Sociology

Antî-Ezîdayetî

Newaf Mîro: Pirsa Êzdayetî I (Axaftina li Civîna Kurdish-European Societyê)

Ez berî her tiştî dixwazim hemû kedkar, fînansekar û çalakvanên vê projeya bi navê “Verarbeiten, Vergeben und Verzeihen” ango; “kartêkirin, lêborîn û hevhelalkirin” silav bikim. Tespîtên gelek girîng in, kartêkirin nebe, xwe nû nake, ger lêborîn nebe, hev helal kirin jî zehmet e.

Her dem bi demê re, her dem bi Xwedê re. (Gotina Şêx Fexrê Adiyan)

Yan jî heta me xwe naskir, me emr xilaskir. Yan me xwe xilaskir (Gotina Pêşiyan)

Adorno dibêje: ‘Di jiyana şaş de rastî tune ye.’

Friedrich Nietzsche Di pirtûka xwe ya ‘Ji Baş û Xirab wêdetir- Jenseits von Gut und Böse’ de dibêje; “Hizr û derbirînên me yên herî bilind pêwîstin – û divê hebin!  –  ji bo kesên ku li gor dem û rewşê nedestnîşankirî û ne amade. dibe, weke bê destûrî, bêrêzî û Dînîtî bête dîtin û were guhê wan” (R. 41) ‘Unsere höchsten Einsichten müssen – und sollen! – wie Torheiten, unter Umständen wie Verbrechen klingen, wenn sie unerlaubterweise denen zu Ohren kommen, welche nicht dafür geartet und vorbestimmt sind.’ (S. 41)

Pêwîstî pê heye divê were zanîn ku ola Êzî, ne ola pêxembera ye, ne ya pirtûkê ye, ne oleke mîsyonarî ye, gerdûnê weke pirtûka Xwedê û Xwedê jî, weke gerdûnê dibîne. Êzîdiyan ne bi mirovan Xwedênas kiriye, bi Roj, Heyv û Erdê.  Bi ax, av û agir. Xwedê Tawisî Melek û Mirov. Şêx, Pîr, Mirîd. Dê, Bav û Ewled kirine stûnên hebûnê û jiyanê. Di ola Êzî de, sê stûnên girîng hene; xîret, marîfet û keramet. Ev her sê xal girîng in, xîret nebûya Êzîdî nediman. Marîfet nebe, nikarin bi rûmeta xwe bijîn. Keramet nebe, dê nikaribin bi mirovên din re bijîn. Ango tim kesê xwedî keramet, yên jîr û jêhatî bûne ciyê rêzê. Lê di mîtolojiya Êzîdiyan de, destana Xerîbo de, tê destnîşankirin û di qewlê Êzîdayetiyê de tê diyarkirin ku her tiştê ji axê çêbûye, dibe ax. Bêmirinî û hikum, her yê Padşa/Xwedê bi tenê ye. Xwedayê Êzîdiyan, ne mirov e. Mirov, nabe Xwedê. Başî û xirabî di mirov de mewcûd e. Lewma, nabe ku Êzidî ji Xwedayê erd û ezmên, bi şik bin. Şaşî û xirabî, wûsa jî qencî li cem mirovî hene, ne di Xwedê û Melekan de. Ango;  li dinyê ebadeta Xwedê dikin, karê dunyayê û yê civakê dikin, weke ya Xwedê bikin. Çawa me got Êzîdiyan bi Roj, Heyv û Axê Xwedê naskirî, wûsa jî Xwedê, Melek/yan Pîr, û evd an mirîd hene. Stûnên Êzîdayetiyê jî, sisê ne. Şêx, Pîr û Mirîd. Ev pergala jiyanê ne. Êzîdî jê re dibêjin; hed û sed. Ango yasayên rêveberiya olî. Êzîdî, bi Melekên xirab bawer nakin. Çêran, weke bêrêziya li hember Xwedê dibînin. Peyva Melek, di serdema Osmaniyan de li ser Êzîdiyan hatiye ferzkirin û ketiye qewlên Êzîdayetiyê.

Di Zerdeştiyê de du Xwedawend hene yek yê qenciyê Ahûramazda yê xirabiyê Ehrîman. Li gorî vê baweriyê, ew her bi hev re di şer de ne. Dualî ye. Peyva xebera Xirab di her zimanî de heye, di ya Hibrî/Cihûyan de bi wateya “Rikber” yan Xasim/hasim” hatiye bikaranîn. Di ya Xiristiyanan de, xwe bi wateya Xwedayên biçûk yên xirab xwe digihînin olên beriya Îsa ên olên gundî, yan heremî/pagan. Di Xiristiyaniyê de, herî zêde Xiristiyanên ku pêşiyên wan Êzîdî/Şemsanî bûn, yan Yezdanî bûn. Li gorî nivîskar Şewqî Îsa Şemo, heremên Êzîdinîşîn re gotine Dasnayê. Dasinî mînak Duhok’a Dasinîya. peyva Dasnayê bi xwe tê wateya ruhê xirab, miletê ruh û melekê xirab. Ev tê wê wateyê ku di serdema mîsyonerî ya Xiristiyan û ya berî Îsa  de jî, ne cudatir bûye ji yên piştî wan.

Di Îslamê de, Melekê xirabiyê heye. Yê li dijî Xwedê rabûye. Yê tenê ji Xwedê re ebadetê dike, ne ji mirovên wî bi fermana xwe daye afirandin. Di Îslamê de Melekê xirabiyê weke di Zerdeştiyê de heye. Ti eleqeya Ola Êzîdayî bi xebera xirab, melekê xirab re nîne. Êzîdîyan, bawerî bi xwedawend û melekê wûsa nîne. Tewanbarkirin û pênaskirina Êzîdiyan bi xwe, sedema qirkirina ye. Yê ew li Êzîdiyan kirine bar, xwestine dawiya Êzîdiyan bînin. Meriv gava li dîrokê dinêre, meriv bi hêsanî dibîne ku Ola Êzî beriya van hemû ola (dîn) ye. Heta beriya, çîroka Hawê û Adem e. Meriv di dîroka Ûrartûyan dinêre, ji bilî projeyên wan yên sivîîzayonê û bajarvaniyê, meriv mahbetxane û Xwedawendên wan dibîne. Kêmasîyek e ku em heta niha, li ser dîrok û şopên wan yê olî û çandî, zêde ne serwext in. Lê xwedawendê, Ûrartûyan navê wî Xaltî ye. Heta niha jî hema bêje hemû Şêx û Pîrên Êzîdiyan Xaltî ne. Êl û welatê Xalta jî, heye. Ya duyem *1Deriyê Mehir ango Deriyê Rojê heye. Her wiha meriv dikare bi hêsanî bibêje ku, gelek ritûelên Mîtrayî jî di Êzîdatiyê de mewcûd in. Ji Ga bigire, heta bi mar û masî. Ew ola ku demeke kurt bûye, ola fermî ya Împaratoriya Romayê. Jêder û lêkolînên zanistî di zimanên din de berdest in, lê di zimanê me de kêm in. Hebin jî min nedîtiye, ji bilî Gotara Nivîskar Dr Tosinê Reşîd, ya me carekê di malpera Felsefevan de weşandibû. Çawa her olek miqedesên xwe hene, miqedesên Êzîdayetiyê jî hed û sed e. Hed û Sed yasayên rêveberiya Êzîdiya ye, yê di dema dikare bi xêr Şîxadî de hatine danîn. Wekî ‘Mishefa Reş’ û ‘Kitêbî Cilwe’ jî tên nasîn. Lê bingeha felsefe û zanîna Êzîdiyan, Qewl in. Helbet ji ber Êzîdî ji berê de û niha jî di bin zext û gefê de ne, ew Qewl di nava Êzîdiyan zêde nehatine şîrovekirin û gelek Êzidî bi xwe tênagijin. Û weke tê xwestin nas nakin. Ji bilî yê wenda bûne.

Mirov feylbaz e, bi navê Xwedê û bi erk û îmanê, cesaret girtine. Ji bo xenîmet û talana li xwe helal bikin. Lê peyva bi navê Xwedê û Olê ji wan re bûye qût û hîmê jiyan û mirinê. Mobîng, reşkirin û heramkirin, bûye bingeha kuştin û qirkirinan. Navtêdana bi navê Xwedê û navê Olê di dîrokê de her bûye şûrê destê seferî û mîsyonerên cîhanê. Ne niha tenê, berê jî mirovan ji neçariyê dest ji deverên lê jiyane berdane û ji xwe re li warên nû yê jiyanê geriya ne. Di serdemên berê de, gelek êl û miletên koçber di nava ol û miletên din de heliyane, ziman û ola wan jî ji xwe re rakirine. Heta ku Olên bi navê Olê û navê Xwedayê xwe, ol û baweriyên din heram kirine. Li şûna wan Xwedayê xwe, Ola xwe, Şah û Qralê xwe û zimanê xwe ferzkirin e.

Di têza Zerdeşt de meriv dikare du tiştan fêr bibe. Yek Xwedayê qenciyê, yê din jî yê xirabiyê. Yek mirov û hêzên misyoner, yek ji yên ne misyoner. Yên heyî û hebûna ser rûyê erdê, bi navê Xwedê yê ne diyarde ji xwe re dibin. Bi navekî din, xwe dikin xwedî û wekîlê Xwedê. Xwedê bê wekîl û şirîke. Lê mirov û her giyanwerê li ser rûyê erdê û yê bin erdê û li ezmên şirîk in. Jiyan ji xelekan pêk tê. Xelekên çandî, olî, û felsefî. Yên do, îro, sibe. Yên dê, bav û ewled. Dîn mîrasa dîna ne, zanîn mîrasa zanînê ye. Çîn û pîşeyên em jê û pê dijîn mîrate ne. Di dîrokê de, cara yekem yê ol xistiye bin hêza dewletê û qralan, ol û oldar in. Di dîrokê de, bi qasî mirov ji bo olê û bi navê olê hatine kuştin û xwe dane kuştin ji bo tiştekî dî nehatine kuştin. Ne bi erdhejan û ne jî bobelatên nexweşiyan (epîdemî), ewqas mirov nehatine mirin. Di her şerî de, motîvên dînî hene. Di pişt her şerekî û dîktatorekî de, ol û oldarî heye. Ne ku ew oldar in, olê ji bo xwe weke maskeyê bikar dihînin.

Ola Êzî, oleke Şemsani ye. Ango roj û ronahîperest e. Her tiştê li erdê, yê li ezmên û her nebat û giyanwerî, weke nîşanek ji nîşanên Xweda dibîne. Êzidî bawer dikin ku her tiştek rihek/pîrek xwe heye. Pîr tê wateya ruh, yan cewherê. Êzîdî qala Heft Senceqan dikin, ev jî ne ji mêj de ne. Ya Tewrêzê, a Helebê, a Moskow, a Zozanan, a welatê Xalta, a Welatşêx û a Şingalê. Bi navekî din, Tawisa Şîxadî têne nasîn. Ji wan tenê, dido mane: ên Welatşêx û Şingalê mane. Her weha di Qewlên Êzîdiyan de, gelek caran qala Pîrên Qandeharê tê kirin. Li gorî pirtûka Mehrdad Îzady a ‘Bîr El Kîtabi: Kürtler’. Sînorên berê pêşiyên Kurdan lê jiyane, xwe digihînin heta bi Qandeharê. Di jêderên biyanî de, û ritûelên olî de, her weha di ziman de, meriv dikare bêje ew oleke xwedan bandor bû, ji Ewropa heta bi Hindistanê. Di Qewlên Êzîdiyan de, qala heftê û du miletan tê kirin. Lê heftê du ferman jî hene. Çi têkiliya 72 bi hev re heye? Tevî ku em dizanin fermanên hatine ser Êzîdiyan ji 72 yan, yan ji 74 pirr û pirr bêhtir in. Lê 72 du ferman bi nêrîna min tê wate ya tim ferman hebûye. Çibû, ji van Heft Senceqan? Nabe ku em tim gunehê xwe bavêjin, ber deriyê Tirk, Ereb û Farisan. Yanî hemû çewtiyên xwe, qelsî û nezaniyên xwe, bi wan ser bigirin. Divê em bi serborî, raborî, û îro re mijûl bibin, daku em karibin siberojê bi hev re ava bikin. Hevalên min yên beşdarvan, ji kerema xwe wê rewşa dawî ya heremên Êzîdînîşîn ji we re rave bikin. Ezê wê, bihêlim.

Di dîrokê de dij-êzîdayetî heye. Xelkê din miletên din, xwestine ol û nirxên wan pûçbikin û yê xwe, li ser wan ferzbikin. Ji bo vê jî tenê ebeyek pêwîst bû. Yê ne misilman ba, nikaribû ebeya Paşa û Mîran, li xwe bikira. Yê bibûya Paşa û Mîr, divabû şertên ola fermî, a dewletê pêkbianiya. Ew jî pêwîst bû, bibûya misilman, her weha li ser êl û herema xwe, ola fermî a dewletê ferz bikira. Yê dikir jî ebayek siltan û xelifetê, lê dikirin. Êdî şerê me, ê navxweyî bû. Êdî birakujî bi navê Xwedê helal bibû. Êdî nan û xwarinên me, li hev heram bû. Êdî rêya me a diçû cem Xwedê, di bergeh û navendên din de diçû. Bi gotineke din, em dibûn dijminê birayên xwe, em dibûn birayê neyarên bav û kalên xwe. Armanc ne baweriya bi Xwedê ye, a mîsyoner û kolonyalîstên bi navê Xwedê hukmê xwe ferz dikin e. Ango; Ji Xwedayê min piştir Xwedayekî din tune, ji pêxember û siltanê min pêştir, yekî di tune, Ji ola min pêştir oleke din heram e, ji zimanê min/Xwedê pêştir zimanekî din tune. Helbet vê yekê, bi demê re xwe di mejî û çanda mirovên di bin serweriya wan de guncandi ye. Kesên îslamê nepejirandine, zêde bac dane û nema karîbûne mezinatiyê, ji miletê xwe re bikin. Îcar mirovên ola xwe diguherin, ji oldar û miletên ji wê olê tundtir in û xwe înkar dikin. Kolonyalîzm, metîngerî bi şer destpê dike, bi teslîmbûnê didome, bi nivşên nû yên ol û netewa xwe guhertiye û di mejî de misoger dibe. Îslam bi şûr ketiye Kurdistanê, lê bi xwe bi xwe asîmîlekirin û pişavtina olî domiya ye. Dîroka Ereb, Ecem û Tirkan bi dehan çîrokên ku Kurdan wekî hov, çiyayî û ji cin û pîrevonkan peyda bûyî, tije ne. Li cem van dewletên ku Kurd tê de mane jî, kurdfobîa heye. Kurdek dikare bibe mela, şêx, mîr û wezîr. Lê, nikare bibe Kurdê kurdî û Kurdistanê.  Lê li cem Kurdê misilman, ez qala kesan nakim, bi rêjeyeke mezin, êzîdîfobîa heye. Êzîdî dikare bibe endamê vê partiyê, ê wê partiyê. Lê, nikare bibe Êzîdîyê Êzîdxanê. Li Kurdistanê mafê Xiristiyanan, yên Tirkmenan, yên olên din heye, tevî ku bi serjimara xwe qasî Êzîdiyan jî tunebin, dikarin bibin wezîr û serokê parlementoyê. Lê Êzîdî, di pileyên bilind nayên dîtin. Nan, hêk û xwarina Êzîdiyan heram dikin.

Wekî ku Kurdan û saziyên ragihandinê û partiyên sîyasî, hemû arîşeyên xwe yên civakî çareser kiribin, nabe tenê ku em tenê behsa zewac û hed û seda Êzîdiyan bikin. Çawa ku nabe Êzîdî destdirêjiya nava Olekê û civakeke din bikin, nabe partiyên siyasî û kesayetên bi navê rewşenbîrî û hunerî jî, destdirêjiya nava Ola Êzî bikin. Guhertin û veguhertina olî ne ji derve, divê ji hundir bê. Tiştê miletekî dike milet, an netewe; xalên hevbeş in. Yek welat e, ziman û nirxên hevbeş ên dîrokî û berjewendiyên hevbeş in. Yek ji van li cem partiyên Kurdan yê li ser bibin yek, tune. Partiyên xwe weke dîn/ol, serokên xwe weke pêxembera dibînin. Çawa berê yê ola xwe diguhet, dibû dijminê yê din. Wûsa jî yê partiya xwe diguhere, dibe dijminê yê hevalê xwe yên berê. Êzîdiyê nû misilman dibe, ji misilmanên berê hezar qatî bêhtir dikare xisarê û zilmê li Êzîdiyan bike û dike. Misilmanên berê, hemû sirr û razên êzîdiyan nizanîbûn. Heta Êzîdiyên nûmisilmanbûyî, heta rê û nîşanên Êzîdiyan raveyî wan kirin.

Divê ez vêya li vir eşkere bibêjim: Kurdên Misilman yan yê ji oleke din, pirr bi tolerans û xweşbînîtir in, ji Êzîdiyên di nava tevgerên Kurdan ên siyasî de. Ew Êzîdiyana dikarin; tenê ji Êzîdiyan re dijminan çêbikin. Yan xelkê din, ji Êzîdiyan re dikin dijmin. Yan Kurdên Misilman yên berê ji Êzîdiyan hez nakin, dîsa no û har dikin. Saziyên siyasî yên Kurd, heta komunîst jî bin, komunîstiyê weke dîn bikar dihînin. Dînê serweran. Yê heyvanê mejiyê xwe û sîsaka hişê xwe, ji pergala înkarê girtiye. “Jîrikên” xwe wekî kurd û Kurdnas didin nîşandan, dixwazin “modernîtê” li ser Êzîdiyan biceribînin. Wekî ku bi xwe, di hişmendiya xwe de modem bin. Ka xwe modern bikin, Êzîdî jixwe modern in. Ew dikarin, bi her olê û her miletî re bijîn. Ma modernîte li ser înkara xwe maye û çima li ser înkarê tê sazkirin? Di dîrokê de tevî ku Mîrê Botan bi xwe eslê wan Xaltî bû, yê herî zêde xirabî bi Êzîdiyan kiriye, ew e. Bi sedan jinên Êzîdiyan, li xwe û êla xwe mar kirine. Mîrê Kor yê Rewandizê, bi “qehremaniya” xwe ya li dijî Êzîdiyan navdar e.

Ezê qala serboriya bav û kalên xwe bikim: Pêşiyên me, beriya salên 1890î li herema Rihayê, li deşta Sirûcê jiyane. Hê jî mirovên me yên qelibî, hene. Di heman sala de Husên Paşa kurê Neyîb Begî ji bo paşatiyê, ola xwe diguhere û dibe îslam. Lê ew di heman demê de dixwaze hemû êla wî, Êla Xalta bibin Misilman. Mohletê dide wan, heta roja Înê. Pêşiyên me û bi komeke naxwazin Misilman bibin. Kar û amadekarîya xwe bi dizî dikin. Konê xwe, li ser stûna dihêlin û agir jî li ber dadidin, ji bo nekevin şikê. Gava Husên Paşa zilamên xwe dişîne, dibînin kon vala ne. Dixwazin bidin pey wan, bavê wî dibêje hûn herin û bê kuştin, hûn venagerin. Bi wê re tên Wêranşarê û li nav Êzîdî û Eşîra Mila û yê Ereban dijîn. Ji gotina kalê min ji bo pezê xwe navêna heft gunda îcare dikir. Kalê min dimire. Mala kalê min di nav Ereban de bû. Ew dost û kirîv bûn. Paşê mala kalê min, merivên me yê qelibî tînin nav xwe, ew jî dixwazin dîsa Êzîdiyên mayî û mala me bi darê zorê misilman bikin. Rehmetiyê Temirê Xelefê mala Bişar axa mil didin milê Êzîdiyan û li dijî Êzîdiyên misilmanbûyî, derdikevin.

Dîroka Êzîdiyan, a xwe man û berxwedanê ye. Fermanên herî mezin e. Strana Delana paşo dibêje;

Dayê Delane

Bavo Delane

Li pêşiya malê me şer e

Li dawiyê malên me ferman e

Şerê xortê Êzîdîyan û dewrêşê mala Dewrêş nebî

Xweştire ji govend û dîlane

Xortên neqîbiyan serê xwe di oxira dînê Êzî de dane

Heyfa min tê li wê heyfê

Cendekê xortê Êzîdiyan li ber ava mezin de xwe berdane

Serê xortên Êzîdiyan, gihaye serê duavê û tilo

De ha dayê.. *7

Êzîdatî, kirasekî agirîn e. Her kes, nikare di wî kirasî de bijî. Helbet min hewqas tişt gotin, nayê wê wateyê divê wûsa bidome. Ger em nikarin, alîkariya hev bikin, nabe em xirabiyê jî bikin. Ger em ne birayê hev bin, û nikaribin biratî û hevkariyê bikin, nabe em neyartiyê jî bikin. Êzîdî neyartiya çi ola û miletan, nakin û divê nekin. Lê yê dikin re jî, destê xwe danaynin. Ger bi canê xwe teslîm bibin jî, lê ruhê ticarî teslîmî kesekî û oleke din nekirine û nakin jî, bi raya min. Divê em li gorî demê, li gorî rewşê ji bo siberojê li nêrîn û rêbazên nû bigerin. Ev yek ji Êzîdiyan bêhtir ji kurdên misilman, ji partiyên siyasî, ji dezgehên perwerdeyê, yê ragihandinê, ji rewşenbîr û kesên têgihiştî tê xwestin. Miletek, weke dendika darê û nebatekî ye. Ger li dendika xwe, mebest; mejî, têgeh, marîfet û zimanê xwe, xwedî dernekeve û neparêze, nikare bimîne. Bimîne jî dibe mirov û miletê, çêkirî. Ger qurmê darê neparêze, parastina heja bêhûde ye. Ne şert e ku meriv Êzîdî be, ji bo meriv mafê Êzîdiyan yan miletekî din biparêze. Jixwe Êzîdî, kesekî neçarî olguhertinê jî nakin.

Parastin û mayîna Êzîdiyan yên di bin gefê de, divê ne bi Kurdbûn û ne Kurdayetîyê be. Ango ne bi vê partiyê û wê partiyê be. Bila partî û rêxistinên siyasî, Kurbûna “xwe” weke xwedawendekî nû li ser Êzîdiyan ferz nekin. Jixwe bi Kurdbûn û nekurdbûna Êzîdiyan, arîşe çareser nabin. Berevajî, bi qasî Kurd bibin Êzîdî û xwe di kirasê Êzîdiyan de bibînin, wê bibin ciyê rêzê û pêşketinê. Ezîdîfobî tirseke bêbingeh e. Divê Kurd û miletên din, ji Êzîdiyan netirsin, tirs û hizreke bêbingeh e. Xurtkirina Êzîdiyan xurtkirina heremê; a Tirkiyê, Iraq û herî zêde jî, a Kurdistanê ye. Têkçûna Êzîdiyan, têkçûna dîrok û çanda hezar salan, binerd kiriye. Em dizanin ku çawa antî-semîtîyatî, antî-sintî, antî-êzîdayetî jî heye. Em, li Almanyaê dijîn û gelek girîng e ku em çapemenî, raya giştî, rêveber û rayedarên dewleta Almanyaê hayedar bikin. Em gava bixwazin û bi daxwazên xwe re, dilsoz û piştrast bin, em dikarin ji ezmûnên Dewleta Almanya a Federal, gelek tiştan fêr bibin. Û bikin meriyetê.

Divê Êzîdî nebin aksûarên siyasî yên vê partiyê û partiyeke din. Heta ne bi mirovên ji vê olê û oleke din jî. Hemû ol, olên xwedênasiyê ne, ji bo Êzîdiyan. Divê ev erkeke di ser partiyên siyasî re be. Bi yasa û mafan, divê Êzîdî xwedîheq û parastî bin. Ne bi çekdarkirina zarok û jinên Êzidî. Êzîdî, divê bi Êzîdîyên di hişê xwe de xesandî neyên nasîn û temsîlkirin. Kurdayetî û kurdbûn, dikare bi Êzîdîbûnê bê parastin, ne bi Kurdbûna Êzîdiyan. Ger Êzîdî, Yezdanî nebûna Kurd jî îro nebûn. Spas ji bo her kesê bi baldarî guhdarî û tehemûla gotina min kir. Em kêm in, Xwedê temam e. Em kêm in, aqil bi aqil temam e.

  • Newaf Mîro
  • 06.08.2023


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button