Arşîva Felsefevan

Camûs û Sartre

Tewşbûn-Bêwatebûna Camûs û Ne(Xwebûna) Felsefeya Sartre

Dostoyevskî wiha digot: ‘Ger Xwedê tunebûya hertişt dê mûbah bûya.’

 ALBERT CAMÛS: Di bêahengiyê de û bêhêviyê de vejiyîn qet ne gengaz e, ger li wê derê çalakên hunerê û felsefeyê hebin, dêmeg hêvî jî heye. Rola min ne ew e ku ez dinyayê û însanan biguherînim. Lewre ji bo vî tiştî, ne hewqas nefsbiçûkiya (dilpakiya) min û ne jî çirûska min î ronahiyê a ku ez ji bo însanan bipeyitînim heye. Lê hin nirx hene, ku ez dikarim bo wan têbikoşim. Belam ew nirx hewqas girîng in ku dinyayeke guherbar jî, beyî van nirxan nayê jiyîn. Bi kurtasî camûs dibêje: Gereke rûmet û exlaqa însên, were parastin. Albert Camûs, di navbera salên (1913-1960) de li Cezayirê ji diya xwe welidiye. Albert Camûs him rojnameger, feylesof, cerribandinvan şanoger û romanûsekî Cezayîrî ye.

Albert Camûs di dema herba cîhanê a yekemîn de mezin dibe, helbet şerrê cîhanê gelekî bandorê li ser jiyana wî kiriye. Çawa ku kurd çavên xwe vekirinin xwe di nav şerr û pevcûnê de dîbinin û bandorê li hemû jiyana wan a resen û nivîskî kiribe wilo jî  bandora herbê li ser nivîs, wêje, hûnera Camûs jî kiriye. Camûs, kevirê felsefeya xwe ya  resen a ewilî  li ser bena ‘Tewşbûnê û Bêahengbûnê’ lê dike, dûre kevirê felsefeya xwe piştî şerrê duyemîn  yê dinyê kevirê helwesta  xwe li ser qûça ‘Serhildanê’ dibilîndîne. Em dikarin bibêjin hema hema Camûs feraset, helwest û felsefeya xwe li ser van têgehan ve pêşve biriye. Belam, herî dawiyê feresata wî li ser hûmanîzmê disekine, lê berî hertiştî wekî feylesofekî heyînxwaz tê pejirandin. Camûs feylesofên weke Nietzsche, Heidegger û Kierkegaard şopandiye heta daye ser şopên wan jî, ango di bin bandora wan de maye. Li gor Camûs çalakî û watedarî gelekî girîng e, pozîsyona însên jî di hundirê vê perspektîfê de dinirxîne. Bi gotineke din ‘Camûs, hestiyê (kakilê) ramîna xwe ji hêla însên, jiyanê û dinyê ve bikartîne, nêta wî biyanîbûna navbera  raman û çalakiyê ji holê rake ango bicerribîne, ye.’ Loma jî dibêje heke çalakiyên me neşibin ramanên me an jî fikrên me xwe nespêrin çalakiyên me, welew fikr û çalakiyên me hevdu temam nekin, ewçax sedem vediguhere alaviyê, wê çaxê nirxa muhîm jiber çavan re direve, yanê însan wê çaxê dibe siyek û dikeve şûna kopiyekê.

   Albert Camûs dide dû şopa nihilîzma Nietzsche û dixwaze derkeve derveyî felsefeya nihîlîzmê, ango dixwaze dikek din jî hilkişe jor, lewma camûs li gor efsaneya Sisyphosê nihilîzmê bi awayekî tewş (absûrd) î dikolîne û fikra ‘Tewş’ê’ dibe kakilê ramîna Camûs. Têgeha ‘Tewş’ê’ li gor aqil, mentiq û nelihevkirî meyzandiye û têgihiştiye ku kaînat ne li gor aqil e, li derveyê mentiqê ye û nelihevkirî ye. Li gor camûs me biryara  heyînbûn û tunebûna  xwe nedaye, loma jî jiyana însên bêwate û tewş e. Albert Camûs di peresana fikirandina xwe dike du beşan: Serdema beşa yekemîn li ser fikirîna ‘Tewş’ê’ ye, ji ber vê yekê jî întixarê (xwekuştinê) dihûne. Serdema beşa duyemîn jî li ser esasê ‘Serhildan e’ lewma jî camûs  ji bo herdu serdema wiha dibêje: Hevbeşbûna herdu serdema jî talî ger MIRIN be, wê çaxê jiyan bêwate û tewş e. Serdema ewilî di hundirê efsaneya felsefeya Sisyphosê de ye û di hundirê vê felsefê de tewşbûn (bêahengî-nelihevbûnî),  tenêbûn û întîxar heye. Serdema dudiyan jî li ser têgehên ‘Serhildan û Piştgiriyê’ radiweste. Camûs serhildanê jî jihevvediqetîne û dike du cûreyan, ku yek jê metafîzik a din jî dîrok e.

    Di bingeha serhildanê de ango di ramana serhildanê de,  exlaq û metafizîk cihekî girîng digirin. Camûs, serhildanê li hemberî şoreşên polîtîk û dîrokî di bêjinga serê xwe de diwerdîne. Bi xêra efsaneya Sisyphos’ê ‘Hişmendiya Bêahengiyê’ derdikeve holê, însan jî li gorî vê hişmendiyê pozîsyona xwe bicîh dike. Di ‘Serhildana Însên’ de ev hişmendî vediguhere serhildanê û dibe helwesteke çalak. Ev jî dibe sedema têkiliya takekesî û civakî û takekesî û gerdûniyê. Belam di cerribandina bêahengiyê de êş takekesî bû, lê piştî tevgera serhildanê êdî êş dibe ya herkesî û hişmendiyeke hevpar çêdibe. Ev hişmendiya koletiyê ji holê radike, belam heman demê de jî dibe sedema pevçûnê, deshilatdariyê û şerr jî. Camûs dibêje: Tewşbûna dinyê  li kû derê ye? Gelek kes Camûsî weke pexemberê tewşê dibînin, ew bi xwe ji vê terîfkirine aciz dibe û dibêje ‘Tewşî’ tenê çareserek e, loma jî dibêje hertişt bêhêvî û bêwateyî be, mahna tiştekî namîne, ji ber ku gava ku tu bêjî hertişt bêwate ye, jixwe bêwatebûn jî dibe watebûnek e din, ango bêwatebûn jî mahneyeke. Heke hûn bêjin dinya bêwate ye û tû mahneya wê tuneye, wê çaxê hûn hemû nirxan dixin bin simên xwe, nexwe vejiyîn bi xwexwe dadek nirxî ye. Çiqas bêhêvîtî û xemgînî di jiyana wî de hebe jî, talî di heqîqeta felsefeya Albert Camûsî de hezkirina însên û hezkirina jiyanê heye.

  Camûs di derheqê baweriya Xwedê de dipirse û dibêje, gelo beyî baweriya Xwedê û kaînatê, mirov dikare exlaqekê nû ava bike? Li gorî Camûsî, bersiva vî tiştî dîsa însan bixwe ye. Ango, hertişt bi însên diqede. Camûs, pirr li ser têgeha întixarê diraweste û dibêje; ‘Bi rastî jî tenê pirsgirêkek felsefeyê a  girîng heye; ew jî întixar e.’ Ji ber ku jiyan hêjaye jiyandinê, an jî ne hêjaye jiyandinê ye, felsefe jî li vê bersivê digere. Camûs dibêje xwekujtin yan famnekirina jiyanê ye, yan jî derbasbûna ji asta jiyanê ye. Ango, êdî hertişt bêwate û tewş bûye. Tiştê ku Camûs li sersekiniye ango dixwaze analîz bike têkiliya aqil-rasteqîn û însan û dinyayê ye. Li gorî Camûsî feraseta êqil, an jî xwesteka êqil, dixwaze ji dinyê fam bike û daxîne asta însên. Camûs, di têkiliya navbera însên û dinyê de, têgeha -Tewş’ê- encax bi însên dê tewşbe. Loma jî tewşbûn, ne gerdûnî ye, di hin însanan de bi awayekî çandî û reaksiyonî tê peyitandin. Tewşî, ne tiştekî vehesînî ye, têgeheke ku çanda xwe ji hestan distîne. Lê Camûsî, tewşiyê û bêahengiyê hesteke gerdûnî a însên dihesibîne û bi awirekî qederî, ango fatalîstîk dibîne û dibêjeku ev fatalîzm nayê guherandin.

Camûs dibêje, jiyankirina bêahengiyê berê însên vediguherîne serhildanê. Piştî lêpirsîna gelek tiştan gelo jiyan hêjaye an nehêjaye jiyandinê? û li gor vê pirsê; Camûs dibêje, li hemberî bêwatebûna jiyanê  û a  dîrokê, du rê li ber me hene: a ewilî ‘Întixar e’  a dudiyan jî  ‘Serhildan e’ û a dudiyan  nirxekê nasandinê, di xwede vedihewîne û jiyanê jî, watedar dike. Bi kurtasî Camûs dixwaze hemû tiştên ku veguheriyane yezdaniyê (pîrozweriyê) red bike yan jî hilweşîne û di dewsa wê de, exlaqeke resenî tîne holê. Lê Camûs di vir de tiştekî nû danayne dewsê, bi tenê rasyonalîzma Grekiyan bêtir modernîze dike. Li gorî Camûs, efsaneya Sisyphos qeder e, ango fatalîzmeke karê însên e. Yanê însan qedera wî di mista wî de ye. Ji bêahengiyê jî wiha vedibêje; ger mirov li ser aciziya xwe çavderiya bikin, ewçax dikarin hemû pûtan bêdeng bikin. Heke qedera takekesî hebe, wê çaxê qedera gelemperî, ango fatalîzma berzî tune ye. Yanê divê tenê qala qederekê were kirin, encax mirovê bêaheng wê jî biçûk dibîne; yanê henekê xwe pê dike. Êdî em werin ser çîroka Sisyphos’ê; ev çîrok, sembola lixwevegerandina takekesî ye, jixwehaybûn e, ango tiştên însên eleqeder dike, dîsa çavkaniya wan însan bixwe yî. Nexwe, Sisyphos Xwedeyan red.

   Di 1940an de nazîzm û faşîzm,  xurt dibin, piştre herba dinyê  a dudiyan destpêdike, hemû nirx û kevneşopî dikevein ber erdhejê, ango di bin bandora şer de dimînin. Nivîskar, feylesof û Camûsî jî wê çaxê li ser tiştên wilo zêde nediramiyan, ango li ser nedisekiniyan. Piştre nivîskarên heyînxwaz dikevin herbê, bi şer re birûrû dibin. Piştî şer helwesta xwe diguherînin, an jî  merc û awira wan, diguhre, berî şer li ser ‘TENÊBÛNÊ’ radiwestiyan, lê piştî rûbirûbûna wan a şerrî de, êdî li ser felsefeya welew helwesta ‘PIŞTGIRIYÊ’ disekinin. Belam çiqas nivîskarên heyînxwaz  ketibin herbê jî, fatalîzm nayê guherandin.

Belam ji bo ku dev ji nihilîzmê, tewşî û tenêbûnê berdin felsefeyeke nû pejirandine, yanî felsefeya wan a nû ‘Hêvî û Hûmanîzm’ bûye. Herçiqas felsefeya xwe guherandibûn jî, talî kakilê wan nehatibû guherandin, tenê felsefeyeke nû ava kiribûn. Bi gelemperî, dev ji felsefeya xwe bernedabûn. Sartre û hevalên xwe;  him ji îdealîzmê, him jî ji materyalîzmê  sûde werdigirin, ji vê dahûrandinê berê xwe didne marksîzmê. Bi saya marksîzmê, dixwestin ku nakokiyên dîrokî yên însên û bi heyînxwaziyê jî, wuha dixwestin ku jiyana însên a kirdeyî, di nav hevdu de bihonin. Lê Camûs  dibêje; rewş çi dibe bila bibe, ez qet tundiyê napejirînim û red dikim. Bi vê helwesta xwe re, li hemberî hin tevger û pratîkên marksîzmê radibû û wan rexne dikir. Digot; serhildan di despêkê de ji bo hemû nirxên însanan pêk tên, piştre ‘Esas û Koka’ vê helwestê têne jibîrkirin. Ango, serhildan ji rê derdikeve û berê wê, dikeve hêleka din. Heke serhildan ji rê derkeve, wê çaxê bi nirxên ku diparast re dikeve nakokiyê. Ango ew ê bi xwe, bikeve pozîsyona çavkaniya neheqiyê, loma jî Camûsî gava ku qala serhildanê dike, dibêje gereke mirov xwediyê helwesta xwe bin, ji rê dernekevin û felsefeya xwe jî, bi vî awayî, bi hûmanîzmê ve girê dide.

JEAN PAUL SARTRE: Însan, mahkûmê azadiyê ye. Di sala 1942an de  Sartre,  di şanoya xwe ya ‘MÊŞAN’ de qarekterê ‘Jupîter’ li hemberî ‘Agist’  wiha dide xeberdan: Ev e  ku raza elema danera Xwedayan û qralan, hemû însan azad in. Ger  di ruhê  însanekê de firîzên azadiyê zîl bide, wê çaxê êdî  Xweda jî nikare bandorê lê bike. Lê ev meseleyeke civakî ye. Sartre di sala 1975an de, di gotûbêjeke  xwe de dibêje: Yan dê însan tune bibin, yan jî  dê şoreş  bi serkeve û dê ew ê azadiyê pêk bînin. Armanca utopiya resen ya Sartre, xweafirandin e. Jean Paul Sartre di sala 1905an de, li bajarê Parîsê welidiye. Beşa felsefeyê qedendiye û demekê jî mamostetiyê kiriye, di wê navberê de Sartre; hertim fikiriye, xwendiye û  hêza xwe cerribandiye, gelek nivîs û ceribanên wî hene; lê nexuyayî ne. Sartre, bi romana xwe ya  ‘Dilxelîn’ gellekî navdar dibe. Berhema wî ya ‘Hebûn û Hîçayî’ piştî Bergsonî, di felsefeyeyê de berhema ku herî zêde tê xwendin e.

Şanoyên wî: Mêşan, Panela dizî, Toga Birûmet, Destên Qirêj û Miriyên Bêmezel in, romana wî ya Rêyên Azadiyê, di nav civaka rexnegiran de  dibe xwedî roleke mezin, heta wekî romaneke modern a qedirbilind tê hesibandin. Di edebiyatê de wekî rêberê ewil tê pênasekirin, çawa  ku Andre Gide dema di salên 1920de dibe xwedî pozîsyoneke bêhempa, Sartre jî eynî weke Gîde di dema xwe de dibe xwediyê roleke mezin. Em êdî werin ser felsefeya wî ya heyînxwaz: Li gor Sartre, Marksîstan heyînxwaziyê weke bêçalakîtiyê û kirdeyî, Qatolîkan jî bi awayekî reşbîn û takekesî,  li heyînxwaziyê nihêrtine û tewanbar kirine. Belam, berî her tiştî heyînxwazî felsefeyeke fêrkerî ye û du bazikê wê hene, bazikên ewilî  fêrkerên van Karl Jaspers û Gabrîel Marcel in, bazikê dinê jî Heidegger û Sartre ne.Bazikê ewil li ser felsefeya xiristiyaniyê xwe birê dixe, bazikê din jî li ser ateîzmê. Lêbelê hevbeşiya wan î wekhev jî, li ser vê ferasetê ye: ‘Hebûn berî cewherê tê’ li gor Sartre ger Xwedê tune be, tew nebe heyînxwazî berî cewheê tê, ev heyîn berî  ku were pênasekirin û têgehkirin hebû; bi gotina Heidegger ‘rastiya însên e’ heyînxwazî berî cewherê tê. Wateya vê yekê çi ye? Yanî berê însan heye, ango berê însan tên dinyayê û diheyî, piştre xwe pênase dikin, dûre jî, kakilê-cewherê xwe derdixin holê. Însan berî herkesî xwe hildibijêre û dûre, tiştê ku em di serê xwe de îdealîze dikin ango em disewirînin em dixwazin herkes jî li gor vê îdealîzekirinê bêne sewirandin.

    Sartre, di bin bandora pozîtîvîzmê de dimîne û bi felsefeya ontolojiyeke azad destpê dike. Sartre bi awayekî egoîst û bi awayekî resen, pozîtîvîzma Husserlî radihêlê,  dineqîne û dihone; felsefeya Hegel û Heidegger jî radihêle, li gor xwe dadigerîne, piştî felsefeya van ya asta fikirandina heyînxwazî (ontolojîst) derbasî serdema pira felsefeya pratîk dibe, ango helwestên Marksîzmê di nav van felsefeyan de dihone. Piştî vê honandinê ‘taybetiya takekesiya gelemperîn’ derdixe holê. Lê esil serdema Sartre a ewilî, li ser ramana azadiyê ye. Wekî em dizanin ku romana wî ya ‘Dilxeliqandinê’ bingeha xwe ji  heyînxwaziyê digre. Ev romana wî, reşbîniya jiyana rastîn dipeyitîne, Sartre di esasê de destpêka tevgera helwesta xwe ya edebiyat û felsefeyê, ji pozîtîvîzma Husserlî digre, li gorî wî pozîtîvîzm derfeteke girîng bû, hiş û dinyayê ji hevdu cuda û îzolekirî nedidît, berovajiya wê; hakimiyeta hişmendî û giranbûna dinyaya rasteqîn, di heman demê de dihat parastin.

Li gorî Sartre ontolojî çi ye gelo?

Ji ber binyada armanca tevgera hişmendiyê, li gor Sartre; ger em hêza xeyalê bidin ber çavê xwe, meyla têkiliya hişmendiyê û hîçayiyê, ew ê tespît bibe. Çeşnê hîçiyatiya wenî, encax bi redkirina rasteqîniyê derdikeve holê. Sartre li ser du têgehên giring rawestiya ye: a ewilî hebûniya ji bo xwe, a dudiyan hebûniya wekî xwe. Di a ewilî de xwebûn tuneye, tûcarî nabe wekî xwe, ango tim durûtî ew ê têde hebe. Ya dudiyan nasnameyeke xwerû ye, wekî xwe ye, saf e, xalî ye. Yanî çi be, ew e. Sartre, kesayetan jî li ser wan helwestan dinirxîne. Li gorî sartre mirov xwe dihone, ango xwe dirûvîne, yanê heyîna xwe bi destê xwe diafirîne. Talî, Sartre li ser hîçbûnê ramana azadiyê û xwebûna xweafirandinê rawestiya ye. Sartre, heyînê  dike du cûreyan; a ewilî a ku nebeşerî ye, yanê ji heyîna bireserê pêktê, a ku wekî xwe ye, yanê çi be ew e û heye.

A dudiyan heyîna beşerî ye, tûcarî ne xalî ye. Ango tim nakokiyê di xwe de dihewîne, tim ji bo xwe heye. Divê em di nerînên Sartre  yên civakî, exlaqî, estetîkî û hwd jî, li gorî van binirxînin; ‘heyîna ji bo xwe’ ji tiştê ku heye ji giştikan cûdatir e, va ye  hîçayiya destpêka niqteya azadiyê. Wekî em dizanin ku Sartre azadiya heyîna civakî, bi awayekî radîkal parastiye û pozîsyoneke dayê. Sartre fikra xwe ya azadiyê ya radîkal jî, di berhemên xwe yên Hîçî û Heyîn û Mêşan de jî haniye zimên. Ji bo Sartre, azadî û heyîna civakî wekhev in.Sartre dibêje ku di navbera însanan de, hertim pevçûn heye, loma jî dibêje ‘cihennem yên din in’. Divê di vê pevcûnê de ango şerrî de, tûcarî û bi tû awayî, bi radeyeke mezin azadiya min nayê birîn. Di hemû fikrên Sartre de, yên ku li ser ramana azadiyê ne;  têkiliya wan bi estetîkê re heye. Talî Sartre û Camûs, bi qasî feylesofiya xwe, hewqasî jî wêjevan in. Herdu jî, felsefeya xwe li ser heyînxwaziyê bilind dikin. Helbet ramana wan ya ‘Heyînxwazî û Ramana Azadiyê’ him takekesî ye, him civakî ye û him jî polîtîk e. Esil takekesiyê diguherîne (dadigerîne, vediguhezîne) û vediguherîne fikreke çalak û teorîk a civak û ramyariyê.

  • Çorê Arda 
  • 22.08.15
  • Çavkanî
  • 1- Di Dîroka Felsefeyê de Pirsgirêka Însên. N, Dr. Mustafa Gunay, Weş. Ilya
  • 2- Heyînxwazî. N, Jean Paul Sartre, Weş. Say
  • 3- Feylesofên Sedsala Bîstemîn. N. Margot Fleischer. Weş, Ilya 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button