şirovekirin. Ideolojiyên totlîter û zalim wek maran di milên dîktatoran da derkevtîne.

Ew mina wan marênin ên ku di milên Zehak da, peyda bûyîne. Ew diktator, ji bo ku bikarin bi dilê xwe hukumbikin, azadî û mafên gel diperçiqînin, kesên serwext û hevrikên siyasî (opposisyonê) diperçîqînin û kesên hêja û berkeftî ku jibo civatê wek mejî ne bi awayekî fizikî yan manawî dikujin, bi vî rengî mejiyê xelkê derdixînin û xwe pê rihet dikin. Bîrobaweriyên demokratik, tekoşîna azadiyê û mafên mirovan, wek agirî ronahiyê didin, rêyê vedikin, di hêlin ku xelk rêya xwe bibinît û bi vê yekê ronahîya demoqrasiyê zora taritiyê dibet, çaxek nû peyda dibît û dibîte nevroz (rojek nû ).



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button